الجمعة، 1 مايو 2020

Qêrîn.Rêber ‎Hebûn

Qêrîn 
ji yara xwe re got û ew digrî:
- ezê çawa evîna xwe ji te re derbirîn bikim , di demekê ku derbirîn tê de tengav bûn, û hest û xewin tê de kêmbûn.
Ezê çawa te li kolanê pêş çavên xelkê hembêz bikim, di cîhanek tê de metirsî û gazindan digerîne.

 Û ma pê re diaxive, li ezmên dinêrî, pala xwe da darek hişk û got: ez kê hema mîna berga xweragir li ser bilindiyên xem û nexweşiyan de bihelim, di wê kêlîkê hest kir ku pelên darên hişk bi ser porê wî û wê de dihate xwar, û berdewam dikir bi beraxaftinê : 

- ezê hema mîna pelên payîzê biwerim, li ser derbasgeh û cadeyên cîteng de, û kî wê te bîne bîra min  ,ji bilî bermayên baranê û tiştê ji buharê re mayî ji bedewbûnê .

Û dema stranek ji dûr ve bihîst, bang kir di riwê yara xwe de ya bi giriyê destpê kiribû û go :

- êdî stranên xemgîn nema ji lêvê sirûdbêjan derdikevin, ew biryar dan ku bi tenê xwe derkevin, ku alavên awazê û davekên wan derbas bikin, û ji her derê derkevin.

Dema keçik tiliyên wî bi aramî girt, Bi lerzeke bêjimar hest kir, ji giyanê wî derket, keser berda û pistepist kir:

- peyvên min rikeber in, rikeberî bi tiliyên min re dikin, pê re berberî dikin, êdî ne pêçî û ne jî tilî , dikarin zorê li peyvan bikin, ku biçin li derê ku ew dixwazin, û pêş vê raperîna ne diyar û meraqa gurbûyî , evîna te ye.

 Bêdengiya yara wî kûrtir e ji her tiştê ku ew anî ziman,ew maça biçûk kurtasiyeke ji xemgîniyên evîndaran , hest kir bi wê bêzariyê û ma li ber riwê wê de, berdiaxive, dibêje:

- ev jiyan êdî tenê dilopek av e, hêsirek çav e, srêrkeke ji nav stêrkên melûl derdikeve, ev jiyan bûye cudabûyeke rizî , tozê geş dike, bê ku em binasin ew aliyê yê ew me berve  yî wê , bi rêve dibe, tu jî  eynî sizayê, bi te hatî dayîn û ez ji xwe dipirsim, çima ez tême sizakirin, çi kesê dijî civakê û yaseyên kujer radibe, çi kesê xwe xelatî azadiyê dike, dibe ku ji bazirganên hişbiran metirsîdartir be, û kî birame ku evînê biparêze, dibe ku terorîstir be ji her kesî bêhtir, ev têgehên perîşaniyê ye, bi me ve hatî gerandn wek gulistana çeperkirî, evîn bi dîtinên nexweş hat derbas kirin, henasên me hatin guneh kirin,  bi biçîmên te yê efsanî diponijim, bêzarî û êş ew wesandibû û her dima zimanek ase,ji zikê ferhengan koç kir.

Di wê kêliyê de xwe radestî kêlîkek bêdengî kir, bi aramiya wê diramiya , dar ji semayê rawestiyan, û ew dima lê dinêre, bi riwê wê ya rûkenî girêdayî mabû, hewl da ku hilkişe li ser  lutkeyên xemgîniya wê de, û dabû li ber xwe , kî wê di heldêra bê hêviyê de bikeve, ji heyva dilsojiya wî re pêpelanek rizî hebû, ta ku bi rêya wê de rabe li ser dilê wê de ,hêsirên wê ,ew fetistandibû , her ku  wê hembêz dikir bêhtir hî dibû, wek pêdiviya cankêş di dilê beristanê de, ji dilopek av re , xwe bi tozê darê û pelên wê yên payîzî zer dişuşt, meşî , yara xwe hembêz kiribû, û bi pistepist jê re go :

- ax ji te  ,ey mîra a xwe bilind dibîne li ser gîhayê kesk û genima zer û erda şil , û çolên zuha de , ji lêvê te ez fêr bûm, çawa şer bikim û bikevim rikberî û xwe radest nekim.

 Tewr nikarî hez neke, evîn ma rênasa ji wî re û mirin ma jê re metirsî, tewr di jiyana xwe de derew ne kir, ji ber vê jî min nikarî ezê ê bi nivîs û xemxwariyê hewesdar , ku  ji wan qut bibim, min timî bi wan ji dûr ve diaramiyam, min ji wan re bi tembûra xwe lêdida û nêzî axdariyên wan dibûm, min soz dabû wan ku ez li ser wan deynim, bi rêya çîrokekê, ji felekê re binivîsim, dibe ku encamek ji evîna evîndaran û gengaziya wan hilîne, peyvên wî  ya ku ji yara xwe re gotinbû, cihên xwe di xêzên min de girtin, dibe ku jiyan bi tevaya xwe eynikek be, em wê berevajî dikin bi pergalekî rast û bi çirûsîn her timî nabe ku pûçbûn bi ser bikeve, û dewlemendiya giyanî xwe bi dawî bike, û nabe evîn bimre, ji ber ku em wê di hundirê xwe de dikşînin, wê wêje , huner û stran bibin xemla me,heta  em ji bona hezkirî û hezkirinên xwe dijîn .

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة- ريبر هبون

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة *ريبر هبون تلك المؤسسات التي تكرر طقوس السلطة الحزبية ذاتها إنما تحاول أن تقول للكاتب المبدع أ...