الخميس، 16 أبريل 2020

bîrnameyên ‎birçîbûnê. ‏Rêber ‎Hebûn

Bîrnameyên birçîbûnê

seyrbûn daxwaziya diyarbûnê ji min dike, bi tenê xweş dikir mendelêtiyê ,ji her rewşek,ku hat bîra min, bi rindiya xwe,  dil peygerandina xwe bi kulewarî derbas dibe, li dirûyek heyîn, an derziyek evîn di kerxekek parûç de, di encamê de heta rehjenên xwe nedîtin, bi bexşînin, ji vê gavîna dudil, çendîn ew jî li wateyekî ji ferehiya xwe re digere bê sûd.

Darika kuftikê dîdar dike ku ew jî vêkeve her ku cixareyek serper dibîne, xwe li ber wî tazî dike, xwezî dike ku bi rêya wê rizgar bibe ji devê dawî kesekî titûnê  li gerestêrka erdê de bi destan karîger dike.

Birçîbûn di hundirê me de, bîrnameyên xwe dinivîse, li ser cadeyên bendewariyê de çarmêrgî rûdine, devê xwe yê vala vedike, hewl dide mermerên kolana têrbûyî bi gilêza zuha ya  naye herikîn, ezger dike.

Birçîbûna giroverbûyî mîna maseya girover di civînek dirêj de.

Kêşeya xwarinê , di neqşeya serê Birnadoşo yê serrût, û rûxeş tê xwyanîkirin.

Kesên birçî êdî genî bûne, bê sizawerî ne, şêt in mîna stûvankên mêrên kar.

Di her quncekî ji goşeyên gemarê de, - Bedir Şakir Eseyab – ligel - Ezîz Nîsin -ve digere, ta sedemek rastî ji kêşeya birçîbûnê re bibînin,ta dawî bi qalikek moz bişemitin, li ser yek rêyên wan digihînin qultênek têde hemî hêsirên kûndan û gêncên kolanan civîn.

Reşatiyên bêhiş tênagihin pirpeyviyên kûndan li ber borseyan, û her wiha jî nêzik nabin  cihên lîstika kabê û ne jî cihên civînên diravî, ji ber ku di baweriya wan be ku ew cih akincî ne.
tenê reşatî bi wan xweş tê , serdankirina malên kavilbûyî û koçbûyî, li wir rastî sihên xwe tên, ev birçîbûna cadkirî ye ku li ser  -Urwa bin werd - diaxive, çawa şagirtek baş bû jê re, û li ser -Şenferayê - çawa birç diraza , berve ev bayê kenargirtî , di eniya xendiqandinê de, çîroka wê birçîbûnê û berihiya wê ,di odeyên vejînkariyê de dibêjim
15-6- 2010

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...