الأحد، 10 مارس 2019


Gotinek bo sîsaliya koçkirina hunermendê kurdistanî – Mhemed şêxo -






Di reng û dengê stranê wî de, gelê kurdistanê bi dîrok û bûyerên wê yên tev êş hembêz kir , hunermendê kurdistanî Mhemed şêxo hat nasîn , di dema ku qirkirina çandî û nijadî bi girsî ser kurdistanê di her çar parçeyên wê yên dagîrkirî berdewam dibû, wisa deng û peyvên stranên wê yên hilbijartî karibûn bandorekî ser teva gelê kurdistanê bikin , tiştê ku heta niha siyasetmedar û rêxistinên me yên seqet nikarî bikrane , hunera kurdî vê yekê bi destxist, di warê pêkanîna hevgirtina giyanî a gelê kurdistanê , tekes kirina êş û azarên gel bi rêya huner û awazê , -bavê Felek - bû diyardenasînekî ji gelê xwe re ,û xebata wê ya demdirêj de, bo destxistina azadî û serfirazî û jiyana bi romet .



-Mehemed şêxo - wisa dikarîbû , bi awayê awaz û dengê xwe yê niyaz û tenik, hestê milyonên azadîxwaz û perweran bihejîne , ser hêvî û azadî û xebata bê hampa , heta roja serkeftinê , roja ku ala kurdistanê ,bilind bi sirûda netewî were hildan .

Îro em dikarin bêjin ku rola- bavê Felek sereke û balkêş bû,ji bilind kirina hunera kurdî û parastina wê ji cûreyên windabûn û pişaftinê , heta astekî xurt vê yekê hat pêkanînin , wisa ne tenê di xeleka qamişlo de an rojavayê kurdistanê de , lê belê di tevahiyê kurdistanê de ,ew bû yek ji wan stonên qalind ji hunera kurdî ,beranberî tirs û işkencekirin û tune kirina kultura kurdistanê yê dewlemend û kevnar .



Ji me tê xwestin , wekî wefedarî û ixtubarî ji kesayetekî bi nirx weke Mhemd şêxo, em bi ked û lebata xwe piştgirî û xwedîderketin ser hunermendên xwe bikin, wek sazî ,partî, rêveberî û hukûmet , mîna bangekî û xwestekekî , bi pêşxistin û çalakirina hunera kurdî û piştgiriya hunermendên kurdistanê , ji ber ku ev xebata dimîna hîmaneke sereke , ji çi xebatê ku bê kirin , di demê nêzik û dûr de , bo tevgerekeke hunerî û zanistî û rewşenbirî ligel yê siyasî û cîvakî ku bikeve warê pêkanînê û herwiha karibe nirxên zanyarên kurdistanê bi derbasbûnê deman ezber bike.



bi dûmahîkê de , emê herwiha bêjin , Mhemde şêxo: nemiriyê bo xwe hilbijart û nameyên xwe gîhişt hiş û giyanê me , û li ser xebata wî ya bi şop û leke , pêdiviye ku em soza berdewamiyê tekes bikin , siyasetmedar di warê karê xwe de, nivîskar di nivîsê xwe de , û şervan li sengerê bergiriyê de , bo azadiya kurd û kurdistanê .

ji me wek rewşenbîr û hunermend tê xwestin çêkirina piran navberê me wek gelê kurd û xelkê cîhanê bi rêya hûner û wêjeyê , berve hunereke kurdî têkeve di lîsteya hunera cîhanî de , bi vê rêyê de wê nameyên Mhemed şêxo bi aramî bigheje û binyad bibe.





Rêber Hebûn . 08.03.2019 , Elmanya - Dûsseldorf


ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...