الخميس، 2 أكتوبر 2025

heta şevbêrkeke din- Rêber Hebûn

"Heta 
"şevbêrkeke din

Rêber Hebûn*

Tu niha nemirî
 ev navdarî hezkiriyên te û helbestê avêtibûn li rex navê te
Û tu jî derbasî warên mirinê dibî
Ji me re helbesteke bê deng û pozbilind bixwîne 
Derfet ji te re vekiriye 
Ne  tenê 5 xulek 
Ne 10 xulek 
Ne jî demjmêrek 
Dema sermedî  para te ye 
De bixwîne 
Ji mirinê re bibêje 
Çendîn tu pepûkî 
Kirêtî 
Xwîntalî
Ji me re 
Ji miriyên sax re
Ji saxên mirî re 
Helbesteke bê deng 
Pozbilind 
Bê dawî 
Bixwîne 
Vedengê bisotîne 
"Mizgîna Leheng
"Mizgîna çeleng 
Derfet ji te re 
Ji îro û pêve vekiriye 
Hest û rondik 
Helbest û gotinên me 
Li te guhdar in
Stuxwar in
Ma gelo ew der çawaye 
Ji jiyanê aram tir e 
Çend firişte rastî te hatin 
Ma qala lêpirsîna xwedayî ji te re kirin 
Bibêje ji wan re eger gotin  
Ayîndeya te çiye
 :Bibêje
 Kurdistan e
Guneha min jî nîne
Ji derveyî ku ez 
Bindest im
Xewina min jî welatek serbixwe û azad e 
Nan û ava min helbest e 
Ji bo zanyariyên zêdetir
Li berhemên min vegerin 
 bihêlin ez 
Helbesta xwe berdewam bixwînim 
Ji we re ew Laş
Û ji min re Helbest
 para min e sermedî 
De hew dengê min bibirin 
Ji derveyî mirinê jiyan e
Û giyana helbestê welatê min e hemdemî  ye
Emê bêriya dengê te bikin 
Hebûna te di nav me de 
Hemî helbest tu yî 
Şewat û pêtên wê yî 
Eger mirin jiyanek din be 
Bi hêvî me tu li wir şad bî
Binefş, gul û newrozên welêt ji te veneqetin
Her çar demsalên mirinê ger dîlan girtin têkeve sergovenda wan
Û ji me re peyvgehên helbestan saz bike 
Taku em li gel te 
Helbestan li wir bibêjin 
Û mirinê ji qalika wê ya tarî 
derxînin

02.10.2025

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة- ريبر هبون

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة *ريبر هبون تلك المؤسسات التي تكرر طقوس السلطة الحزبية ذاتها إنما تحاول أن تقول للكاتب المبدع أ...