Rêber Hebûn*
jîndar
pêşî her tiştî hebûn hizr dike, û mirov xwe bi rêya hebûnê
nas dike,ji ber ku ew zemîna ku te de civak çêdibe, û jê pîvan
û nirxê xwe distîne, ji wê girêdana yekem ê mirov bi hebûnê
girêdede berî tiştan biçesbîne, û ew jî hizrkirina evînê bi
çêbûna hest, ji ber ku hestê mirov bi derdûrê ji hizrkirina
gewdeyî , fahmkirina wî ji xwe re
û baweriya wî bi jiyanê destpêdike.
Bawerî
encameke xwzayî ye çêdibe li ser rolên ê kesê heyî dinav de
derbas dibe, ta ku ji rastiya nirxên ên ji evînê hatine piştrast
bibe,ji ber evîn nûretiya hebûna lihevhatî û çeleng dike,û ji
derecemên têkdanê bi wê zanîn encam bû, û heyîna evînê
binyad bû ,bi rêya zorengê, ji bo serkeftina nirxên xwezayî ,
sîstem û zagonên yên gerentiyê dane heyîna komên mirovî û
meşiqkirina reftarê wan
, ji bo çesipandina zanînê bikarînîna alavên heyî ,ên zanyar
afirandin, piştî naskirina êgir û bikaranîna kevir û avakirina
malan û çandiniyê, ta derbasbûn bi afirandina kehrebê û
telefonê ta şoreşa kompîyoterê û intirnêtê, wisa têkiliya
mirov bi xwe hat xuya kirin, û pêşve çû
û bi rêya ê beranber û cîhanê bi giştî.
Mirov
girêdana xwe bi hebûn a zanînê winda kir, bi encamê zepkirina
xerîzeyên desthiladariyê û semyanê , û xwedawendiyê takes û
hilgirtinê û nezaniyê û destgirtinê li ser defîneyê û
dijminatiyê, wisa ji kiyanê zanînê hat dûrkirin, ji ber ewa
nameya saxlem e û berz e di evînê de û jiyankirina wê, û car
caran pêguhêrand bi têgehên nû çêbûne , dijminatiyê bi
zikmakiya paqij dikin ê mirovê lê vedigere û ew a evîn e.
ev
girêdana winda kir ,pişt re
têgehên zorengê ji bo zorengê destpêbûn ,cihê belavkirina
nirxên evînê bi rêya avabûn , bedewbûna sîstemê û
şaristaniya a cîhanê ji serdemên hovîtî û tundiyê xelas
kiribû,ta ew şaristanî bibe mînakek resen ji hêzê.
Serdemên
terorê destpêbûn û navê pîrozbahî lê bûn bi navê ol û
netewê yên bûn perdeyek di nav xwe de naveroka zorenga bingehîn
veşartibû , û ewa zepkirin û kotekirina abûrî û gerîna li
ser erdên nû , ji bo ferehkirina defîneyê û desthilata ezezîtiyê
ên dîtin bi şerkirina dijî zanyar re , xwedan bîr û baweriyê
û ramanên şoreşger, dijminê yekbar yên dijî berjewendiyên
wan radiwerstin, ji ber vê pêwîstiyên xwe dîtin ku berdewam şerê
wan bikin, bi rêya belavkirina nirxên nezaniya tundirew û
zepkirina hişmendan, û zêdekirina nezaniya wan beranberê ramanên
ronakbîriyê û zanebûnê.
Du
zoreng mirovahî berhemdan bi rêya têkdana bi hebûnê re, zorenga
zanînê ê tê nasîn bi girêdana zanistê bi sincê , beranberî
nezaniyê ê tê nûnerkirin bi girêdana zanistê bi helweşînê .
Desthiladariyê
nirx ,ol û netewan bikaranîn, ta bi rêyên wan pergal û nerînên
teng belav bikin, û têgeha yekbariyê çêkiribû, lê zanyar di
sinc û lêkolîna zanistê de guhertinekî bi derbasbûna mirov
berve başiyê dîtin, ji ber vê jî zoreng di navberê yekbariyê û
guhertinê , parazvaniyê û pêşveçûnê, reseniyê û nûjeniyê
û hemo bi zorenga mezin û rasteqîne girêdayîne zorenga nezaniyê
û zanebûyînê.
Û hebûn
pişî ewqas zorengên xwînî hat lawazkirin, û berve lerizandin û
pîsbûn û karesatên yên ezeziya mirovan peydakiribû, bi rêya
ceng û qirkirin û xazên jehirkirî yên timehiyên nezan û
xweprest li pey xwe hiştibûn bi encamê dûrketinê ji felsefeyên
evîn û zanînê.
Beranberê
vê ew hebûn berve sivîlbûn , avahîbûn , bedewbûn, huner, û
bêrê diçe bi rêya girtinê bi nirxê ê mirovahî tope ser hev
dike, bi cûreyên ziman, awe, û reftarên wê di evînê ê ew a
rehjena
zanîna nemir e, û tu cudahî di navbera evîn û zanînê nîne ji
ber ewan e cêwiyên hebûnê ne.
henase,
hizr, têgeh, bawerî û lezkir, lêkûrbûn, raman û pirsîn,
kilîlên zanîna hebûnê ne, û ev kilîlan, ji semyanê girêdana
jîndarê mirov bi hebûnê bi rêya evînê, ê ji mirov re nûner
dike kilîlên ên bi rêyên wan destpêkiribû hebûnê lêkolînê
bike ji bona zanînê.
Azadî
di xelasî, piştrastî û aştiyê ye , û pêkanîna xweşiyê
berve paşiyê, û ev jî ji rewştên zanînê ye , û têkdana
şaristanî ê mirovê zanyar afirandibû, gerentiyê dide ji
berdewambûna jiyana rast , ji ber piştî westandinekê alav zanibû
bikarbîne, û ji ber meraqa wî bi serkeftin û jiyanê de ,bi gelek
astengî û keleman dersbas bû , ji ber têkdana wî a berdewam bi
hebûnê re, û negîhabû nirxê roniyê bê ku derbas biba bi gelek
hewldanên zehmet, timî hember rewrewka binkeftin qirêjiya nezanî
, xwebînî û xweperestiyê rawerstiyabû, carne bindikeft û carne
jî serdikeft, û ev serkeftin zorengê çêkir.
Bi xwezaya xwe ya mirovî hizr kir meyldariya
xwe ji têrbûna tekoz re ta ku ji birçîbûna gewdeyî û zayendî
rizgar bibe, û destpê bike bi gerîna başiyan, û ji vir divê em
binav bikin ser ew nêrînên rêgir yên
bûn sedem ji mezinbûna girêkên tund û hundirî cem xelkê, û
bûne asteng ji pêkanîna nameya evînê di lêgerîna zanînê di
hebûnê .
Zanebûn ew kombûna yên bin de hemo mirov xwe
digrin, di çarçova wê de nakokiyên wanî milî , cîgehî ,
zayendî û bîrdozî kêm dibin, ji bo berjiwendiyê avakirina sazî
û yekîtiyên yên gerentiyê didin ji navnetewan ku derfet bi
destwan bikeve di xweşî û aramiyê de, û bidestxistina
pêwîstiyan bi rêya dijatiya birçîbûnê, terorê, bêxwendinê,
û çekên qedexe , û qedexekirina bikaranînê û bazirganiyê bi
mirov û pêkanîna azadiyan bi rêya
hevjiyana xurt bin siha çanda nakokiyan di navbera jin û mêr de,
ji bo pêkanîna xwestekên malbata kêfxweş ê aramiya derûnî
nîşan dide, û bi xwe tê wate asta herî jûr ji gîhştina
adamîzadê ji rehetbûnê .
Nameya evînê ê mirovê hişmend mizgînî pê
da , bi şaristaniya ramanî, avakarî û
hunerê xwya kir û nûnertiya rastiya zelal
a şahid li ser xebata zanyaran û rastiya herî berz bi hebûnê di
yekbûna wê de.
Ji ber nêrînên dûrkirinê roleke neyînî û
bive û beşdar lîstin bi kwaşkirina mirovahiyî li qeyranên ceng
û birçbûn û hatinê serdemên nezanî û paşveçûnê , û êdî
şerê mirovê xweperest kaniyên evîn û zanînê zûhakiribûn, ji
ber vê jî têgehên tundirewiyê di ol , rêbaz û komî, û
mîkrobên nijadperestî û şofînizmê belavbûn û tiştê
girêdayî pê, û bûn şêweyekî ji binpêkirina girêdanên
giyanî û ramanî li cem zanyar di hebûnê de û li ser ademîzadê,
nezaniya giyanî û ramanî zêde kir, û
windabûn, tewşî û xwe danîna li qurzîkên nêrînên erdnigarî
û herêmî ên teng , û serdemên tarîbûnê destpêkirin, û
piranî xelkên hebûnê daqurtand, ji ber gendelî derbasbû, û
hizra netewperestiya paşvero û hizra olperestiya konî bi cih bû
dewsa civaka zanyar û şaristanî ê ji wê evîn semyan dibe,
mirovê hişmend û jiyana nû vejîn dibe, di cîhaneke berve wêranî
diçe bi saxkirina nakokiya wêran û parçebûnê , û rêgiriya
hember nakokiyan û jimariyê ji bo berjeweniyên zordarî û
gelemperiyê.
Nasnama
mirovê zanyar a nû ew zanîn e û ew ya
nûnertiya jiyana nû dike, destpêkeke ji dawîkirina êşê û
hevşabûn bi azadiyan ta zanîn bibe kombûna tekoz a bin wê de
taybetmendiyên gelan tê parastin li ser zemîna hebûnê, di nav de
hemo zanyar tê de wekhev dibin di maf û pêrabûnan bi rêya
nimûneya konfedrasiyona ji bo pêkanîna bazara abûrî a mezintirîn
, di wê de kar û barên hemî zanyarên berhemdar dicivin û
biserhev tên ji bo pêkanîna hêz û xweşiyê û daxwaziyên
mirovê şareza û afrêner û saxkirina bedewbûnê , wêje û
zanistê ji bo xizmeta hebûnê û berdewam bûna wê .
Û evîn nûnertiya hêza neberçav û gewre
dike û jê hemo hêz pêktên, ji wê rêxistina lihevhatî di
hebûnê de , û wisa xweda xwya bû, endezyarê bedew û kevnar, li
gor navên wî yê navdar û naskirî, di dîmenên hebûnê û
çelengiyên wê, û pêveçûnên sirûşta niviştkar, ji ber vê
jî , ger mirov bi çi hest bibe ji bedewbûn û teysîn bûyê, tim
lê navek bilind lê dike,ji ber evîn kêfxweşî û pakiya hizrê
henasê mirov e ê di xuristiya xwe de meyldarê bêrê û dildariya
azadiya a ji taybetmendî û navdariyên sirûştê hate jiyankirin.
Mirovê zanyar hebûna kiyan , netewan, û
taybetmendiyan di jiyanê de betal nake, û regeza yekbûna hebûnê
ew guhêrbarî ye, û tekozbûna nerînê
nayê wê wateyê betalkirina nerînê li guhêrbarî û
dewlemendiya heyînî a zanyar jê
hemo hêzên xwe distîne, lêbelê zanyar cem wî armanca astbilind
heye ku bi wê ve bê girêdan paş wê guhêrbariyê, û ewa
hewldana wî ji zanînê re û parastina hebûnê bi hezkirina xwe
ji jîndaran re û pêşiya wan mirovê beranber , ji ber vê jî bi
tund naye tiştan ji ber çi sînor ji zanebûnê re nîne ,û di
guhêrbariya mirovê dibîne di warî ziman û ol û kom ,
taybetmendiyên bi guhertinê bindestin bi derbasbûna serdem , çerx
û felekan, û navxistina zayendan û bandorkirina
cih li ser reftarê koman, û tim li pêguhorikan digera ji çarenos
û ramanên nû re, ên tim nîşan dide û dibîne pêwîstiyek ji
lêgerîn û hevdîtina zanyaran ên li her deverên hebûna tekoz de
dijîn, û ev yeke li jorî têgehê çêkerên neqşeyên erdnigarî
û qateyan.
Ji ber mirovê zanyar nasnama xwe di zanînê
de dibîne, ew dibîne ku fêrkirina zimanan rêyeke ji dan û
standinê bi wan kesên ên di wan de rastiya wî ya nû û kevnar
xwya dibe, ê bangewaz ji xizmetê hebûnê û pêkanîna nameya wê
di evînê de, ji ber vê çi ol, partî,netew an kom wî
ranawestîne, bawere bi rêxistina xuristî û xwe nake kole di
xizmeta hinek kes.
Mirovê zanyar şoreşger e dijî têgeha
partîtiya teng , û partîtî bi heman cûreyên wê , şoreşger e
li ser bîrdoziya gelemperatî a yekbar, ji ber ku dijî guherîna
zanyarî ye û jîhatîbûna pêşveçûyî.
Mirovê zanyar bi yekîtiyan re ye , ên dibin
ji bûna bi cihkirina nermî di ramanê de , û bawer e bi mirovê
leşger û rêber di
eyînê demê, bawer e bi rexnê baweriyek tekoz, û çanda dan û
standinê bi cih dike û enkêtkirinê ji bû pêşevçûna ramanan û
gihîştina derê herî baş, evîn û hunerên mirovî ên hebûn û
ramana zanyarî xizmet dikin pîroz dibîne , û xebatê dike ji
bûnên wan bi rêya pêgiritinê bi zanînê, û bi dijwarî nerazî
ye ser zeletanên nezanî , kîn , nejadperestî. Jaravî, û
serdestkirinê , bi evînê bawer e mîna rêyekî û bi zanebûnê
mîna armancekî û bi hebûnê mîna girêdanekî.
Û evîn ew jiyankirina sinc e ê dibe yekem
erkên mirovê zanyar ji jiyanê ji ber ew nûnera netewa wî dike û
evîna wî ji jiyanê re.
Û bevegera me li ser partîtiyê û
rexnekirina wê divê em xwedawendiya serok an nîşanên ê bi
koretî û rewştî û xisitna tirsê di nav mirov de bidin nîşan,ji
ber zanyar dibînin ji têgehê xwedawendiyê. Xwedawendiya padîşeh,
encameke ji têgehên olî ên ji desthilatdariyên oldarî
derketin, ev xwedawendî giyanê koletiyê di cemaweranda tevrakirbû,
û hîştibû di gêjbûekê de bijîn dûrî jiyankirina demukrasiyê
û bicihanîna dadmendî û yeksaniyê, ji ber vê şerê zanistî
û zanistan û ramanvanan hat kirin, û xwediyên hizrên afrênerî,
û ol bûn şêweyeke bi sûd di bi destê van saziyên bi ser ve
wan, ji bûnê gelan zepbikin, carne bi navê ol , û carne bi navê
netew , û bi encam jî gelek komkûjî qewîmîn , û milyonên
kesan hatin qirkirn bi navê mîtingeriyê û vekirnê, û ev saziyan
her tim û ji berbanga dîrokê kesên zanyar ji xwe dûrxisitn û
kuştin , û bi heman
şêweyan şerê wan kirin bînin ziman hinek ji wan :
Suqrat , Kurê muqefa, kurê ela a merî,
Galîliyo, Kirîstofer Marlo, û hinek din, ew jî hinek ji
girîngtirîn navdarên zanyar bûn di demê xwe de ,piştgiriyê
dabûn zanînê û evînê û nameya afirandinê di hebûnê de weşan
kirin.
Pîrozbahî ket e ol û kom û rêbaz , netew û
herêmî û êlî, û cîhan bi şerê pîroz destpêkirbû bi navê
xweda û maf û rizgarî û berxwedanê û her kes li ser kuştiyê
xwe navê nemir an şehîd bi nav kiribû, û hemo cûreyê şer
rastiya wê dijî zanînê bû ango evîna a ku di hebûnê de heyî.
Hatinên nêrînên hêz û tundiyê, afrênerî
û zanebûn di hundirê mirov de dorpêç kirin, û ew hiştibû
bikuje ta ziyanan û qirêjiyê li dû xwe de bihêle li ser vê
hebûnê , ê dibe mîna cih ji jiyanê û mezinbûnê, ji ber vê jî
têgehên wêraniyê û seqetbûna ramanê belavbûn, û bûn yedekek
ji sextekariya rastiyan û lîstinê bi baweriyan, ji ber partî
pergalekî nûbûyî ye ji ol û ew
sêwirandineke rîjeyî ye tê guhêrtin û rexnekirin û jinavbirin,
êdê ne ew tenê nimûneyeke dikarê hembêz bike hizr û daxwazên
mirovê zanyarê nû, lê carne wî ji ramana azad û mijûlbûnê û
afirandinê dûr dike, û dihêle bibe mîna qonterciyekî û
totiyekî , tenê gotinên destûrê a naye guhertin dûbare dike, û
ger hinekî raman bibe bi guhertina wê,
weteya vê yekê derketina ji rêbaza partî û pir gunehbarî pê
wer dibe, û navê neyartiyê pey dikeve û dibe ku bê
kuştin jî ,ji ber wê çaxê êdî hew dikare bêdeng bimîne û bi
wê windabûnê hest dibe ê dinav bîrdoziya vê partiyê, û êdî
ew rêbaz bi kêrî dem û siberojê naye , ev yek tenê di rewştên
partiyên gelemperatî, ê ku mîna rewştê olî girtî ye , û tenê
ji endaman tê xwestin ku bibin xelek li dûr rêberê vê partiyê
bi awayekî kor û nezan, ev kevirbûna hîşt mirov têkeve
pergalekî teng û dûrî zanînê hêdî hêdî bibe, û yek ji
erkên mirovê zanyar ku vê şêwazê qut bike û şerê zordariyê
û gendeliyê bike, ta ku nekeve xefkên têgehên teng de ê
dijatiyê nirxên evîn û zanîn û roniyê dikin.
Zanîn tagiriyekî tam
e berve evîn û bedewbûnê , û redkirineke ji pikaranîn û
dûrkirinê, û rizgarkirina mirov e ji her tiştê wî dixendiqîne
û dibe kelem pêşiya rêça wî ya pêşevçûyî bi rêya
nûnertiya wî ji sincê re, û karkirina wî ji mêjiyê re û
berhemînana wî ji xurtî re di xizmeta nirxê ê ku ji hebûnê
dertên, û nirx jêdera wî lihevhatina mêjî bi dilovaniyê re di
çarçovê hebûnê.
Yek ji armancên zanînê di hebûnê de ew
berzkirina hevjiyanê û zîrekbûna astbilind û lêborînê di
çarçovê guhêrbarîna ademîzadî û têrkirina wê bi alîkariyê
û hezkirinê û lêkolîna jiyanê bi rêya kar û rêxistinê.

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق