Şahî
Bîstekin ji xulekên temenê derperî, xulekên ji kateyên wêranbûyî ne, ew ewreke , havînî ye, li jorî ramanên berjûrî,avjenî dike, nayê girtin, an binçavkirin.
Ew biryarderî bi meşê dike, li derê ku aliyê wê nayê agehkirin, û hembêzkirin,û gihiştin li germahiya xwe ya nermik, ji bilî pena berçav, di baweriyê me de, temenê me bi lez çû , ta bigihe tiştekî mîna ava zelal, ê tîbûna me hildigre, bê ku em jê têr bibin, ew şahî, me li xwe dike , bê ku em pê hest bibin, û pey dikevin bê ku em aliyê wê nas bikin, bi vedengê wê , di buxçeyên şîn de, hest dibin, di berkenê yarê û şûnên wê ye têberdayî, em pê di dengên çûkan de nas dikin, dema difirin bê ku guhên xwe bidin ew qirecira nezan, pêş wê tiştê ê ku li bendî ne, ji pozbilindî û quretiyê, em pê bi şahiya ê di eynikên bîra gengaz de hest dibin, di awezgehên şahiyê , ê ku kulamên gewdeya ji navçûyî û giyana rikber , xelatî me dikin, û ji naveroka me ya rasteqîn ve, em li şahiyê digerin, ta ku henaseyên me zêde çirûsin û ronîdan bibin.
Tiştê bêçareyî, bin siha lihevhatina me de bi hebûnê re em diafirînin, û em timî di rêwîtiyekî herdemî de ne , ji sawêrekî ve ta rojbendek sîberî din .
Ma kanî şahî , bê ew belengazên ên li nanê xwe digerin, û avekî bi zengelorên wanî birçî ve ,dilovan bibe?!
Kanî şahî , di dilên zarokên ên wêranî , rêya xwe yê mirî, di hundirên sîngên wanî tenik de, destpêkiribû?
Û me kar dikir, ta ku em bedewbûnê bikin ji xwe re terzekî, di şêwazê me de, di lêkolîna naveroka şahiya desteber de ,ta em pêş bikevin, ji hovîtiyê,li şarnişînbûnê de, ta em xwe bibînin, di lêgerîna şeng û şadiyê, ta ku mirin, lîstokê xwe yê toqbûyî, di me de bi dawî bike, û di asoyê de, balinde bi me re , rikberî bike, bi hejandinên şoperên xwe yên zivî re, li ser golê ê em têde zaroktiya xwe bînkişandin dikin.
Em li ser rêya şahiyê , dimeşin, ta ku bi ezmûna jiyanê raman bibin, ê gewrebûna girdava sirûştî derbas dike, em pey bizdanê dikevin, û xwe ji azadî û pozbilindiya zanyarî ve , kokel dikin, ê di aliyên me yên çargirtî de difire, me dihêle ku em di pejara kurtbûna dûriyê û nemana parên wê ve, bigiranî derbas bibin.
Ew şahî erzêlekî, çûkan hembêz dike, ne eywaneke bi berazên bejî ve dagirtî.
Ew di pistepistên kaniyan, narînbendên bilbilan de ye, di awazên sirûştê û şevbêrkên hevdîtinê di cejinan de ye.
Ew nevêtina mildaniya evînê , di salnameyên salê, û sozekî ji jiyana nû re.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق