الاثنين، 1 أبريل 2019


Bangîna peyvan
 


Rêber Hebûn*

ji sirûda te xweştir nîne

dema mîna awazekî di dûmahîkê de diçe..

di jiyanê destranekî xêz dike .

şêwe dike.

Gelo ez rêwiyekim

lê ew şewq rêwiye?

Mîna mişextan dibeze û diçe..

dilê min çîroka wî dişopîne

pey dawiya taya pêroz dikeve..

berve gavên kavilbûyî dimeşe.

Nalîna xwe dispêre salan.

Berdewam ser tabloya sipî şêwe dikim

di ezmanê evînê de

di çarçovê xemgîniyê

avjeniyê dikim

Nizanim ..

ma ez rikberê navên bêhiş im

ew navên rût û gêj di ferhengên jibîrkirinê ..

tenê hêsrên me..

di newalên virmor de ..

navberê êşên me yên kevn

û kevîkên rojbûnên sexte..

penaberî ava dikin.

Roman jî di çemê valahiyê de

stonên xwe ser dilan ava dike

û kevokên sipî tevnê xwe ser ezmana şîn de vegirtin

li rehjen û qebqebên xwe digerin

ev ewrên dagirtî Baran cil û bergên felekan li xwe kirin

sihên demên didûlî..

li bejnên xwe kirin

tiştek ji sirûda te geştir nîne

ey kovana kendalan

ey henaseberdana bîrêkirina zordar

mîra rojhilata naverast

deryaya dema sermedî

tu burcî

pêngavî

dînîtiyê xelatî zorengan dikî

evînê diyarî ramanbûnê dikî

ji elesa te bedewtir nîne

ji dûrbûn û nêzikbûna te pîroztir nîne

çendî sêwir xwe ser te dikir padîşehek

û maç ketin bextê te

xwestibû – Eştar – wêneyekî bi te re bikşîne

xwezî kir wek te be

jîndar be

barê nemiriyê giran e

em bextewerin bi mirinê

hemo xwedawendan hesretên me dikşînin

Enahîte –pey te ket..

heta ku kêlîkekê bi te re..

hevpeyvînekê çêke.

Ey şopa rastiyê di sihên demê .

Mîra min

xwedawendên rojhilatê dibezin pey te

bi dizî li pey te tên

ji çavên te derbas dibin

çîrokên efsanî ser te digerînin

di pirtokên xwe yên perwerde

bi hibirdankê hêsrên xwe

çîroka me dinivîsin

ji wan tîpîn ku evîna me berz kirin geştir nînin

diman bi derbasbûnê nifşan

jiyana me dûbere dikin

mîna daran mezin dibin

ku bi helbestan banga gerdonê bikin.










ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...