الثلاثاء، 16 أبريل 2019


Ey şahiya ronedî
Rêber Hebûn*                                                      



ser lêva bayê hinava kul ..

xwe bi ser helbesta min bir û anî

bi elesan re ket xefka demên rizî ..

mîna deryayekî nêzik giravê sing û berê te dibim

û maçên xwe mîna xalan ser laşê te diçînim

bilûra şivanan dihjînim bi hêsrekê.

Hestên peyalan mest dikim

dema bang didim yarê ..

di hundirê cîhaneke nexweş de , dem têde digrî ser demborînê

û sibero têde li siha xwe digere

mirin jî raman dibe bi xwe

heta kengî wê bêdeg bimîne

şopê gavan dibim

hêrsa çirûskê ser dêmên te kedî dikim

stêrkan ser zendê te bi maçan xwedî dikim

berêvarê tazî dikim pêş te

qet nawestim

hespên bendemanê têr ka dikim

aş weşan dikim

bi hêrs bang dikim

çavên te neqşên ewran ser min bi awirekê weşan dike

pey nalînê diçe

çawa ez ê maçê hezkiriya te yî çûyî ser lêvên te jê bibim

çawa narînbûna giyanê te ji devê nehinga felekê derxînim

pey stêrkên kevn û nû deikevim

hezarên refên kevokan di eywanên sêwira min de difirin

pêlên elesan ji min didizin

lê nikarin bi dilxirabiyê

berve asîmanê ..

reşbinyan dihêlin

nîgaşan dihêrin

em qet rastî te nehatin ey rastî

tu leylana bêbend û bedewî di gerdona me de

berve dawiyî diçin

rêbazên rast xwe ser pêngav dikin

mîna kûsiyên bejî xwe di nav qurmî daran de vedişêrin

bê encam ey rastî , xwe dinav tariyê de bê war dikin

ev gor û penaberî li zengilê mirinê dikûtin

deriyan dixin

di qerbalixê de dimeşin

ew zikreşî geza dirakûlekiye di qirkê min de

min hêdî hêdî ji te dûrdixe

dema ku leylana yên berî min ketin jiyana te..

carek din mîna karwanekî ber siha min û te tev digerin

wisa jî ber deman de

rêyên hov devê xwe ji barkirinê re vedikin

riwê bêdengiyê li xwe dikin

aramiyê dikin gemiya Bilbilan

lanet dikin qirgurkan bi dirêjî demê

çendî nalîn zordar e

di xemgîniyên me de xwe vedikşîne mîna marekî qalind

hêjaye mirin û jibîrkirnê

ev mirin daholên xwe lêdide

naweste ji lorîn û stranan

mîra min

ji me re ne ew rêyên dûr

de em ser biçin

meş felsefeye

girnîjîna te nasnameye

ey helbesta har û dîl

pîroze dilê te

çendî şînkayî dida beyaran di helbesta min e sert de

de lêv bide min

şerm neke

were em demên wêran ava bikin

xwdawenda min

tu find û hêviyî

ey şahiya ronedî






ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة- ريبر هبون

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة *ريبر هبون تلك المؤسسات التي تكرر طقوس السلطة الحزبية ذاتها إنما تحاول أن تقول للكاتب المبدع أ...