Peyvek e nû
çi dikare mirov binivîse?!, rewş bi dawî , şêwaza xwe ya tûj li ser wî de datîne, û meraq di cem me de , ji tiştê ku em pê hest dibin tê wergirtin, ji zorê hest em bi axaftinê bi tiştekî destpê dikin, eger me karîba ku li ser tiştê di nîgaşê xwe de çeleng binivîsandiba ,wê me binivîsanda, lê bend û bask me li ser rastiyê dihêvojê ku jîndar pesindan bikin, wek ku ew heyî be, ne tenê li pey cîhana nigaşê bikevin, ku li şûna gewşbûn û westabûnê bigre, herdû jî mîna rewşek misoger di jiyanê de ye , çima em reşbîn in?, û geşbîn nabin?!, hinek pirsiyar dikin û bi xwe jî ji berketina rewşê bi giştî ne diyar in, çêj nînin, bi xemgîniyek ku ketî henasê de nizanin, dema ku mirov fêrî bêdengiyê dibe, beranberî vê rewşê , û tim ravajtin dike ku çi tiştê li dora xwe mandele bike, bi vî awayî pirs dike, ne tenê wisa lê belê ew tişt wî berve raketin û guhdarkirina bersivan dibe, an bihaneyekî çêdike, eger kes bersiv jê re nedît ,di wê demê de ji jiyan û rastiyê awareyî dibe .
Ev feleka manendin û revînê ye, ji her tiştê ku bi naverokê mirovan girêdayî maye, hemî têr ji kaniyên revîn, lawazî û neyartiyê vexwarin, li ser henaseyê bi awayekî bi rêk û pêk derewan dikin, mirovê azad li kesekî bi wî re hevtayî be, û wek ku derziyekî di dêzek zilik de digere, hewl dide ku fêrî xwejibîrkirinê bibe , bindikeve, bi kesekî guman dike ku wî bibe desteberî, lê wisa dibe wek noqbûyekî bi zilekî pêgirî dike, hinek kes mêze dikin û dibêjin : ku wêjeya me tarî û reşbîniye û eger wêje azad be , pêdiviye ku mîna rewştê jiyanê be û bi zelalî wê were rûnîkirin, di wê demê de , pêdiviye li ser wêjevan ku li ser hevkêşa henas û ya din binivîse, divê ku rastiyê diyar bike, û êşên peyvê bikşîne, wê çawa wêjevan ji bilî li ser mehnegirtinê xwe ji aloziyên yên pê diheje binivîse, û nirxên evîn û mirovahiyê bilind bike, ku hewl bide li mirovekî rast were, karibe têgeha serkeftinê li ser hel û mercê û diyareyan bi heman xuyabûnên wê gur bike, wêje evrazîkirinek e ji bo mehnedîtina evînê li ser qamkurtiya bazariya ya tovên heznekirî û parçebûnê bi derbasbûna dîroka merovî xwedî dike.
Ew rastiya pêşî ji hevgariya riswabûna mirovê yekem yê henaseya xanedanî binpêkir, wek pabendiyek ji tiştên ku nirxên sipî gemarî dikin, nirxên ku ji bo hebûna mirovî re serkeftinê saz dikin.
Wêje bi xwe bersivek e tund e li ser sedemên pepûkiyê di raman , soz û nihada xwezayî, ewa jêhatîbûnê dide çalakiya hevpeyvîna mirovî , bi rêya deqek e armancber ,zimên bikartîne, bedewiyan ji rastbûna navêçiya mirovî re vedigerîne, deqek e duristkirina tiştan vedigerîne, ya guman dibe bi saxlemiya radestbûyan, têgehên sert jevdixe, di bin siha çanda geherbaran de geş dibe, radibe li ser deqa guherînê ta ku bi lehiya afirandinê pêşbiniyê bike, berve xîzistana hişkbûn û sistbûnê û zarvekirna peykera paydarî, yê mirov dighîne ji paşêxistina tora ramanê , diçe berve azadiyê ji derveyî zîndanên koletiyê, çepandin û aloziya hezkirina êşê ya dimije têgihiştinên mêjiya pak, pêdiviye ku em bi rikeberiya ayîndariyê û azadixwazên bazdayî li cem sirûştê bên rext kirin, bi desthelatiya qirêjê di gedûka jêra civakî de berberiyê bikin, ji bona nûjeniyek e ku hurmetê bide tevgera dîrokî ,dûrî şobeya kesên ku taybetiya serdemiyê li xwe dikin , yên rûreşiyê dermafê nirxên reseniya rast dikin, bi bihaneya vêregihîştinê paş bazara îro , ew kirêtî bi têgeha nûjeniyê re kirin, destê xwe ji tewşiyên keşxekar û çepikdayan dişuşt, dûrî valahiya lawazbûn û qelsiya sincî, nûjeniyek destketiyên pêşiyan hurmet dike, pîrozkirinê nade an xwe li paş gewrebûna bapîran de venaşêre , nûjeniyek şermezar dike kiryarên hijmarek ji şelatiyên yên derewkarî dikin ji bo rabûn û hilkişînê û çimkirinê li ser sinca wêjeya sengerandî, ewan tenê pêlavên rizî ne ji serok û qeralan re, nûjeniyek bi serdikeve ji azadîxwazên mirovahiyê re, ta ku hevpeymana evînê nû bike.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق