الأربعاء، 30 أبريل 2014

Evînek virmor

(evînek virmor)
evîna te hêrseke bê lehiye
dikeva qûnaxa bîr
di şopîne hizr
dest dirêje
mest û gêje
di nirxînê azar di bişkûvên gûla
ber dîwaran
di nav daran
evîna te di noşînê hêvî
li ber sermê dil
siqma vîn
tariya birîn
evîna te dispêrê kul
di xê destê min
bi riya namakê ji te
*******
evîn darim
birîn darim
bê dîwarim
bê zinarim
bê kenim
bê hêsrim
ez tablûya payizê
di nivîsim jiyanek wêran
her bû xemgîn
serwerek ser evînek ne diyar
ber kenara gewdeha te
ez tîme
mirîme
her gav şîertên mirinê di dorbûne dibîsim
şiyo dikim gêjbûnê
ser riyan
di firînim çokên buharê
bin pencera rojçûyê
qehwa te ya sar
venaxwm
bêhna te ya virmor
hest nakim
gavên te ya revok
amar nakim
evînek nû
carek din
dûbare nakim
:::::::
Rêber hebûn


ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

إضاءة نقدية حول رواية الزلزال للكاتب ريبر هبون بقلم الناقد الكوردي إبراهيم اليوسف

إضاءة نقدية حول رواية الزلزال للكاتب ريبر هبون   بقلم الناقد الكوردي إبراهيم اليوسف صدر الزلزال عن دار لوتس للطباعة والنشر وا...