Sirûda dawî
Rêber Hebûn
di aliyan de çarenivîsên xwe vala dişopînim
û dimeşim
rastî başûr têm
min berve bakûr dibe
û berketiyê min bikartîne
asoyên xewnên ketî li xwe dike
bêdengiya min windabûye di nav tariyê de
di evîneke serxweş de..
qêrînên min xwe bidarve kiribûn
di rêyan de mîna moriyekî binkeftî dimeşiya
û genima lawaz dihêre bi tenê
bê omîdî.
di te de sibehên tîrêjan hatin veşartin
û li berêvarê de biryar dan
ku biçin dev kendavên şiyarbûyî
ez hogirê dengê te me di tariyê de
ey mîra êşegan
tu matmayîbûnek mezinî bi qasî peyalan
de bimeşe
û aramiya xwe hilkişîne
şala leylanan li xwe bike
tu tirseke sivikî di hundirê min de
hogirê giyanê te bûm
di şeva bêdengiya lezgîn..
li ber te bûm peykerek
de lêvê xwe..
bi germbûn berve min bêne
di van kêlîkan de em dijîn
lêgerîna metirsiyan neke
ey nermbûna nêrgiza xwînçûyî
lêgerîna siha demê neke
gulên me hîn neçilmîsîn
di nav de ew baxa şîn û penaber xwe germ dike
tenê xwe bi dilxirabiyê bin ax neke
û têkeve ferhenga barana bimerhemt
pey awaza xemgîn nekeve
nalîn nebe
rojhilatiya min
ji ber ku ez birûskeke bê baranim
wê tim di nav êzingê şilbûyî xwe bispêrim
di nav qurzîkan de
bi rengekî virmûr xwe hilînim
ser quman mîna mişextan xwe bimrînim
bi tenê tovên hêviyê biçînim
û êşa melol di agirê kenê te de vemrînim
di wan aliyên vala de ezê kovanan bigrînim
ser rêyan de , têkevim tûrê şevan de
berve bedewbûna avê bimeşim
nîşanan şêwe bikim
di tariyê de
pey sûlavan herim
çavdêriya çemên di çavên te de bikim
çavdêriya riwên te yê hingivî bikim
nîgaşan ser gerdenê te bikirim û bifrûşim
bi buhayê maçekê
hevdîtinên me kal bûn
deziyên wan li derziyên niyaziyê digerin
de lêvê xwe bide min
em ê her tiştî paş xwe bihêlin
maçên me sincin
kelehên dildariyê ne beranberî berêvarê
tevî ku talanbûn heye emê biqêrin
birînin xwe bicivînin
di van kêlîkan de
emê herin
dûr dûr heta xala dawî di gerdûnê de
emê bibezin
qet tu newestiyayî
ji ber giyan ser çema bi çûk mîna gemiyekê ye
ji çûyinekê re xwe amede kiriye
de derbas bibe di kovanê min de
û bêhinvedanekê di xwîna min de bistîne
em pêlên evînê ne di feleka mij û moranê de
û em ahînên hemo huneranin
xemgîn nebe
ji ber hîn rehjena te metirsiyeke ji xemgîniyê re
û ji êşa dijmin re
hîn findên me venemrîn
bihêle mey ser lêvê me de
xemên min vexwe
bihêle peyalan di xwîna te de gemiyan bigrin
bo ser mestbûna min de biçin
êşa demsalên qeyrana min bêjin
û ser maçên me yên bapîr biaxivin
dema ber deryayekê me gunehên xwe bi hêsr û hembêz dişiştin
bîrêkirna xwe bi min de
ev sirûda min e herî dawiye
piştî wê gemiyên min qet êdî nayên
bihêle volkanên min
ser xwe mikûr bibin.

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق