Jerkî
henasên me bi xembariyê ve hatin girêdan,me hewlidabû ku li bayekî bihinxweş
bigerin , sibehê ji mêyatiya par a
serhişk re vegerîne , û têkiliyên me bi bîrêkirinê re destpêbûn, hevaltî
bin sihwana bîranînê , di navbera para tewanbar re û niha ya bi êş re, çêbû,
êşên me raperînê di eniyê çehirên me ên evîndar e ragihandin, bilbil û qulingan ji penaberiyên
bîrêkirinê rabûn, ta ku hewl bidin , par
vegerînin , bi her êş û awazên xwe ,
destpêkiribûn bi hewldana vegerandina rehniyê ji zelaliya şevê re.
Li dadgeha par e, niqom dibe , di kûrahiyên me yên
germî de , ta ku dinokên hestên me , di talîzoka tunebûnê de, winda nebin, û
nekevin poşmaniyê .
Şemalên hêviyê,
bi xemê nameyên wê ya westiyayî ve dileyzin , xemên me yên kevinar , pê bandor
nabin , xwastinên me ligel arezûyê , mezin dibin, û bi felekê re, di cîhaneke
gerdûnî de dibezin, di şewatên me de, pîzotê dilivîne, xewnên me yên veşartî
aşkere dike, bawerkirinên bilindbûnê berve jor ve, berba dike, ta ku siberoja
dûr biçespîne.
Di vê tuxûba fereh de, em rêwind dibin, û ferehiyê
pîroz dikin, bi belavbûnê mîna bihinxweşiya raziqiyê , di pêşxaneyên cihên me
ên jê me koçkiribû, pelên me yên tevlîhevbûyî têdana me pesindan dikin, di
hundirê me de nalîn û şopê tengezariyê ranawestin, her dû kûrahiyê de dimînin.
Adar sirûda bîrêkirina bedew e, ma wê çawa me neyne
ziman, û ew di me de dijî, çavên me , bi kilê baranê , rengîn dike, û depên xwe
di me de nîgar dike, bi bihna şengebiyê xemilî ye.
Xewinên tenik
hewil didin, ku kovanên bihinxweşiyê bi
gulên xwe yên dirêj û qirik xwar,
dergehên ronahiyê vekin.
Êvarê bêdeng, bîriya birînên me yên bêdeng dike, û
roniya tariyê jî , reşiyê di hundirê me de, vedimrîne.
Tevî çiqas êş ,
ev qendîlên arezûyê,bi şopên zîndanek kevin dikevin, me bi derve girêdidin,
dûrî dem û felsefeya cih .
Destên xemgîn ji berîda qurmiçkan berz dibin, di
gulxaneya gul de rehjen radibin, mîna xewinên me dipijqin,pey xezalên metirsiyê
dikevin, hêsirên heyvê di asîmanên ezmanan de , dûr belav dikin.
Ev hêsir , di
dawiya ziwabûnê de , gulgulî dibin, ji
vedenga henaseberdanê dertên, di hembêza
mişextiyê de ,mîna alek hildayî dimînin, rikberiyê bi tirşiya mirinê re
dikin, kenê şîn , li ser maseyên
hevdîtinên qurs de vedibin, tovên xembariya dirûst diçînin, û şitlên gulên
terikî belav dikin, dikevin genciya bîra gengaz de , mîna çilpika xunava dev bi
ken, temenê me û gûşiyê bi hev re destpêkirin, lê bîrêkirin ji wan dereng mabû,
çendîn em li ber zivistanê dikevin, û di zivistanê de em bîriya havînê dikin, û
di payizê de ,toz me jibîr dike, em
pencereya odeyê vedikin, ta em ji nû ve xema heyvê pêşwaz bikin.
Gelek caran , em ji
dayîn û ciwankirina jiyanê diwestin, dewsa em piran çêbikin, em xwe di
paş piştê bêdengiyê ve vedişêrin, xembar dibin, em dihêlin ku ji xeynî me
jî xemgîn bibe, tiştê min diêşînê
birastî , ku ez di hemî şerên evînê serkeftî bûm, û rastî çi sikestinê
nehatibûm, ez di hola evînê de , bi rola hişmendekî, dirabûm, lê ew yar, bi
rola gelê, ê ronakbîrê xwe bi kevir têwer dike dilîst, lê vê carê ez li
hişmendekê digerim , evîna xwe bide min , bi her rebenî, tîbûn û bedewbûn ,û ezê jê re bibim, gelê ê başiyên
wê yara nemir nemirî dike.
Ger ew evîn, hundirê me neguhêrand, û êrîşî me
nedikir, sûda xwe li ser me çiye?!, ger di me de cîhanek aram ne afirand,
wateya hebûna wê ji bo çi ye?
Ger reweştên me jênebir, ew çi evîna perîşan e, ê ku
em bi serê zimanê xwe yê tevizî tînin ziman?
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق