الأحد، 20 أغسطس 2023

zanyar û kêşeya pîrozbûnê, Rêber Hebûn

 


Zanyar û kêşeya pîrozbûnê

Rêber Hebûn

Netewîb


ûn ji berhema hestekî komî ye bi pêdiviya civînê ve, pêdivî misoger ji sedemên zehmet an sirûştî ve encam didin, mîna hestbûna bi sitemkariyî û nijadpersetiyê ve an xwesteka pêkanîna berjewendiyên pêwîst û bi encama zorengên xwînî
ve têgehên netewî rêzimanî binyad bûn, nexasim di serdema netewbûnan de li Ewrûpayê û veguhêztina wê li cîhana Erebî û Islamî.


Siyasetên mandelekirin, pişaftin û têkbirinê belav bûn mîna pêşveçûnekê ji zorenga êlî ve.


Bîrawerî bi komê ve , girîngiya wê bi hevgirtinê ve di hundirê tevina komî de pêdiviyeke xuristî ye bi rêya yekbûna ziman û dîrokê ve ji ber cîranbûn û hevjiyanbûnê di çarçoveya cîgehê de.


Zanyar li pêş berdana henasên wanî pêşîn mizgîniyê bi peywendiyên bêhtir xuristî û kokdayî didin ji her kesekî re bîriya evîn û zanînê dike herwiha jî vekolîna zanînê, ji ber ew di heyînê de dibînin tevina giştî û komkirî ye ji mirovahiyê re, ji ber ku giyanê çetetiyê nûnertiya rastiya jiyanê û armanca wê ya bilind nake, zanînê mîna neteweke fereh û nû dibînin ne bîrdoziyekê an olekî an ragehekê dikare wana ji hevdû dûrbixîne, ji ber ew evîn dibînin rêyeke ji zanîna heyînê re ya ewa mîna lutkeya hatinrêza sirûştî ye , ji ber vê yekê têgehên serxwebûn û rizgariyê û avakirina dewlet û herêman di qonaxa piştî seretayiya sirûştî de diyar bû .


Kolekirina mirov bi rêya kedxwarkirina hinirên wî yên gewdehî ve destpêbû, û ji mafên xwe ve bêpar mabû, ew mafên ku qonaxa seretayî jêre parastibû, ji dabeşkirina giştî ji destikên berhemkirinê re, wisa malgirtina taybet diyar bû û bi rengekî ne baş hatibû bikaranîn ji bo bibe tenê ji hinek tofan re li ser hijmara pepûkî û bêzariya tofên barketî yên rastî gefxwarinê hatibûn.


Pêdeçûna mirov bi malgirtinê ve hîşt derdên ezeziyê zêde bibin ji encamê nezanî, bê xwendin û birçîbûnê ve di heman reng û dûriyên xwe yên koçberî de,navendiya gelemperatî ji wê çaxê ve hatibû bicîkirin,ev di deroniya tofên barketî de hestên sitemkarî, koçberiya giran berz kir, li rex destpêkirina hewildanên avakirina raperînên zanyarî ji bo bidestxistina mafên rewa yên sirûştî yên hatibûn e xwarin, pişt re wan tofên barketî ji têgeha netew ve û hatinrêza ji erdê re mîna destikeke dijber dîtibûn li hember gefxwarina bi koletiyê ve, têgeha netewbûnê ji bo berjewendiya koma gefbûyî bi jêbirina hatinên wê durist bû, ji ber vê yekê têgeha netewî gewretirîn şoreşeke zanyarî ye ji kevinê dîrokê ve û ola ya di çorçoveya peywendiya takekes bi xwedê re ango hêza nepenî ew felsefa giştî ye a ku ewlehiya hebûnê li hember netebitîbûna sirûşta gerdûnî ya cîhanî diparêze .


Ev felsefa komî dixwaze mirov hêzdar be û bi heyîna dadmendiyeke xwedayî girêdayî be ta sawa mirinê li ser kêm bibe , ji bo hêzbûna henasan û berdewamkirina şerên maf û rûmetê , ligel maf û rûmetê xêr zêde dibin û xweşî belav dibe ta mirovê zanyar nêzikî bedewbûn û şadiyê bibe bi hestbûna hevgirtinê bin siha komê, ji ber ku pêdeçûna di baweriyê de ziyanê dide û dibe piştgiriya zorkariyê bi şêweyên wê yên bilêvkirî, deronî û gewdehî ve.


Ev yeka nûnertiya encamê bilind dike ji zorkariya bawerî re, wateya vê yekê ku rizgarkirina ji desthilata pîrozbûnê ve mîna rikberiyeke mezin e, ji ber bi dû wê ve encamên civakî desthilatî hene, berhinde di ol de reweştên herî kêm hene yên bi rêya wê civak tê kuntrolkirin, ji ber ew ji çêja giştî re dibêje erê, ji ber vê yekê civak di warê ramanî geş nabe, bi sedema bandora olî li ser wê û ev yeka bi derbasbûna nifşan ve pê xweşdihat .


Reftarên olî ketin hundirê partî û ropartên totelîter, bîrdoziyên wan pîroz bûn wek ku ji ezmên ve bên e xwarê bi vî rengî ve pîrozbûn cîgir bû û bi ramana netewî û a çepa şoreşgerî re bû yek , û berî xortan dabûn e tundirewiyê , ev yeka di tevgerên cîhadî de li ser dirêjî cîhana Erebî û Islamî de belav bû, koka diyarbûna xwe ji dîrok û çêja navçeyî ve ji wan gelan ve wergirtibû, yên baş tundirewî li dibistan, zanîngeh û mizgeftan fêr bibûn, buhara Erebî bû goristana xwedî hiniran dema bibûn êzing ji pîlanên navdewletî re, li gel wê şûnmaya girtinheviya olî tê nûkirin bi barên wê yên giran ve ji dîrokê ve, ev ji encamê girêdana mirov bi pîroziyê ve ye bi rêya deqa olî yê zehmete şoreş li hember wê bête lidarxistin, ji ber bibû derdê dijwar û har li hember çi ragehekî ronakbîr û rikber, vedixwînê ji şiyarbûna zanyarî re û çalakirina hizr yê pergalên baweriya zengirtî wêna derizandibû.


Ji ber vê yekê şîretên olî bi giştî ve bi destê qata fermandar ve ye yê keriya civakan birêve dibe, û nerîna giştî saz dike, û gelan kuntirol dike yên xizanî û desthilatbûnê dikşînin û bibûn lîstokekê bi navê cenga pîroz ve, cîhad û xweda, (Talanên Islamî û xaçî).


Bawerî berve sertiyê tê rêvebirin, ne tenê di çarçoveya pêywendiya takekesî di navbera mirov û xwedê de,li gel wê em sedan erkranên olî û ragihandinî dibînin beranberî tevgerên olî çi veşartî û çi çalak têne birêvebirin li gor xwestinên kesên serwer, li gel wê hebûna mîkrûba baweriyê bikartînin yê bi kûrahî û rêk û pêk ve derbasbûye li hundirê hişên tofên civakê yê bi rêya hebûna wê xort tên e artêşkirin û dehfandin ji zorengên cuda ragihandina berçav wêna xwarin dide, eger ew bandora dîrokî li ser civakê neba wê ew hêzên yên li ser aboriyên dewletan serdest wê ew bihane ji cengê re bi derbasbûna dîrokê ve nedîtibana , ji ber vê yekê deqên pîroz mirovan birêve biribûn li koçberiyeke komelgî ji dema niha ve, û dibûn kelem li pêş derfeta dîtina alav û rêyên sererastkirinê û rêvebirinê û hevjiyana di navbera mirovan de.


Ev deqên yên têr ji sertî û bizdanê vexwaribûn ne tenê bi bûyerên dîrokî ve girêdayî bûn lêbelê hatibûn e belavkirin û kûr bi nîşanên wê ve hatin girêdan ta li ser taybetiyên oldaran û kiryarên wan serdest bûn , li rex reftarên wana jî , li cem wan amadebûnekî suriştî peydabû ji dijminatiyê re , em tengbûna asoyê dibînin herwiha bersiva tund yê aşkere dike li ser evqasiya bandora ol li ser çêj û şêwaza jiyana bawermend, ji ber ew amade ye ji tundiyê re , ji ber vê yekê zanyar dixebitin li ser rizgarbûna xwedê ji têgehên mirovî ve yê bi rêya wê xwedê hate mirovkirin bi awayekî ve li ser sertî û diljêçûnê xelk tên e dehfandin.

Rojhilata navîn di nav argoşa kelbetana hevgirtina dîrokî ya pîroz de ye yên di navbera herdû ragehên Islamî Şîe û Sunne de û hebûna ragihandineke olî berçav rêyên girtinheviyê birêve dibe, cemawerên xort xwarin dide ji bo bimînin êzing bi rêya deqên yê xwînrijandinê pîroz dikin, mêrên ol li hember zanyaran û zanistên wana sekînin, û li dijî felsefeyê derketin, bê guman ev yeka encamên wê hene li ser civak û navnetewan, civakên Islamî êdî di tenahiyekê de dûrî sivîlbûnê dijîn, bi lez dibin qurbaniyekê ji siyasetvanên desthilatdar ve li hemî rojhilata navîn, desthilatên serkotker di bandora olî de dîtin gerentiyekê ji serdestbûn re û hebûna li desthilatiyê , piranî deqên olî piştgiriya bişanhildana fermandariyê dikin, bihaneyên pîroz ji bo serweriya fermandarê navendî ya totelîter didin ji bo berdewamkirin serdestbûnê û rewakirina gendeliya tofî.


Damezrandina jiyanê li ser bîngeha zanînê ew damezrandina mirov e bi rêya rizgarbûna wî ji nexweşiyên tevlîheviyan û desthilatiya ya bihêztir, bi vegera nirxên şaristaniyê ji nû ve, ji bîraweriyeke nû ve û jiyaneke baştir ji hemiyan re û rêxistineke bi hebûnê ve lihevhatî , rêxistinkirî û bedew , yê jîndarê mirovî bi nirxan ve xwedî dike, evîn di vê derbarê de dibû xwedayekê ji hemî nirxan re yê mirov ji heyînê ve wergirtibû bi derbasbûna rêya wî ya dirêj û zehmet ve.


Berdewambûna goçeriya zehmet ji mirovê şaristan re ew berdewamkirina nameya evînê û bilindkirina zanînê ye, û çi avahî eger li ser tekûzbûna evîn û zanînê newe damezrandin ew avabûneke şêweyî ye mîna hilweşandinekê ye bi awayekî ji awayan ve, ji ber vê yekê pêdivî ye vegera li evîn û zanînê û miqatebûna hebûnê ta jîndar hebe, tekûzkirina evînê bi rêya bicîkirina rewişta yê ji mirov re destketî û bermayê wî ezber dike, ev yeka bi miqatebûna li cîgehê tê pêkanîn bi rêya rawestandina ceng û genîbûna cîgehî ve.


Zanyaran bawer dibin ku bedewbûn di xêrê de ye, ji ber wê dixebitin ji bo jinavbirina çavkaniyên metirsiyê, bawer dibin ku ti rev ji derbaskirina wî nîne, bedewî di xêrê de diçînin û di wan de tîrêj dide, di tiştên pûç de dibînin ku ew têne jinavbirin bi rêya dîtina ramanên sirûştî ve, ji ber vê di hinira hundirîn de dibînin ew hêviya tek e ji nûkirina henas bi zanînê ve.


Zanyar bi afirandinê ve li pêş dikeve, ew di afirandinê de dibîne mîna zanista sazkirina azadiyê ye û rêyeke nû ye ji bikaranîna alav û tiştan re başî û miqatebûna bedewbûn û niviştê li cem aşkere dike, ew li pêş tê, bi bedewî û giyanekî pak ve berve guhertina tiştê ku dereng ma û nehate guhertin, timî bi pêdiviya bihinferehiyê ve di derxistina biryaran de bawer dibe.


Ew bi jiyanê ve radibe ji ber ku jiyan bedew e di sirûştiya xwe de, wê bedewtir dibîne dema destê xwe li ser datîne.


Zanyar xuristî ne ji xwestinên xwe ji jiyanê re, derbasî saziyan dibin û xwe hêja dibînin bi guhertina sazî, partî, komel û komkaran ve ta bibin navikekî nû nûnertiya giyanê hebûn , zanîn û evînê bike.


Ew dibînin di çi rêxistinî an sîstemeke civakî an aborî de eger zanînê ji bo evîn û hebûna giştî ji xwe re neke armanceke bilind , ew dibe mîna hêzên tarî , ji bo hingeme, tîjandin û diljêçûn û belavkirina cengan dixebite, yê bi nezanî , paşveçûn û tundirewiyê ve peywendîdar e û ev nirxên bedewbûn, xêr û mafê têkdibin.


Derketina zorengan bi derbasbûna dîrokê ve mirov ji taybetmendiyên xwe yên xuristî ve dûrxistin yên ew bîngehên pêşîn in ji hebûna mirov ve mîna jîndarekî azad civakî û bi zanebûnê ve girêdayî, wergirtina mirov ji hemî mafên xwe yên sirûştî û rabûna bi erkê xwe ve ji taybetmendiyên jiyankirina zanîn û evînê ne û nêzikbûna ji rastiya zanyarî ve ye,yê bi yekbûna hebûnê ve tê diyarkirin.


Şoreşa rastîn di jiyankirina evîna sirûşî de cîgir e, ji bo hebûnê û parastina wê, û baweriya rastîn bi binemaya hevjiyana aştiyane ve di navbera gelan de.


Kuştin ew kuştina mirovahiyê ye û birrîna başiyên wê ye û nankoriya bi destkeftiyên wê ve ye û sitemkarî mandelekirine ji jiyana xweşiyê re û hevkarî bi bobelatê re ji binpêkirina bedewbûn û niviştê ve ye yên ji nirxê rûmetê ve derketî, û ev yeka ji dilsoziya mirov bi xwe re û bi a din û tev jîndaran re derdikeve.


Tewanbarî nezaniyeke kor e û derdekî mezintir e îro li pêşiyê lêkolîner sekinî ye, yê li pêşveçûna ramanî, deronî û rewiştî digere, û ji vir ve hebûn û evîn bû û zanîn jî herwiha peydabû.


Û erkên zanyaran pêşî ku çi kesê aramiya cîhanî û hestbûna bi reseniyê ve winda kiribe biparêzin , ji ber ew tişt di evîna sermedî û nû de heye ji jiyan, erd û komê re yê jîndaran bi hevdû ve girêdidin, hevgirtina di navbera koman de pêwîstiyeke jîndarî ye ji bo pêşveçûna bi bedewbûnê ve, û zanîn li ser yekbûna mirovahiyê dixebite taku taybetmendiyên xwe yên cuda bin siha jiyanê bijîn.

الأربعاء، 16 أغسطس 2023

Zanyar û partiyên totelîter - Rêber Hebûn

 

Zanyar û partiyên totelîter

Rêber Hebûn



Zanyar di rewiştê de dibînin binema herî bilind ji têgihiştina zanînê re, ew bişanhildaneke ji hezkirinê re ye, ji evînê dibişkive mîna xwedayekê ji çi nirxekî rewiştî re, rewişta yên pariyên gelemperatî ji xwe re dikin rêbazekê li gorî zanyaran ew hinek yaseyên peykerî ne armanca wan valakirina naveroka takekesê endam, ta tenê mirovekî ji çi vîneke zanyarî rewiştî ve rût be,ta jîndarekî kedîkirî be bi stûxwarî ve nêzî binemayên partiyê bibe bê ku ji xwe re guman bibe ji çi benemayekê ve ew ji xwe re dibîne nemûneyekî nemir, ji ber vê yekê partiyên totelîter dixebitin ji bo valakirina naveroka takekes û alîgirên xwe ji vîna zanyarî û evîna xuristî ve, ta tenê bawer bibin ku çi rewişt jorî rewiştê partiya wan nîne û ti azadî ji derveyê partiyê ve nîne , bi vî awayî partiyên gelemperatî xebitîn li ser binpêkirina rewiştê bilind û vîna zanyarî û ew hêdî hêdî têkbiribû bi rêya pêşkêşkirina nimûneyên boş mîna : Mirovê partîhezê rastîn, partîvanê netewî, partîvanê şoreşger, partîvanê sosiyalîst, partîvanê Lîbralîst, olî, navnetewî, û ji bilî wan ji pergalên totelîter yên bê lebat û bê tevger, ji ber vê yekê em bi pergalê totelîterî mijol dibin û dighên encamekê ku ew nimûneya herî navendî û girtî ye bi derbasbûna dîrokê ve, li gel wê takekesê partîhez yê totelîter takekesekî stûxwar û reben e, û jinê di partiyê de dema dev ji nirxên xwe yên takekesî berdide jineke durist û pak e bi bihaneya ku azadiya takekes bi azadiya civakê diqede, dighe asta ku her tiştî bide ta bibe urispî an ajaneke stûxwar, wisa partiyên gelemper mirovan dikirin û difroşin ta bibin alavekê, ji ber şehnaziya giyanî û naverokî li gorî dîtina alîgiran di partiyê de ye ne di takekesan de,bi maf û taybetmendiyên xwe ve û erkên zanyarî yên li ser wan , hevjînê keça Karil Markis jiyana xwe bidawî kiribû û Lînên 1 yek ji serwerên sosialîzma avabûyî di derbarê wê de wisa axivî û go : ( mirovê sosialîst a partiya xwe ye, mafê wî nîne jiyana xwe bi dawî bike.)


Hişmendiya totelîter nepenî ye li paş wê armanc û berjewendî vedişêre tenê bijardeya bilind sûdê jê digre, a vê sîstema durrû birêve dibe û berpirsî lê dike, û em dibînin ricîmên totelîter mîna Çîn û Koriyaya bakûr çawa xwe di tenahiyeke siyasî de hîştin û siyseta birçîbûn û dorpêçkirinê li ser gelên xwe pêkanîbûn,taku wê sînorê di navbera xwe û derdorê de biafirîne, kiryarên wê nehêne dimînin.

Bijardeya karker timî bê beranber dixibite û rastî gexwarinê tê , parî nan û karê wê dikeve metirsiyê, û di tirs û bizdanekê de dimîne , û dema Seddam Hisên desthilatiyê bi destxwexist rabû dest bi komkûjiya hola Elxild kir 2 di sala 1979 de, hevalên xwe qirkiribû bin bihaneyên pûç ji bo ji berkepên xwe ve xelas bibe.

--------------

1-Filadîmêr Ilitiş Lînên di sala 22 Nîsanê 1870 de jidayik bû û di 21 çele sala 1924 de koça xwe kir şoreşgerekî Rosî Marksî bû, rageha Lînênî ya siyasî damezrandibû.

2- paqijkirina Partiya Baes di sala 1979 de bi sernavê komkûjiya hevalan , serokê komara Îraqê birêve biribû di 22 Tîrmehê sala 1979 de piştî binkeftina yekbûnê di navbera herdû baskên partiya Baes bi serkêşiya serokê sûrî ya berê Hafiz El Esed û serokê Îraqê yê berê Ehmed Hesen El bekir.


Xwedî dîtin û helwestan bi pêşdebirina kesên derewker ve li ser wêrekan yên hewil didan partiyê di naverokê xwe de pêşbixînin bi rêya girtina wan bi guhertin û çaksaziyê ve, û bê guman ev yeka bi dewlet û serwerên wê ve girêdayî ye.


Wisa em dibînin berjewendî û bîrdozî herdû dixebitin ji bo lawazkirina hişmendiya endamê partiyê ta bibe bê vîn ji bo karguzariya rewiştên bîrdozî ya rêjeyî yên partiya totelîter wê dibîne mîna nirxên xwedawendî nayên gotûbêjkirin an gumanpêkirin, ji ber wateya vê yekê derketin e ji rêya partiyê ve, ji ber vê yekê vîna takekes tenê ji bo parastina berjewendiyên partiyê ye û têkbirina hatinrêza mirovî bi rêya neyarkirina wê.


Ev girtinhevî di navbera pasvanê kevin û vexwenderên guhertinê de di her çaxî de berdewam e, ji ber vê yekê piranî tofên partîhez bi koratî û bi şehnazî ve bergiriyê dikin ji bo parastina nezanîbûn û paşdemayînê bi paşguhkirina hişmenda rexinegir ve û gotûbêja avaker û dan û standinê, ji ber ku rexne û hişmendiya avaker tiştê nû derdixîne meydanê di her astî de û pîvanên rewiştî di siyasta rêxistinên gelemperatî hêdî hêdî êdî diçe bi rêya dan û standina xwe yê kirêt ve bi gelên xwe re, ew siyaset sawêr dibe ku bi rastî dikare bihêle cemawer û alîgirên xwe mîna şagirtên tembel hizr , û dijiminên xwe yê hundirîn her zêde dikirin, li gel wê alîgir di nav refên rêxistinê dest bi nandoziyê dikin ta endîza wê rêxistinê daxur bibe û avahiyên xwe bête derizandin, herwiha jî rolên nirxî hundirê cemaweran belawela dibin, hestên bê baweriyê di nava civakê de belav dibin, bê guman ziyankarê rastîn ew civak e ,mîna parîpariyê di nav vê hingemeyê de diyar dibe.


Armanca herî bilind ji mirovê nû re yê divê ji xwe re bike nimûneyekê mîna girêdana wî bi hêz û şehnaziyê ve ew di zanîna rêxistinkirî de ye.

Ji ber ku şêwaza komê partîhez tenê ji bo wêzimkariya tofê herî hindik û girêdayî ye, ev yeka li ser hijmara beşê parizvan e ji partî û binemayên wê re , ji ber vê yekê kom bi giştî ve du tof in:


-Tofê qayim ya bi bîngehên partî û binemayên wê ve girêdyî, ew tof rastî zehmetirîn fişar tê ji gefxwarina bi kuştinê ve an daxistina pileyê û cihê rêxistinî û neyarkirinê, reşkirin an dûrkirinê.


-Tofê dûvdehol yê di partiyê de ciyawazîtiyekê dibîne û berjewendiyên wê yên diravî a keysbazî têde tê parastin ji bo zêdebûna xweşî û dewlemendiya wê.


Ew tof xurt e , li ser hevdû ve binpêkirinên xwe vedişêrên, alîgirên guhertinê nikarên refên wê derbas bikin, ji ber ku guhertin ne ji berjewendiya wê ye, ji ber ku çi rêxistin an dewlet dema ava dibe têde girtinheviya heyînî di navbera parizvanî û guhertinê de çêdibe, her wiha di navbera resenî û pêşveçûnê , vebûn û girtîbûnê de, bi vî rengî ve binemayên partiyê dibin mîna depên bê can nayên guhertin .


Em meyze dikin metirsiya vê tofê ku bandorê xwe li ser dezgeha bilind ji partiyê ve dike û dibe sedemekê ji hebûna partiyê re ji bo berdewamkirina qezencê û zêdekirina nezanîkirina xelkê û hişbirkirina wê dirêjtir dem, ev yeka di pergalên partiyên totelîter de bi rengekî taybet ve diyar dibe.


Zanyar xwe bilindtir dibînin ji xwestina berjewendiyan ve bi heman ast û rengên wê ve , ji ber ku zanebûn ew berjewendiya bilind e yên zanyar ji bo wergirtina wê dikevin e pêşbirkê, herwisa selîqeya partîtiyê yê ji rengê partiyê ve û şêweya dan û standinê wê derketî ew ji reweştên nezanî ,windabûn û girtîbûnê ve ye, zanîn bi mirov ve hewil dide ku berve rêxistina xuristî ve biçe.


Zanyar hebûna xwe ji bo zanînê dijîn, ji ber ku wê wek nameya xwe yê sirûştî dibînin, yê çi kedxwarekî dilreş an nezanekî nikare biçewsîne, di zanînê de tundirewî peyda nabe, lê tundirewî dikeve di olan de û serkêşiya wê kesên tundirew dikarin bikin, zanîn mîna ramana netewî ya nijadî an erdnîgarî nabe, û nijadperestî an şofînizmî nakeve hundirê wê,mîna ketina wê di nav rêxistinên partîtî ya netewî û navnetewî de, an di pêşdemiya olî de, ji ber ku zanîn bi rewşa wê ya xuristî bilindbûn û serketin e dûrî desthilatiya netew,ol, rageh û nijadan, ol di rewşa xwe ya xuristî de tenê peywendiya mirov ya rewiştî ye bi ya din re ji bo xwedê ango Evîn.


Netewbûn di rewşa xwe ya sirûştî zanyarî de girêdana takekes bi komê ve ji bo hebûna taybetmendî, nirx,reweşt, ziman û dîrokê ye, û zanîn van taybetmendiyan û nirxên hevbeş betal nake, ji ber ew zemîna civakî ne ji pêşveçûna civakan re li gorî berketin û pêşveçûna wan berve zanînê.


Zanyar lîstina bi olan ve nevîtî dike ji ber ew ku ol nûnertiya peywendiya giyan bi ezmên re dike, û şofînîbûna netewî nevêtî dike ji ber ku ew reşkirina rastiyan e û biçûkirina rola koman e ji bo pêşvexistina taybetmendiyan û geşkirina jiyana azad, zanîn bîngeha derketina ramanên pak e , ew dihêle mirov nêzî jiyanê bibe bi berketîbûn û gehîbûn ve .


Partîhezî mirov dihêle ji hewaya azadiya zelal ve bê par bimîne û bibe dîlê hinek zanyariyên yên xwediyên bîrdoziyan li dor wê rûdinin, xwe bi parçeyên kêşeyan ve dorpêç dikin.


Zanyar rewiştê di hundirê zanînê de dibînin, maf û erkên civakî ji mirov re mîna bîngehên qayîm in ji çi avabûneke zanyarî re ji bo pêkanîna pileyên herî bilind ji şadî û bêr ve ji mirovahiyê re bin siha hebûneke gulgulî û bi pêşve diçe, heyîneke zanyar wê pîroz dibînin, wê dibînin jiyana gerentor ji xweşiya mirov û azadbûna wî re ji alavên pêşesazîkirina mirin, gemarbûn û tundiya xwînî ve.


Zanîna xuristî têrbûneke tekûz e bin siha cûrebûna komên cuda ên bawer dibin bi sirûşta hevjînbûyî di hebûnê de .


Barê zanyar giran e ji ber ku gizorîbûna evîn û zanistê nameyeke pêşîn e li ser milê kesê berketî û ramanyar ji ber ew tenê bedewbûn û nirxê maf û xêrê dizane û kar dike ji bo parastina hebûn û evînê bi rêya gera henas li tiştê wê dihêle li pêş hebûna lihevhatî bilind bibe.


Zorenga mirov bi nezaniyê re dirêj û tal e û bi hevgirtina zanyaran û yekîtiya wan ve hêza yê dikare afirandinê biafirîne berdewam zindî dibe bi derbaskirina peykera a ku di pergalê partiya totelîter de heyî û şerê sîstema nezanîbûna belavbûyî di nav de û hestbûna bilind bi bedewbûna heyînê ve bi rêya welêt ve û gerentîbûna wergirtina pêkhateyan bi bilindtir mafên xwe ve, ji ber ku welat hebûn e û hebûna giştî ew welatê zanyaran a mezin e.


الاثنين، 7 أغسطس 2023

Zanyar û kêşeya azadiyê Rêber Hebûn

 


Zanyar û kêşeya azadiyê

Rêber Hebûn



Can Cak Rûso di pêşgotina pirtûka xwe de (Hevpeymana civakî) dibêje :

( Mirov azad za lê tevî vê yekê ew di bask û bendan de ye li her cihî.)


Naxwe em Hinekî bipirsin, azadî çi ye?!

Lihevpirsîneke kevin e, kevinê diravbûn û desthilatê , destpêkirina zorengên xwînî li gel wê daçikî ta bibû kêşeya azadiyê, û li cîhana siyasetê hatibû ajotin mîna rageheke siyasî û aborî (Lîbralîzim).


Xortên derketî bi navê wê ve serxweş bûn, bi rêya bangeşiya partiyên şoreşgerî re (Çepgir) û geh jî bi rêya vexwendinê ji bo sînordarkirina koletiya sermedarî ve.


Ev bangeşî milyonên xelkê kuştibû, bi rêya cengên yên ala azadiyê hildabûn, lê azadî dîtina rêyên xweşiya hevbeş e bi rêya wê ve hişê zanyarî dikare rabûnên şadiyê biafirîne, û ji kevin ve ceng bihaneyên gelek standin ji bo parastina desthilatê an erdê, azadiya a bibû sihekê bin wê bijardeyên serkotbûyî radiwestiyan ji bo bergiriyê, li rex desthilata ya alîgirên wê bin siha wê de sekinîn ji bo destên xwe deynin li ser erdan û şahînşahiyan berfereh bikin, û ev yeka pêş ket ta bibe dema niha avakirina şahînşahiyên teknûlojî û medyeyî û artêşkirina xortan di rêxistinên terorî bi rêya berferhkirina çata aloziyên aborî yên pencikên xwe di ewlehiyên dewletan û aboriyên wê de xistibûn.


Di navbera cenga ji bo azadiyê û cenga ji bo desthilatiyê kêşeyeke rastîn e li ser rêza xwestinên netewan berve xweşiyî û pêkanîna hêzên jiyanperestî û giyanî disekine, herdû riwên pêrgîbûyî encamên ciyawaz pêktînin ,di navbera qayimkirina erêniyan û neyîniyan de di eynî demekê de xwe dixingilînin.


Cengên nûjen yên bi rengê azadiyê û rizgarkirina netewî ve hatibûn e bergekirin û zirneyên netewî û ragehî berhemdabûn, bi navekî din ve hatibûn e veguhêztin armanca wê rizgarkirina ji wan zirneyan e, bi rêya qonaxa buhara Erebî ve ya şîn û işk hilkişand û van gelan ji sengera bergiriyê ji desthilatê ve li hember mêtinger ta sengera hilkişandina desthilatê ji ber ku ew mêtinger û berekar e ji her mafî re.


Li gel wê desthilatên milhûr berhem in ji temareke ramanî re û koçberiyeke giştî ne ji çi tiştê ku diqewime, hebûna wê berdewamkirin e ji cîgirbûna bêkariya ramandinê re û hestbûna bi pêdiviya rûbirûbûna kêmaniyên yên ji jêvebûna naverokên civakî û windabûna nîşanên wê ve encamdan, bi rêya pejirandina tewriya pîlanê an batîkirina wê bi rêya bawerbûna bi rageha azadiyê ve.


Berhinde tevgerên şoreşgerî, olî, netewî û şoreşgerî hişê zanyarî ji ser alîgirên xwe rakiribûn û wana li meydanên girtinheviyê mîna koleyan rêvebiribûn, wana hîştibûn li sawêran bigerin, giyanê pîrozkirin û limêjkariya kesan derxistibûn li gel şîrovekirineke bêber ji sermedariyê re ta sehewdanekî bimîne , têgihiştina wê bi babetîbûn û zelelî bête qedexekirin tenê li gorî hişmendiya tewrîvanên wê, , û bi vaceke bergekirî bi nemûneyekî boş ve, her hişekî an ramaneke azad dibêje na tê gunokirin.


Ew pîlexwariya sosiyalîst e yê civakan di şikeftên gêjbûn û tenahiya ramanî de hîştibû, taku ji cîhanê û destkeftiyên zanyaran dûrbikevin.


Zanyar ji taybetiya zanînê mîna destikekê dibînin ku dikare badanka sawêrên bîrdozî ya req jêbike û vexwendina ji cîhangeriya afirandin û rabûnê re, dewsa pepûkiya sloganan û baweriya bi ramanên bi metirsiyên xwe ve ne kêmî biveya derdestkirina olî ne bi komek durişm û reweşt ve , ji ber vê azadî bi rengê xwe ya rastîn ve xwestekeke civakî ramanî ye bi rêya vekirina rê ji ekranên peywendiyê di navbera hemî bijardeyên civakan de, ne tenê sloganeke behrîneye fereh e armanc jê artêşkirin,pertalkirin, kedxwarî û cemkirin e li ser xwestekên rewa, û duristkirina dûrxistinê bi rêya şêwazên çendane mîna lîstina bi zagonê ve , li gel wê azadî li Rojhilata navîn bûye girawa xefkê ricîmên totelîter e ,yên tenê rewrewkan pêşkêşî gelan kirin, bi rêya strandina xwe ji durişman re yên ramandina rexnî li cem bijardeyên ciwan betal kiribûn, bi rêya danîna rêbazên nezanîkirinê û westandina xortan bi bêkariyê ve, taku kedekî afrênerî asta jiyanê pêşde bibe nekin.


Û zanyarên ne liyangirtî ji tewşiyên desthilata nezanîker ve azadiyê naskirin bi rêya kanînbûna wan ku tiştan ji hevdû ve cuda bikin û biafirînin û dîtina berdêlan û çareserkirina diryarde û kêmasiyên cuda hundirê bijardeyên civakê bi sedema fişara milgirtinê ve.


Bi rêya diyarkirina tegeha azadiyê û rakirina bask ji ser mêjiyê herwiha piştrastkirina azadiya mêr û jinê, hew pertalkirina jinê û kedxwarîkirina wê bin bangeşpêça rizgarkirina wê.


Û qey aloziyên Rojhilata navîn û cîhana Erebî û hinek têgehên wê yên bi reweşt û reftarên olî ve girêdayî ,şêweya xwe yê siyasî ji ji girêdana xwe bi fermandariya xwe yê milhûr ve distîne û derxistina aloziyên hundirîn ji derve re ( bazirganî bi pirsgirêka Felestîn û bikaranîna wê mîna destikekê ji bo hebûna li desthilatiyê û derketina bi dîmenê parizvanê paşmêr ve) an (Êrîşbirina li ser kêlek wekî dema Seddam Hissên di cenga xwe de bi Îranê re û talankirina Kiwêtê) an ( destwerdana Îranê û piştgiriya wê ji komên ragehî re li Îraq,Yemen û Libnanê û piştgiriya wê ji tevgera Hemas re li hember Israîlê) an ( berferhbûna Tirkî û ricîma Erdoxan li Sûrî,Îraq û Lîbiya yê û destwerdana Wê ji girtinheviya Ermenî û Ezrebîcanî re.)


li gel wê nezanîkirin rê vedike ji berdewamkirina milhûrî û kedxwariyê re, bikurtiya aloziyan bi destêkelkirina mêrên siyasetê ligel mêrên ol û aboriyê ve ye ji bo parvekirina hatinên giştî yên ew komên pêdiviyên gelan in û pariyên wê ne, berhinde serdestkirina mêrên qezencê ji ewlehiya civakê re ji bo parastina desthilatê û pêkanîna qezencên diravî li ser hijmara pêdiviyên piraniyan.


Ji ber ku pêwîstiya sazîkirina desteyên zanyarî sazmanî ji bo rûbirûbûna nexweşiyên desthilatî dibû pêdiviyeke tam ji bo rawestandina cengan û girtinheviyên navxweyî û bihevketinên ragehî û partîtî û rawestandina gendeliya kargerandî.


Despakiya ya ku li ser milê jina zanyar hatibû danîn ku nebe çêker û alavê mêrê desthilatdar û nebe hevparê çewtiyên wî di pîrozkirina gemarbûnê de.


Têkbirina girêdana mêyatî ji mêr re ew rêya jinavbirina giyanê desthilatî ye li cem û berdana binema beşdarbûyînê di jiyanê de ew vegereke xuristî ye ji nirxên şaristaniyê re û çêkirina biryara hevbeş di nav herdû zayendan de ew mîna vegerandina çalakirinê ji nirxên jiyanê re ji malbatê pêşî ve derbasî navendên jiyana siyasî, aborî, rewşenbîrî û leşgerî, û ew nîşaneke ji raperînê re ye li hember bermayên malgirtin, dûrxistin û duriwtiyê , ji ber ku parastina nirxên sirûştî erka mêr û jinê ye ji damezrandina civaka xuristî re yê li ser serweriya zagona sivîlî hatibû ye avakirin.


Serkeftina jina zanyar diyar dibe bi rêya bikaranîna wê ji çeka bedewbûna xuristî re yê ji kanebûnên wê ve dertê û sirûşt ev yeka dabûyêkî û çeka ramana ronakbîr bi bergiriyê li ser xwe ,mêr û zarokan ve, ji bo nebin qurbana paşguhkirin, meznayî û koçberiyê.


Û avakirina civaka zanyar ew bişanhildaneke ji azadiyê re mîna nirxeke sirûştî ne ji bo çêkirina ricîma mafiyayî û razandina gelan û sawkirina wan û zêdekirina zordarî û nezanîkirinê.


Evîn hebûn e û hebûn zanîn e felsefeyeke rêça civaka dayikî berdewam dike di taybetmendî û navdariyên xwe de û dirêjiyeke ji serdemên şaristaniyê re, dema jina zanyar li pêş komeke girs ji şagirtan ve radiwestiya ji bo tewriyên gerûdnî wan fêr bike yê ku behsa Betlîmus û zanistên wî di gerdûnê de û zivîrandina erdê dike, ew jina zanyar bi ser navê Hîpatiya 1, ya bibû yek ji qurbaniya işkbûna dêrî ve di wê demê de, û di serdema wê pirtûkxaneya Iskenderiya hatibû şewitandin, a di wî çaxî de hezarên pirtûkên ronakbîrî hembêz kiribû.


Û zanyar îro di serdemeke mîna reşiya berê disekinin, li gel wê civakên rojhilatnavînî ketibûn e di nav sindana serkotkirina ricîmên milhûr û çakûça tundrewiya Islamî û nezanîkirina ragehî de û em nîşanên geşepêdana zanyarî dibînin di hebûna jin û mêr de bi hevdû re li Rojava û başûrê Kurdistanê, ji ber karîbûn hinek ji nîşanên rabûna zanyarî bidin xuyanîkirin bi avakrina raperîna hizrî, berhinde zanyar bawer dibin ku pêşesazîkirina çarenivîsê ew ji pêşesazîkirina azadiyê ve ye bi rengê wê ya giştî ve û ew kilîta hevgihîştina gelan e li ser bîngeheke zanyarî hebûnê diparêze.

-----------------


1- Hîpatiya ya Skenderî 350-370 berî zayînê ew feylesofeke bi felsefeya Efletonî ya nûjenbûyî ve taybetmend bû, ew yekemîn jin e di dîrokê de navê wê wek zanistdareke bîrkariyê hatibû naskirin wekû ku di fêrkariya felsefe û feleknasînê de çeys bû.

الجمعة، 4 أغسطس 2023

Gotûbêja zorengê ji bo Piştrastkirina nasnameyê- Rêber Hebûn

 


 Gotûbêja zorengê ji bo Piştrastkirina nasnameyê



Rêber Hebûn

Sirûşta şer li çiyan ew giyana a bi maf ve girêdayî berz dike di derbarê gera ji bo jiyana baştir de ji derveyî hewayên sitemkarî û tîjandinê ve.


ji ber seyrana hewildanê ji pariya nên û bergiriyê li hember leşger û sirûşta işk ve ev hemî erk zehmetir dike, hewildana ji bo dîtina nirxekî ji cengê re nepenî ye, û gera ji bo rizgariya naverokî mîna hewildana biservebirina derziyekê di komek aş de ye.


Koçberîbûna ji bêzariyê ve derdikeve mîna hestkirina bi mestiya zorê a ji derdekî pirrû encam dide û mîna hevdû dibe bi derbasbûna wê ve di kûrahiya mirov û hûrbiniyên jiyana wî de, li gel wê Hîgil dibîne ( Ew qutbûn cidabûna henasa mirovî ye û sabareke giyanî ji hebûn wî re ye mîna jîndarekî civakî ) û em li vir dibînin di cihekî din de dibêje : (ew liberdînana mirov ji serxwebûna xwe yê xweserî re ye û yekbûna wî bi naveroka civakî re.)


Ev diyarkirineke ji rewşa çekdaran re yên dev ji xweseriya xwe berdabûn beranberî têkveçûna bi pirsgirêkê ve û armanca ya ji bo wê civiyabûn, windakirina jiyana pêfêrbûyî û asayî ji ber serkotkirina rêbazbûyî yê desthilata totelîter pêkanî û ji mandelekirina nasnameyên gelan bîngehekî ji xwe re dîtibû ji bo qayimkirina desthilata xwe û ev yeka hîşt tofên serkotbûyî bi çareyên din biramin taku li hember êş û sertiyê ve bi sertiyeke dijhev ve şer bikin ,mîna derbirînekê ji pêvdiviyên xuristî û pêdiviya bi serxwebûn û rizgariyê ve ji pêrewiyê re mîna têgehekê û ricîmeke heyî.


Li gel wê ti guhertin ji naverokên nexweşiyên civakî re nîne , ji ber zikmakê wê derdê desthilatî ye,û bi palpiştina li ser vê yekê çi geşepêdanek di kêşeya mirovê nediyarkirî li rojhilata navîn wê çênebe dema sertiya pîroz bête nûkirin bi palpiştbûna li ser deqa olî ya şaxdayî bi şîroveyan ve ta bibe cil û bergekî ji deshilat û civakê re di eynî demê de.


Ji ber vê divê rola mirovê zanyar bête danasîn di nav wê zorenga işk de di navbera hêzên yên dixebitin li ser mirandina wijdana berketî li cem cemawer û hêzên yên dixebitin ji bo rakirina badanka mayînan di civakên yên zehmetiya bendan dikşînin,bi rakirina bask û bendan ji ser hişên hişbirî bi derziyên pîroziyê ve, derbasî milhûriya a civakan dehfdabû li zorengên vala hest û meraqên hêzên herêmî livandibûn bi fermanekê ve ji aliyê hêzên derveyî yên di van welatan de mêtingeriyên xwe yên kevin dîtibûn û bi rengekî nû ve wana0

nûjentir dikin, û jihevkirina dewletan û parçekirina parçebûyî mîna destikekê ye ji hebûna wanî ne rasterast re, li gel wê zordariya bi rêk û pêk ve kînan dibişkivîne û berketî û raberiyên takekesan têkdibe, û wan dehf dide berû zorengên civakî desthilatî qet ranaweste, pirbûna rengên zordariyê gelek hevgarî derdixîne holê , û dibe ji kiryarê kurdistanî re navdariyek, û ev bû riwê giştî ji jiyaneke re bi zoreng û hevketinê ve cîtengbûyî, ji ber xwestina van ricîman ku sertî û terorê belav bikin bi rêyên ku peywendiyên civakî ve hildiweşînin û qurbaniyan zêde dikin, tiştê ku dihêle sazî û civakan parçe bibin li gel roxandina baweriyê di nav xwe de, di vir de karê mêrên ayendê pir dibe di qeyseriyên van desthilatan de ji ber rolên wan xurt û bi bandor ve ji rewakirina zordariya pîroz ve, û parçekirina çi tiştê ku dihêle aramî û hevgirtina malbatî û navçeyetî çêbibe, ta têgeha hatinrêzê rastî neyarkirin û gumanê were ji aliyê qata yê movikên jiyanê tev de desteser dike ,berhinde vexwendina ji sertiyê re bi bihaneye parastina bîrdoziyê ew destika gerentor e ji hebûna milhûrî û milhûriya dijhev re (dijberî) li gel wê em zoreng dibînin mîna amanekê ye di nav xwe de sertiya pir alî û hatinrêz kurtas dike, dihêle jiyan sehneyeke xwînî be , têde welat bi bobelatên yên ji cenga mirov li hember mirov encam dide dagirtî be, ji berjewendiya wêranî û windabûna rê, ji ber ku sertî li rojhilata navîn bû nimûneyekê ji pêşesazîkirina tundirewî û milhûriyê re.


Têr nake em bêjin ku hebûna gencêneyên av û petrolî ew sedem in ji hebûna desthilatên milûrî re, lê em dibînin ku ew ji cîgeha dîrokî ji sertî û zorenga olî û ragehî ve ye, ji bilî hebûna gellekî nêzî 55 milyonan e di nav çar dewletan û cîhanê de, ev hemî dihêle ku ew cih bi cengên navxweyî û herêmî ve çalak be , jê yê li kêlek dijî naye parastin û alozî ji hundirê wê ve dibişkivin û li deverên din tên e veguhêztin, deverên ku eynî alozî dikşînin, berhinde gîştpirsîna ya ku li herêma Kurdistana başûr(Îraq) 1 di Êlûna 2017 de gelê Ketelonî 2 dehf dabû ji gîştpirsînê re ji bo serxwebûna xwe ji Ispaniyayê ve wergrin, û giyana netewî li cem Iskutlendiyan û Filamenkan geş kiribû û ji bilî wan ji gelên yên li erdê xwe yên dîrokî dijîn bê ku sabareke dîrokî taybet ji bo wan hebe.


------------------------------------


1- Kurdistana Îraq an herêma Kurdistanê bi Kurdî ,herêmeke Kurdî ye li bakûrê Îraqê dikeve û xwedan fermandariyeke fîdralî ye.


2- Ketaloniya : navçeyeke lî herî bakûrê rojhilata mîna girava Îbêrî dikeve, rewşa wê ya destûrî nakok e di navbera şanişîna Ispaniya yê a ku wê dibîne navçeyeke xwedî fermandariyeke xweser e hundirê sînorên wê û desthilatiya Ketaloniya yê xwe dibîne mîna desthilatiyeke serbixwe de.






6- Dîtinekê li Tirkî


Ne çareserîkirina pirsgirêka Kurdî li bakûrê Kurdistanê ew nîşana binveçûn û bêzariya desthilatên Tirkî ne, yên bi dû hevdû ve derbas bûn, bi hişmendiya mandelekirinê ve girtibûn û bi wê ve bi mafê Kurdî re dan û standinê kirin, û ev yeka ji wan re bû metirsiyeke bi saw ve an şevpesteke hertimî di hizran de derbas dibû.


Wisa bi wê hişmendiyê ve ew dever derbasî qonaxa demukrasiyê nabe bi hebûna gellekî hijmara wî 20 Milyon e, li ser sabar, wêje û taybetmendiyên xwe di welatê xwe de derbirîn nikare bike, ew welatê yê bibû dîlê hevpeyman û girtinheviyên navdewletî û herêmî, ji ber vê hebûna leşgerîtiyê mîna hişmendiyeke heyî li Tirkiya yê ew mîna xencerekî bi jehr e di pişta demukratiyê de, ne li Tirkî tenê lê li hemî rojhilata navîn.


Ev dihêle kêşe girs û berdewam şaxdayî be û tiştê divê bête nîşandan ku hewildanên ricîmên totelîter ji bo yekîtiyan di nav xwe de çêbikin ji bo beravêtina çi hewildanekê bi aliyê guhertin û gorîna demukratîk ve, wekî lihevkirina ricîmên Erebî , Tirkî û Farisî di derbarê serkotkirina rabûna Kurdistanî berve azadî û demukrasiyê bi rêya sazkirina rengekî ji rengên demukaratîbûna a nûnertiya wê nimûneya dewleta yekbûyî û ne navendî dike, ew ricîmên serkotker giraniya xwe didan belavkirina kedan û nemankirina wan li her parçeyekî ji perçeyên Kurdistanê ve, li gel wê gorîna Tirkî ji zanistdariya Kemalîstî ve yê hebûna gelên ne Tirk mandele dike pêşî gelê Kurdistanî , ta Islamiyeta Erdoxanî ya eynî rêbazê didomîne, ew mîna nîşaneke nêzik e ji girtina ew dewleta totelîter ta bighe jihevketin û hingemeyê .


Çi sûd heye ji xwarindina hewaya giştî bi tîjandina rehî ve?, ev yeka piştrast li hember hevjiyanê ye, û bêhtir rê ji lawaziya dewletan û jihevketina wana re vedike, berhinde belavkirina sertiyê û jiyankirina wê ew yek ji sedemên heyî ye ji zêdebûna aloziyên naverokî , rewşenbîrî û deronî ve ji civakên ne diyar ji rewşa xwe ve, li gel wê zanyarên wê derdên rengên dûrbûn û paşguhkirinê dikşînin, li gel wê dîtina aloziyên dewletan ku em mîna pîlaneke derveyî ye ew têkbirina rastiya zanîstî û reşkirina wê ye, ji ber ku ramana bîrdozî ya netewî an ragehî bîngeha xwe ji çand û bermaya pîrozbûna deqa olî ve wergirtibû,lê ev yeka pêdiviya xwe bi xwendineke babetî ve heye ta bête belavkirin, ta xelk bixwîne û lêkolîna rastiyên nehênî bike, lê tengavkirina takekesan û dehfandina wan bi mebest ve li pergalên ramana totelîter , mirov ji henasê xwe dûrxist,jibilî dûrketina ji babetîbûn û şîrovekirina kûr ve , û vexwarina çanda desthilatê û dîtina wê mîna çandeke pîroz pala xwe li ser piştgirteke olî û fermaneke xwedayî dide ,berhinde bêberiya zanînê di nav cemaweran de xuya dibe, roparta desthilata derbiderkirinê pê xweş dihatin û û ji nifşek ta nifşekî re pêman kirin, li gel wê aliya deronî a ji helçûn û hemdegiyê re bi roparta ne hênik re amade dibe, ji ber ku dikare cemawer bi rêve bibe dema bixwaze û wê bike êzing ji şerên desthilatê re, li gel wê bikaranîna Islama siyasî a netewî di siyaseta Erdoxaniya Tirkî de pala xwe dide li ser bicîkirina serkotkirinê li hember Kurdan ta xwestekên wan bi wergirtina azadî û demukratiyê ve bicî nebe, wekî em kedxwariya roparta ragehî li Îranê dibînin û ya netewî li Sûrî û Îraqê, ji ber vê yekê aloziyên naverokî ranawestin bi hebûna ceng û sertiya siyasî û rûkirina cemaweran berve diljêçûnê.


Girtinheviyên rehî têne nûkirin bi nûbûna roparta rêncbûyî û hajûtandî li ser işkiyê ji bo berdewamkirina desthilatê li ser hesab û xwestekên takekesan di jiyaneke xweş û baş de wek cîhana şarnişîn.


Ev yek me dehf dide pirsînê li ser kesê berpirs ji girsbûna vê girtinheviyê ve û nûjenkirina wê bi derbasbûna deman bê ku li ser bête rawestandin û çareyekê jêre jidil bête dîtin, lê em timî berjorkirinek û tîjandineke rehî dibînin bi encamê wê ve zêde qeliş û heldêr rûdidin ji rewşa mandelekirin û paşguhkirinê ve, ev yeka tûnêlekî tarî û şaxdayî saz kir, di eywanên desthilat û cemawer de û hewildanên desthilatê ji berdewamiyê re li ser şopa pêşiyên xwe berve avakirina bermaya serkotkirina rêbazbûyî.


Ev pêdara tundirew li hember serkotkirina tundirew e, mîna rêbazeke sirûştî ye takekes li ser diçin ji bo rabûna xwe û armanckirina rizgariyê li hember zorkariya bê hampa piştrast bikin , li gel wê zanyar bergiriyê li hember dijminê derve û hundir dike, û hewildana berzbûnê bi cil û bergê berger ve ji nirxê zanînê re tevî pêşbirka desthilatê û surişta derketinê û pîrozkirina serok li ser hejmara kesên dixebitin bi hemî dilsozî û pakî ji bo piştgiriya naveroka doza yên pê wê bawer dibin .


Ew dikevin û radibin û hebûna xwe piştrast dikin mîna komekî zordayî tevî pêkanînên xwe yên şeromk û hindik hundirê tevgerên yên li hember desthilatên milhûr radiwestin, herwiha ew şaneyên razayî ne hundirê cemawerên yên rastî paşguhkirinê tên li ser dirêjî deverên rojhilata navîn û li cihên yên têde sîstema totelîter serwer e.


Ew çalak dibin li gorî aloziyan, û dibînin ji parastina destketiyan yên sazbûn e bi derbasbûna serdeman ve pêdiviyeke zanyarî qayîm e û dibe bîngeha hevgirtina civakan û hevjiyana wan e bin siha civaka rabûyî yê xuya dibe di dema hingeme û xwînê de ta bikeve cihê civaka qirbûyî yê ji çanda desthilata fermandar û dijber ve mêtibû , herdû jî çanda dûrxistinê kedî dikin û ji roparta netewî a ragehî vedixun.


Ev yeka diyar dike ji rengên sîstemên serkotker li ser giyanê cemaweran li ser dirêjî deverên rojhilata navîn û welatên yên bi zimanê Erebî diaxivin.


Ev ricîm bûn mîna pasvan û cîgirekî ji bo parastina paşveçûna ramanî, siyasî û aborî û beşbirekî rewa ji gendeliyê re çax dû çaxekî.


Li gel wê em rojhilata navîn dibînin bi berzbûna têkoşîna gelê Kurdistanê mîna lêvrêjekê ji cengên navxweyî re, nayên seknandin bi sedema xwestinên kesên sûdwergirtî ên herêmî û navdewletî ve,mayîna wê meydana cengeke bîrdozî di kokên xwe de ji aloziyên herdû cengên cîhanî re vedigerin, yên bîçimên çerxa bîstan nuxumandibûn, li gel wê em bi sonda Eteturkî 1 ve biramin, yên li dora wê şagirtan her sibehê diciviyan, ta bi hevdû re wêna bixwînin:


( Ez tirk im, rûmetdar û xebatkar im, nimûneya min parastina bi çûk e û rêzgirtina mezin e, taku ez ji welat û netewa xwe bêhtirî xwe hez bikim, armanca min rabûn û pêşveçûn e, ey Eteturkê gewre, ez sond bi çûna li pêş dixum, li rêya ku te ji me re duz kiribû û vekiribû û pêkanîna armancên yên te ji me re danîbûn, wê hebûna min ji bo wêzimkariya hebûna Tirkiyê de be, çendîn ew şad e yê dibêje ez Tirk im.)


Bin siha vê nemûnebûna bêgur em hewildan û jimirnebûna desthilatê ji nezanîkirin û bumbekirina civakên xwe dibînin, bi rêya rûtkirina nirxên sirûştî ji naverokên wê ve û guhertina wêna li gorî rastiya wê bêgurbûnê û desteberkirina cemawer ta bibin kerî li dor peykerê yê zordar xwedî dike dizîvirin, guherandina welêt ew deverê dagirbûyî bi derbasbûna qonaxan ve taku bibe meydana girtinheviya bê dawî , mirovan bi baş û ne baş û şad û ne şadê xwe ve têkdibe, berhinde cemawer bi pîrozbûn û alîgirtinan ve dorpêçbûyî ne, ev dibe kelema herî metirsîdar li hember demukratîbûn û xweşiyê, bawerî bi nijadperestiyê ve û belavbûna wê rêya desthilatên milhûr in ji bo têkbirina gelan bi aloziyan ve, taku pûç bimînin û dûrî dema niha û pêşerojê bin.

--------------

1- Mustefa Kemal Eteturk: 19.05.1881- 10.11.1938 serokê komara Tirkiyê ye 1923- 1938 , ew dameznerê Tirkiya nûjen e, rêberê tevgera Tirkiya yê niştîman e yê piştî cenga cîhaniya duyem rûda, bi encamê artêşa Yonanîstanê binkeft di cenga Tirkî – Yonanî de 1922, piştî vekişîna hêzên alîgiran ji erdên Tirkî ve Enqere bû paytext, û komara Tirkiya a nûjen hatibû damezrandin, cihnişîna Islamî hatibû têkbirin û zanistdariya dewletê hatibû raghandin, ew zanistarî û netewperest bû, siyaset û tewriyên wî bi navê Kemalîzmê hat e naskirin.





Bi vî rengî civak nikarin bi hevdû re bijîn ji ber ku nirxên nijadperestî a desthilatê bi derbasbûna dîrokê bûn olekî pîroz û mebesta min bi gelên dirindî ew nijadên fermandar in yên bibûn riwê rastîn ji Rojhilata navîn re, desthilatên dîrokî gerentî dabûn ku cemaweran bikin êzing ji cengên navxweyî re berdewam şaxdayî dibin ji bo ew koçberî û babidestî ji nirxên zanîn û şaristaniyê ve diyar bikin , ên zanyaran ji kevin ve wek mizgînî dabûn.


Ev dûrgeşteke ne hemta ye di navbera gellekî naxwaze neman û winda be û desthilateke rehî xwe dike her tiştî, li erdnîgariyeke bi xwîn, işkî, guhertina demugrafîk û weşandina tirsê xwe berfireh kiribû, herwiha artêşkirina bijardeyên barketî mîna parizvanê gundan li hember bijardeya ya ji bo azadiyê û rakirina milhûriya civakî şer dike, û di rewşên jiyana işk de hinirên takekesan belawela dibin û civak jihevdikeve, berhinde dewleta totelîter sûdê ji hebûna paşguhkirin, serkotkirin û azarkirinê dibîne ji berjewendiya rabûna berxweran ji kesên xwedî erd ve li gundewarên Kurdistana bakûr, desthilata leşgerî seweriya xwe li ser movikên jiyanê li Tirkî û Kurdistanê danîbû, têkoşîna zanyaran ya zehmet li gorî rehniya van rikberiyan hêmin nabe di warê siyasî yan leşgerî de bi rêya lêketinê bi dadgehên soraxvana kemalîzmî ya tundirew ve, li gel wê em zanyarê Tirk Ismaîl Bêşekcî 1 bînin ziman ê di sala 1971 de hatibû binçavkirin ji ber ku bindestiya Kurdistanê şermezar kiribû .


Herwiha zanyarê Kurdistanî Yeşar Kemal 1 ê kiryarên desthilata Kemalî dermafê Kurdistaniyan mehnegirtibû li gel wê di Adara sala 1996 de hatibû dadgehkirin, û bi encamê ve ketibû zîndanê û di vê derbarê de gotibû: ( Di vî welatî de ne demukratîbûn û ne yase heye.) herwiha bûyera zîndankirina berlementera Kurdistanî Leyla Zana ji ber ku sonda xwe ya zagonî bi herdû zimanan Tirkî û Kurdî gotibû, em ev lêketina sert di navbera parastvanên leşgerîbûna a nijadperestiya Tirkî ve bergekirî li hember çi kesekî Kurd bi armanca jêbirin û pişaftinê nasnameyê û tunekirina nîşanên cidabûna pêkhateyan li Kurdistan û Tirkî , ji ber ku koçberiya xweser ne babeteke bi takekes û cîhanên wî ya taybet ve tenê girêdayî ye, lê ew zorenga li ser erdnîgariyê nîşanên penaberiyê di navbera takekesan de nîgar dike, wana dixe di xelekên girtinheviyê de.


Siyaseta erda sotî ya ku dewleta Tirk birêve biribû bi sotina gundan û bumbebarankirina wana mîna ziwakirina deryayê ji bo qedandina masiyan.

-------------------------

1- Kesayetên Tirkî yên piştgiriya kêşeya Kurdî kirin, xebatker û Ekadîmisyen Ismail Bêşekcî di sala 1939- 1961 de, lêkolîneke meydanî li ser zimanê Kurdan û dîroka wan kiribû.





Masî ew xelkê wê erdê ne û şoreşgerên wê ne, ji ber vê tîbûn, birçîbûn û mirin kona xwe li Kurdistana bakûr vegirt , ji bo kuştina masiyan, wêrankirina naveroka binî ya Kurdistanê, taku di perîşaniyeke dijwar de bimîne, ligel kêmaniyeke diyar ji guzarîkirinan ve, herwiha dewlet bermayên dîrokî (Hesekêf) 2 wek nimûne wêrankiribû, ji bo têkbirina ked û destketiyên zanyarên pêşî yên li Mezopotamiyayê jiyabûn.


Cenga ji bo azadiyê nasekine, seyrana hewildanê ji bo jiyaneke baştir bi metirsiyên bi ziyan ve û zehmetiyên girs ve girêdayî ye, nexasim ku girtinheviyên xwînî pêvajoka takekesan bi aliyê jiyaneke baştir ve zehmet û nepenî dike, û nasîna henas ne tiştekî hêsan e bin siha hebûna sedemên rehetî û xweşiyê, lê ew ezmûn di çarçoveya girêktirîn rewş de pêktê , herwiha çêdibe naskirina xwesera takekesî ji nêzik ve bi rêya lêketina wê bi kelem û talîzokan ve, li gel wê Cêrmî Bintam 3 di xweşî û êş de dibîne mîna du rûdaneke babetî, lê Markîz Dî Sad 4 dibîne ku êş xwedan rewişt e, çaxa mirov rewşa ewlehî û saxlemiya tebatî winda dike, li rê ne digere ji bo pê sersaxiya xwe bike.


Em li vir dibînin dermanê koçberîbûnê di rûbirûbûna giştî de ye ji desthilata serkotker re û lawaziya berzbûyî di jiyaneke bi tirsê ve girêdayî.














------------------

1- Kemal Sadiq Çûkcelî (Çûkcelî ji rengê Hêşinê Ezmanî ye) ew romannivîsekî Kurd e nivîskar û çîroknivîs e, ronbûn di sala 1923 de, ew yekemîn nivîskarekî Kurd e ji bo xelata Nûbil di wêjeyê de hatibû hilbijartin, di 28 Sibatê sala 2015 de koça xwe kiribû.

2- Bajarê Hesekêfê yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye, dîroka wî vedigere nêzikî 12 hezar sal.

3- Cêrmî Bintam: di navbera 15 Sibatê 1748 û 6 Hizêranê 1832 de jiyabû, ew zanistvanê zagonê ye û bîrnasekî Ingilîzî ye û çaksazekî yasayî û civakî ye.

4- Donata Elfûns Firanswa Dî Sad ( 2 Hizêran 1740- 2 Berçele 1814) şoreşgerekî Ferensî ye her wiha romannivîs e.









دراسة مقارنة بين ديواني الشاعر رشيد عباس- ريبر هبون

دراسة مقارنة بين ديواني الشاعر رشيد عبّاس "أثقلت بالهواجس أغنيتي" "على ساحل القلب" الديوانان طبعا في ذات الع...