السبت، 20 أبريل 2019




Zimînên bêhêviyê
Rêber Hebûn*



welatek ji qerbalixa azariyê xwya kir
ser dirêjî jiyanê..

xwe rêdixîne.
salan di hinavê mij de vedişêre
nalînan disûjîne
di devê awazekê de , hêsrên pepokan didûşîne 
pîzota kelî ji destê xwiliyê diraje
di şikefta bêhêviyê diraze 
di xelekên agir de dimîne
welatek bûze

istuxware , bin lingên zordaran e
ne qêrîn dike 
ne destûr xwest ku bar bike
mirina wî bi nav û nîşane 
di ahînên ew kesên koçkirî de berze
yên di kelekela nîvê rojan de rêwî dimînin 
di ziqaqan de pêxwas digerin 
dilzariya xwe dikin nan û ax 
û berve berêvarê diçin
ey wermta bêhiş mîna demsalan
xwe vedişêrî di xefkê mişextiyê de
mîna nexweşiyê xwe ditewînî
bi qêrîneke jibîrbûyî
ji bêhêviyê re ti hogirî 
ko mîna wî 
çavên te yên kirêt 
rastiya jiyanê ye 
mizgînî sexteye 
evîn jî nepeniye

ey wermta belayê 
belavkerê pepokiya giran
ji te re kirêtî xwe ditewîne
bîranînan didaleqîne

ev zimîn ji êşa xwe qêrya ..
dengan hember sivikan berdin

peyvan dûbare bikin 
yên ku ji dil dertên 
ji kûrahiya çiyan û kaniyan tên 
nalîna me ji bilindiyê re ye
li wir penaberan dijîn 
bingeha ebcediyetê ava dikin 
ji kesên ku li xwarê dijîn
tiştek ji kêlîkên me re neman
nezanan cîgehên ramanbûnê dagîr kirin
eles ji rojhilatê me re lorand
rojhilata xwînçûyînê
rojhilata dax û birînê 
cîgeha parsekciyan û padîşehên xwînmij
paytexta xencer û xerdelan
cihê komkûjî û kûjeran
giriya sekinî di qirikan.

Razan bê hişe beranberî ramana tevlîhev
dem jî seqete beranberî gulistaneke tazî hember artêşên tozê
qêrînên xwe melolin
ber berbanga sipî
Tenî dinale ber bêdengiya sermê
lêvên geşbîn cilê bûkaniyê li xwe dikin bi rêya maçekê
stêrkan dibînin di şikeftên dawiyê
nekole xemgîniyê
di gerdûna bêzariyê de
ey kûjerê min
kûjerê nasnameyê
ey kujerê agirpêjiyê
bişopîne min û derkeve ser kevîkên girên êşan
û zinnara hêrsê bi xwe re bikişkîşîne
xeman ne êşîne
ez latim di xwarê de. Pêşwazî sulavê dikim
sîtava te qêrîneke şoreşgere
guhirtina resen ji lepê wêranbûnê derxîne
de bimeşe rêwiyo ser pirê felekan
ey belavbûyiyo ser gerdenê çeman , mîna xalên birûskê ser sînga çirûskê
pîroz bike lêdane kêrê di sîngê min de
û pîzota evînê vêxe
meya hêsran vexwe
sengerên hêviyê razayîne paş bîrêkirinê
lawên bayê xwe radestî tengezariya bê hiş û regez dikin
tilîliyan bifrûşin ey nûberdarên mirinê
nivînin şoreşan wêran bikin , peyv li wateyan digerin
tên serjêkirin beranberî rastiya virnas.
Birîn û rêya dûr hevdû digezin
cilşiştiyên hevdû weşan dikin
û bêhêviyê hêvan dikin
xemgîniya sersar binax dikin
di min de cureyên xeman
alên avîndariyê çêdikin
bo damarên hûnerê
di vê serdema kirêt de
bi hev girêdin.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة- ريبر هبون

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة *ريبر هبون تلك المؤسسات التي تكرر طقوس السلطة الحزبية ذاتها إنما تحاول أن تقول للكاتب المبدع أ...