Qeytanek doman ji jinek e ji ewr
Tîp dibin dojeh , nexweşî û carne li xwedî xwe dernexûn dibin, mîna refa desteyekî jinavketî, û pir caran raman nabin , ji bilî dijhevkirinê hember tiştê ku em şerm dikin wan bêjin, an hewil didin wan vegerînin, wisa kêliyekê pênos di cihê xwe de bû mîx, min bi mirovê serberdayî bi nav kiribû, ji ber ku çênabe ez her tiştî têxim di hundirê deqekê de , ji nişkê ve ez bêdeng mam, min nivîs berdewam nekir, dîwar li paş min virmor bûn, peyvên gotinê qerimîn, derdem metirsî dirazin , li paş ramanan mîna avisekê çarmêrgî dibin, ez ji feresuştinê an weşandina cilşuştinê westiyam, ez naxwazim -Narînê - bênim bîra xwe, ew keça kurt, cîgehên herî girtî, hevyaza serdana wê dike, wek deroniya wê ya porbûyî li ser kesan de, matmayî,westiyayî ji her tiştî , bêhêvî ye wek fincana qehweyek e sar li ser textebenda gulistanekê, xemxwariya xwe ,qerebalixa xwe , mûdiya tîpên xwe di çotika giyanê de weşan dike, êdî tênagihe dan û standinên koran û nalînên keran , em ji zangoyê derketin, ta ku em fîncanek kakaw vexwin, lê belê bi dizî ve sar bû ,ji sedema gengeşeyek e xav û kurt mîna bejina wê, dibû nîşanek ji derengiya min ji dema ezmûnê.
- oxir be niha!, emê hevdû bibînin?!, tevî ku hevdîtin ne bedewtir bû ji tiştê ku min ji te guman kiribû.
- wa , çima tu wisa dibêjî?
- nizanim , ji xwe bipirse ?!
- ez ji te hez dikim
- û ez jî.
Ez çûm e ezmûnê û vegeriyam, min çavekî li hemî cîgehên yên bi xwendekaran tije bûn xistibû.
Gengeş e û axaftinên wan, seyrbûna ji pirsan , yek gazindê hevalê xwe dike, ku bi awayekî ne baş bersivên pirsan bi rêya berguhê jê re veguhêzandibû, û yek din şad e bi bersivên xwe, tevî ku ew hêvî nake , ku encamekê li gor dilê xwe qezenc bike û herwisa.
Ez cefayên dudiliyê weşan dikim, tenaziya xwe bi hinek temaşevanan li ser gengeşeyên yên çêbûn e di nîvê qircirek e akinciyî dikim, bi valahiyek e ji xewin û şiyariyê diponijim.
Ezmûn bi awayekî ne baş hat derbas kirin, çavmatiya xwe têbînî dikim , wek endezkarekî hewil dide ku mehnedanîna xwe li ser zirziyek e derneketiye, dima bendewar ji qêrînên xwîntirşê mûdî, min telefona wê kir , bersiv da , û min got :
- tu dizanî ku ez ji lawaziyê heznakim , û ji serdana ponijînê jî , ji ber ku ew malek e ji beyarê pîstir e.
- û ez jî , ji xwe re temara dûbarebûyî neyne, ez ne zîrek im bi bazirganiya peyketinê li dû tiştekî ne ya min be, mebesta min ji vê yekê , tu yî.
Min got :
- dibe jî , ez hew di hundirê henasa te ya xwar de mişext dibim.
- oxir be êdî.
- oxir be.
Di berêvarekê de, dûrbûna wê dirêj ket , ji ber ku bi mebest ,nediyariya xwe di çax û çaxekî dirêj dikir, piştî salekê xuya kir, telefon kir, payîza wê gelek bi nalîn bû ji min re got ku di wê de dijî, û dihêle ku bîriya min bike, û min jê re got :
- min pencereya xwe di riwê bîrêkirinê de girt.
- çima te girt ?!
-dema barkirina min hat, tu dereng mayî , çendîn hundirê min germ bû bi aliyê te, lê niha ….
-lê belê min ji te re got ez lawazek im û nikarim ku hundirê te yî serkêş hembêz bikim.
- û ez jî nikarim bi lawaziyek e ku tiştekî bi omîd nede biqedînim, oxir be.
- oxir be.
Nameya wê ya dawî, nîşana bêhêviyek e reş da , bîçimên xwe lihevhatî bû , ez jê durketim , min wê binax ne kir ,ji bilî vê carê ,ta bibe qeytanek doman ji jinek e ji ewr .

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق