Zemawenda  Ronahî
Rêber Hebûn
Namînin dîmenên efsanî
di peyamên deman
her diçin pêxwas
ser bilaşê riyan
dewestin mîna hêsirên me
ber qiraxê bîriyê
direvin ser tîrên awiran
mîna tirs ser eniyê leşgerekî bîzdonek
di nav şevên buharê tenê sîngên sipî û zîz û germ
naperêzin me ji metirsiyên ramanên reş
paşeroj xwdakî serwer û xewsere
gevên me di bin siha wî de
 dişopînê tirsdaryê 
 ber bi mirinê  bê deng diçin
dîmînin hêviyên tengezar
diçînin tovên qirînan ser dîwarên hawar
û çîroskên hêsran beranberî sitêrkan 
dibin ker û lal
konên xwe vegirtin di zemînê hizran
ev raman çi gewre ye 
dema azad dibe ji qirêjin virnasan
û dirajê gerdonên xeman bi destekî
welatê bê şev û roj 
dijî bi gelê xwe ji derve xêzên demê 
xwe dixemilînê bi pepokî 
bi cilk û bergên xizaniyê 
nezaniyê 
û nifşên xwe dişo bi avên tilîliyê
û xwerin didê wan 
 bi sirûdên bijî serokatiyê 
û yek xwda û yek al
û yek nexweşî di siriyê
zanyarên wê xwe dixemilînin bi hêrsên bîrnasan
dorî gengeşiyên winda
û hêviyên sîdarkirî
welatê rojê xwe tazî dikê ber darbestên evîndaran
temaşe dikê bi kel û girî
kuştinê perweran 
çi êş ji nûve peykerên xwe di deverên biyan 
bi cih dikê
awirên narvînê disojê min 
qeyrana evînê dikê zengilê  dêra  di ber guhê min
di şopînê peyvên tev birî, 
ew xema yekbar 
,di hinvê awaz de dişewitê
rebenan dixînê girtîgeha ramana
leşgerên kundîtiyê rêxistin dikê
ew xema desthladar 
rojhilat şil dikê bi dilopên tengezar
firyad dikê bangewaziyên  pepokan 
di meyxanê  riyan
xew xwe berneda çavê yê hemo tişta  dibînê
ezber dikê  şîretên tarîbûnê
dihêrê  destara ramanê dîl
di warên mirnê
şêwe dikê  çavên zanyar
gazindin salan
neqşên gulên çilmisî di ber pencerên hêvî
vejîn dikê zemawendê tîrêjê
di pêlên ronahî
Nivîskar, helbestvan û rexnegir, çîroknivîs, romannivîs û ramanyar e ji rojavayê Kurdistanê ye, rojbûn 02.11.1987 كاتب, شاعر، ناقد، قاص، روائي، ومفكر من غربي كوردستان- سوريا
السبت، 21 أكتوبر 2017
Zemawenda Ronahî,Rêber Hebûn
الاشتراك في:
تعليقات الرسالة (Atom)
نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة- ريبر هبون
نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة *ريبر هبون تلك المؤسسات التي تكرر طقوس السلطة الحزبية ذاتها إنما تحاول أن تقول للكاتب المبدع أ...
- 
غربي كوردستان أولاً *ريبر هبون غربي كوردستان كانت وظلت ساحة استقطاب لكافة القوى الكوردية في الشمال والجنوب وغرفة عملي...
 - 
صدر عن دار تجمع المعرفيين الأحرار وبمساهمة مجموعة من مؤلفات ومؤلفين كتاب جديد بعنوان حوارات مع ريبر هبون reber.hebun@gma...
 - 
حرية الفكر المعرفي بمواجهة التجهيل الممنهج * ريبر هبون ليس الغوص في الحلم وحده، الهاجس العام للكتابة ، ولا يذهب التخييل لأبعد م...
 
 
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق