Ez Efrîn im
Rêber Hebûn*
Di
xwîna min e hinî germ de
te
bi tundî vedişêrim..
Berî mirineke bêbext ..
Berî mirineke bêbext ..
ez
ê bighêm te ..
bo
ligel te jiyanek bi romet parve bikim
An ji bilî wê ez ê mirina xemilî bi te pêşwaz bikim.
Mirin û jiyan herdû twî..
Kurdistana bi çûkî
Efrîniya min..
Ez ê berî kêliya mirinê xwe ..ji te re bêjim ..
Çendî ji te hez dikim
Çendî xwîna min ji ava kaniyên te hez dikirin .
Ser pelên zeytûnê hêsrên min in
Lê sar nabin
Eger bo te ez mirim .
Siyamendê te ya nûjenim
Xeca min ..
Ne em mirin
û ne jî sêwîbûn
Ne ew çûn
Û ne ew êş bar dikir ..
Em lawên kovanê ne ..
Zarokên nalînê ne ..
Evîndarê hêviyê ne ..
Û hêvî li kurdistanê çarmîx kiriye..
Hêsrên te qetrana min e
Û ez êzing û darên rûtim
Em besî newrozan in
Agirin
Şewatin ..
Êtonin ..
Bi te re min xwe dît evîndarekî mîdî
Eywana min li keleha semanê ye
Birca min e belek di çavên te de ne..
Nivîna min tixûbên laşê te ye ..
Lê çi bêjim
Eger dijminê evînê
Buhişt ji dest me birin
Berî bimrim ji te re laşê min
Li xwe bigre ..
An ji bilî wê ez ê mirina xemilî bi te pêşwaz bikim.
Mirin û jiyan herdû twî..
Kurdistana bi çûkî
Efrîniya min..
Ez ê berî kêliya mirinê xwe ..ji te re bêjim ..
Çendî ji te hez dikim
Çendî xwîna min ji ava kaniyên te hez dikirin .
Ser pelên zeytûnê hêsrên min in
Lê sar nabin
Eger bo te ez mirim .
Siyamendê te ya nûjenim
Xeca min ..
Ne em mirin
û ne jî sêwîbûn
Ne ew çûn
Û ne ew êş bar dikir ..
Em lawên kovanê ne ..
Zarokên nalînê ne ..
Evîndarê hêviyê ne ..
Û hêvî li kurdistanê çarmîx kiriye..
Hêsrên te qetrana min e
Û ez êzing û darên rûtim
Em besî newrozan in
Agirin
Şewatin ..
Êtonin ..
Bi te re min xwe dît evîndarekî mîdî
Eywana min li keleha semanê ye
Birca min e belek di çavên te de ne..
Nivîna min tixûbên laşê te ye ..
Lê çi bêjim
Eger dijminê evînê
Buhişt ji dest me birin
Berî bimrim ji te re laşê min
Li xwe bigre ..
keyf
û şahiya min
Qet negrî bo min
Ez efrîn im
Û tenê bi bejna te têm
Şehîdekî zindî me
Mîrava min .
Ez nemîn im eger hêsrê te bo min te hîştin dîl ..
eger serê te ma tewandî ji diz û newêrekan re..
Tenê dijîm
Dema tu tola evîna min li bilindî çiyayan deynî
Qet negrî bo min
Ez efrîn im
Û tenê bi bejna te têm
Şehîdekî zindî me
Mîrava min .
Ez nemîn im eger hêsrê te bo min te hîştin dîl ..
eger serê te ma tewandî ji diz û newêrekan re..
Tenê dijîm
Dema tu tola evîna min li bilindî çiyayan deynî
û
dilê xwe ser dilê min dî ..
Û bi şehnazî serî hildî..
Ez ne dûr im
Dûr ne be ..
Berê laşek bûm
Niha jî ez ax im
Zeytûn im
Yarê ez Efrîn im
Û bi şehnazî serî hildî..
Ez ne dûr im
Dûr ne be ..
Berê laşek bûm
Niha jî ez ax im
Zeytûn im
Yarê ez Efrîn im
dilbirîn
im.

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق