الثلاثاء، 14 أبريل 2020

Ey ‎sih ‎.‎Rêber ‎Hebûn

Ey sih
peyv lalbûna dil li ser kevirên roçûnê de diniqişîne, xwînçira maslaxiyê, di zikê ewrê avis de derbas dike, ewra ku radibe mêvanxaneya sehwîrê, ta ku bibe mîvana zivistanê, çirûsîn wê bi ava pakiyê dişo, artêşên tavekê dajo, bi bejina xwe ve li ser dîwarê bê û dîrekên wê yên kût radibe, ji ewr re di meyrekên xembariyên me de, ken û kûrtên alindeyê li ser qehfa tîrêja xwar de, di moranê sîwar de, û tenahiya rakêşiya xwe ve xemilî ye, di hola domana xwedan gilêza mûdî de razayî ye.

Di me de nazkenên sexeriyê hilmalişt dikin, û depên tunebûnê dikşînin, ta ku çemê bizdanê di peykerên me de dilhabûn bikin, ji hevdemiya rîhanê re ,bihna wê ya ketî, di gedûka efsanek seqet de, ewreke pîr parsekir dike, ji memikên wê bihna pîvaza işk derdikeve, ji hevdemiya rîhanê re , sira seqemekî har, li buxçeyên me yên matmayî  de bi hesînhatiyên jehrkirî û strihên tûj û pozên ku livandina helmkişandinê çavdarî dikin, ji dûrtirîn dever ,xwedan dirindeyê xaxçêker in , ji rîhanê re vereşiya wî ye wek gilêza çeqçeqokan û barana çavderxistî ye, di reşika çavên beqeyên kedî de, û ew rûtbûna siha qemiyî bi nêfka ewrên rût ve qeremûk dibe, ewa veşartî li jorî selvîkê an paş dikpijînekê, û serserîtiya darên berû yê kutanvan .

Ji dêwlaxê sipî re ,di gavên te yên gumankirî de, kuxika te yê nediyar e ey sih, li jêr de tu radiwestî, di dojeha min e a xwe di razangeha gewdeya te de penage bûye, riskîna pirçikê xwe paş sêwirê min ve  vedişêre, pêş baranên dirêjî te dilerzî dimînin, wek ku bi te evdalî dibin, hinekî peyalek ji vereşiya  xwe bidêkî , bercandanê wê çavdêr bike, hunerbaz bibe bi azardina wê , çavdêr bike dakirina wê  ji hinek xemxwarî, heta agehkirina şahiyekî nêzik.

Binivîs ey siha kefikî bi bêdengî û bîrdoziya qutîkirî, strana bîrêkirinê ji rastiyê re çûxlî bike, bi serxweşbûn li ser texta wê ya giranmêr de rune ,bi şandina wê ya pelîd ve bi ponije, li ser perestgehên evdaliyê de , û rabûnê li ser quntaran de ,sîtavên xwe rêxîne, ev xweziya zeredeşt bû , berî bigihe nemana xwe , di rûnîgehek sar û bilind de, min dînbûnê pêpelî kir.

Ez dibînim ey sih , dîmena nîgaşa te yê tekçav, ew bi her rewrewkek, nû nişkeve dibe, tiştek nû bi mirinê re nîne, û ti rastiyek din berz jî nîne, ji bilî ku dadgeha mixabiniyê û kerxaneya biratiyê bi navê yekîtiyê ve  rabûyî . 

Herdû destên xwe yên gemarî bi herîkirê pîzot û bîrêkirinê ve dirêj bike, bi merdî berve tenahiya min e pepûk de berde, dîlgirtiya berihiyê ne, di peyalekê têde, dûpişkekî xwe hilpêçan dike, ew mîna evdal û serkirdeyekî  giştiye, ji bo rêxistina jehriyê di damarên keçikên yên deqandî ne bi neqşê berbedenî û koletiya nerim   .

Reşiya xwe ya reşmarî bibarîne, di lezokiyekî ji seyrbûnê ve, çavê xwe yê bi tenê  bi stûpêçaya piştratiya bêhiş  bêjin bûye, fîşeka keçik a ku ji dabançeya mirina kûçik  de derketî pêşwaz bike, bi nazikî tivinga xemgîniya dojehî silav bike, ta ku mestbûna êvarê û nehenga wî ya nepenîbûye bin zebera çalekî, dawî nîne ji kûrahiya wî razî bibe, porê şeva mûsipî birûçikîne, wek baqirkarekî dîwarê koleyekî Asûrî an Tiraqî nizim dibîne, dûre nediyarbûnê û fîşeka wî ya fetisî , bi esîda evînê bihelîne, û bi meya nemiriyê pîroz bike, de birêkeve ey siha jînbî û vekişiyayî û maşandî  wek hesinekî mirdar, zîncîra siha min veke, ji ber ku ez dîl im, di qayimbûna gemiyên çawîrê û qeyiqên qursarên bêzayend .

Awirandina berve jor ve ,bêdengiya min efyûnkêş dike, û ketina bi aliyê quntaran de , ne biniyên wan ,bi xwe jiyanek efsanî ye, ji derveyî çi yaseyê ve .

Bêdengiya min efyûnkêş dike sewdakirina tal, yê bê lepik, li ser kefa deryaya  nankor de radiweste , ta ku vereşîna xwe ya gulî wergire, û sewikên ronahiyê nûderîn bike, û şahiya wî ya kulemerg pîşekarî bike, li ser maseya zeryaya mezin.

Ey sih; te çendîn zer hilgerîna min qewxe kir , te mîna kûndakî li ser repkirina pênosekî kal de, tif kir.

Pênos hurînga pozbilindiyê dihejîne, ta dewêdik bêmehne teqle bibe, belkî ew lûtkeya bi çûk ji eletewşiyê berdebarî bibe, bi nîvê gazgazê deherok.

Çavên te ez xapanidim ey siha nihaya nediyar ya dîlgirtî tirsekî , xwe di sîngekê de veşartî ye, di nav lêvên derbasbûyî de mişext dibe, di nivînên paşguhkirî de, li mêvanxaneyeke genî de, û li kêlek dergehekî kevin de, sipiyekî nivandî dimîne, di serê meymûnekî efrîqî de, bi berbedenî di qurzîka sêrkekê de digere.

Xewinên me yên çavmat , li ber te ne ey sih, destên xwe datînî , li ser qayixên xwe yên qîzbêjnak yên bêçêr.

Tu çi dixwazî ji qîzbêjinkiya îngaveke ne gîhabû hîn pencî salî, ma wê tu carek din bilêtên jibîrkirinê ji bîr re bikirî?!!

wê tu bihêlî stranên deryevanan destê xwe bidin li ser aramiya deryayê?! 

Ey sih tu paş çi rûdanê radiwestî, û tu çavdêrî hemî diz, hizirvan û derewçiyan di welatê min de dikî, yên dirajin gemarê peyvan û mîna sipiyê di porê de dimeşin, û binkeftiyan cîwî dû çîwî tînin, û bang dikin bi navê te lo sih , ey nezanî!

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...