الخميس، 13 يوليو 2017


Gotinek bo bîranîne Helbestvanê nemir Ferhad Içmo
 
 
Rêber Hebûn
 

Di dîrokê me de, gelek ronakbîr hizrên xwe kirin çira ,bo zanyariyê û evîna xak û maf , ji wan helbestvanê nemir Ferhad içmo , û wekî her car , em nirxê saxa nagrin, û haj ji wan nabin , lê dema dimrin , em wan tînin ziman , û ev jî pirsekê bi xwe re tîne , gelo çima têkiliyên me tenê bi miryara ye?!, û bi vî rengê em kêlek ji birînê xwe vedikin, ku bidin nasîn heta kîjan astî em wekî wêjevan û bîrnas ,dikarin têkiliyên xwe bi çand û kultorê xwe re , binyad bikin ,Digel hev , û ev jî omîda ferhad bû û çi kesên yên bi awayî wî barkirin bêdeng , ji cîhaneke qirecir…

di baweriya min de, ku helbestvanê resen zengilê jiyanê ye , di her serdemê de, ne daholê partî û desthilatdara ye , an rebenê kesayeta ye , ev tişt di hizr û giyanê ferhad içmo de hat xwya kirin, wekê min di berhemên wî ya helbestî dixwend , lewre xebatên wî ya wejeyî ,ket di rojeva pirs û lêgerînê , û bi vî awayî karibû di tora xwe de, nûnertiya perwer û dildarên kurdistanê bike, li vir jî dibêje:

Heger jiyan bibe derya

evîna te bi min pêle

heger viyan bibe tembûr

evîna te li ser têle

heger bihar bin ax bibe

evîna te xaç û kêle

 

lê cudabûnek di Ferhad Içmû de heye ,di derbarê nêzikbûna wî ji mijarên rexnî de, di şêweya helbestê de, wekî min dît di helbesta ya bi navê, -bersiv- dema dibêje:

Rexnevanî ka çiye?

Were ji bo min bêje

bihayê gotarekê

ma bi peyvên qirêje

bi dîtina diriste.

Neb zimanê dirêje.

 

Û bandoreke wî taybetmend hebû di warê mijarên netewî de, ji ber bi awayekî niyaz û tenik welat şêwe dikir dorê reftarên klasîkî û gotarbêjî, wekî hatibû xwyan di helbesta ya bi navê – kurdistan- :
ji nav baxên te

di bin berfê de

ji bo rojeke nû

hêlîn sar hiştin

çend hezar care

tu bûye bûka qîr û Hawar.

 

Û bi dûmahîkê de em dibêjin , şopê afrênerên zanyar û ronakbîr ti cara em bernadin , ji ber helbestên zanyar Ferhad içmo bi dawî nebûne , û her ji me tê xwastin kerwanê helbestê berdewam bikin bo maf û bedewbûn û azadî.

 

Rêber Hebûn 13-7-2017

 

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

دراسة مقارنة بين ديواني الشاعر رشيد عباس- ريبر هبون

دراسة مقارنة بين ديواني الشاعر رشيد عبّاس "أثقلت بالهواجس أغنيتي" "على ساحل القلب" الديوانان طبعا في ذات الع...