الثلاثاء، 19 مايو 2020

Bêhinvedana ‎şademaniyê.Rêber ‎Hebûn

Bêhinvedana şademaniyê
Ez dizanim ku bedewtirîn xewin, yên hîn em negîhane wê, rûberê xewinê têr nake ku ji me re bibe metirsî, sîber bêzar e ku me kêfxweş bike, evîn derdikeve ji pencereyekê ta ku têkeve pencereyek din, bi navek e sext e û cilekî serçemandî, her sozekî ku zimanê wê berdide ,bîra wî pê ne ageh e, li ku hêvî dimîne, di cilên me yên  ê  toz dorpêç kiribû, an di nîgaşê me  yê naxwaze ku tiştekî di bîra xwe bîne, û rê nade ku bi dihû birame.

Dizanim ku çi tiştê ku di riwên me dikene derew e her azariyek li ser davekên xemên me de dîlan dike xapandin e, çi pêkenok bi vedengê kenên me ve tê girêdan, wek giriyê ye, dema yek ji gileyî me dike, û nahêle em biaxivin, em bi bêdengiyê an bê hêviyê hest dibin, ev serdema devgirtina xemgîn e, êdî keser ji sîngên me dernakevin, lê ji xwastinên me yên pirbûyî derdikevin, bi lerzên ku cuda nakin di navbera mermeriya  hest û pîsbûna xuristiyê , dema li ser textê azariya bala de rûdinin, divê em guman bibin bi rastiya ku hest û nihadiyê cihên xwe bi hevdû diguhêrin, dema ku di kiyanê mirov de rûdinin.

Henek an îjdilî , bijarek sêyem nîne, henekê giran  an madtirşiya ya mirov digihîne xwîntaliya tarî, û çi bijar e nîne, ev cîhana tundirewî û efyûnkêşiya xemxwariyê dikşîne.

Dibe ku xwedayê heyî berpirs be li ser van qerebalixan, derewa wî nakeve di serê piraniyên mirovan yên rêya pêşkêşkirina qurbaniyên mirovî bi navê wî derbas kirin, ev cîhanek bi seyr e, seyrbûn êdî bêzar e ku wê şîrove bike, û biyan e bi girêkên xwe danasîn ne asayî yan kurtas dike, van peyvan min nivîsiye, û ez pê hest dibim, bi awayekî hûr, tê wateyê ku nivîs li cem min derbas kir rewşa derbirîna herdemî, êdî bêhtir diket naveroka perwaza lêgerînê li ser tiştên ku di hundirê min de veşartî,  tiştê ku ez pê dizanim , ku min dorpêçkirinek e bi seyr li xwe danî , dibe ji bo ku ez bigihim rêyên ku ne li ber çavên min de bû.

Ez gelek dizanim bi tiştê ku min afirandibû, pevçûna dihû li ser min nû bû , ku ez bikevim deverên belavbûyî, zehmet e li ser min ku wan şîrove bikim bi awayekî xuyanî, wisa ew encama ragihandî berz dibû, û çima niha? , tiştê bi seyr ku ez tême gêrkirin berve reweşt,pergalên ne girêdayî bi min , û tiştê bêhtir aşkere ku çendîn êdî ez bi vê erdhejandina qulker jiyan dikim, ez dîsa bi bê hêviyekê matmayî bûm bi nêçîrkirina penageya xweş, lê xewin ewa wek ku ez dibînim, rastiya hebûna aşkere ye di cîhana nivîsê de  û hebûn ewa nepeniya aşkere ye.

Helwestên me yên bi ya din ve girêdayî tîne ziman, pêdiviya me ji rewşên yên ji afirandina  me çêdibe, ku pirs bi me rabin, heta me bi bêdengiyê ji nû ve nişkavî nekin, êdî ez herî evîndarê ku ji pirsîn û ponijiyê hez dike, û ev vedigere  rewşên westabûn û girêdanê.

Ez hest dikim ku aliyên giring  û tevderbasbûyî di dan  û standinê min bi kesan re dorpêç dike, bi zanîna pêwendiyan di navbera kêşeyan de têdigihim, bi nasîna girêkên yên min dihêlin ku ez biçim berve axaftinê dizanim, pêwîst e ku ez bîçimên wî mêrî an wê jinê bixwînim, yên dixwazin cihekî di nav ramanên min de bigrin, wisa awirên min mirovan dinêrin, çawa rastiyên wan nasbikim , ma ewan derbasbûyî ne an wê derbas bibin, an wê bêhtir di demekê de bimînin, heta ku rastiya yeksaniya evînê bi cih bînin, çawa  dikare bimîne û bi makên berdewamî û ne çawaniya derbasbûnê, keçika ku ez jê nimêjên nemiriyê bêhin dikim, dimîne di min de çalakiya serserîtiyê xwarin dide, an bar dike, wisa ez lêgerîna xwe dûbare dikim li kesek e din û pêvajoyê di heman rewşan de mirov diwestîne, û bê rewş dike, êdî evîn ew afirandina herdemiyê ye di cîhanek e têkçûyî û yê din  , ku dirêjtirîn girêdan bi me re pêkneynê, ewa : sawêrekî vebijandiye.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...