Rêyên
zanyarî ji tekoşîndariya
nijadperestî,
koçberîbûn û totelîteriyê re
|
Rêber
Hebûn
ji
pirtûka Evîn hebûn e û hebûn zanîn e
1-
xuristiya sîstemên rojhilatnavînî
Rojhilata
navîn di seranserê neqşeya xwe de ricîmên mîna mafiyayê têde
berz dibin, rewa ne di warê navdewletî de, terorê li pêş çavê
cîhana sivîl pêktîne, guhertina wê bi destê destwerdana derveyî
ve ye,
ne li ser xwestek û vîna cemaweran e, li gel wê ew dewletan
tundiya kor pêktînin ji bo serkotkirina çi tevgereke gelerî
armanca xwe guhertin e, li pêş newêrekiya van desthilatan û
sertiya wan ji kolekirina cemaweran û dûrxistina wan ji şêweyên
têgihiştina jiyanê, dema jehrên xwe yên netewî û ragehî ji
gelên xwe re dihêlin bi rêya wê ve fermandariya xwe ji civakê re
berdewam dikin carne bi xapandinê ve û carne din bi hêzê ve,li
gel wê em dikarin bibêjin ku vexwenderê guhertinê ( dijberiyên
çekdar) ne rastbûn bi vexwendina xwe ji guhertinê re, ew têgeha
guhertinê tênegihîştin ji bilî guhertina kesayetan û danîna
kesayetên din dewsa yên berê, xemên ên nû tenê berdewamkirina
rêbaza pêşiyên xwe yên zorkar (Hilbûna Sûrî) (Îraq piştî
ketina Seddam Husên.)
Herwisa
ev beza dijwar bê dunde û armanc dibe, li rex gêjbûna mêjî û
koçberiya wî, taku ji encama vê yekê ve bibe êzingekî ji cengên
navxweyî re
ew ceng
tiştekî li pêş xwe nahêlin, mirov û keviran jinavdibin,ji ber
vê yekê pêdivîbû zanbûna guhertinê, wate û çawaniya wê, ma
ew ji bo nûjenkirina jiyanê û demukratîbûna wê ye an ew
derbirîneke li ser sernigûnbûn û lotikînê li paş ve?
Ji ber
vê li hember zordariya desthilatê bi hovîtiyeke berdêl têkirin,
ne kêm pepûkî ye ji aliyê zorkar ve, ji ber ku cengên çekdar ji
berjewendiyên dewletên herêmî û navdewletî ve ye, bingehekî
ji kontirolkirina rêyên wê re çêkiribûn.
Ew
cengeke bi hevgariyê ve bindest e, van ricîman dibin têde husteya
pêkanîna cûreyên komkûjiyan (Komkûjiya Helebçe 1) ( Komkûjiya
Hema2) û çêkirina aloziyan û belavkirina hingemeyê (
Serbestberdana ricîma Sûrî ji girtiyên Islamî re dema vêketina
bayê gelerî li Sûrî 2011) li gel wê tundî û dijtundiyê (
Ricîm û dijberiyê) dihêle xelk di nav deryayeke xwînî de
melevaniyê bikin, gunehên yên berve saman, desthilatî û
gendeliyê de diçin aşkere dikin bi rêya çûna berdewam û rabûna
li ser xwestekên xelkê û mafên wan (hevdûgirtina Sûrî 3.)
--------------
1-
Komkûjiya Helebçe: hêzên ricîma Îraqê li hember Kurdan li
bajarê Helebçe ya Kurdistanî li başûrê Kurdistanê 1988
pêkanîbûn.
2-
Komkûjiya Hema: komkûjiyeke di Sibata 1982 de çêbû dema hêzên
bejî a Erebî Sûrî û bêlûkên Piştevaniyê bajarê Hemayê
dorpêçkirin li gor fermanên serokê welêt Hafiz Elesed 27 roj ew
dorpêçkirin berdewam kir ji bo qirkirina raperîna Elixwan
Elmuslimîn li hember dewletê.
3-
Hevdûgirtina Sûrî ji hêzên şoreş û dijberiya Sûrî ew
hemahengiyeke ji komên dijberiya Sûrî pêkhatibû.
Û di
bin siha windabûna dîtina cûda de kom bê rêber diçin û ji
hevdû ve mîna libên tizbiyê belavbûyî belav dibin,li benda kî
wê bi rêve bibe, bê ku alavên rêveberkirinê binasin, di bin
siha nediyariya guhertinê lê pala xwe dide li ser ramanê û
çalakirina ji rêveberkirina wê ve bi rengekî kirdeyî ve bi rêya
gotûbêja bi mêjiyan re û şiyarkirina wan ve bi rêya têgihiştina
wê ji sirûştiya rewşa wê ve, li gel wê civak derbirîneke ji
rengê sîstema desthilatî re ye dema di dîmenê wê de rewşekî
diyar dibe têde maf û erkên takekesan tête daqurtandin, ji sedema
bikaranîna tirsê mîna alavekî ji derbirînê li ser sertiyê ve,
wê çawa mêjî rabibe û zo mezin bibe bin siha kêmanî û
pêdiviyê, lê bê guman ku qonaxên mirov a yekem ta radeyekî
mezin kesayeta wî ava dikin, ji ber ku fişara civakî û hestbûna
bi sêwîbûnê ve û kêmaniya mezin ji nermiyê re dikare
kesayeteke bê par têkçûyî ava bike , derdê êş û pêrewiya
mezin berve tundiyê bikşîne û ev yeka dihêle hestekî ji
tolhildanê ve diyar bibe û gera li ser mafa a windayî bi rêya
xwestineke dijwar ve ji xwestina wê re bi rengekî nankor û
çavbirçî ve.
Ew yeka
dihêle kiryarê gunehbariyê carcaran durist bibe, û xwedîkirin
dibe amana bingehîn e ji pêşwazîkirina hemî reftar û kiryarên
yên zarok wêna dimêtê ji destpêka çêbûna wî ve, tewrîvanên
çepgir dibêjin ku sermedarî ew tekbare yê divê li hemberê wê
şer bête lidarxistin bê ku bibêjin ku totelîteriya navendî ew
kargeh û bingeha sîstema hebûna wê ye û divê pêşî bête
jinavbirin û guhertin, ji ber ku navendiya totelîter ew naveroka
sermedarî a bingehîn e ji çi hilweşandineke civakî a hatî re .
2-
hewildanekî
ji têgihiştina koçberîbûnê
Seyrbûna
mirov ji tiştekî re ji derveyî tiştê ku di destê wî de ew
dihêle ku zêde biêşe, ev yeka me dihêle em vegerin felsefa Hindî
a banga têgeha ne girêdanê kiribû, dema gotibû ku derd çêdibe
dema mirov bi tiştekî ne a xwe ve tê girêdan, em dikarin wisa
rêwîtiya mirov di nav koman de bi derbasbûna xwe ve li qonaxên
çêbûna wî vegerînin
,ku ew serpêhatiya girêdanê ye, û têkreçûna têgihiştina wî
ku ewê din bi me ve ne girêdayî ye ew tiştekî ne diyar e ji
derveyî refê takekes ve û çûna wî ya xweserî û xwesteka wî
ji girêdan û pêketinê re, ji bo nîgarkirina rewşa têkiliyeke
jiyankirinê armanc dike, ji ber ku di bin siha wê civakê de ,em
azadiya biryarê dibînin ku ne diyar e ji henas re di bin siha
ricîmeke nêrîtiyê de, xuristiya ramana a jiyanbûyî ew ê
qelşanê kûr kiribû bi sedema harbûna hêmanên tirs û pêdiviya
dijwar ve di navbera tofên civakî de, ji ber peywendiyên mirovî
bi têkreçûn û qutbûnê ve bindest in,tirs ji şadiyê ve û
dûrketin ji gera li wê , ev yeka wateya wê ketina di lawazî û
hingemeya henas de ye, li gel wê zoreng natebite, û di vir de
kêşeya azadiyê aşkere dibe,li gel wê yaseyên sert ên mêjiyên
takekesan dişon û wan dihêlin bê can û mirî bin an mêrên
rîbût bin, nikarin çi guhertinê pêkbînin,tenê têkreçûn û
awanteya a ku hişên yên li ser her tiştî serdest aşkere û
nehêne dike, li gel wê ramanvanê Rosî Nîqolay Eliksenderûftş
Birdayif dibêje : ( Çi tiştê ku ji civakê ve dertê nêzî
koletiyê dibe, lê çi tiştê ku ji giyan ve dertê banga azadî û
derperînê dike.) û bi vî rengî ve em gotinê wî dibînin
berztir dibe di rewşa vê civaka dorpêçûyî de bi bend û baskên
xizanî û milhûriyê ve.
Bê
guman ku wêjeya zîndanan (Şeytanok- Mistefa Xelîfe) nûnertiya
diyarkirinekî ji rewşa zîndanî a deronî re dike, li pêş lêdan,
işkence û kişkişandinê yê ku ew wan jiyan dikin û ew
fêrîkirineke ji aliyê deroniya wî re ye, herwiha hestbûna
xwestina mirinê bi sedema azarbûnê ve ye, an çi tiştê ku êş
û bindestî û tirsa heyî radiwestîne, berhinde ji êş re qonax û
çaxên berve bedkariyê li kirêtirînê radibin ta tiştê herî bi
saw û bi dînbûn ve, li gel wê azarbûna pîroz heye a ku di deqên
olî de diyar dibin bi rêya gotûbêja soz û gefdanê ve , li gel
wê tiştekî ji hestbûna bi azadiya xwedayî bi saw ve nîne ji
ber ku tê pesindan bi rengekî bi bandor ve dikeve di hest û hizrê
kesê pêşwazker yê bawermend de ta li wî pêdivî bike ku bitirse
ji bêzariya a di jiyanê û piştî mirinê de. (Azariya gorê û
Dojehê.)
3-Bandora
cîgeha nû li ser niştecî
Em
peywendiya niştecî bi cîgeha nû re dibînin ku bi temamî ve cûda
ye ligel cîgeha a ku lê nû penageh dibe, bi sedema bêhoşiya wî
û xastina wî ji mîl û helwestên demborînê ve, ji ber ku
guhertina têgeh û reftaran pêdiviya xwe bi demê ve heye,ev ji bo
kesên bilyan in ên ezmûnên bi êş ve berî penaberiyê jiyabûn,
lê ew nikarin bibin beşekî xuristî ji civaka nû di derbarê
têkelbûnê de, eger em wan bi zarokan ve daneberhev bikin, zarok zo
têkel dibin bi awayekî rehet û hêsan ve.
Reweşt
fermandariyê dikin li ser wan kesên ên zehmetiyên têkelbûnê li
cîgeha nû dikşînin, ev yeka ne bi pêwîstî ve mirov bighîne
encamekê bi çêbûna qayimbûnekê ji yekgirtinê ve bi xuristiya
welat yê lê ew kes têde niştecî dibe, têgihiştina mirov bi
palpiştbûn li sirûştiya vegûhêztinên wî ve û şîrovekirina
guhertinan li gor rewşên bandorbûn û bandorkirinê ê jîndarê
mirovî wana pêşwaz dike bi sûd in ji bo diyarkirina peywendiyê
di navbera mirov û erdnîgariyê de bi rêya pevxurîna wî bi
kesayet û alavan ve û wergirtina wî ji serpêhatiyên sûdmend re
û beşdariya di avakirina kesayeta takekes de û avakirina zanîn û
berketiyên wî bi rêya peywendiyê bi derdorê re,lê ev yeka ne
hêsan e ji xwedî serpêhatiyên hevgarî ên serkotkirineke
desthilatî û civakî di eynî demê de jiyabûn, ev yeka rolên
têkelbûna wan di cîgeha nû de asteng kiribû, li gel wê komên
serpêhatiyan ên takekesên penaber werdigrin sînora pêkanîna wan
ji şopandina mercên guhertinê re ligel rewşê sînordar dike, li
gel wê serguhabûna ramanî , wijdanî û viyanî di bin siha
derdora nû de bi rengekî xwebexş pêknaye, li gel miqatebûna bi
takekes ve û şîrovekirina paldarî û kiryarên wî
ji ber ku gelek girîng e ev yeka ji bo naskirina aliyê nehêne ji
kesayeta wî ve, ya armanca jiyaneke baştir dike, lê rikeberiyên
rewşê û bendên jiyanê û fişarên wê ,herwiha çendayîyên
ên rolekê ji nîgarkirina nîşanên jiyana mirov dilîzin mirov
birêve dibin ji gîhandina rastiya a dibêje ku mirov lawê wan
xêzên bêçare ne û ew li ser rehniya xuristiya rewşan mirovekî
ne azad e û azadî dimîne nîgaşek, hizr mijol dike û pir caran
ne xuya ye, wateya wê çi ye?
Çawa
mirov pê şad dibe bi awayekî giyanî an daringî ve!?
Ev
pirsînên yên di hizrê takekes de dilivin di dema gera wî ji bo
penageyeke aram ta têde bijî, cîgeheke ku têde bê tirs û
metirsî tevbigere, lê metirsiya mirov timî di hizr de dimîne ,
dema hebûn tune dibe û mirov dîlgirtiyê demborînê dimîne bi
helwest, bûyer û bîrovebûnên wêna li ser henas ta demekî
dirêj ve .
Takekes
timî di bîranîna demborînê de ji reftarên xwe ve qutnabe, bi
taybetî ve eger ew demborîn têde saw û têkreçûn hebe, ji ber
ku lêdanên yên derbasî takekes dibin bi demê re neman nabin, lê
di ne hestbûnê de cîgir dibin û tevlî koma sêwirên takekesî
dibin,di hundir de dimînin, di nav xwe de dijîheviyan hembêz
dikin, dema takekes bîra erdê dike, hewayên hêdî ne rêncbûyî
dibin pêşkerekî ji jiyaneke baş re, têde geşbûn û ferehî
gelek peyda dibe, bi vî rengî em dikarin takekesê penaber têbighin
dema xwe li dor zincîrekê ji helwestan dipêçîne wî hîşt
tebitî be û li dor demsalên demborînê û peywendiyên wê pê re
bizîvire, bi awayekî dudil ve, ew metirsî parçeyekî naye
veqetandin ji henas ve, dihêle hensa fêrî sêwirên xwe bibe,
vekişîna berve ez û dûrketina ji nakokiyên din ve bi wê re,
tenahî hîşt bibe nanê jiyanê a bingehîn, ji bo em henasê
binasin divê em têgeha piran di navbera din de saz bikin, ji ber ku
reqbûna a ku penaber bi ê din re dijî wî dihêle tam ji aramiyê
qut bibe, û jêre xuyakirin dide ku jiyan tenê şeytanokeke li ser
xwe ve dizîvire , rastî çi ye?, bi rêya tiştê ku mirov ji
jiyana xwe dixwaze tê berketin,ango tiştê wî dihêle geş bimîne
û wateyên ferehiya cûrbecûr bijî.
Serpêhatiyên
mirovan encameke girîng in ji takekes re ji bo bikaribe henasa xwe
geş bike bi rêya guhertinên girîng di derbarê pêşveçûna
kirdeyî de, têgihiştina vê yekê alîkariyê dike ji bo
têgihiştina zikmaka rastiyê bi palpiştbûna li ser seyarana
girtinheviyê ji bo baştirînê.
4-Nasnameya
serketî di rû nasnameyên barketî de
Cengên
nasnameyan bê guman di her cihî de û ji derveyî sînoran ve
diqewime,
lihevketin di kokên xwe de kêşeyekê radike naveroka wê hewildana
desthilatên netewî a navendî ji binyadkirina girtinheviyên
navxweyî ên gerentiya hebûn û serdestiyên wê di dewlet û
civakên xwe yên resen de didin, li gel wê em Tirkên alîgir ji
rêbaza Islama siyasî re a ku ( Erdoxan 1 nûnertiya wê dike)
dibînin tevî ku gelek ji alîgirên wî li Elmanyayê jidayikbûn e
di nav derdoreke demukratîk de ku bi maf û erkan ve bawer dibe,lê
ew tevî vê yekê şêwaz û nerînên netewî ên teng a li hember
her tiştekî demukratîk derdikeve weşan dikin.
Ew
nakokiya a cîgir di nav vê tofê de ,şopîner li matmayîbûnê
dehf dide, ta bipirse li ser dûsereyîya ramandinê, eger tu bi
milhûrekî desthilatdar ve bawer dibî û li pey wî diçî, çima
venagerî û li welatê ku ew têde serok e najî!?, dewsa tu bi
binemayên yeksanî û demukratiyê ve li van welatan şad dibî?!!.
Welatê
ku ew têde mezin bûn e û bi civakên wê re têkelbûn e, çawa em
dikarin vê şîrove bikin û vê cihêbûna ramanî têbighin dema
tu piştgiriyê milhûrî û navendiya dewletê dikî di eynî dema
tu li welatekî li ser bîngeha sazî , ricîma yekbûyî a ne
navendî û yaseyê avabûye de dijî!
Ev
yeka me dihêle em agehdar bibin sengerkirina parastvanê
nijadperestiyê bi ramaneke li hember jiyanê û hevjiyana hevbeş
napejirîne û li hember nerînên cûda tekoşînê dike ji
berjewendiya yekalîbûna nerîn,raman û gelemperatiya wî.
Em
cengên nasnameyê dibînin mîna bersiveke ji suriştiya
girtinheviya mirovî dema bi rêve diçe ji bo parastina
taybetmendiyê bi rêya jêbirina taybetmendiya ê beranber ve an
pişaftina wî di nav xwe de, li gel wê zorenga nijadan li ser
nankoriya malgirtinê derbirîn dike,dagirkirina erdnîgariyê,
hatinên xwarinê, gaz û avê .
----------------------
1-
Receb Teyib Erdoxan 26.02.1954 hatibû dinê, siyasetvanekî Tirkî
ye û serokê duwanizdemîn e û niha ye ji Tirkî re ji sala 2014
ve.
Ev
rê dide aliyê serkeftî ku destê xwe deyne li ser samanê, wê
hilîne û anîber bike li ser hesabê stûxwariya nasnameyên biçûk
ê helistên bergiriyê li cem nîne taku bikaribe li berxwe bide, ji
ber ku navçe bi girtinheviyan ve cîteng bûye, û li ser nanê
diljêçûnê jiyan dike, berdêla vê yekê pêkanîna pirojeyên
têkoşîndar û jînî û vexwendina li civakeke zanyar ,xwesteka
karê sazmanî dike mîna destikeke rizgarbûnê ji cenga nasnameyan
a vala, eger agirên cengên gewdehî û devên agir û gullebaranê
rawestin, lê wê bi hêsanî şopên agirên gûrbûyî newe
jinavbirin, ên bi xwe re heznekirî û kînê tînin, û li ser tê
avakirin ji aliyê ew ricîma a ku bi movikên dewleta Tirk ve ji
damezrandina wê ve girtî ye, li ser bingehên nijadperst û
totelîter çi nirxî ji netewên ên pê re dijîn nade, serweriya
nijada Tirkî û binyadkirina wê mîna çandeke bingehîn li
dibistan, peymangeh û zanîngehan û kûrkirina daberizka ez û
bişanhildana diljêçûnê bi rêya vê yekê, kûrkirina girsbûnê
di ez de li cem nijada tirkî bi fermaneke desthilatî ve nûbûyî
bi rêya hatina ricîmên faşî, ew xatirkariyeke ji tewriya hêz re
ye, û kolekirina pêkhateyên lawaz, rûtkirina wan ji rabûnên
hebûna xwe re,ji erd, nasname,ziman û şopên şaristanî ve,
pişaftina rêzimanî ê ricîmên Tirkî pêkanîbûn gerentî dabû
ji pişaftina gelê Kurd di nav zimanê Tirkî de, gelek hatibûn e
pişaftin, nikarin dûbere li zimanê xwe miqate bin, an nirxekî baş
û
rastîn
bidne zimanê xwe, bi bihaneya ku dem dereng ket û êdî nema ev yek
çareser dibe, an bi rêya bihaneyên ne girêdayî bi pêwendiya
ziman bi hatinrêzê ve, û wisa em dibînin ku rewşa xemsariyê
hatibû dîtin mîna hewildanekê ji bo hembêzkirina pişaftinê an
pejirandina û rewakirina wê, ev yeka dibû ji alavên serkeftina
qirkirina rewşenbîrî, li rex hewildanên dewleta Tirk ji roxandina
kevineşopên dîrokî û konewarên şaristanî li bakûrê
Kurdistanê (Hesekêf) wek nimûne û kevineşopên li Amedê ya
kevin (Diyar Bekir- Taxa Sûr) û wêrankirina kevineşopên (Eyin
Dare) li Efrînê, ji derveyî paşguhkirina wêzimkarî li navçeyên
Kurdistanî û belavkirina Islama kevinşopî têde, binyadkirina
rewşa çetîtiyê a bi saloxgeriyê û artêşa Tirkî re hevkar e
,herdû gelek kiryarên wêranker li hemî deverên Kurdistanê
pêkanîbûn, ji bo bazdana xwedî war û valakirina navçeyan ji
xelkên wê ve û koçkirina wê ya berdewam bi aliyê bajarên Tirkî
a mezin ve û hîştina Kurdistanê paşgukirî wek kavilên
bêkesmayî, ji ber vê yekê armanca tewriya hêzê ew guhertina
kiryarê di derbarê takekes û koman de û ger bi cengên derveyî
ve û qirkirinên gewdehî ve dewlet avabûn wê pişt re bête
veguhêztin li qonaxa miqatebûna ji bermayên van cengan ve di
civakê de,
bi çandina tovên têgeha serweriyê ve li ser jîndarên lawaztir,
gotinekî oveye bicî dibe naveroka wê ku( hêza wan pêkhateyên
lawaz û bindest xurtir bû wê rikberiyeke metirsîdar li ser
dewleta netewperest a bi hêz ve bikin), ma çawa dewleta Tirk hebûna
xwe mîna neqşeyeke siyasî parast!?, bi rêya kirîna kesan bi
pereyan ve , ji nêzikirina hinek rêvebirên êlên Kurdî ve
(Hawarxwastina Eteturk ji axeyên êlên Kurdî ve di dema cenga
serxwebûna Tirkî de) an bi rêya kuştin û serkotkirina şoreşan
ve (raperîna Şêx Seîd Bîran sala 1925 pişt re serhildana Seyid
Rîza 1937-1939), bi rêya ajotina êlên alîgir ji dewletê re li
hember van şoreşan û ev kiryar tê nûjenkirin ji aliyê neviyên
Toranî ve ta roja me ya îro ( çeteyên parastvanên gundan li
hember partiya karkerên Kurdistanê.)
Ji
ber vê em tekoşîndariya nijadperestiyê mîna kedekî zehmet
dibînin dema dewlet mîna alavekî parastî jêre be, wî ji
hewildanên gewirîn û serkêşiya cemawerî diparêze, ta bibe
destûr û rêyeke jiyanê, bobelat û cengên navxweyî ta dema dûr
bi dû xwe ve tîne tevî ku cîhan bûye gundeke gerdûnî biçûk
ji pêşketina destikên xweşî û peywendiyan ve, lêbelê ramanên
netewperest têkneçûn, lê têne çalakirin û xwarinkirin berdewam
in (Rasta Millî li Ewrûpayê) û dehfandina cemaweran ji lêketinên
vala ve bi dawiyê ve hatin û xêrên wê neman dibe, ji ber vê
yekê kedên dikin di rû bivveya derbasbûna tewriya netewî û
kirina wê mîna sedema parçekirinê hîn têr nake bi taybetî ve
ku desthilatên xwedî moreke totelîter li hember çi hewildaneke
demukratîbûnê li hundirê wêlêt an ji derveyî sînoran ve
radiweste, mînaka vê yekê tiştê ku Îran û Tirkî dike ji
guhertina rê û aliyê van şoreşên rojhilatnavînî ve û
xwarkirina wê berve xefka Islama siyasî bi herdû şaxên wê yên
Sinnî û Şêî ve, lê hewildana zorkariya fermî ji dewleta
serkotker re ji bo bicîkirina xwesteka cûdaxwazî an serxwebûnê
diyar e bi rêya pêngavên tunekirin û paşgukirina gellan yên
dijberiyên siyasî ji van ricîman re eynî rêbaza desthilatê
bikaranîn li hember pêkhateya Kurdî bi rêya berdana roparta
serketinê, tiştê hîşt xwesteka cûdaxwazî an serxwebûnê
xwestekeke lezlêkirî û serkeftî be dema ku bi xwestekên
navdewletî re lihevhatî be, ji ber ku rastiya dîtina civakeke
demukrat pêknaye di bin siha hebûna zorkariya fermî ên van
dewletan pê êrîş dikin û di navbera hevdû de timî li ser
piştrast û erê dikin tevî çiqas nakokî û rewşên aloz, ev
yeka jî derî vekir ji destwerdanên navdewletî û zorengên herêmî
re ê bêhtir gelê Kurdistanê buhaya wê ya giran dida.
5-
Tekoşîndariya
nijadperestiyê û berzbûna civaka zanyar
pîşesaziya
azadiyê bi rengekî kirdeyî ve bi şoreşa mêr û jinê ve
girêdayî ye di eynî demê de, û rêbaza zanyariya rastîn ew ji
bo jêbirina kêmaniyê û hestbûna bi jêrîtiyê ve li pêş yê
serkeftî an serçûyiya hilgir ji reftarên desthilatê ve yê pê
hatinrêzên xelkê dixe di bin gefê de, divê ew şoreş bê
têgihiştin pêşî ji pêdiviyeke bê sînor ve ji ezgerkirina
mirov ve ta dûrî kêşeyê girêdayî bi bîrdozkirina wî ve be
li gor rêbaza desthilatê.
Berketina
me ji kêşeyên kûr ya civakê ve û baweriya me bi sûdê
guhertina wê û rakirina jêrîtiyê ji ser jina rojhilatnavînî ve
dibe sedemekê ji zayîna ramanan re û avabûna kesayeta ne pêrew ,
ji ber ku takekes pêşî li dayika xwe dinêre, mîna mînakekê di
destpêka çêbûna xwe de, û li alava desthilatdar a sert dibîne
çawa ku dixebite ji bo perwerdekirina mirovan li ser rageha şiyarbûn
û tirsê , bi mebest ve hizr mijol dike bi rêya bêkarî, xizanî û
paşgukirina wêzimkariyan û belavkirina gendeliyê mîna rêyekê
ji belavbûna hingemeya civakî ve, ji ber vê yekê em zanyarên mêr
li rex zanyarên jin dibînin parçebûyî , ji hevdû cuda ji bo
çarenivîsê xwe dixebitin, çi sazî wana nacivîne û derdê
parçebûnê dikşînin, ev yeka jîniya netewê lawaz dike, wê
dihêle di nav dabeşbûn û parçebûna xwe yê siyasî de be, yên
ricîmên totelîter li wan bi rêya tirs û kirîna kesan ve sepa
kiribûn.
Zanyarê
azad bi kirdeya mehnedanînê û vexwendina ji tekoşîndariyê ve
bawer dibe mîna rêyekê ji şiyarbûna tirsokan ve, û sazîkirina
naverokekê ji pirojeyên yên dikarin ji takekesan re bosteke fereh
çêkin ji bo rabûnê.
Rizgarkirina
ji hestê kêmaniyê li cem jin û mêr ve bi rabûna zanyarên jin
ve destpê dike ên dikarin erkên çarenivîsî bi zanyarên mêr
re parve bikin ji rêvebirina civakê ve û perwerdekirina nifş li
ser rageha azadîbûna takekesî ji desthilata bîrdoziya partîtiyê
an desthilatiyê ve di qata bilind de bi rêya pesindana zanyarê
azad û beskirina bişanhildana tek serokî ji bo berhemdana serokên
ên wêzimkariyê dikin û bêdeng dixebitin.
Malgirtina
bîrdozî ew hewildana darjêdankirina dilniyabûnê û ciwanîkirina
wê bi raçête û dagihêjîtinan ve pêrewîkaran hewil didan cilê
rastiya a gumanî pê nabe lêbikin, di dema ku zanyarên jin û mêr
li hember van hewildanan ji kevin ve radiwestin, gelek ji wan jiyana
xwe jidestdabûn li pêş dadweriyên soraxvanîkirinê ên bi
husteyî ve wana azar kiribûn û berhemên wana sotandibûn, eger
çendîn şîrovekar xwestin desthilatiyê ciwan bikin û cilê
çaksaz û feylesofan li wana bikin lê ew bi serneketin.
Mildana
cemaweran bi koratî ve ji pirûpogandeyê serokê birêz û pendiyar
re binyadkirineke ji gendeliya giyanî ye û reşepêşkirina ramanî
re ye bi rêya rewakirina mildanê û kirina wî mîna erkeke
niştîmanî, herwisa zanyar di metirsiyeka mezin de dimînin, tên e
dabeş û parçekirin û zehmet dibe anîna wan li ser peyv û
nerînekê, beşekî ji wan dibin pirojeyên pêrew tenê gotinên
xweş dibêjin û dibin layîngiriya desthilatê tevî (diljêçûna
wanî veşartî jêre), beşekî din bi giştî ve dûrî dîmenê
vedikşin bi rêya koçkirina ji welêt ve an bêdengiyê an carne
serserîtiyê dikin bê hemahengî an pêkanînên ku karibin
guhertinê pêkbînin, kesê çevsênîbûyî bîra xwe bi xwe re
radike eger berî xwe bide ku derê, bîr dibe amaneke hemî dîmen û
bûyerên mirov kurtas dike di hundirê welatê xwe de bi taybetî ve
qonaxên çêbûna wî ya a yekem, ji ber vê yekê yek dibêje ku
cîhan tevî ku di warê erdnîgariyê de bête dabeşkirin di
navbera rojhilateke giyanî û rojavayekî hişmend de lêbelê
hatina koman û tevderbasbûna wan bi hevdû ve wê erdnîgariyê
tebitî nehêle û ne jî çavkaniyên zanînê lê wê her tiştî
bimîne di nav têkelbûnê de , ji ber vê yekê em guhertinên
deronî dibînin ku berve vebûnê di navbera çandan de çalak
dibin, ta erdnîgarî bimîne bin siha şoreşên pêwendiya civakî
(Fêsbûk,Tiwîtter,Instagram , Youtûbe û Whatappê ) li pêş hemî
hatinrêzên nû wê vekirî bin , wê ropartên nijadperst nikaribin
têkelbûn û hevdîtinê sînordar bikin.
Desthilatbûna
a li ser civakê pêkhatî, tenê jehrên xwe di hizrên takekesan de
berdide ta wan bike qurbaniyên lîstoka rev û bazdanê ji rewşa
lêketinê ve.
Nijadperestiyê
mîna şepêleke ji aliyê hevjiyana hevbeş ve nevêtî dibe .
Ew
ji bermayên ceng û girtinheviyên navxweyî ne ên di navbera
pirkes û kêmkesan de çêdibin, şopên xwe yên deronî di hundirê
xelkê de dihêle ,ên rastî serkotkirinê tên, dibe ku koçberiyên
ên ji zorkariya siyasî ve encam didin bi rastiya rabûna
nijadperestiyê ve peywendîdar be, mîna binemayeke jiyanê partî
an dewletên ên li berbijariyên mezintir û destketiyan digerin lê
xwedî derdikevin, di baweriya xwe de ku ew xwedî bişanhildana
dîrokî ne û timî ji serdariyê re di her çax û qonaxekî de
şiyandar in ,ew komelbûyîn mîna hewayeke lihevhatî saz dike ji
bo rabûna nijadperestiyê û hestbûna bi cûdabûnê ve ji rengên
civakî yên heyî re, herwiha dibe metirsî li ser çand,desthilat û
navendîbûna fermandariyê.
Tirsa
Tirkan ji kurdan ve ji baweriyekê ve pêktê ku Kurd metirsî ne li
ser welatê Tirkiya yê ê ku beşekî mezin ji erda wanî dîrokî
ve li gel dewletên cîran hembêz dike , ji ber ku sabara Kurdistanî
mîna şevpestek e li hember wê û divê pîlanên berdewam bêne
amadekirin li hember hewildanên wê ya berdewam, ji ber vê yekê
nijadperstiya rojhilatnavînî dijminê demukratîbûnê ye û
piştgirê dewleta netewperest a saloxgêrîtî ye , ê timî ol bi
awayê xwe yê ragehî ve bi xwe re têkel dike mîna destikekê ji
fermandariyê re û gerentîbûna pêrewiya bêhişan bi rêya
dergeha Islama siyasî ve.
Nijadperestiya
Ewrûpî bersivek bû li hember penaberên ên di welatên wan de
niştecî dibin, mebesta min ew nijadperestiya nûjen ê her û her
hêdî hêdî bi derbasbûna demê ve bilind dibe, bê guman cenga
navxweyî li Sûrî, girtinheviyan ji derveyî sînorên wê ve şiyar
kirin, ger li Tirkî an Îran an li cîhana Erebî û welatên Islamî
bi giştî ve ên derdê xizanî,gendelî û bêkariyê dikşînin.
Ew
dibûn naverokeke dewlemend ji rabûna komên Islamî re yên
sînoran derbas kirin .
Çûna
bi aliyê tekoşîndariya nijadperestiyê ve di zanîna zimanan de û
peywendiyê ye bi gellan re ye, li gel wê ramana parçekirina xelkê
di navbera tofên bilind û nizm de xwestekeke rêbazbûyî ye ji bo
rêvekirina li pêş girtinheviyê û bergekirina wê bi awayekî
bîrdozî ve, ta bibe rêyekê ji dagirkerî û serdestbûnê re bi
rengekî hêsan ve, ji ber ku çi bihaneyeke hişmendî ji gotinê wî
Elmanî re nîne dema Êmanoêl Kent 1 1724-1804 dibêje (wekî
zêdekirina li ser tewriya wî ya zanyarî ve bi dabeşkirina
zayendên mirovî li gor reng), gotibû ku zayendên bêhtir jîr û
pêşveçûyîn û beşdarbûn ji avakirina şaristaniyan re ew
zayendên sipî ne, pişt re zayendên zer tên ,dûrre reş lêbelê
zayendên sor û hindiyên sor û gelên parzemîna hindî mîna
bedtirîn zayend tên ji aliyê jîrbûnê ve û kêm pêşdikevin li
gorî derbirîna wî!.
Feylesofên
pêrew ji kar û barên desthilatên xwe re timî bihane didabûn e
wan ji bo xwe berfereh bikin û serweriya xwe berdewam bikin.
Em yê
Engilîzî Dêvid Heyom 2 1711- 1776 dibînin dema dibêje bi
dûrxistina nijadên ne Ewrûpî ve û wisa diaxive :
(
Ez qet guman nabim ku reşik û hemî çûreyên mirovan ew di
xuristiya xwe de ji mirovê sipî ve jêrtir in.)
Yojîn
Fîşer 1874-1967 banga paqijkirina mirovan û kuştina dilovan ji
seqetan re û qirkirina Cuhûyan kir, van helwestên tarî ji binî
naghe rastiya mirovê zanyar, lê bervajî gemiya mirovahiyê û
aştiya afrênerî diçe, ê mebesta min bi wê avakirina stûnên
huner ,pêşesazî û afrêneriyan ji bo jiyana mirovî a yeksan û
pêkanîna geşepêdanê ji bo xêra hemî qat û bijardeyan û
parastina destketiyên mirovê hişmend li hemî deverên hebûna
lihevhatî.
----------------
1-
Êmanoêl Kent: Ew fêlesofekî Elman e ji çerxê hejdemenîn e
1724-1804 , jiyana xwe hemî li bajarê Kunisgbêrg li şanişîna
Birosiyayê bihûrand, ew dawî fêlesofên bi bandorbûn li ser
çanda Ewrûpî a nûjen.
2-
Dêvid Heyom: di 26 Nîsanê sal 1711 de jidayikbû û di 25 Tebaxê
sal 1776 de koçkiribû, fêlesof,dîroknas, û aborînasekî
Iskutlendî bû û kesayeteke girîng bû di felsefa rojavayî û
dîroka ronakbîriya Iskutlendî de.
Ewrûpa
ramana ne jinxwaziyê bi gellên din re derbas kiribû, bervajî
gotina ewê Ferensî Arthir Gûbîno 1 1816- 1882 ê guman dikir ku
tekelbûna nijadan û jinxwaziya wan ew sedemek e ji têkçûna
şaristaniyan ve dema dibêje : ( Arîbûn têkdiçe bi rêya
têkelbûna bi hunerên reşikan ve.)
Em
îro têkelbûn û pirbûna çand û şaristaniyan dibînin ku hinira
raberî,raman û berzbûnê li cîhana bê bend û sînor berdide ,
li gel wê zanyarê Birîtanî Tişarliz Darwin 2 1809- 1882 di
pirtûka xwe de (zikmakê çûreyan) dema tewriya xwe pêşdebiribû
û nexwest xelkê di navbera tofên bilind û jêrîn dabeş bike, ji
ber vê zanyarên ên berketin û raberiyên xwe ji bo civakek e
zanyar bikaranîn ewê yên di xwe de taybetmendiyên ku wana dihêlin
hebin û serbikevin bi wê xweşrewş dibin, lê ew tofên ku bi
jehrên tundirewiya olî û netewî ve têkçûyî timî bi tembelî
û jêrîbûnê ve bindest dimînin, ji ber dibin barekî zêde li
ser heyînê, dema li ser diljêçûn û nijadperestiyê û xewinên
serketina diravî a nijadî dijîn, ew rêberên dirindîtî
,kuştarên giştî û koçkirina bi zorê ne, nikarin têkelbûnê
bi giyaneke nûjen ve têbighin, ji ber ew ji zanyariya a ku bi
rewişt ve yekbûyî ye dûrketibûn.
Hebûn
tenê ji zanyarên jin û mêr re ye ên li pêş rêya xwe
astengiyan radikin û bi binema yekîtiyê di navbera jin û mêr de
bawer dibin, bê pêrewî û kêmîtî, ji ber ku hebûn para afrêner
e û ev yeka rizgariya hebûnê ye û dawiya desthilatî û pilana li
ser mêjî ji dergeha sazkirina tirsê ve.
Netewhezên
rojhilatnavînî ji Ereb,Faris û Tirk û jibilî wan gelên ne li
gor xwe mîna çeteyên girêdayî bi derve ve dîtibûn û divê
bêne hilkirin, serkotkirin an pişaftin li gor berketiyên xwe.
Va
zanyar Curc Terabîşî 3 dibêje : ( Pir tewrîvanên netewperest
gîhan astekê ji mendalekirina kêmnetewan ku wana danasîn kirin ku
ew kêmnetew ji çêkirina mêtingeriyê ne, ji ber ku kêmnetewan
hebûnek wanî bi xwe nîne, lê ew di rewşên herî baştir ve tenê
derzên dîrokî ne, lê entîke ne divê carek din têkevin di
yaseya helandin, parçekirin û piştre têkelbûnê, ew tu carî bi
çi rewşî ve nabin nîşana cûrebûn û çavkaniya dewlemendiyeke
şaristanî.)
------------
1-
Cûzêf Arther Gûbîno: 14 Hizêranê 1816- 13 Çirya pêşin 1882
xanedanekî Ferensî ye, pêşdebirê tewriya serkeftina nijada Arî
ye.
2-
Tişarliz Robert Darwîn: zanistvanê dîroka xuristî û ciyolocîk
e, li Engêltrayê 12 Sibatê 1809 jidayik bû, 19.Nîsanê 1882 koça
xwe kir.
3-
Curc Terabîşî: 1939- 16 Avdarê 2016 , ramanyar,nivîskar,
rexnegirekî Sûrî ye.
Wisa
civak hatibû parçekirin û bizdan di jiyana xelkê de weşandin,
zorkarî mîna bergekî giştî diyar bû, desthilata netewî wê
mîna rûpêçekî li xwe kiribû.
Zanyarên
Ewrûpî berî xwe dabûn e penda cûrebûnê, hevdîtina mirovî û
pêguhertina rewşenbîrî di navbera netwan de, ji nirxê mirovê
hişmend li hebûnê bi serketibûn, va em zanyarê Ferensî Kilûd
Straws 1 1908- 2009 dibînin tewriya nijadê bi rengekî dij saz
dike û dibîne :
(
Cûrebûna çandên mirovî divê bi awayekî bêcan ve newe
berketin, ji ber ku civakên mirovî ne bi tenê ne, dema di asta
herî dûr de ji pileyên cihêbûnê ve dimînin dîsa jî pergalên
parçeyan an koman distînin.)
Berhinde
ev piştrastkirineke li ser serkeftina nirxên ronakbîriyê
beranberî lawazbûn û pûçbûna gumanên nijadperestan û tengiya
asoyê wan.
6-
Dîtinekê ji awayên sazbûna sitemkariya
siyasî ve
Têkiliyên
mirovî hatin guhertin taku di navbera alîgirtinan de bêne
dabeşkirin, û nirxê xuristî ji peywendiya xuristî ve li pêş
hezkirina desthilatî û têkalîna peyrewan li dor hevdû kêm dibe.
Ev
guhertin û dabezîna di rewşê de amadebûna dirindî li cem mirovê
pêşbaz ji bo limêjkeriya hêrsê piştgîr kir, peywendiyên
qezencî dewsa peywendiyên xuristî cihê xwe girtin û dêmên
mirovê diravî pir bûn û ji dema hêsanbûna jiyana wî ya
destpêkê ve zehmetir bibûn, êdî li pey rewşeke li ser sertiyê
ve cîgir e dikeve û wê bişanhildan dike, ta bibe mîna eynikekê
jêre an pîvanekê ji têgihiştina başbûnê ve û çûna bi dû
wê ve.
Dirinde
li vir serwer e û li ser vînan serdest e, ew wan bi dîmenên hêz
û şehnaziyê ve dinixûmîne, taku bedewbûn, xweşikbûn û ciwanî
bibe dîmeneke nerm ji dirindiya jiyana nûjen re ê gelek mirov xwe
pê girêdidin bi bihaneya nûjenkirina jiyan û nirxan ve.
Ev
yeka berzbûnekê saz kiribû bi aliyê harbûnê ve ji pêşbirk û
zorengê de û herwiha ji malgirtinê re, berhinde komkirina girtiyan
di zîndanê de û pêşwazîkirina wan bi rêya afirandina cûreyekê
ji azarkirinê ve bi sernavê ahenga pêşwazîkirinê (girtîgeha
Tedmur1) dibe yek ji ferehkirina pêşesazîkirina dirindî ve.
-----------
1-
Zîndana Tedmur: zîndaneke leşgerî bû nêzî bajarê Tedmurê a
çolî dikeve li rex kavilên wêna yên navdar piştî 200
Kîlometran bakûrê rojhilata paytexta sûrî Şam, di sala 1966 de
hatibû vekirin, di bîngeha xwe de ji bo leşgeran hatibû çêkirin
di bin rêveberiya asaîşa leşgerî de ye, navê zîndanê bi
navnokitinê ve girêdayî ye, di sala 2001 rêxistina lêborîna
navdewletî raporekê belav kiribû wê zîndanê pesindan kir ku
(hatiye çêkirin ji bo mezintirîn zorbazî, tirs û derd di dermafê
girtiyan de pêkwere.)
Guhertina
mirov ta bibe jîndarekî tevlîhev di kar û kiryarê xwe de, şîn
û işk hildikşîne, dibe wêranker, bi rêya azarkirina wî ji
rêya dergeha zorbazî û tolhildanê re, ji ber diyardeya girtiyê
siyasî di xuristiya xwe de derbirîneke li ser pêşesazîkirina
dirindiyê, girskirina bizdanê di jiyana takekesan de wana berve
dawiya wan dibir.
Azarkirin
hat e bikaranîn bi gumana gera li rastiyê û naskirina gunehkar di
kevin de, li Yonanistanê û di dema Islamê de û berî wêna,
herwiha di serdemên navîn de, mîna destikekê ji parastina keşeya
katolîkî ve hatibû bikaranîn, li gel wê di salên şêstan de ji
çerxa buhirtî ve zanistvanê deronî Stanlî Mîlgram 1 ezmûnekê
li zangoya Yayil pêkanîbû ji bo têgihiştina pêvajoyên
Holûkustê ên leşgerên Nazî li cenga cîhanî a duyem pêkanîbûn
û zanistê deronî a Emrêkî Filîb Zimbardo 2 ezmûnekê di
zîndana Stanfordê pêkanîbû û gîhabû encamekê ku kesên
azariyê pêktînin divê pabendî fermanan bibin ji ber ew baş
bawer in bi ricîmekî bîrdozî cihekî xwe yê civakî û sazmanî
girtî ye û mirov di sirûştiya xwe de bi awayekî suriştî ve
fêrî derdora civakî a ku têde dijî dibe û armanca ricîma Baes
a serkotker ew sînordarkirina afrêner û ramanyaran û radestbûna
wan bi sedema azarkirin û sixêfan ve yê rastî wana dihatin, ji
ber vê yekê terora dewletî li ser çi teroreke dijî wê zêdetir
dibe û bi kirêtî cihê xwe di dîmenê dîrokê de distîne, ji bo
ku desthilat xwe ji roxandinê ve rizgar bike sertiya bê sînor
pêktîne, pêşesazîkirina terora dewlet, partî, komên
biçûk,Komelêyên nepenî, Mafiya û malbatê ew li ser xwe parve
dikin, li gel wê teror ji ramanekê ve ku di henas de bi lez ve tê
mezinkirin destpê dike, ta bibe binemayek an zagonekî.
Rastiya
ev yekîtiya dîrokî di navbera mêrê ol û desthilatê de gelek
derdên dirindî bi xwe re derxistin, tirsê piştrast kiribû wekî
dibistan û zanistê çêkirina mirov bi herdû şaxên wî ve a
oldar û pir tirsok ji fermandar ve, ev yeka rê dûz kiribû li pêş
berzbûna ricîmên bi hêz û serkêş gelek pispor in ji eyarkirina
kelejana cemaweran ve, stonên çandeke gelemper û olî binyad
kiribû taybetmendiyên xwe ji efsanîbûn û rewrewkan ve distîne,
ên bibûn rêbaza jiyana rahênanî a li ser şagirtan ji zaroktiya
wana ve hatibûye sepandin, ev bijardeyên xort dehfdabû ta bi çi
tiştê vala biramin ji bilî mijarên guhertin û demukratîkbûna
naverokî .
-----------
-
Stanlî
Mîlgram: (15.08.1933-20.12.1984) zanistvanekî deronî civakî
Emrêkî ye, gotar û xwendinên cûrbecûr pêşkêş kirin.
-
Filîb
Zimbardo: rojbûn 23.03.1933 li Niyûyûrkê Emerêka, zanistvanekî
deronî ye û mamoste ye li zanîngeha Stanfordê, di sala 1971 de
navdar bû bi rêya pêşkêşkirina wî ji ezmûna zîndana
Stanfordê a navdar , gelek pirtûk û gotar di warê zanista deronî
nivîsandibû.
Bê
guman ku avakirina nimûneya zanyarî li cem takekes di bin siha vê
rewşê de pêdiviya xwe bi berzbûna navendên ronakbîrî mezin
heye bi cemaweran re têkeve dan û standinê bi rêya wêje, raman
û hunerê ve, pêdiviya vê yekê bi saziyên xurt ve heye gotûbêjên
xwe ligel desthilata siyasî kûritr bike û ji bo pêşesazîkirina
biryar û çêja giştî beşdar bibe, bê vê yekê şoreşa zanyarî
pêknaye, ew şoreş aştyane ye ne sert e û di sirûştiya xwe de
gendeliyê napejirîne.
Desthilata
siyasî rewşeke qayim e di xuristiya xwe de, lê hişmendiya
desthilatî mirov dikare kêmtir bike bi rengekî ramanî ve bi rêya
vekirina derfetan ve ji hemî zanyaran re ji bo têkel bibin di
bîngeha wî de ji jor ve ta binî.
Ev
yeka dibe kelem li pêş diyarbûna dirindîbûnê , em wêna bi
berdêla bi sûd ve binav dikin, berhinde hişmendiya gelemper naye
şikestin tenê hêdî hêdî û bi rêya ramandina bi geşepêdana
hişmendiya afrênerî ve li cem takekes kêmtir dibe , taku bi rê û
hunerên rêvebirinê ji zaroktiyê ve huste bin, ramandin ji derveyî
bişanhildan û guhdana desthilatiyê bûye tiştekî zehmet,
berhinde hişmendiya afrênerî li cem zanyarê jin û mêr mijol e
bi rêyên rizgarkirinê ve ji kulbûnên desthilatî û derzên wêna
li ser hizr ve, jihevekirineke diyar ji aloziya ramandina toj ve
nîne, ê ku mirovê bi tenê wêna jiyan dike di dan û standinê bi
pirsên xwe re û sînorkirina derbasbûna wê di hundir de ta nebe
pişt re sedemekî xuristî ji rikberî û raperînê re, berhinde
reşbînî û dilzariyê nûnertiya riwê giştî ji jiyanê re
dikin, di çarçoveya wê de windabûna mirovê rojhilatnavînî di
nava windabûnê de encam dide û radestbûna wî pişt re ji
qamebûneke ramanî re pasfinde ji tembelbûneke giyanî û hizrî tê
nayê derbaskirin tenê bi zehmetiyekê ve, bê guman ku wêje û
huner bi pêvajoya lihevketina desthilatî ve bandor dibe, li vir em
dikarin bibêjin ku zanyar dûrî destwerdanên desthilatan û
fişarên wana radiwestin û ji dîmenê ve bi giştî ve dûrnakevin,
tenê bi awayekî ve dîtinên wanî bê alî xira nake bi aliyê
geşepêdana ramanên nû ve ger bi desthilatê ve civiya an li
hember wê sekinî.
Ma
gelo em dikarin têgehên desthilatê ji nehestbûna komî ve
jêbibin?!
Tenê
bi derketina rêveberiyeke nû ve?!, ma derketina tewrîkirineke
bîrdozî kêşeyê çareser dike ta bibe berdêrekê ji desthilatiya
berê re!? ,an ew desthilatiya nû divê hinek reftarên wê
desthilatiya berê bihêle ji ber ku henas fêrî cûreyekî ji
fermandariyê bû ye, nikare bi hêsanî jê veqete, tenê piştî
salên ji perwerdekirin û rahênanê?!
Xalek
din heye diyar e û girêdayî ye bi rêyên naskirina pêşerojê ve
ji bo derketina dirindîbûnê ( Şoreş) , ji ber ku Foltêr 1 berî
mirina xwe 1787 behsa şoreşekê dikir dema got:
(Xort
wê rewşa wan şadtir be ji ber wê tiştên ciwan bibînin, Ferensî
timî dereng tên, lê ew di dawiyê de tên.)
li
gel wê di reweşta desthilatê de hinek zanyarî hene rê jêre
vedikin ji bo zêde serdestbûnê li ser xelkê pêkbînin û li
rexê din zanyarî hene xelkê bêhtir şiyardikin bi girsbûna
bobelat û felaketên ku li ser wan dimeşin pişt re tevdigerin taku
hewil bidin mafên xwe bistînin, berhinde em paşketina ragihandinê
dibînin ta pileyekê qedexebûna Setelaytê li Sûrî di dema serokê
berê Hafiz Elesed de ta sala 1995 û li hin deveran de mîna
Koriyaya bakûr û Îranê ta dema niha, herwiha destikên peywendiya
civakî mîna Fecebook û Youtubê li Sûrî berî 2011 hîn
qedexebûn, tevî ku niha bê bend e lê di bin çavdêriyeke dijwar
de ye herwiha li Tirkî hinek dewletên Islamî, li gel wê jiyana
takekes li ser Intirnêtê rikberiyeke ji desthilatiya totelîter re
a netewî û olî.
Cenga
desthilatan li hember rewaniyîbûna gellan û hewildanên wana ê
têkçûyî di avakirina tiştê ku tê hilweşandin, hemî stonên
cîgirbûn û ewlehiyê têkbiribû, tofên berketî ji dijwariya
rewşê ve ,ew ku hîştibûn berve bijareyên bê dunde û
westiyayê biçin, an berxwedanî an bazdan ango derketina bi zorê
ve, bi vî rengî ve valahî di nav cemaweran û ricîma siyasî de
kurtir dibe a bi awayê xwe ve destê xwe li ser meydanên jiyanê
datîne û rêbaza hingeme û bizdanê di navbera tofên portbûyî
bi ewlehî û tebata wê ya deronî ve, ji ber ku cîhana qamebûyî
ew armanceke ji ramana serkotbûna berpêşbûyî ve, afirandina
jiyaneke nivyayî bê can ji armancên hişmendiya totelîter e,
berhinde helweşîna naverokên xelkê a hatinrêzî nûnertiya alava
berdewamiya desthilatê dike û gerentiyê dide cîgirbûna wê,
dewleta Baes gewdehên xwe yên bi jehr di nav civakê de çandibû,
rêbazên xwe di hişmendiya zarokan de çandibû, bi vî rengî ên
bi salan ve li ser pirupûgendeya Baes û ramanê wê ya bêgur xwedî
bûn e wê nikaribin şoreşekê li hember wê birêve bibin, (Riyad
Hicab 1) (Rifet Elesed 2) (Ebdulhelîm Xeddam 3) (Esed Elzûbî 4) û
ji bilî wan wek nimûne.
----------------
-
Riyad
Ferîd Hijab: rojbûn Dêrezzor 1966, endezyar û siyasetvanekî
Sûrî ye,serokê wezîran bû li Sûrî, herwiha wezîrê çandiniyê
bû.
-
Rifet
Elî Silêman Elesed: rojbûn 22.08.1937, cîgirê serokê komara
Sûrî a berê bû, birayê serokê Sûrî bû.
-
Ebdulhelîm
Xeddam: 15.09.1932- 31.03.2020 yek ji navdartirîn hevalên serokê
Sûrî a berê bû.
-
Esed
Ezzûbî: rojbûn 1956, ragir û firokvan bû tevlî Ekadîmiya
hêzên ezmanî bû di sala 1974 de li Sûrî û di sala 1977 de jê
derket.
Lê
berî vê yekê divê pêşî ji bêguriya netewî rizgar bibin û
nirxên sivîlbûna nûjen vexwin, ev yeka li ser wan pêdivî dike
ku hewayên xweşî û pirjimariya nijadî û olî biafirînin, ev
yeka nema şiyan e di bin siha vê awanteyê de a her tiştî tarûmar
kiribû û cîgeheke xuristî ji çete û teroristan re afirandibû
,ên ji her alî ve kom bibûn taku ramanên Islama siyasî a pûç
belav bikin (hevgirtina Sûrî û baskên wêna yê leşgerî) dewsa
desthilata Baesa fermandar, ji ber desthilatiya Baesî hemî
jêhatiyên azarkirinê wergirtibûn ji têkbirina şoreşa girtiyê
siyasî ve û hewildanên wê ji guhertinê re , hemî van destikan
ji wê xêza dîrokî ji serkotkirina ricîmên siyasî ji cemaweran
re wergirtibû, û serdestkirina li ser coş û sewdaya wê,
nêzikbûna desthilata milhûr ji mirandina jiyanê ve di çêja
cemaweran de li ser dostaniya xwe bi dîroka dirindî re derbirîn
dike ta astekî pir metirsîdar, dema aliyekî girêdayî bi dîroka
kevin ve vejîn dike , ji xwedawendîkirina serok û avakirina
peykeran jêre li kolan û holên giştî, hijmara wêne û gotinên
ku li ser dîwaran nivîsandî wê serok neke nîşaneke ronakbîrî
lê lekeyeke reş di dîroka mirovahiyê de, li gel wê ew milhûriya
hizrî a ku rojane tê pêkanîn dihêle bawerî di navbera bîrawerî
û hişmendiyan zehmet be bi sedema tirsê ve, ji ber ti pêwîstî
nîne ku takekes bi amadebûna serok birame ji ber ku serok nûner e
li ser huner, raman û bedewbûnê.
Perwerdekirina
şerûdiyên dijminane û xwarinkirina wan bi ufkufî û diljêçûnê
ve ji kiryarê desthilatên totelîter in, dema ramandina rexnî
dibirrin ji berjewendiya radestbûnê ve ji resenî û bilindbûna
serokê xêvzana re, taku çi şitilekî şîn hişk bike, ji ber ku
zorbazî timî tevgerê lixwedike û beranberî wî jî zorbaziyeke
dij derikeve,tundî bi her tiştî ve girêdayî dibe, yek ji
balatirîn rengên wê ew yaseya tivîkirî, berhinde yase bi sertiya
xwe ve tête naskirin û bi pêdivîbûna hêzekê wê sepa bike û
kesên ku wêna binpê dikin jî siza dibin, saw bi xuristiya
peywendiyê ve di navbera takekesan û ricîma a ku saziyan birêve
dibe de tevderbas dibe li kêlek jihevketina cemaweran a giyanî yê
koman dehfdabû berve hingemeyê.
Berhinde
rewşa Kurdistanî di bin siha ricîmên ên Kurdistanê dagir dikin
de cihê matmayîbûn û serybûnê ye, li gel wê serkotkirin
rêxistinên dijber birêvebiribû taku ji xewina avakirina sabarekî
azad û serbixwe dakevin ta xwesteka erêkirina axaftinê bi zimanê
dayikê ve an sivikbûna tenahiya xwediyên nerînê, ev hemî bi
encamê kevirbûna wê desthilatiya rêxistinî ve û pêrewiya wê
ji ricîmên herêmî re, ji ber li ku derê bêhiş hebin kedxwar
hene.
Rewşa
Kurdewarî tê berketin gelek caran ku ew ji encama ew hevpeymana
hevbeş ve ye di navbera desthilata fermandar û rêxistina dijber
de , ango mînaheviya alavan û şêweyên pêşinyarê em wê
dibînin bêhtir nêzî pişaftina xwebexş bi Tirkbûn, Erebûn û
Farisbûnê ve ye û çûna bê ageh ji qalibûna totelîter di
talîzoka perestbûna takekes de û ev yeka ji nîşanên nezanîkirin
û gunûkirina cemaweran ve ye, ev yeka taybetiyên ku bi hilketin ve
di herdû saziyên olî û partîtiya totelîter de çêbûne
têknade , ev dimîn e bersiveke sade ji rewşên windabûn û
koletiya çêbûyî ve bi dijwarî ve, dema hatibûn e damezrandin li
gorî pêwîstiyên qonaxê, wekî çaxên destpêkên çerxa bîstan
di parzemînên cîhana kevin de.
Em
dibînin ramana netewperst û Islama siyasî a comî ên têkdayî
bîçimên jiyana demukrat li cem gelên rojhilata navîn
têkbiribûn, ji ber vê yekê pêdivîbû nêzikbûn ji pirsgirêkan
mîna rastî, rêje û aşkerekirinî re .
Ev
yeka sûdtir e ji bo bidestxistina baweriya cemaweran bi rêveberî
û rêxistinên wêna ve, berhinde vejînkirina roparta salên
heştiyan a şoreşgerî û hewildana nûkirina wê mîna hewildana
saxkirina laşekî gendbûyî, ji ber cemawerên arandî bi bandora
roparta desthilata netewî ve bi baweriya ku serok xweda an
pêxemberekî hatibûye şandin ew bervajî gotina feylesofê
Ingilîzî ye Cun Lûk 1 ê gotibû : ( Serok rêncbereke li cem gel
û mafê cemaweran e wî paş ve bidin eger desthilatiyên xwe derbas
kiribe.)
Tiştekî
vîna komî û takekesî têknabe ji bilî du tişt : gendelî û
reqbûn, li gel wê em di vê derbarê de dibînin ku tekoşîndariya
ramanî ji neyînî û kiryarên cemaweran ve baştir e ji ketina di
xefkê rikberî û girtinheviya zîzbûyî de, bin siha
gengeşekirinê , ji ber hebûna reftarên desthilatî mîna ricîma
seroktker a dewletî ye, takekesan girêdide û li ser dûrxistina
afrêneran dixebite, çênabe gengeşkirin bi mêrê olî re a
rojhilatnavînî an bi partîvanekî totelîter re, ji bîrdoziya
partiya xwe ve dûrtir nabîne, ew herdû li ser yek xêzî dimeşin
parastina sofîbûnê, li gel wê mêrê ol û partiyê totelîter
jiyana xwe terxan kirin ji bo parastina giyanê bavaniya malbatî û
bi çêja civakan û gunokirina wan ve bi derbasbûna dîrokî ve
lîstibûn, li gelek cihan de cemaweran kiribûn mîna çepikvan bi
bandora tirs an reweştê ve.
Huner
ji derveyê wê ve stona hebûna mirov di zelalî û ramanbûnê de
saz dike û di hundirê xwe de rikberiyekê nîşan dide li hember
rewrewka tirsê a ku desthilatiya totelîter li ser hişmendiya
hundirîn a cemawerana sepa kiribû, berhinde zimanê babetî timî
berve dan û standina bi nêran re ji bilî mêyan diçû, pêdivî
bû timî piştrastkirina li ser ku ew yekîtiya zanyarî saz nabe an
bi sernakeve bê yekbûna zîrekbûna ramanî a bingeh in wêna jin
li rex mêr radike, bê tenêbûna bi roparta nêrîtiyê a bi
şêwazên zimên ve berz dibe, û alavên wê a hevdûdanî ,yê
berî xwe dide mêr ji berku ew serdestê lemlateyî ye.
---------
1-
Cun Lûk : feylesûfekî, siyasetvan û ramanyarekî Ingilîzî ye
1632-1704.
A
girîngtir di vê derbarê de ku em bi cîbecîkirina destketiyên
mirovê hişmend li her meydanî bibînin wê berî vê an piştî wê
hewildanên rahênana ramanî ji tofên sert re bê , ên kiryarên
zordar an gunehkar kiribûn bi rêya ol an netewê hatibûn xapandin,
mebesta min bi vê herdû zayendan in, cîhana jin û mêr, li gel
wê vekişîna rêxistina dewleta Islamî mîna mînakeke nêzik bi
dû xwe ve hezarên dîl (kampa Hûl) hîştibû, bi taybetî ve
jinên ên dibûn e navenda bi kêşe ve a ku dikarin tundirewiyê
bi dilsozî ji zarokan re veguhêzînin, ji ber vê pêwîst e ew jin
bêne perwerdekirin bi derbasbûna wan li gelek qonaxan ta qonaxa
rehetbûnê, ji ber vê yekê dirindîtiya desthilatî û
dirindîtiya malbatî di naveroka xwe de yek in, û çi rûbirûbûn
li gel desthilatê pêknaye bi rêya takekesan ve an bi biryarên
yekalî sînordar ve, lê bi rêya kanîna mirov ku van lêdanan
derbas bike û li gel rewşê jiyan bike.
Ramandina
bi tekoşîndariya vê zorkariyê ve û damezrandina tovên
lihevhatineke rastîn û germ takekesên ronakbîr dehf dide ji bo
bi azadbûn birêkevin û bi rengekî bi rêk û pêk ve, ji ber ku
nêrîtî pêdiviya xwe bi girêdana nîşanî heye bi têgeha başiyê
ve, bêhtir bi girêdana wê bi têgeha sêgariyê ve, li gel wê
nêrîtiya a zanyarî wateya wê nazikbûn û tenikbûn e û bi dan û
standina herî xweş re bi zayendê din re ye , û mêyatiya zanyarî
ew bersivdana aşkere ye ji nîşanên evîn re .
Û
vexwendinên wê ji hevpariyeke rastîn re a bi rêya wê tovên
ricîma desthilata totelîter têkdide û bermayên wê yên neyînî
jêdibe a ku di komek reftar û reweştên girêdayî bi Islama
siyasî ve bi rengekî rasterast ve berzbûyî dibe.
Beşdariya
zanyarî li gorî ( Evîn hebûn e û hebûn zanîn e) li dij bijara
tevgera Femînî radiweste , lê timî hewil dide tovên xurt weşan
bike ji bo berhemkirina rabûnekê bi yekîtiya herdû zayendan ve
pêktê, ji ber ku bi têgihiştina me ji bijardeyên zanyarî a bi
hêz ve di desthilatê de, em dikarin bibêjin bi pêdivîbûna
bicîkirina nîşanên sîstemek e azad ku bi tundî ricîmên
fermandariya comî xwedî rengeke netewî têkdibe bi rêya
vejînbûna civaka zanyar ,ew dikar e ji dezgehên rêvebirinê ve
dûrnekeve lê pê re bimîne û kêmaniyên wê sererast bike ,
berhinde lobiyên civakî dibin rengekî berdarkirî ji rêveberiyên
navendê û pêkhateke pêwîst ji pêşveçûna wêna re li gorî
pêdiviyên berjewendiyên cemaweran û sûdên wan sererast dikin,
hinek zanyarên jin û mêr demeke xwe li gel ol an partiyekê ve
derbas dikin û bi hinek rastî û binemayên mehnegirtinî ve
derdikevin ji bo bibin berdêleke bi sûd ji têgihiştina jiyanê
ve ji derveyî şirikên têgeha (ku tu ne ligel min bî tu li dijî
min î, an tu çeteyekî pilanbazî bi heman rewşê ve), bê guman
zanyar hewil dide ku her tiştî têbighe a xuya û a nepenî di
eynî demê de, berhinde sîstem tên e guhertin û aborî têne
roxandin bi sedema nakokiyên qezencî ve ne zêdetir, li gel wê
teror tê bikaranîn ta bibe
destikekê
ji bicîbecîkirina desthilatiya diravî re bi rêya cîgirbûna
desthilatê ve di cî xwe de û çalakirina rêxistinên wêna a
rewşenbîrî di hundirê bijardeyên afrênerî de ji nivîskarên
desthilatdar ve û hunermendên pêrew ên girêdana xwe pêşkêş
dikin beranberî berbijariyên demkî a ku desthilat dide wan, li gel
wê desthilat pêkhatiyên afirandinê têkdibe û hinirên dilsoz
talan dike ta bibe xwelî û tovên mezinayî û desthilatî li cem
rewşenbîrên desthilatê diafirîne, ên dev ji afiradinê berdabûn
û palnerên malgirtina diravî li cem xwe xurt kiribûn û li
peyketina bi dû tiştê ku desthilatê ji wan re çedike ji
sextebûnên xapînok a girêdayî bi navdarî û rehnîkirinan ve.
Çima
zanyar nişteciyê tenahiyê dibe bê ku derbasî hundirê tevgerê
bibe û bi erkên xwe di tekoşîndariya qalib û bedkariyên
ramandinê ê ji peywendiya desthilata serkotker bi civakê re
dibişkive?!
Ev
pirs xwe pesindan dike di çarçoveya lêgerîna me ji kêşeya
dirindîtiyê re a belavbûyî bin bandorê fişara dezgehên
ewlehiyê li ser civakê bi giştî ve.
Ew
tenahiya civakî têgehên têkçûyî derxistibû ,takekesan bi rêya
reftar û rewştên xwe ve ew wê vexwaribûn, de em bi gotinê
nivîskarê Kurdistanî Yehya Silo 1 ve mijol bibin di pirtûka xwe
de bi ser navê : zimanê çiyê R18 :
(Takekesê
ê ku pêkanînên xwe yên xweyî û afrênerî bikarneyne bi demê
re dibe tenê alavek pêkanînê, takekes tê perwerde û hînkirin
di van hel û mercên ku têde hestên wî yên mirovî vedikşin û
suriştî wîna kuntirol dike , bi awayekî ji awayan ve ew ji hest,
wijdan , hêza mêjî û ramandinê ve xizan dibe.)
Desthilata
milhûr kanîbûnên xweser li cem mirov asteng kiribû, şerê
zanyarên jin û mêr bi hemî rêyên nerm û sert ve kiribû,
şopandina takekesan û kar û barên wanî rojan e ji bo bîrkirina
wan bi rastiyeke reş ve ku ew di zîndanê de ne, zîndanekî mezin
navê wî welat e, welatekî takekesên wêna tiştê ku desthilat
weşandibû ji jiyaneke bê bawer ve dûbere dikin.
Dijminatiya
mêrên desthilatê bi ronakbîran re dîrokî ye û bi xwe cîgir e
, mîna rastiyeke aşkere , gumanî pê nabe, û pêşvexistina
dûrkarî û serkotkirinê ji karê wêna ye a ku afirandin û
sazkirinê celew dike, yek ji armancên wê ew serkotkirina dirindî
ye mîna sîstemeke jiyanî, li vir em dikarin tekoşînên zanyaran
têbighin ku ew berdêleke şaristanî û parastî û heyî ye li rex
sertiya terora dewletî û partîtî û çêkirina wan ji dû
desthilatan re mezintirîn û biçûktirîn bi hevdû re dixebitin li
hember xwestinên takekes ji pêşveçûnê re, berdewamkirina ji
kiryarê rêbaza serkêşî û berxwedaniyê ve pir caran sîstema
-----------
1-
Şêwekar, romanivîs û Karîketêrîstekî Kurd e
desthilata
biçûktirîn bi awayekî kirêt bersivên wê dabû ( Partiya
dijber) ji armancên girêdayî bi cûdakirina desthilatî û
xwestina bi berzbûna qezencî ya ezez ve li ser hesabê binema û
berjewendiyên gelerî .
Zanyarê
Ispanî helbestvan Lorka 1 ê di destpêkên şerê navxweyî de sala
1936 hatibû sêdarkirin, herwiha Bîkaso 2 ê dijwariya cengê berz
kiribû, tabloyên wî li ser berxwedaniya zanyaran ji desthilatiyên
milhûr re derbirîn kiribûn, di vir de Dêvid Heyûm dibêje:
(
Felek tenê cîgirbûn dide mafê fermandaran, bi rêya fêrkirina
hêdîka ji hizrên mirovan re ta wan bi çi desthilatê ve nêzik
bikin, piştî ku bihêle ew xuya bike mîna desthilateke dadmend û
hişmend.) lêbelê Dîyonîsûs 3 dibîne ku ( hêza siyasî li ser
bîreke têkçûyî hatibûye damezrandin, û jibîrkirin ew dermanê
bi hêz e ê ku rê dide şaristaniyan ku bi awayekî çalak ve
bixebitin.)
Ev
hemî me dihêle ku em bawer bibin ku vîna cemawerê bîrawer a ku
bi vînên takekesên afrêner û çalakvan ve girêdayî dihêlin
kovan bi demê re bêne jinavbirin û rê vedikin li pêş nifşên
ronakbîr taku hevgarî û felaket bi demê re
jinav
bibin, azadî tenê dirindeyeke desthilata serkotker ji henasên
girtî û cemawerên xwe yên hêrsdar ve derxistibû, berhinde
henasê hêrsdar azdiyeke dirindî di xwe de hîştibû taku
derbixîne û ji hinavên xwe agirên sor berde ,hemî tiştî
disotîne, li gel wê Hîgil 1 di pirtûka xwe de ( Finomînûlociyaya
giyanê) gotibû:
(
Nediyarbûna cûdabûnê bi hêza mirinê a wêranker ve girêdayî
ye an bi tiştê ku nav lê dibe terora mirinê ve.)
Desthilatiya
Esed a bav û Kur karîbûn herdû ev nimûne bi demê re biafirînin
, desthilatiya Baes a Sûrî mîna a Îraqî li ser mirovan siwar
dibûn bi cûdabûnên netew,alî û hatinrêzên wan û civakê parç
kirin û li hember hevdû ve bikaranîn, ew tiştê ku navê wî
welat kiribûn girtîgeheke mezin tirs têde cîteng bibû ta ku bi
dawî ve herdû welat bûn e gerava hingemeyeke bê dawî, di qonaxa
buhara xwînî de, ew dirindîtiya a ku desthilata comî lê miqate
dibû di hundirê girtîgehên xwe de di dîrokê de diyardeyeke ne
nû ye,
---------------
1-
Fîdrîko Garsiya Lorka: helbestvanekî Ispanî ye û nivîskarekî
şanogir e herwiha şîwekar û awazvanê Piyano ye, danerekî
awazjen bû di 05.06.1898 de hatibû dinê.
2-
Pablo Ruyz Bîkaso: 25.10.1881- 08.04.1973 şêwekar, nîgarvan û
hunermendekî Ispanî ye.
3-
Dîyonîsûs: Papayê Iskenderiya ye û betiryarkê Kerazeya Merqisî
ye 248-265.
1-
Hîgil: Cûrc Filîhilm Firîdriş Hîgil : 27.08.1770- 14.11.1831
feylesofekî Elmanî ye li Şitûdgart jidayik bû, yek ji
girîngtirîn feylesfon Elmanan e , yek ji girîngtirîn dameznerê
nimûneyîya Elmanî ye di felsefeyê de.
lêbelê
tête pêşvexistin bi demê re bi rêya afirandina şêweyên
azarkirinê ve ji bo çinîkirina bersivekê di çarçoveya perwazeke
rêbazbûyî de dikeve di wêzimkariya desthilatê de ji bo
rûbirûbûna berkepên wêna yên dijwar, berhinde berdana Islamiyan
ji zîndan û girtîgehan ve ( Zîndana Sêdnaya) 2 .
Ew
raperîna gelerî ji destpêkên wêna ve têkbiribû, bi rêya
slogana (xweda mezintir e) û rabûna komên serhildayî ji mizgeftan
ve di her Înê de , ev yeka ne rasthatinek bû lê pilanekî hatibû
amadekirin ji bo binaxkirina tevgerê û gunûkirina wê, mînakên
zorkariyê ji pirtûkên pîroz ve hatibûn e wergirtin, rodanên
girêdayî bi qonaxên çêbûna ol pesindan dikin ta bi rengekî
siyasî hatibûn e bicîkirin û rewşên ên hîştin cihê xwe di
jiyanê de bigrin , berhinde hişmendiya takekes bi alavên teqandinê
ve dagirtî ye di derbarê malbatî û hînkerî de, herwiha dan û
standina wê bi ên din re, tiştekî xuristî ye ku desthilatiya
siyasî vê yekê qezenc bike û sertiyê bikarbîne bi rêya xistina
wê di rêbaza perwerdeya hînbûnê de ,a şagirtin wêna radikin ji
dema çûna wan li dibistanan û tevlîbûna wan ji perwerde û
hînkirinê ve.
Ricîma
Baes xwe parastibû dema Islamiyan ji girtîgehên xwe derxisitibû
taku bi rêya wan şoreş bête têkbirin bi rêya jinavbirina xwedî
hişmendî ta kolan û nerîna giştî nexin tevgerê û sûd bi
awayekî ji awayan dîtibû ji rabûna Islama siyasî ve li Tirkî a
ku bi rengê xwe ve Islamiyan bikaranî ji bo armancên xwe
bidestxîne.
Li
Sûrî , Misr, Lîbiya û deverên din bi rêya bikaranîna komên
Islamî ve
mîna
destikekê ji serweriyê re herwiha Îran wisa kir bi rêya
artêşkirina komên Şêeî, herwiha dirindîtî bergekî Islamî
comî li xwe kiribû bi bandorên kîn û
diljêçûnê
ve têrbûyî ve , bi navê roxandina ricîmê ve gel hatibûn
roxandin û malên wan hatibûn e hilweşandin û serên xelkê
hatibû birrîn bin nav û bihaneyên gelek, ev yeka bi awayên
kuştina dîrokî ve hatibû xwarindin, ligel şêwazên nûjen ji
terorê ve, ev yeka dihêle serweriya yekalî li ser cîhanê
berdewam bibe, berhinde teror bi rewişt û yaseyê re nakok dibe,bi
azadî û demukratîbûnê re jî cûda dibe, gendelî biserdikeve
ji ber ku ew ji encamên parîparîkirina giyanî ye ji civakê re,
wisa xweda hatibû têkbirin bi navê belavkirina ayîndeya Islamî
bi hêzê ve, herwiha yase hatibû jinavbirin di bin navê
vexwendina roxandina ricîma siyasî de, şoreş naye kurtaskirin bi
bersiva kirdeyî ve beranberî kiryarên desthilatekî bi xwe ve lê
ew komek vîn û raman in hewil didin derbasî civaka serkotbûyî
bibin taku bibin e naverokekê ji guhertinê re ne tenê têkbirinên
desthilatî ne di navbera aliyekê hewil dide serweriyê bike ta ku
bibe desthilatdar , desthilatekê ne cûda ye ji a din ve.
--------------
1-
Zîndana Sêdnaya: zîndanekî leşgerî ye nêzî paytexta Sûrî
ye li Şamê, zîndan hatibû bikaranîn ji bo destbiserkirina
hezarên zîndaniyên siyasî, ji wan endamên komela Ixwan
Elmuslimîn û siyasiyên Islamiyên din.
Kurtaskirina
şoreşê bi guhertina bilindiya desthilatê bi hinek din ve ew
têkbirineke zorbed e ji rastiya civakî re û hewildaneke bilh e ji
cemkirina li ser xewinên xelkê ji dadmendiya civakî û guhertina
demukratîk re.
Ev
mirindina ji bo gîhiştina desthilatê bê guhertina naveroka wê,
gendeliya civakî hişt ku mezin bibe li ser hesabê bijardeya
bîrawer a ku li rêyekê ji guhertina naverokî re digere û dîtina
pirojeyên geşepêdanî dikarin rewşê biguherînin bi afirandina
rewşekî baştir , lê ew têkçûna li her derê belav bû û
paşveçûna aborî û wêrankirina naveroka binî bibû asteng li
pêş gîhandina aramncê.
7-
Dîtinekê li girtina siyasî
Aramancên
girtina siyasî ew ji bona celewkirina hişmendiyê ye taku nerame,
ev yeka wê ji desthilatiya comî re hebûnek dirêjdem di
fermandariyê de misoger bike, taku civak bibe du par alîgir û
dijber jêre, herdû êzing in desthilatiya gelemperatî xwe bi wan
germ dike dema pêwîstiyê, ji ber ku milhûrî civakeke mîna xwe
çêdike,ta ku li hember tofê beranber derkeve.
Bivveyên
herî zehmet ji aliyê jinavbirina wê dema ku milhûrî bibe
baweriyeke civakî, ji ber bi navê parastina welêt ji pîlanên
derveyî ve civakê alîgir ji desthilatê re li paş roparta
desthilata gelemperatî disekine li hember tofê dijber ê ku li bin
konê niştecîbûn û penaberiyê de dijî, ew parçekirin çi kedên
takekesî tune dike ji bo tekoşîndariya sîstema siyasî, berhinde
zorenga civakî di navbera tof û bijardeyan de ji bo berjewendî û
hebûna wan ji sedemên ne zindî ne ji girsbûna desthilatê û
berdewambûna wê ji dûrkariyê re û cenga wê li hember
demukratiyê, li gel wê em rêbaza siyasî têdighin ji ber ew xwe
mirineke ji malgirtina aboriyê û bişanhildana gendeliyê mîna
xwedawendekî dîrokî , bê guman milhûrî ji xwe re bihaneyan
dibîne taku bimîne wek xwe bin gelek nav û bîrdoziyên çirûsîn,
rewşa wê mîna rewşa darê şîn e ê bê ber ( Milhûriya
Birûlîtariya) 1.
Bê
guman ku Baes li pey xwe ve cewrik kedî kirin ku li gor wê
tevdigerin û li ser bumbekirina cemaweran bi rêya sloganan
dixebitin û li ser werîsê bêhtirî meymûnan dilîze, li gel wê
cotbûna sertî û stûxwarî hevcêwiya desthilata Baesî û civaka
pepûk e, ji ber zordariya şoreşgerî bi lez dibe zorkariyeke
desthilatî û dibe destikek wêrankirin ji civakê re, û
binpêkirina berketî û raberiyên takekes dema hewila jiyaneke
baştir dike, lê dema hinek xelk hene ji bo rêberê rêzdar dimrin
wateyê vê yekê hebûna terora dewletî mîna ricîmeke
serkotkirinê wek rastiyeke aşkere, ji ber vê yekê teror bi wan
kesên ên xwe ji serok re kirin qurban re girêdayî ye ,ên laşên
xwe kirin mertalekê ji bo parastina sîstema nêrîtî a petoyî.
Ev
ricîm armancên xwe yên hundirî pêkanî, ji afirandina civakeke
desthilatî li ser xwe parçe dike û derdê jevbûnê dikşîne bi
rêya ramanên ên nimûnebûneke dûrî jiyanê armanc dike, ji ber
ku xewinên yekbûna Erebî civakan hîştibûn ta demekê bawer
bibin ku Baes ew bîngeh e ji rabûna civaka Erebî re, mîna ku
hinekan bawer kiribû ku komînist rizgarîbûn e, an Nazî ew rêyeke
ji nijadekî zelal re û bi hêz ve , ji ber vê yekê avakirina
dînbûna komî binyadkirineke ji terorê re bi derbasbûna dîrokê
ve û hêzên milhûr zincîrên karbonî ne ji tek armancê xwe
dûrnaçin û ewa qutkirina takekes ji rewşa xwe ve taku bibe
mirovekî ji xwe dûrketî .
Sîstemên
milhûr di jihevxistina perwerdeyê de heta radeyekî mezin
biserketibû û tiştê ku em îro li Sûrî , Îraq û deverên
rojhilata navîn dibînin ji komên tundirew dijberên ricîmê û
hin din jêre alîgir û şerê wê ya dirindî li hember hevdû , em
baş têdighin kiryarên desthilatê ji wêrankirina pêvajoya
perwerdehî û bumbekirina wê ji kokên wê ve beranberî derketina
sertiya dijwar .
Zarok
hatibûn e xwedîkirin ta bibin şêrzadên Seddam Husên li Îraqê
û şêrzadên Esed li Sûrî herwiha şêrzadên ji şêrê Sunne
re Erdoxan, ew di rastiyê de qurban in ji hebûna sitemkariyê re û
hebûna serdestên bi mirov û mêjiyan ve, welat bi dû hevdû ve
hatin roxandin û sitmekarî kole û beniyan zêde kirin, bûn e
kargeh ji berhemdana wêraniyê re û şuştina mêjiyan û berdana
gendeliyê.
Saziyên
Islama siyasî çalak bûn ji berhemdana zaroktiyeke pepûk re bi
diljêçûn û hingemeyê ve kelepçekirî , mîna dirêjiyekê ji
saziyên netewî a Etetûrkî û Baesî re di gunokirina mêjiyan de
û wêrankirina raberiyên afrênerî bi rêya weşandina zorbazî ,
kedxwarî û stûxwariyê ve û encam ji vê yekê cengên navxweyî
bê rawestan û bazarên qezencî ji firotina çekan ve û terorek e
parzemînan derbas dike çi kes jê bi ewle nabe.
Zanyar
li deverên rojhilata navîn lêgerîn dikin ji bo pêşesazîkirina
şoreşa zanyarî a bi raman û şaristanî û reseniyê ve girêdayî,
pişta wan ji vê yekê re mihrivaniya gellan e û berketina wan ji
bîraweriyên takekesên wêna ên afrêner ve ên nayên pişaftin
an çewisandin, ji ber ku çendîn dem derbas bibe çendîn erkên li
ser milên xwediyên raberî zêdetir dibin, taku bibin xetîreyên
rizgariyê ji civakên xwe re li hember hêzên faşîzmê ên
dixebitin ji bo kuştina wê giyanê , li gel wê zorenga hêzên
zanîn û ronakbîriyê li hember hêzên nezanîkirin û diljêçûnê
di cenga Tirkî de li hember hewildanên rizgariya Kurdistanî berz
dibe, piştgiriya gellan wekî takekes bê ew desthilatî nîşanek e
li ser jîniya hişmendî û wijdana mirovî ye ji zarzariya wê re
ji bo pêşesazîkirina biryara civakî.
Piraniya
tevgerên şoreşgerî ên pişt re bûn e desthilatî, em wan
dibînin ku sloganên rakirina kedxwariyan li ser netewê radikin ji
bo rizgarkirina wê ji lepên mêtingeriyê ve, di eynî demê de ew
dikevin di xefkê
reweştên desteserkirina civakê de taku dirêjtirîn dem bimînin,
û bi qasî ku tê desthilatiya diravî û aborî pêkbînin, ji bo
bikeve di berjewendiya tofê fermandar de, berhinde dewletên netewî
ji bo pişaftina pêkhateyên nijadî di xwe de bisernakevin,
herwiha dirêj nakin, ji ber teqandina rehperestiyên xwecehî û
hevçûyînên ragehî û berjewendiyên kesên di fermandariyê de
nakok dibin û ew hevpeymana berjewendî belav dibe bi hebûna lobî
û dezgehên ku di nav hevdû de şer dikin, ji ber cûdabûna heyî
di karê wan de û parvekirina samanên welêt, ew rewş di hundirê
desthilatê de pêşî diteqe û bijardeyên civakê di vê pêvajoya
lêdanî de têne bikaranîn, ji bo tov şerê hevdû bikin bin gelek
navan, yek jê rabûna nirx û belavbûna gendeliyê û vexwendina ji
bo guhertina ricîmê ta roxandina wê, berhinde hemî têgehên
desthilatî ên milhûriyê dikin bîngehekî ji bo hebûna dewletê
bi vî awayî saz dikin û civakeke zorbaz ava dikin, û ew nikare
li hember wê zorbaziya rojan e
çi tevgerê bimeşîne.
Ev
yeka bervajî gotina zanistê lawiran Torlîf Şildirb a Nerwêcî ye
dema dibêje : ( Milhûrî ew binema bîngehîn e ji bo civîna
mirovî , lawirî, sebinzeyî û bêcanî ye , ew ramana bîngehîn e
ji cîhanê re.)
Şoreş
mîna pesindaneke zordar wateya wê cengeke navxweyî ye bi awayekî
ji awayan ve, cenga xwediyên vînên nû li hember xwediyên vînên
heyî, vîna civakî li gor vê yekê vînek e pêrewî ye li gor
xêzên artêşkirina tofî,netewî û ragehî tevdigere, xweradestî
fişarên derveyî dike û kar û barên wê a ku hewila guhertina
ricîman dike an ji bo fişara aborî li ser wêna, di vir de
cemaweran dibin e êzing ji guhertinên dewletan re û ji wan
destwerdanên derveyî re li ser wêna ji bo guhertina wê bi demê
re an roxandina wêna bi rêya bijarên xwepêşandinên aştyane ve
û piştî wê cenga navxweyî tê, bi vî rengî rojhilata navîn
binav dike di çirava windabûnê de, ji Îraqê ta Yemenê , Sûrî
û Libnanê û bi dawî ve Îran û Tirkî , gel di xwîna xwe de
digevize, û dirinde bumbebaranê dikin , dikujin û wêran dikin ji
bo armancên xwe di heyînê de misoger bikin, nakokiya berjewendiyên
navdewletî bîngehekî ji awanteyê re diafirînin, dibin carne paş
rabûna ricîman li ser hesabê ketina ricîmên din, ew berjewendî
şerpîna xwînê û dijwariya wêraniyê jêre nabin xem, lê ew
diridî gurtir dikin li gorî geregiya xwe bi dewletê ve, ji ber ku
wêraniya wê a aborî dihêle jihevbikeve û bi demê re parçe
bibe, hebûna
pirsgirêka Kurdî bê çareserî rê bêhtir vedike ji
tevderbasbûnên berjewendiyan û dûbare amadekirina navçeyê li
gor xwestekên dewletên mezin ji bo desteserkirina li ser hatinan.
Mebesta
me bi rabûna gelerî a desteberkirî ve ewê hatibû çêkirin li
gorî hevpeymana Saykis Bîko li ser kavilên desthilata Osmanî, ji
ber ji van welatan re çi sabarên rastîn nebûn ji dema ku ew erd
desthilatên diravbûyîyan di navbera xwe de dabeş kiribûn li Şamê
û Misrê herwiha Mexol li Îraqa niha de, lê Kurdistan di navbera
Osmanî û Sefewiyan de hatibû parçekirin, ew parçekirin civakeke
xurist û lihevhatî durist ne kiribû, lê ew ricîmên fermandar ji
wan deveran re kêşeyên civakî afirindibûn herwiha kêşeyên
ragehî , mîna şerên navxweyî li Lubnanê û lêdanên leşgerî
li Sûrî, Tirkî , Îraq û Îranê, serdestbûna partiya Baes li
ser desthilatê li herdû welatan Sûrî û Îraqê û şerê
desthilata Esed bi Biraderên Misliman re û herwiha dagirkirina Esed
ji Libnanê re û dagirkirina Seddam Husên ji Kiwêtê re û
mijolbûna wê bi şerê bi Îranê re ,alozî di van deveran de qet
nesekinî, ji ber ku sabarên rojhilata navîn mîna hevdû ne
herwiha ricîm û hişmendiya gellên wê û hîn mane mîna
parêzgeheke navnetewî.
Metirisya
bîrdoziya netewî xwedî rengê nijadî a bêgur bi bergê
ragehîbûnê ve diyar dibe, ew sabara destkarîbûyî kir mîna
mayîneke mezin hindik maye biteqe di kîjan kêlîkê de bi sedema
kiryarê derveyî an fişarê aborî ve , ji ber milyonên xelkê bê
kar in û li ser xêza xizaniyê de dijîn, bêkarî şaxdayî dibe û
berdewam girstir dibe, li rex ku gendelî bi herdû simên xwe ve
hemî saziyên ewlehî digere herwiha a karguzarî jî.
Ev
yeka hemî di çarçoveya wê sabara hejiyayî, rewşeke xirab e bi
dijwarî li hemî meydan û derbarên jiyanê, wisa bi derketina
lawazî û binkeftinê, bi nediyarbûna têgeha yekîtiyê û têkçûna
wê ji berjewendiya berzbûna komên tariyê ê sûdgir ji têkçûna
giyanî û civakî ve.
Ola
siyasî ew cûreyeke ji cûreyên terora rasterast ê tê naskirin bi
sertiya xwe yê ku pala xwe dide li ser deqên ku mirovan dehf dide
ji sertiyê re, jinê mîna destikekê ji kêf û lîskê re dibîne,
hizran vedigerîna li qamçîbazîkirin û birrîna dest û xwestina
bacê bi zorê an bê wê şer e, ma gelo di vir de çi felsefe di ol
de heye û çi wate jêre heye ji derveyî terorkirin û beherandinê
ve?! ,wekî ku Enton Seade 1 di pirtûka xwe de çêbûna netewan de
guman dike: R 69 ( Ol ji aliyê hişmendî ve cûreyekî ji cûreyên
felsefeyê ye di şîrovekirina diyardeyên gerdûnê û encamkirina
dawiya wê û çarenivîsa henasa mirovî.)
bîrdoziyên
netewî hewildabûn çîrok û efsanên dîrokî bibêjin ên ku
biserketina nijadî aşkere dibin, ji bo bibin çekekî dirêjkirî
li hember netewê cîran, dîrokê bikaranîbûn mîna alaveke
gurbûyî û helankirî ji bo şer û tevlîheviyê ligel netewên
din, wisa dikarîbûn bi hêsanî ve desthilatiyê bi dest xwe xin,
bi rêya qestkirina xewinên cemaweran û gurkirina agirên balabûn
û biserketina netewî ve, ji ber vê yekê ricîmên netewî bibûn
çekekî dirêjkirî li ser ew gellên ên xwe bala dibînin bi xwe
jî, bibûn bihaneyekî ji van sîsteman re ku bimînin bi hebûna
desthilat û milhûriya wê, herwiha bicîkirina ragehiyê li paş
bergê netewbûn û şerê mêtingeriyê, Impiryalizmê û Cihotiya
navnetewî , û tiştên mîna van gotinan ji sloganên ku kolana
Erebî bi rêya wan hatibû xapandin û ew hîştibû mîna koran
biçe berve koçka gurandin û binkeftiya moralî, li gel wê di
hundirê wê erdnîgariya şaxdayî kêşeyên gelek mezin bûn, di
nav xwe de pir pêkhateyên zimanî nijadî helandibûn di nav tek
zimanî de, jibilî paşketina wê roparta a bi Islama Siyasî ve
hatibû deqdan, ji ber vê teqadina gelerî nêzik dibe û
girtinheviya qezencî dibe pêdiviyekê û têkdana rewanî û
jihevketina civakî dibe rewşeke misoger, bi derketina cengên
navxweyî şaxdayî li deverekê bi xwe de çêdibe ta bighe
deverên din û ferehtir bibe
.
-----------------
1-Enton
Seade: 01.03.1904- 08.06.1949 , dameznerê partiya Sûrî netewî
civakî.
Dûmahî
Zanyar
tekoşînê dikin ji bo nirxên rewiştî bi derbasbûna dîrokê ve
biparêzin bi rêya pêgirtina wan bi erka mirovî ve tevî kelemên
gelek ên li pêşiya wan derdikevin.
Û bi
vegera me ji pirtûka (Terora pîroz a Tîrî Êgiltûn) 1 em dikarin
rexên diyardeya pîrozbûnê û kokên wê yên dîrokî bêhtir
bişopînin, tayhevbûyiya babetî li pêş vê yekê ew berzbûna
mirovê zanyar e bi hestekî bilind ji berpirsyarî û rûbirûbûnê
ve li hember hewildanên kesên xwe kirin e xwedawend ji bo
binpêkirina nîşanên şaristaniya mirovî .
Bi rêya
vexwendinê ji damezrandina civaka zanînê re ê ku rê vedike li
pêş derdana hebûna aram, serkeftina zanyar Nêlsun Mandêla di
jiyan , xebat û helwestên xwe yên zelal de û pabendîbûna bi
nirxên zanînê û netivîkirina zordarî û nijadperestiyê mînakek
baş e li ser bezbûna zanebûyînê, ji ber ew helwest bingehên
rabûnê binyad dikin pêşî ji yekbûna çarenivîsan û bawerî bi
aştiya cîhanî ve, bi palpiştîbûna li ser kurteencama
serpêhatiyên mirovî yên li dora wê destûr û yaseyên rewiştî
û yasegeriyên civakî civiyabûn, ji bo rêgirtina li pêş
têkbirinê û gîhiştina jiyana balatir a stûna wê têgihiştin,
bîrawerî û baweriyê ye.
Li gel
wê ku tevgera rewşê ji pevxurîna mirov bi alavên hebûna xwe ve
dertê û civandina wî bi kesên din re yên bi wî re pêdivî,nirx
û hestên bilind parve dikin, pêdivîbûn bi hebûna nirx û
mînakên rewiştî taku bibin rêgir û mertalekî li pêş
hewildanên dirindîbûna mirovahiyê, berhinde em gelek mirov
dibînin bi derbasbûna dîroka kevin ve li ser dû beşan ve têne
dabeşkirin: zanyarên xwedî hişmendî û hostetî ên kedê didin
ji bo wêzimkariya jiyan û mirovan li pêş ezezan ên li dor
gendelî, bedkarî, hingeme û malgirtinê bi hemî dûrî û
destikên wê yên bed ve civiyan, lê zorengekî berdewam û qayim
di navbera herdû tofan de heye , ew zorenga heyî li ser westandina
berdewam.
Felsefa
Evîn hebûn e û hebûn zanîn e encameke dibişkive ji rastiya
nirxên xuristî ve mîna vexwendineke ji mirovê nû re taku ji çi
tiştê ku peywendiya wî bi a din û cîhanê ve têkdibe rizgar
bibe ji bo pêkanîna xweşiya hertimî .
--------
1-
Tîrî Êgiltûn: rexnegirekî Birîtanî ye,di 22.02.1943 de jidayik
bûye.
2-Nêlsûn
Mandêla: 18.07.1918- 05.12.2013 siyasetmedarekî li hember sîstema
nijadperestiyê li başûrê Efrîqiyayê rawestiya, di sala
1994-1999 de dibû serokê başûrê Efrîqiyayê.
3-
Can Cak Roso : li Cinêfê, 28.06.1712 jidayikbû û di 02.07.1778
koça xwe kiribû, nivîskar û feylesofekî ferensî ye.
Ramanyarê
zanyar Can Cak Roso pêşenga nimûnebûnê bû û pirtûka wî
(Hevpeymana civakî) dibû Incîlekî ji şoreşa Ferensî re , ew
piştrast kir ku çi şoreşekî radibe bêhtir berz dibe dema
naveroka xwe ji nirxên sirûştî digre, ji ber ku çûna çi
tevgerekî rabûnyî lêvegera xwe yê bingehîn nirx in.
nimûnebûn
nakeve, pêdiviya xwe bi sêwirekî ve heye ji bo avakirina kirdeyekî
an sazîkirina xêzên raman û nerînan û ji ber ku mirov bi mirin,
rewrewk û tirsê ve bindest e, nimûneyîbûna giyanî bibû
berdêlekî suriştî ji têkçûn û êşê re.