الجمعة، 21 أغسطس 2020

Narînbendên kurdistanî - Rêber Hebûn

 



Narînbendên Kurdistanî

Rêber Hebûn

Di te de riwê jiyanê ye, zaroktî û pakiya wê ye , kovana wê di eniya dilan de, xweşiya peyketinê li pey xewinê ye .


Asîmanekî tu ji şahiya xweş re , pistepistên baranê yî li ser pişta keskesorê , tu mîna dara berûyê yî li ser bilindiyeke helemût de .


Di nîgaşa xwe de ez te datînim, te di xwe de amade dikim,bi te bi yek dibim, mîna pênosa lêvan li ser lêvên te diçim

Hêdî hêdî oxiriyê ji min bixwaze, ji darên hestên xwe pel bigre wek helbestên yên nayên jinavbirin, di te de giyanê serxweşan e, bi tovên gularezê yên min li sîngê te danîbûn tenik bibe.


mirin nêziktirîn bendewar e , ji her kesî bêhitr dixwaze laşên me yên hatîxwarin di destên xwe de bihêre, ev pozbilindiya çendîn wêran e, ew demdemanî çima deziyên xwe yên puç li pêş rastiya me dirêsîne, berve rewrewkê koç dikin, hûrik in ji turên êrd in em , derzê ji qelşandina banî ne, şopên lingên kurmikan in dema ji gewriyên nepirûşekên kulêreyê derizîbûn , ji vê felekê me tiştek wernegirt , ji bilî binkeftinê .


Ev dil kêrên valahiyê di wî de derbas bûn, û xwezî kiribû ku hinekî ji mestbûna evîndaran heta mirinê bi wî keve ,û ew di zîndanên nalînê de bimîne , ta ku êrîş berde li ser evîna yekbar , têr bi rawestgehên evîniyê dirame.


Min bi evînê kevir bike , ta ez ji hundirê xwe piştrast bim, ez di te de niştecî me , û bi avên hestên te dagirtî me, de wan berde min , belkî girnijîna min vegere, êdî ez xwe nabînim, hembêzkirina dilşewatiyê, min serxweş dike, di te de dihêle tiliyên min bilerize, mîna peyalên şevbêriya kurt, wek e ku vegera dengê te hîşt vedeng vekişiyayî binale, wek ku derya ji girnijîna me teng bû, û rabû, ta gemiyan daqurtîne.


Ez mîna balindeya leglegê me, bi quncikê berêvarê diramim, , bi xemgîniyê, kevinbûyî dibim, ji şadiyê hêdîka vedikşim, ta ku bighim naveroka xemgîniya te, ezê ji bîrêkirinê bikim fîxan, bang li dîdara me yê nêzik û dûr bikim, hingî ez xwe bi leylana te digerînim xwînçûyîn dibim, mîna bişkoja xunavbûyî xwe ditewînim, ta ku tîrêja te pêşwaz bikim.


Ez ji girnijîna te me , eger tîrêj da ,ez jî tîrêj didim, û eger çû ava jî , ez diçim ava , ji te re ne titşê ku min hîn nenivîsandine, ji te re wêrekiya sîper dema hewil dide ku bigihe bilindiyê , li ser laşê te mezintirîn kom ava dibe, ji hemî xwedawendan re, û di nav wan de xwedayê nêr matmayî li pêş dînbûna te radiweste, di dilê de darên sêdarkirinê têne sazkirin, ji zordarên yên fêrî serjêkirina evîndaran bûn , em yekem dundeyên rikeberiyê ne, û vexwenderê serdema ronahiyê ne, di feleka tariyê de, tu yê xwe li ser gewdeyê min de mîna dêhleşêrek e mest xwe çemîn dikî.


Zuhabûna dûratiyê bi meya peyvên pir belav dikî , bihndanên xwe ji min ve nêzik dikî, mîna şanikan li dûr nêfkê te ez belav dibim , min dihêlin ku ez ji dilpijokiyê û nalînê gêj bibim, tu strana ya bi baranê re dikeve pêşbazî.


Bi hev re emê pêta siberojê gur bikin perestoya min, û ji bilî lihevpirsînê tiştekî namîne, ku rûtbûnên bêdengiya mayî di amanên germahiyê de rûşan bike, tevî şelûya sarbûnê û jihevketina nîgaşê ji pozbilindiya dûriyê, di navbera metirsî û beraxaftinê , di te de welat xewina hemî kesên mirî û yên jiyan kirin e û yên kê jidayik bibin.


Ez te bi hemî pergalên şeydabûnê dibînim, mêya min, li gel te têrhatî di her tiştekî zuha de stranên me lêdide, xaçên me radike, lê evîna me ji wêraniyê re kovanên avabûnê vedigerîne, cîhan , xirbeyê xwe li ser eniya gengazan de dibarîne, û em jî hevdû bi pirûşkên maçên xewindar hembêz dikin, baran , şiyarbûn û çirûska keskesorê em serpê dikin, cîhanek e nû û gerdûnek e kesk em radighînin, dûriyên bê dawî em nîgar dikin, buxçeyên nalînan em dihejînin.


Ji te hez dikim ey bavlîsoka mirina min , tenaziya xwe bi nûjînbûnê dikim , dema memikên te bin lêvên min raperînê dikin, alên şahiyê radibin, beranberî reşatiya alên xemgîniyan , tevî domanê ez te dibînim , demsalek pêwendî û ewlehî , min vegerîne xwe ey asîman, dilê min li ser mana te bi cih bû ,giyanê min li ser cihêbûya keserên te dima, ev xemgînî ji her deverên kûr têne me, de memikên xwe gilover bike, bihêle ez neyartiyê bi xweda re di çavên te de bikim, ez vê rêbazê têk bidim ,gurmiya şeytên bi dest xwe xim,wek mehnegirtinekê ji xwedayekî nayê dîtin, kesê dixwaze dikuje , û kesê dixwaze azar dike , min bihêle ku ez erza wî bidim, dema ez lêvên te ji bo maçekê qayilkirin bidim, min bihêle ku ez wan jibîrbûyî bikim , dema bin te de dilerzim , an di lêvên te de bi maçekê nediyar dibim , ey xwedawendê , bê wateye canvehatin bê evîna te , li gel avşînên dûr avbaziyê dike, ji gergeroka deryayê re şahiyan diafirîne, ez bi xapên rewanbêjiyê ne pîşeger im, ji ber ku maçên min ji lêvên te re ,kurtasiyek e bese ji dirûva hembêzkirina erd ji ezmên re , pêdiviya min bi çavên te hene bi rêya wan ez xwe ji xemgîmiyan vedişêrim, pêdiviya min bi bêdengiyek e ku di nav lêvên xwe de xweştirîn axaftin vedişêre, evînek e min ji felekek ta felekekê veguhêzîne , ne hêsan derbasbûnekê an dilsariyekê, ne zuhabûnekê û ne jî rûreşbûnekê, di sîngê te yê dagirtî de buhiştên evînê ez bihindan dikim , arezûyê sirûd dikim.


Ez ji hezar gularezên sipî re distirim, deverên minî tu , ba , ax , û beybûnî tu.


Dilê te ew rê, rizgarî û nîşan e, pêdiviya min bi te heye mîna çemekê li rex qebqeba çepelan de, dem bang li te dike, wek ku dengê dilê min vedenga guhmasiyek e deryayî be, navê te bang dike,û tu li berxew bî jibîr neke ku ez nakevim xew eger nêzik hinarikê te nebim, ewlehî dibe ewr li cem te, tu êşa li paş xêzanî.


Li ser dengê gavên te xemgînî û şahî saz dibin, awazekê dirêsînin, sirûda jiyanê desdan dikin, li gel te wate destpê dike, mîna şîrekî ji guhanê gotinan derdikeve, li gel te gerdûna kal dibe şînkayîyeke pêlbûyî, ew gunehên kirêt , hindek talanbûn in , xwe di hişên lawaz de bi cih dikin , bi felsefa evînê a taybet bi me xwe bi çek û rext bike, henaseya xwe bide ronahiyê, xwe bi baranên kobanî bişo, ji fişafişa tirsê yê mirov dighîne bîra kûndîtiyê netirse.


Em felekekê diafirînin , têde avşîn li ser piştê çiyan de ,di bilindiyê kûrahiyên me de , avjeniyê dike , xwe pepûk neke, narvîna me ye ku em girnijên xwedawendê bidest xwe xînin, em wê ji mirina wê ya dubarebûyî rizgar bikin, li gel te elfebayan dinalin, mîna ewrekî yaqûtên barana şîn xwedî dike, ez di memikên te de, ewrên ezmên dimêtim, li ser lutkeyên te yên bilind siwar dibim, mirinê di nav çongên te de kedî dikim, ta ku were jêbirin, tu nûjînbûna benderên nemiriyê bi pêçengên xwe digrî, bi werîsên rehniyê yên ji sermemikên te derdikevin xwe digrim,zaroktiya evîndarên destpêkê vedigerînim, di dojeha maçan de ez hêsirên Gelgamişê tevdidim, di çavên te de mêyatiya avê desthejan dikim, zuhabûn û cefayê azardayî dikim, tunebûnê xwerî dikim, tu şengî mîna çema evîneke bi bêdengiyê pendyaran derbas dibe, welatî tu ji germahî , xunav û kulîlka baxbûyî re,di şevbuhêrkên maçan de, ji te re nalîna min , ji memikên te re xweşiya min e nemir, mîna mafekî namire, tu kovana dilpijokiyê yî di asta beraxaftinê , pira ya rastiyê û rewrewkê, hevdîtin û azariyê ji hevdû vediqetîne.


De hingivê lêvên xwe di peyalê memikên xwe de berde, min bihêle bi dînîtî ez mest bibim, de rehnên xwe ji min re mîna Dicle û Feratê veke , ez bi serxweşiyê wek xwedayek û jiyanekê , û bi lerzandinê wek çîrokên rojbûn û bercandanê bawer im , ez bi te wek xwedawendekê, ji hemî kesên yên tên , henaseyên xwe berve welêt ve rakirin e, û li ser bedewbûnê,ref dû ref, sivik û giran hildikşin.


Ji te re ne ew maçên yên li ber hilpekandinên memikên te,dema berdana derengmayî têne gupkirin, ji te re ew kêliya a jiyanê kurtas dike.


Em bi êşê pêş dikevin, mişextiyên xwe ji lehiya hêzê hembêz dikin, ji tiştê em li ser fêrbûna xwe têde dişiqitînin, ta ku xulekên jiyana vala ji me baz bidin, bê qêrînekê ji ezmên re bibêje li ser dilxwastinê me bi berzkirin û belavbûnê di dêmên ewrên sipî de, dûrî derbasgehên azariyê.


Ez bi xwe re diaxivim bi te re, û te dikim paytexta gorandinê ji her baskekî mêrkuj, bi kunêlên çermê te , ez bi yek dibim, ronahiyê di hundirê xwe de dihêlim, girnijîna xwe li pêş te de venaşêrim, bangên evînê veneşêre, têde xwedawendî û serwerî û pozbilindî berve asoyên dûr de heye, em tune nabin, bi evînê biçûk dibin, emê mîna du hevrişman li ser pela dehla kesk û tarî de bixuşin, ta em bibin bi qasî dilopek xunav di sibehên avdarê de, li vir , li ser kendalên evîna te yê bala de, ez bi xwe re dipeyivim, di lêvên te de hejandina meya di nava peyalan de, û axaftina kutanvaniyê .


Ji memikên te re sirûda qazan e, dema bi baskên xwe golê sîle dikin û zikêşa laleyê diarînin, ji noqê te re axaftina meya kevinbûyî .


Tu cewhera seravbûyî bi serxweşî û bi sirûda elendê cîtengbûye, di te de ez avjeniyê dikim, di perjengên sipîbûnê de û belavbûnê demsalan , ez temenekî bihin dikim,li ser kevîkê niqombûnê bi te re derbas dikim, li ber çavên bahozên evînê hawarxwastina te dikim, tu ew taya işkî , semaya reşmarê yî di damarê zuha de, hêsira qerenfîlê yî di destpêka buharê de, sirûda keskayiya zelalî, min vegerîne zayînê li dema ez bûm e, û qêrînê bi lerzandina ya jiyanê dike awaz biguhêre, wisa emê bighin lutkeya şeydabûnê bi tiştê pak yê me rahijtê, dema em bi ala evînê digrin û dihêlin di ezmanê pakiyê de berba bibe, , bi hebûnê em bawer in , giyanê comerdiyê em didin e bîrêkirinê, ji laşê te hilma daristanên yên dihejin werdigrim, bi derperîna agir di giyanê min de û di lutkeya dînbûnê de ez bi narîna evîna te xwe dişom, heta tunebûn bimre, ji te re ne lavayên maçên min yên agir li dor wan de her êvarê xwe dipêçe.


Tu yî ya ez bi sivikî tême cem wê, di katê zêdebûna bîrêkirina tîr, gav xwar dibin, evîna zêdetir şiyar dibe, dema tu hilat dibî, giyanê min di rehjenê xêzan de derbas dibe, wek sirûdên evînê , xwe ji dengên êşan re natewînin.


Ji nişkê ve di raperînên xwe de ez felekê bizadan dikim, li pey te dibezim, wek gokên êgir bi evînê heta dawiyê têm birajtin, ez ziyana kelandinê di xwelîdankê tunebûnê de jibîr dikim.


Bi rêya te ez strihên salên xwe yên vala hildikşînim ,em herdû li gel ferehiya asîmanê niqom bûn e, nêzik hevdû dibin, bi tijebûna şahiya xwe em dibin keziyên keskesorê û difirin, hevdîtina me ji nemiriyê nêzik dibe, em dikin awaz, lava dikin, tunebûnê dikujin, sînorekî em di navbera wî û dilên xwe de saz dikin, xemgîniya xwe xelatî wê dikin, em xwe ji yaseyên wî rût dikin, hevdû em hembêz dikin, bi cêwîbûnê em binyad dibin, di kêliyên maçan de em dengê xwe yê ketî distînin.


Rêyên min revînê ji gavên min radighîne, li ser rexên dûr paşguhkirî dinalin, rêyên min bi min derbas dibin, sirûda rêwî di jiyana min de didizin, dilerzin dema ji dûr ve gavên min silav dikin, bîçimên min bi tenê xwe rûdinin , hatina te distrînin, banga rohilatina te dikin, xwe amade dikin bê ku guhê xwe bidin dengê payîza xwîntirş, bi te re û bê te tunebûn dibe mîvanê katên yekem ji sibehê, wek ku zayîn bê te tenê avrazek be, dikeve ji mirinê di mirinê , bi aramiya hespên girêdayî di hevşiyê de , wek amadebûnekî ji rêwîbûneke dîn û nepenî re û li ser piştên kutanvaniya dîn ,awirekî didim çavên te, di sipîbûna memikên te de tazîbûna berfan li ser çiyayên olûmpê radimûsim, li ser deştên gewdeya te xemgîniyên Torûsê bihin dikim, awaza seqemê yê bi dengên bê di lutkeya Êvrêstê de bi hev digere, bagerên yên evîna me hildigrin ji bajarek ta bajarekî vediguhêzînin.


Kobanî mîna stûnekî li ser volkanên evîna me rep dibe, ji wêraniya xwe çêdike, me dinivîse ,ta me di nav sozdayan de nemir bike, ji awazên maçên me re xwe stûxwar dike, bi anûvaniyê dişewite, bi laveyê gur dibe, raperîn dike ta ronahiyê ji dawên keserê derxîne, di te de ez mêrga şeydabûnê derbas dikim, wek stûnên rehniyê li daristanên dûr de rêzî hevdû dibin, li paş wê şaxên temenê dûr dilerzin, têde benderên tilêliyan vêdikevin bi rondikên yên dixwazin xwe ji girnijînên şadiyê re noq bikin.


Di te de xewinên xweşiya kor berz dibin, li ber çavên evîna me ya zelal de, deryayên sirûdê û xemgîniyên gewdeyê gêj dibin, li ser lutkeya sîngê te de,ez wekî hespekî bi bask xuya dikim, û li geliyê lêvên te de ez welatek im, ji gerdûnê re li ser evîndarên xwe lihevpirsîn dike, ey pêla şewatan, ji ku ronî tê , hemî sinc girtîne, hemî rê bîçimên wan zengarî ne, evîna te ya hov bi ser dilê min de deqekî mîdî dikute, û li ser eniya min de xemên kurdistanê diniqişîne, ez xwe nabînim ji bilî baranekî li ser sekûya şewatan, hindî perdê awazê di min de diheje, ez xwe dibînim, direvem cem te , û ez daholên bîrêkirinê li paş te lêdidim, ji bilî fîncana qehweya min e sar tiştek bi hawara min were nîne.


şahjina min , ji te re ye serxweşiyê , tu zikmak û çavkaniyî , pakiya dundeya şahjiniyê yî, serkeftinên me li ser nivîna çolan de, ji me re bejinên sosina geş diyar dike, bihna zeyzefûnê ji memikên te min gur dike.


Tu li ser laşê min de mîna dilfîneke kedî xwe noq dikî ,tu efsanan di min de bê westan binav dikî , rawestandin li ser textê şaşbûna lawaz de nevêtî dikî, bi her zerbûnê zorengê dikî, ev reftara te ye bi min re, di şevên avdara lehengî de derbas dibî, ey pêta pêldayî di xwîna min de, de lêvên xwe bide min û di xweşiya min e pendiyar de mest bibe, em ji bo ku bighin kutanvaniya cîhana bala xwe dikujin, vaye em li pêş dîrokê ne, şûrên meraqê, dilpijokiyê û arezûyê ji sirûştê re dikşînin, berî jîndarên mirovî diyar bibin, pişt re dibin hogirên me, vaye em tazî ne ji derew û durûtiyê ,ji mirinê hemî, û dojeh ji cankêşiyê dibe kef li ser dengê ganê me ya berzbûyî, wek lingê zarokekî di nav tehtan , li te rehjen vedigerin tevî ku li gel leylana derewîn de neman dibe, li ber dergehên te karwanên arezûyê herdem rêzî hevdû dibin, de destê xwe bide min , ew bi sêwîbûna min hest dike, û bi germahî dadigre,di kata ku artêşên seqema mirovî êrîşê me dike, ji bilî te jin mîna orispiyan in, xwe li ber lerzên derewîn digerînin.


Te berdidim zimanekî serhişk, di te de serkêşiya xwe dijîm, ta ku ez bawer bibim ku jiyan ewa afirandina êgir e. û xwe xistina şûnê roniyê di rêyên tariyê.


Tu ew çiyaya ku di min de cîgîrbûyî , û bê te felek bêzarî , pepûkî û wêraniye, de lêvên xwe bide min , ta ku pê şîndariya çeman û şînbûna deryayan bixemilînim, tu agirê êgirî, ez ji dola nifirê me , yê xwe li ser gîhaya nemiriyê de da rûniştin, bi devê marekî, ku hate li ser nemiriyê ta wî tarûmar bike, di wê demê ji nişkê ve Gelgamêş bi hêsirekî tazî li kêlek solafa nalînê rawestiya.


Lêborîna te xwedawenda min , em gunehkar in ji kevinê kevin de, û hilpekiyên jîndaran in , dema qerezan bi tunebûnê re dikşînin û vala pê dileyzin.


Dilovaniya te perestiya min , ez li ber keserên girnijîna te ya dilşikestî de bê rewş im, di te de ez şerê kirêtiya a di dilxwastinê de heyî dikim,di evîna te de xwedawenda min laveyên xwe ez distirînim , belkî sipîbûna min e gêj berz bibe, di rehjenên ku ji bilî te tiştekî hizir nakin, cîteng nabin ji bilî dengên gavên te.


Ew hêsir ji ber çi damarên êşê derbas dikin?!

ew eynik çima li ber dîtinên bîçimên me de dişkin, ji arezûya min re wateyekî nepeniye, ji derveyî şîrovekirina tunebûnê û hejandinên cankêşiyê, gunehiya min ku ez li ser leylana te dijîm, ta bighêjim naveroka dîtinan, bi gurzên yasmînê û hêza şoreşgeran ez dagirtî me, û daxwaziya min ku di te de bighim kulîna rokê, di quncê yê kirêtiyê bi birûskê lêdide, di axaftina bi evîna te re xwe bi cih dikim, derdê dijwariyên azaran dikşînim, dûrî bilêvkirinên neqişînê , xefkên wê , ez dibêjim: tu xweşiya neasayî yî ji gotinên puç re,û evîna vala ji bezên rewanbêjiyê yî û kulîstrola şengiyê, dilpijokî dilxwastinê dertîne, û penaberî tirsê peyda dike, û her wisa li ber çavên barandinê, di nimêja bîrêkirinê de ez diramim, rêyên zerbûyî dihêlim, xweşiyê kevir nakim, ta ku dapîrên te yên sihirbaz li min razî bibin, bi sihik e ew pêkvenûsan , tariye ew cihêbûn,ji bilî xirbeyên hêsirên te yên payîzî tiştekî guhdar nakim, li ser milên rêyan de , ez kefa toza genî dûr dikim, ji aramiya xwe ez pendê xwe digrim, û ji kokên evîna xwe ez sîndîganekê distînim.


Ew xwezî roçûn in , zerbûyî ne û virmor in, xwe li tirênên pêxwas de bi cih kirin e , aliyên xwe natewînin ji şorbûna hêsirên me yên zengarî, ji pirsên te re deziyên puç in, pepkûkiyê tînin, û bizdana beraxaftina bêhêvî ne , ji wendabûnê re stonên dil e, ji cîhanên min re ew çirûsîn e , jê re nifira şînbûnê ye di nîvê girîneke ne berçav , ew evîna kelî min li ser lêvên te kuştî hîşt, wek payizek e nerm, û min ji derveyî sînorên axdariyê çekir, bi serserîtiya dengên germ , bi nermbûna kaniyekî tebitî , di nav hurgiliyên rêyan.


Tu nihêniyek û xweziyekî , babeliskekî di nav kûrahiyê de, zaroktiya rûkeniya te ya pêxwas , gemiyên çekirî di deryayekê de derbas dike, û tîpên te yaseya reş binpê dike, di depên mirinê de, di nav lêbêjên nepeniyê , ez derbas dibim, xewninên xwe yên yekem dişopînim, berve asoya kûr diçim, pistepistên min ji xemgîniyê diterpilin, di nav darên çandî de û li jor beyarên pîzotê , ma gelo wê piştî temarekê vejîn bibin!!

ma gelo wê şahiya nediyar vegerînin?

ji serdemên nalînan , ez li ewlehî û aramiyê digerem, di nav peyvan de ez jibîrbûyî me, xwe di nav domanê de dibînim ,tozên ropelan derbas dikim, eynika min e zigurd bang dike, û bêdengiyê di dilê min de vedigere, di çolên xemgîniya xwe de diterpilin, ez li pênosa xwe ya şîn digerim, bi şopê zivistana xwe dikevim.


Natebitim qet , sax nabim, ji henaseberdanên te sermayekî derdikevim, mîna rondikên zuha, di hundirê sobeyek e zerbûyî , ey rengê bê ,di kûrahiyên min de, de lêvên xwe bide min , ez wan xaç bikim, di aigrê arezûyê xwe de wan bisojînim, pêdiviyê min bi dînbûna te heye, min bibe, çixata berfê ji min re vêxîne, bi navê te ez beraxaftin dibim, li ser xewinên xwe dinivîsim, û jibîr dikim , çendîn veşartin giranbû, berî tu hilat bibî , tu bêsînorî ,di roderkirina min de, û kefa sipiyî di çavên min de, de were, mêya min em di perestgeha xemgînyekê de bi tenê xwe nimêjê bikin, me bi yek dikir, û dilên me pêçandibû , li gel te jiyan demsalên nemiriyê ne û bê te agir û argon in , piştî te ti şahî venagere !


Dema ez dikevim hundirê ewrê de, gewdeya te dinêrim, di evînê de li ser piştên çiyayan de bi hev digere, matmayîbûna dîmenê dipêçînim, wek zarokekî li bilindî dareke hevrês dinêre, xwe di her awirekî ji te xwe vedişêrim, dema tu hêdîka li min dimeyzînî , ji te hemî keriyên xunavê derketin, li ser girên gulên sor de, diçêriyan, evîn bi te girs dibû ta gihîşte asîmanan, ev payîza bê te ji xwe çûktir e, nîşanek ji gavên te , dema li pêş min were, têr dike ku girnijîn bibe, û zerbûna pelên daran bike şînkayî.


Metirsiyên payîzê te bi rêve dibe , li cem mirina te ya bilmez û têgihiştina te nikare êrîşê dengê tirsê bike, ji ber tu bi tiştê di navbera me de , ji demên hêsir û şevên zuhabûnê kufir dibûyî .


Ev fêrbûna te ye ,ey dîlê li cem perestgeha koçberiyê , tu qet perwerdekirina reftarên jêbirînê di xurtaniya li hev hatinê bernadî, ez şerkerê yê di hembêzê jiyanê de, ji fîxandina hêviya azad di te de ez newestîm.



De armaiya xwe hilkişîne, û ji reşatiyan koç bike.


Li rêyan de mîna mêşa hingiva zêrîn bimeşe, qirikên kulîlkên bejî bi maçkirin , arezû û tîbûnê badidê, de bi lêvên xwe di lêvên min de, hingiva payîza dilpijok birjîne, û hew êdî bilorîne.


Rabe li gel xewinên me yên yekem, wan bêne wek hevsengî û bergirî di riwê cebilxaneya ragirtin û evdaliyê, di gorên gazindê, qêrîna xemgîniyê di kûrahiyên xwe de vemrîne , di min de yara min êşa moriya sor e dema li ser qûma germ hildikşe, û di min de xemgîniya isota sor û tûj e , û di min de eger tu felsefeya yekîtiyê di kûrahiyan de hizir bikî ,welatekî di nav xwe de dikele, ew jî kurdistan e.


tu nediyarî ji henaseya xwe ya destpêkê , di wê demê tu xuşka laneyê bûyî, keça bêçariyê, neviya bilidiyan bûyî , dema sîper ji bilî xwe kesî nexwestibû.


Ez yarê hatî me ji gerestêrkekê di nav de, tev qurşîn û zordariye, bi rêya te ez ji rêzên kifikê rizgar dibûm, û ji mirina xwe ez veqetiyam, dema ez bûm bêçareyek.


Em avşînan li ser milên dilên xwe de hildigrin , belavbûnên çiyayan di ferehiyên giyanên xwe de kome li ser hev dikin, û girnijînên zarokan li ser piştê dil de ezber dikin, evîna bilbilan bi derketinê ji rekehên xwe ve efyûnkêş dikin,ji bilî evînê em tiştekî rast nabînin, di navberê revên rewrewkên nêrumêk.


De dilê xwe yê giran bide min , ezê wê mîna kûza gazê li kêlek dilê xwe hilgrim, were em berfên avşînan maç bikin, bi ramûsanan me , wê rojbûnek jê re bê nivîsandin,wê ji me re li warên evînê de nasnameya du evîndaran çêbibe,piştî wê emê netirsin, ji kê bitirsin, ji narvînek serxweş û arode, ji lehiyên afirandinên me zikmakiya xwe wergirtibû, ta ku pê bênaviyên xwe veşêre!!!!?


Di min de te lehiya evîna har di giyanê mij de xepart, ji dîtina payîza kedî tu dilerzî, ji xemxwariyê tu vegeşbîn dibî , li paş seqemeke lawaz bi celbê laveyên me pirpitîbûyî, û em li ser germahiyê êrîş dikin ,bi helkolkên xweşiya xwe tu bi serserîtiya di şevên şeydabûna demkêş de kêfxweş dibî, bi mestbûnê tu çûxlikirî dibî , di nîvê dêmên derbasbûyan de, ên guh nedan maçên me yên sêgoşeyî, ev dil biçûk e li ser dînbûnê , xerabûyî ye mîna lawaziyê di katên nîgaşbûnê de li paş dûriyê.


Ez derdê koçberiya te ji cîhana xwe dikşînim, derdê gurbûna te mîna êgir , di devê çekekî zengarî dikşînim, li vir bêzariya te û ufkufiya te , deshilatibûna te , destpêvegirtiyê te ,peşûşbûna te , hemî xelekên nû ji tunebûnê zêde dikin, xwe li dûr qirikên hevdîtinên nehatine jidayikbûn dipêçin, agehdar be ji matmayîbûn û xwîntirşiyê û evdaliya bêhiş ,di perestgeha min de, de tirsa xwe kevir bike û pey min were , were li aliyê qubleya min , ew nimêj û tiwaf û çûna li şikefta pîroz e.


Ew bîrêkirin balafira giyanê ye, de rabe pêş bikeve, û xwe netewîne wek bizinê dema kîsên lastîkî dicû li ser kevîkên geravê, xweş bibe wek xewinê û ew armanc û hevdîtin û bîrêkirin e piştî pevçûnê.


Min di nav rehnên xwe yên germ de hembêz bike, mîna şevên cejinê û ferehiyekê bide min ji zaroktiyeke ku min nejiyabû , û sersertiyekê ku min jiyan nekiriye, nerm be bi evînê , çendîn ew bi hêz e , dirêj û girs e, lêbelê birîndar e ji dijwariya zordariyê.


Strana xwe xelatî min bike , di katên şeva dawî de, zinadên me hevdû xwarin , lêvên me ji maçan şewq dan, gewdeya te di tariyê de mîna şûrekî dibriqe, ez te dixwînim, evdalî û hilm û di te de kefa xwe , dilpijûkî û dînbûnê di malzarokê te de diçînim, de were min bi barana lêvên xwe û giyanê binuxumîne,ji ber ku ez çiyakî rût im û lutkeyek e bi mijê mişt im , şiyar be ji bilindiyekê te nagihîne min, agehdar be ji xwe ji ber carne tu ne wek xwe yî.


Jiyan tê rêvebirin bi evîna zordar, wek evîna me yê a giroveriya heyvê distîne, di dilê min de êşa bilûrê ye, dema zikê xwe digvuşê wek e ku di sanceke giran de be, di dilê min de bîbelank diweşin, wek hêsiran û dîmenê wek girnijînan nîgar dikin,di min de êşa avê ye dema berve germiyê derbas dibe, û êşa solafê ye , dema ji bilindiyan dikeve, serserîtiya kûrahiya bilmez min çedikin, ji jiyanê tiştekî hîn nebûn ji bilî zanista puçbûnê û wêjeya gotinên vala, li pergalekî ji germbûnekê digerim, hîn jidayik nebûye, di cakêtin pembûyî û ji bahozên ku nikaribûn sextebûna şîndariyê hilkişînin, ji bîçimên ku nazdariya erdê radikin û pirs dikin çi rê heye ku mirov xwedê bixapîne, ax çendîn êşên min kûr in, dema kovanan erzan dibînin , dema mîx diçînin li çaxê xaçkirinê.


Wax çendîn nalîn giran e , dema hêlana min bû û çenteya min bû, û ev keça ciwan yê şanên tengezaryê xelatî min kiribû, û bar kir.


Wax ji nalîna te çendîn wek mirinê ye û ez jê têrbûme , ew sîndigana çendîn zorê li ser bê dike dema dînbûnê , bibe mînakek li ser pêdara sindîganê dema dîdariya şahiyê dike, em fêrî xemgîniya erd û çiyan bûn e , û derzandina binê lingan, dema diçin lutkeyan , xwe amade bike ji maçkirina min re , roçûyî ye ew şahî , wêranbûyî ye wek quma germahiyê de katên nîvrûyê a yekem.


Gewdeya te sehneya zorengên rojhilatî ne, metirsiya hovîtiyê li cem birçiyan e, ew bayê sir e yê windabûnê dikuje ji damarê.


Nazik bibe mîna gulê piştî bihinkirinê û bi xweşiyê bibe bax, dema hembêzkirinê, me xemgîniyê sêdar kir û keserberdanê gurand, ez bê te tenê depek cam im, mirin û jiyanê ji derveyî te zîndanekî bi girtiyan tijebûye, ji te re tiliîliyên zaroktiya xweda di nivîna jîndaran de , ji te re maçên xwîna min dema li ser girên memikên te gur dibin ta çavên tariyê derxînin, ey hêrsa şeydabûnê ,ji te re hewayên giyanê min yê bi bîrêkirinê lihevhatî dibin, ji mêrga giyanê te ye, yê çîrokên te kurtas dikin xwedawenda min, ey balindeya quntaran, di bîra min de tu bûyî bahoz, tu çîroka evîna min e xwînçûyî yî, zelalî tu mîna ava Feratê, ji lêvên te re tîbûna min e kurdistanî, ji azadî û qêrînan re xwe ditewîne, evîna te ji min re bajarê min e , encama pozbilindiya wê ye, û zîrekbûna zarokên wê ye , xwe ji xwelîdankê mirinê re nahêle, xwe ji nezaniya hovan diparêze.


Ji te hez dikim, xwedawenda min , di serdema bêmêriya pêxemberan, di te de efsanên evîndaran kurtas dibin, di te de lehengiyên nalînê ji pakrewaniyê, ji dema tazîbûnê de tacandin dibin, di te de serkeftina Kobanê tê nirxandin, ne quretiya Isparta.


Ji pistepistê te re qêrîn xwe xûz dike, mîna Xandî , û hildikşe çiyan bi pergalê Gîvara, û pabendî narvîna Sêzîf dibe ,bi hilgirtina hîmên bîrêkirina min ji te re.


Eger ez hizrekî navînbama , wê te ez sirûdeke bi qircir bixwestama , tenaziya xwe bi vedengê xemê dike.


Eger ez ew girnijîna derbasbûyîbama, wê min karîba dûr li paş çermên mirinê bi te tevderbasbûma.




ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...