الخميس، 4 يونيو 2020

çirûskek ‎xircirî.Rêber ‎Hebûn

Çirûskek xircirî
kolan bi derbasbûyan cîteng e, dengên firoşkaran diçin û tên , qircirên tirimpêlan , aramiyê bi kulbetî  di daqurtîne , toz bi hilma nên û ezmên tevderbas dibe, li pîramîdên roniyê ,di katên nîvroya zirz de siwar dibe, hinek stran , cîtengiya derbasbûnê dagirtin e, bi xwêdana geştyaran û ramanên wanî  yên di henasê de tije bûn e, mîna rêwiyekî bi dema zivistanî hilkumî, çoxên xwe bi navê baranê û ji kîsa xwe weşan dike,  bi derbasgehên sîbera berfire mest dibe, nûçeya zayînê ji bê daqurtînim ,mîna dûkelê di vê bajara tewşbûyî bi ponijîn  û qerebalixê pir dibin, di şevekê de bi rêya wê em diçin  şevbêriya çarşemê bi lêmişta hestekî diyar dike ji me re ew mestbûna tenik.

Ez fêrî kena dirêj dibim , li gel pistepistek e hema nepenî dibe û bi tevinên xweşî û geşiyê tevderbas dibe, dostên min heyîn û sermayê di kêliya hevdîtinê jibîrkirin, êdî nema kasêtên Eyşeşanê, Mihemed Şêxo , Eyaz zaxoyî û Karapetê Xaço di henasên me de xwarina giyaniya tekoz têr dikin, lê belê me birçîbûna şevê bi rîtimên Dîskoyê û awazên Rap û gîtarê û nalîna Şakêra û lerzên wê yên zîrek û beraxaftinên Maykil Caksonê yên di hundirên me de xweşiya dîn têr dikir , nalînên me bi awêrîna evînê û hilma dînbûna awazî rastî hevdu hatin, daholên derketin û xaranînê li pey me dikevin û bi boçikên cixareyan û domanên wan di qurzîkê , bi windabûna me xwe veşarine, li hev rast tên.

Em hest dibin ,ku rehjenên me elketronîk in, û henasên me bernametkirî ne, belkî ji ber em ji evîndarê dilxweşiya nû ne, bi nûçeyên Nazdarê û Ciwan Haco dilgeş dibin û li  pey Şivan Perwer û deng û axaftinên wî dikevin mîna şopandina her siyasetmedarekî an generalekî navdar, evîna me ji jiyanê re ketibû meraqên  me yên bêzar, em bi civînên xwe yên ciwantî mijol dibûn, li tiştên nû digeriyan, xulekên me yên bi hijmar bi rêya wê dadigrin, ciwantirîn tiştê ku me ji hevdu cuda dikir, xwestekên biyan û bi seyr di evîna jinê de, hinek tê de ji bilî kotanvanî  wek zimanekî nedîtin, û hinek din wê didîtin giyanek winda di feleka hişbir , dûbarekirina keçkaniyê û cengê ,û têkiliyên bi pergal, kêliyên me dimînin di me de, mîna xelekên filmên kurt, û dikevin xêzên ropelan wek buyerên awerte, kesên ya felek wan ji asîmanên hizran avêtin, xewinên me ji me ditirsin, ji ber vê yekê ji me direvin, li gel eyaza sar û zuha bazdidin.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...