الجمعة، 10 أبريل 2020

Newaza ‎dudiliyê.Rêber ‎Hebûn

Newaza dudiliyê
Dema bihar pirsî ,  li ser piniya guhdana evîndaran  bi hatina wê, biryar dabû ku bibe ramankar  û hozanyarek, sama xwe ya zirav, li ser hersê demsalên yên nizanin biaxivi tivî kir, biryar dabû ku mirovan bi giştî û evîndar bi taybt , bibin cihê ramana wê, û pêşî kar kir , li ser arandina şemalên xwe  di dêmê keçikan de, ta bi mêyatiya xwe , bi biharê ne ji bilî wê hest bibin, û dema dagihîşt û li ser ramana xwe  xebitî, rûda ku evîndar bi hevdîtinê ligel hezkiriyên xwe, pêş wê destpêkirin, hat bîra wê  ew şahiya a bi êgir de têkel bûye, wisa bû yekem hilkeft , buhar tê de  yek ji mehên xwe yê bedew  , û ewa meha adarê , soza evîniyê ji hemî gul, çûk û şeydayan pêş sirûştê , li ser girên serbilind de, belkî we pirsî , li ser piniya şengiya buharê , bêgoman wê bi afirandina vê demsalê hest kir, û sergulbûna wê di gerdekê jiyanê de. 

Bi strana xwe ya xemgîn diponijim, ji telefona min derdikeve, û bi rêya dilê min derbas dibe guhê min,  bi rêya  bergeha zirav, stran taya par hildigre, eger ew par vegere , wê em jê kîndar bibana, wek ku – Hitler – anî ziman, lê belê siha xwe li ser kulîna nihaya têrbûyî , bi bîranînê çarmêrgî dibe, û ev  jî derfeta hemî piştgubûyan e, çi jin û mêr , ji bo ku biramin, ji ber çi helhilîna sozînî , di wan de bê sûd vêketî bû.

 Ez çav li her gavekî dikim, dibe tê de kêfxweş bibim, bi serdestbûna bendewariya nişkavînek nû , lê vala , ji ber lezgîniya felekê û pasfindeyî rêyên wê, ji sazkirinê de, hêdî hêdî jê tê birin, aloziya di wê de,azara wê dibîne , ew zîndaniyê ku reştariyê dikşîne, û dema ji derveyî zîndanê de, tengezariyê jiyan dike, bi ramanê xwe ve vedigere cem wan hesinan, di wê de lava dike şanoyeke bi hezarên temaşevanên dîn dorpêç kiriye, bîrê wan zîndaniyan sivik dike, di nav xwe de herdem şahiyê hidigere, di navnîşanên xwe yên toj û bi sertbûna şebxwînkirinê hilgirtîne.

Ew buhar; jîndara bîrêkirina yekem e, û rêzana xweşiya biyan e, û helbesteke bi nûbûnê ve xemilî ye, bi qelewiyê ve noqkirî ye, razayî ye di hundirê gizuriya ramanek  naye parçekirin , tevî parçebbûna xelekên yên em bi hurgiliyên wê xweşrabêran dibin,bi rêya buhara ciwan a mangirtî, di hizrên me de, dikevin dergehê dema helemût de, xulekên xemgîniyê ziravbûna hêviyê , bi rêya bîstekên ji bêriyê hembêz dibin, di bihnên adarê de tekakirin dikin, baweriya jiyana girêdayî bi tevgerên me ve berve ronahiyê.

Em xwe di paş ponijiyê de vedişêrin, di çarçova rojbendek girover de, me bi xwe re dibe, li hewşa destpêka balkêş de,  bi rêya stranên matkirî ,bi rewşa saxlem ve  têkel dibe, bi piniyê  em wê jiyan dikin, pêş vaca yê xelekên hişên me wê bi rêve dibe, bi awayekî wek ku hertimî be.


Awazên me qut neke , ey toza kedî mîna biçimên me yên rengavêtî û bi nişînbûnê bazadayî ye, ew kutana buharê ye, di dilên me de û di milê hilavêta nişûvkirî de .

Ma tu dizanî çendîn awazên te teze û hertimî ne, di me de ?!, bi me ve diçin , tevî heldêra lezbûyî  lêborînê ji tiştan de lava dike, û me di kêliyekê de dibe.

Kûrahî hembêz dikin cadeyên serxweşên hebûn , evîn û endezeyariya wê, pîroz be ji wan re, ew hemî tişt dibînin.

Giyanên me wernegerîne ey toza qalind, em birayên buharê ne , yên bi çirûsîna xwe ya dîn , pêş dêmê te yê pîs de, em xwe dixapînin.

Zimanê me bi hunerê ve binyadkirî ye, bi me de diyar dibe, bi pêwendiya xwe bi sirûştê re fîsalkerî dibe, û pêş bêxewiya bêhêviyan de naye şevbêrîkirin, lê belê ji bîrveçûnê , hewl dide ku cîhanên hevgariyê parçe bike, ji hevdû dixîne ta ku me derbas kirin bide ji nû ve li mêrga omîdewariyê de, di giroverên rewşa şaxdayî de rehdaniye, bawer e bi xwendina henaseyên me yên afrêner, yên ji hermayîna bêdeng ve hêzeke balatir ji hemî tevgerên kayîjkirina dilsojiya serhişk de diafirînin, xwe bi vekêşbûna ase  lêxistibûn.

Lê belê em ligel sirûştê de ,zorê li bizdanê dikin, ku xwe bi eynikên zelal de sermeşiqbûn bike, ewra fereh ji me re wan çêdike, û buhar hewl dide ku rêwîtiya dirêj di eywanên giyanên me yên asêkirî de , bi kilîtên windayî pêkbîne.

Sawêrbûnên me yên razber , di xulekên gileykirinê û bîrêkirina hundirî de vedigerîne.

Em ji hewaya asîmanî ve a di şaneyên mejiyên me de diafirînin, derdê lawaziyê em dikşînin,bi dîmenên şîndayî, bi rûkeniyê diramin, ta ku em serî hildin, wek serhildana dojeha a mirinê hembêz kiribû, bi bilindiya asoyê ve pêgirî dibin, di şaneyên mêjiyên xwe de, di gavekî bi xebat de, em hewl didin ku çirûsîna a di buharê de berdebarîkir bikin , bi rêya ramanên me yên girêdayî bi bedewiya ne sazîbûnê û rewaniya afirandinê , dema taybetiyên şahiyê di me de , seyr dike, di hestan de,  bi dirêjî em kûr dibin, ta ku xweşiya ya bi pirsê de tevhev bûye diafirînin, tiliyên me yên xewinkar ,sirûşa xwe yê bi gumirtî werdigre, di dema gerantiya ya di me de digere.

Bi rêya xewinê , bi roniyê re têkel dibin, ji derveyî baskên pencereyan, perde û tariyên tîr.

Em bi xweşrabêran ,ji derveyî vekişîna rehniyê ve bawer in, em xwe dixin di şelteyên dilpijînê de, di sihên xêzên ên bi tenikbûna mirinê re rikberiyê dikin, dema bi tiştên me yên pêfêrbûyî  tevderbas dibin, ta em bi pilên dilniyabûna bilind re,  bilind bibin, û ew rastî tenê geşiya buharê ye û şîretên wê ne.

Ew di me de xweşrabêra çûnseriyê piştî kedek sir qayim dike, ta rabûna qûntarê, ligel şahiya zor, hîn dudiliyê di me de aramiyê , ji kokên wê yên bi me ve têkelbûye hildike.

Hîn çavzêliyê, di me de dizivire, me dike mîna lêzokên gerok, em xwe xingilandî dikin, navberê gurgurek nenas , ev bû rastiya  peytîbûna a hîn mîna mîvanekî destpêkî , di hundirê me de, bi cih bûye, neqşeyên xwe di xwîna me de nîgar dike, tevn û bestên xwe , di henaseyên me de diçinîne, em êdî fêrdibûn li ser sarbûn û bêbazariyê.

Nivîs û xemxwarî du hevmalên hev in,û evîn û heznekirî du dijmin in di henaseyê mirov de, ji ber ku bi ezperestiyê ve girêdayî ne.

Cîhana girover bi talîzokên xwe  , me dorpêç dike, metirsiyan komel dike, di me de vêdixîne, ji me re diyar dibe destpê dike mîna dawiyê , ne pêşdeskirî ye û ne guncaw e.

Gerdûn bi qêrînên me de, xwe bi cih kirî ye, ji bangên me  derdikeve, cîhana ku em tê de , teng e mîna rehnikên çavên nezan, yên bi pirupûçiyê dagirtî ne , lê belê çavên xewinkar yên zana , bi bedewbûna gerdûnê û ferehiya wê bawer e, û lihevpirsîn e li deryayekî bi bedewbûnê fetisî ye.

Bi evîna serpişkbûn û çûnseriyê de, di karnameyên jiyana me de, agirên hijmaran gur dibin, zîperên demê berve gavên me yên lezûk hildipekin , yên di navberê bejayiyên  xemgînî  û êşên siberojê de penage dibin.

Em wek tirsê meşiqbûna cankêşiyê bikartînin  , di riwê rastiyê de, û jiyan dikin bazarsariya bihinxweşiyê di kata barkirina wê ,ji bajarên binefş û enberê.

Em mîna lîstika livok, rûkeniyê di nîvê şêniyan de pêşesaz dikin, radibin di kata ku mirin dixwaze, ji temareke ragihandî de, em hevborandî ne, di sebaret gunekariyê de zîrek in ,  tevî ku axaftin , li paş xwe ve li ser dil û hiş teva tişt dihêle, lê belê dil nêziktir e ji pencûrekirinê, û mêjî bêhtir guhdar dike vacê, êdî ez  pêzanim ku ji çûkan re zimanên hene nebîhistibûn , bi tiştekî ji bilî xişxişa darê  û tebitiya şemalê , tevî ku di çaxê destpêka baranê de, ji firînê ditirsîn

 Ta em li ser rêya azadiyê bimeşin, emê timî bindestên bayê mişextî û parçekirinê bimînin.

 Di destpêka payîzê de ,dar bi çîrokên xwe yên bi hêsir destpê kiribûn, wê çaxê ewan rêyek  berve êşê ve hilbijartin ta derdekî nû ji xwe re peyda bikin.

Azadiya veguhêztinê ji rewşek ta rewşekê, em hîn nizanin rêya hêsan berve şahiya bê azarî, berve geşbîna bê girî.

Hizr xwest ku giyanê min bi henaseberdanên cîgehê û sarbûna hewayê re bicivin, min ne xwest ku ez bi vê awayî destpê bikim, lê belê ew meraqa veşartî ,  min hîştibû, ku li ser kêliyekê bijîm, wêneyekê bigrim ji dîtinek bêhtir fesal  û binavkîtiye,heta ku em têbigihin talîzokê, pêdiviye ku em pabendî talîzoka xwe yê bi çûk bibin.

Suhndarî ew hîştibû ku sîper li dûr wî bifirin, ta bigihin stêrkan.

Pozbilindî  kevok dihêle , ku ezmên bi ava qebqeb û dilxwaziyê tije bike, ew me dike serwerên xweberên xwe , ji ber evîn di dilê me de , ji bêdawiyê ve hebû, derfetan demhatî ne kir, ma ew bîn, di bêwariyê de dimîne, bê ku cihekî ji xwe re fereh bike ,ta derbasî giyanên me bibe, hêsir tim zengilê cejinan bûn , di şevên tarî de, her wekî ku ji arezûyê re du bask hebûn pê difirî, lê belê çi li ser vegera xemgîniyê li cem bîrêkirina me ya sipî de, wêran kirina wê ji du baskên veşartî re, ji me re xelatên omîdiyê û sozên wê ya kesk dişandibû.

Ey bîrêkirina rûxweş, kêliyên te yên dawî ji te re ne, soz bide min ku xewina te yê dirêj li ser sînga pêçî serdest bibe, ey xewin , li cem min bîranîn di nav pêlên te yên  zoryar de hene , min hêviya derbaskirinê di rawerstgehên te yên kurt de windanekiribû, ez li bendê mizgîniyekê bûm, min jibîrkirn bide çêja bêxewî û nalînê.

Bîrêkirin xwe vedişêre  eger ez kûve herim, di sêwirê min de xwe çarîn dike , seyrbûnên xwe li ser guhdarkirinên min de belav dike, û avên hezkirin û hevdemiyê li ser gomê giyanê de dirjîne, ne ji bo ku nebînî bibe, lê ji bo bimîne, em fêrnebûn e  li ser hatina geşiyê , eger arezû hinekî dereng nemabû, min te dîtibû ey felek û tu bi min raman dibûyî , lê belê bê ku ez bi hebûna te hest bibim an di henaseyê xwe de, pistepist bibim, pirs dikim li ser şêwazên axaftina te, ew hêsir dibarin , bê ku pabendî danên barînê bibin, ji ber tu di her fermêsekê de yî , di her pistepistê de yî , min te wek xwedayekî ageh kiribû ,dil bide , ji bo ku dema bixwaze hilbike.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...