Got û bêjek di navbera dewlemend û xizanekî
- Xizan : bêzar bûm , ji ber ku ji dema ez bûm , min bêhêvî û pêdivî jiyan kir, bi jiyanê qayîl bûm , min berdewam kir, kar kir û li ser bendemana hêviyê jiyam, bi rêya çend parîkên nû hema birçîbûnê digre, li ser regeza ê qayîl dibe wê bijî , min ji ava bîrê tenahiyê vexwar, toza tengezarî û mişextiyê min kişand, di her kêliyê de, min lîsteya yaseyan dîqet dikir, ta ez ji derbaskirinê wê şiyar bibim.
- Dewlemend : min berê xwe dabû tiştê nû , gijkirî û ciwan, ez di hundir û derveyê xwe de pir têr im, meraqên min şaxdayî ne, mîna binxaniyên bajarên kevin, zêmarên awazê , bi min xweş nayên, xemên min mîna pereyên min in, ahînên min bilindin, mîna eywanên min, li aramî û rehetiyê digerim, lê belê ez ji nişkeve bi dawî xwe dibînim, ku zû kal dibim.
- Xizan : ez bi dilxwazînin yên nayên dîtin hest dibim, bi xewinên yên şerî metirsiyê dikin serbilind dibim, bi dirêjî jiyana xwe , ez li pey aramiyê diketim, li pey malekî, tirûmbêlekî, cihê nanekî, lê belê bê rawestan dimeşiyam , ta roja dawiyê ji jiyana min , û li ser pirekî navketî de diçûm, min li kolanek ne têxistî dibe, ji sedema leşgerbend û pevçûnan, ceng hat ta min bi malbatê re çeke ji derve, berve heldêra siberojek ne diyar .
- Dewlemend : min li ser tiştên geş jiyan kir, û min parçeyek herî giring ji xwe jibîr kir, ew parçeya bi qîmbûnê ve girêdayî ye, ew ma tarî û reş û ne çandî di jiyana min de , min bi sertirîn cureyên birçîbûna rastî hestiyar dikir, baranên ji êşa metitsîdar ji nişkê ve bi ser ramanê min dibariyan, û ji bilî wan , dîwarên min nedîtin, ew sexteyan ji min kûrahiya jiyanê û hêsaniya wê veşartibûn.
Ciwantirîn tişt dema ez di erzêla te de bijîm, dûrî şevpestên koşka xwe ya zorbaz.
Jiyana te xweş e , û tu xewin dikî ku tu wek min bî û ez jî xewin dikim ez wek te bim, û bi hev re em xewin dikim ku li cihên ku tê de birçîbûn an têrbûn nebe , ji ber herdû bi ser me de tund in, ez ew parçeyê rikeber im ji hêza te ey belengaz û tu ew beşê hêzdar û kiryar di nav de, em herdû valahiya a ku di jiyanê de derbas dibe parve dikin.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق