الخميس، 28 مايو 2020

Metirsiya ‎siberojê.Rêber ‎Hebûn

Metirsiya siberojê
Di çavên te de ,min ewr veşartibû ta ku bitebite, berî ku fermêskên  xwe birjîne û min dergehên çîrokên kevin lêdabû , ta li ber guhên te de weşan bibin, belkî tu ji sertiya rewrewkê û valahiya wê derkevî, em herdu ji nifşê gîha û avê ne, em bi hevdu re di jiyanê de mîna du sihikên daran dimeşin , ji ewran , û lehiya bîrêkirinê re, rizgariyê dixwazin, kêliyên ji dilşikestinê têne sîbera min.

Ez fêr bûm e ku lêborînê ji dara sîdarkirî li ber aramiyê bixwazim, dilê min bîrêkirinê dixe girtîgehê , dûrî çavên miriyan wê vedişêre, bi birîna aliyên din êş destpê dike, ji qelişandinên tirsê derbas dibin, ta ku dûr bidawî bibin, li kunekî din digeriyan ta ku jê derbas bibin, bêdengî hinik mabû ku tenahiya xwe bi dawî bike, ta dirêj bê rawestan biqêre, pepûkî ji avên tundiyê vexwar, mada xwe ji dojeha xemxwariyê dagirtibû, çendîn bi dawiyek e şad ji xwe re diramiya , lê binket, êdî ti bijar e jê re nema ta ku bi rêya wî ronahiyê pêşwaz bike, ji pepûkiyê re çîrokên yên  ji guhdarkirinên mirovan têr nabûn e, geşiyê ji gulxaneyên evînê hildikşînin û axînê  zêde girî dikin, koşeyên geşbiniyê wêran dikin, çendîn ne zelal  in xemgîniyên bilbil û balindeyên barkirî, çawa bersiva rehjenên dilşikestina min nedan, û ewan ji roçûnê re sirûda oxirkirina dawî awaz dikin, pencereya  min bi xemgînî li min dinêre , bi dirêjî rêya çiyayî û ase sol dibe, peniye  mîna ramanê bê rê , ku ji sanca pirsê derdikeve, û ji nav simên  heriyên zer, lingên jinek e evîndar diqêr e, di bîçimên xwe de beraxaftina efsanan radike , gewdeya wê bi serên aliyan digre, dema heriyê di dêmên destaran de berba dike.

Kîme ez !, ewê ku min berî vê carê nedîtibû, ji ber ku diyarbûna xwebûnê asê ye mîna nebûn û rikeberiyê .

Ey zehmetê mîna çima xezalê, dema ji pilingekî har direve, baznede , li cem min nepirçekên dirindeyan nîne û ne jî kilbên ku li golên maran de avjeniyê dikin, ez kujerê mirinê me di lutkeya zordariya xwe, ezê zaroktiya berfê bi hembêzkirina xwe û kedîkirina xwe ji çiyayên şoreşger re xelatî te bikim, wê tu nikaribî sermaya avşînê hilgirî porzêrînê…
mîna baz di depên azarkêşan de tu hatiye niqişandin , miskê çavên xwe têxe reşçavên min in westiyayî, ta ku ez ji giriyê re ,dîmenên hêsirên bê mînak biafirînim, çoxê min bibe, eger sermaya biyan ji evînê bi te ket, ezê pêş te bimeşim berî tu bigihî kûrahiya vê serdavê , dînbûna kûr ,seqemên xwe di dilê kulîkê de belav dike, pêş te deryayek e ji matmayîbûna min e , hewl bide tu wê bê avjenî derbas bikî, tu nikarî vê yekê hîn bibî, bê ku tu henaseya xwe yê sarbûyî neman bikî, û rehjena xwe ya keleş amede bikî, paşguhkiriye di hundirê boşbûnê, ey deqandina serbilindiya nîgarbûyî li ser zinarek hişk, mîna rêjnk birûsk ji agirdana qeşayê bilive, bi kilbûyînê xûnçûn bibe, ev eniya xemê ye dijwartirîn awazên xwe ji devê min dişîne, ta ku ev kirêtiya niha bi avên zêr û elmasê veşêre , çavên xwe bike du çirayên evînê, ne xwestin ku bi kevirên axa şil û hewarê bişkin, stûpêça xwe ya hevrişmî derxe û di riwê bê de çeke, wisa wê bextê me bibe alîgirê me û em ji bêdengiya aramiya bi guman rizgar bibin,pêdiviya min bi dilşikestina min heye ta ku min bihêbvoje li ser pêkanîna dînbûnê carek e din, bê ku ez bi pejiyên bizdanê hest bibim, ji ber ku ez ji talîzoka jêriya jihevketî derketim,ezê ji xewinan re dirêj qala te bikim, ey evîndara payîzî , wê dîrok ji aramiya te fêr bibe, wê ji bêdengiya te encaman bigre, û awazên te ji nifşê siberojê re bêje, wê nifşê nû me di bîra xwe bînin, wê wek me xemgîn nebin, wê nenivîsin tiştê me nivîsandî , û ti giringiyê wê nedin beraxaftinên me, keserên me ji me re ne, lê wê evîna me pîroz bikin, ji ber ku ew şûnmaya  ya  bi wan re alîkar dibe , ji bo nûbûnê û girêdanê bi kokê, yê xwestina jiyanê di wan de xwedî dike, çi li ser zarokê min?, wê gelek dilnizm be ji bo birêziya ezeziya min, lê wê li paş piştê xwe şivekî stûr rake , ta di serê min de bişkîne, eger min peyvek derew bilêv kir, wê nifşê bê , xapandinên bavan nepejirîne, û wê giringiyê nedin koldanê an hinek tiştê ku em pê bawer  in  ku baş e, ji nifş re awaya wî ya taybet heye, raman û hovîtiyên wan , ji hovîtiyên me û hovîtiyên bav û bapîrên me tên, û bapîrên me neviyên dapîrên xwe ne, û dapîrên wan tenê ji bapîrên xwe re  şagirt bûn , bila nifşê bê, kortên serbizaftiyê bikolin, û bila kurê min li vê gerdûnê ji min re biaxive, di dema ku ew wê dibîne, wê li ser hinek ramanên min û gelek ji nifirên xwe siwar bibe, belkî ku pêşeroj baştir be, de bila baştir be xoşevîna min , ma metirsiyên siberojê têne te yara min?!!

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...