"xewin"
delalê keça xewinê
Min dûrxîne ji xemê
Min hembêz ke bi xurtî
Rêxîne ji bo min bejinê
Tu ji bo min xweş ahengî
Ey rojbûna çi cejinê
Ez bê te qet tune me
Di nav laşî tu wek xwînê
Hezkirina te awaz e
Jiyanê distrînê
Hezkirina te awaz e
Jiyanê distrînê
Min deyne li ser sîngê xwe
Hevcêwiya êşa min
Ta ez bimrim bi xweşî
Li ser destên te lê vînê
Dawî nîne ji hestên dil
Her zindî ne di jînê
Wek rastî û dilsozî
Jîndar in nêne kuştin
Ji bona te keça zînê
Rêber Hebûn
28.07.2021
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق