Ji kavil re biryarek
Rêber Hebûn*
ji mirinê re hindek xewnên
veketî
derbasî qiraxa biyaniyê
dibin mîna sîwiyan
dinalin ber dergehên
sewêlek
xwe ji kenê me didin
alîkî
mest dibin bi
bahilkêşanekê
bi derbasbûna deman
winda dibin
paş sînorên stranên
lerizî xwe dihejînin
hêsran dikin dûman
bê agehdarî bar dikin
bê silav û pistepist ber
çavan tên pişaftin
ne girnijînek gavê xwe
bîr dibe
û ne jî ew giriya germ
yê dikare xewnên me yên
tengezar daqurtîne
de ey kavil
bernaberî biryara xwe
raweste
bi xewnana re li hev were
geh qêrîn bike hember
narvîna tinazok
geh xwe bitewîne ber
hêviyeke dilrevok
Narvîn tê xapandin..
di kesayete evîndarekî
xwe dispêre hezkiriyê xwe.
Serê xwe kavilo beranberî
avahiyên bedewbûnên me bitewîne
ji me re ye hêsrên
qerenfîlê
bax û bihna wê
ev sibeha ji zikê şeveke
kevnar derketiye
ji tariyekê ronahî teqî
goman kir bi ronakbiriyê
beranberî dijwateyan
sert ne be ey ahîna
çirûskê
ji me re pirûjeyekê
pêşkêş bike
têde Evîn xelatî
siberoja sersar bibe
Gîtar xwe tazî kir ber
ritmên baranê
de jiyan xwe bide rêya
dîn
ey ahîna berfan ser
bilindiyê
êşan qet şiyar neke ey
nalîna zivistanê ji kendalekî
gul û dar
baran û bar
û dojeha lêvên sersar
agirê me gûr dibe bi
maçên me yên birîndar
di nav geliyên evînê
gul jî mest dibin
bi aramî tevderbas dibin
xwe ji axên şil rizgar
dikin
ji kovanên xunavê xwe
dişûn
mîna sirûdên har derbas
dibin
henasên te yên agirî û
niyaz
destanekin
tên xwendin ser dêmên
gulan
ne ser ropelên pirtûkan
de biçe dûr ey kavil
wêran neke
tiştê ku em ava dikin
çi wêne bin
an şahî bin
an ked û êş bin
ji me re ne
şerm bike kavilo ji
binkeftiyê
radestbûn û istuxariyê
vekêşe
argonên me bihêle
here cem mirina lezok
ew cêwiya te ye
ji me re stranan û
pistepistan bihêle
em ji jiyanê re bi têhnin
em yekser berve rojê
têkûrk dibin biçin
mîna kaniyekî dewlemend û
mestbûyî.
teht û tar û mar
kel û pel ketin şikeftên
nezaniyê
siha ronahî ser me xwe
vegirt
li riwên me dinêre
bo em yekemîn xweziyên
gulan
ser rêyên xwe xêz bikin
ji zanyar
ji bîrnasê zîrek re
ku di vê feleka bendewar
de..
vegere.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق