Bêdengî
Bêdengî ,kêliya destpêkirinê bi gengeşeya hundirî ye, hawirek ji derdanê hest û rabûna wî ji dil, bîsteka nalandin û gazinda penî ye, û ponijîna gerdûnê û ken û kûrtê wê ya bi êş ve, bi dabeş û tevinên wê ya tevderbasbûyî.
Dema em tiştekî winda dikin, û li kesên din ve , vedişêrin, ji ber ku dimîne bilindtir , li gorî şîretên bêdengiyê, em bi beza paş, xulekên jiyanê berdewam dikin, westiyayî, xweîkbûyî.
Xweşrabêran bi gihiştina xwe li kenara bîrêkirinê dibin, li ser asoya sipî de, em destpêdikin, bi ramankirinên xwe ve , bi sersamî , pêş buyeran bêdeng dimînin, hayhoyên me , bi pêtîbûn berdewam dibin, em di lêvên sama şewldar de neqişê dibin.
Bêdengî zimanê avrazbûnê , di zehmetiyên jiyanê re , û serberjêrên wê yên lawaz e, zimanekî ji kiftika henaseyê derdikeve, û rengên xwe, di gul û qurçên giyanê de , namegerî dibe, û pêşxaneyên wê yên silikandî û reşbor bûne, di endîşeya me de rêz dibe, bi rêya ramanbûna me , ji ezmên re ,bi serê xwe yê tewandî li me vedigere, pêş rivîna boşantiyê û ferehiya wî.
Ew kêliyek gewreyî ye, pêş reşbûna wateyê û resenbûna ronîbûnê, û berketiyên gewdeya cegersoj, bi sistbûna xweş û sawdar, di lêketina zengilê wê.
Temena bêdeng , me wek asayîşekî lal disekinînê, û di kêliyek zaroktî me berhelist dike, giyan jî me di bêdengiya xwe de hevrêjtin dike, dema em li dor cîhanên xwe de dizivirn, ji endîşeyê xwe de , em bijanên ên nayên ziwabûn diafirînin, bi rêya bêdengiyê , namesazên gerdûnê, şîretên sirûşy û jiyanê vedixun.
Em bi rêya wê zimanekî hêsantir ji zimanên mirovên nûgihayî , ên ketibûn di zîndanên qirecir û osanbûnê de , şîrînkarî dikin.
Em ji bêdengiyê , zimanek ji dilrûniştina taze diafirînin.
Em namegoriya hestbûyî a bêhindar, di rûberên zeviyên ên bi stêrkan ve , xemilî ne saz bikin.
Em ji qerebalixên jiyanê û tevlîheviyên qirecirê, û şîretên germahiyê , di kata xewbûna bi goman dûrdikevin.
Em ji bêdengiyê hevrikbûna rewşê, dujayetiya hebûn, bi heyî re , birawer dibin.
Em kêmbûna bitûmê, û talîzoka windabûna ê naqede têdigihin, û bi vî awayî , em sirûdên bedewiya birûsî, di nakokiyên wê de , ezber dikin, û niyaz diin , ku em têkevin , di rûxiserên gerdûna xewinkar de, û têde çehreyên jiyana ê êşa pirjimar , bi sedem û şîroveyên xwe, dikişandibû, dixwînin.
Em dabeşên ên di bêdengiya serxweş de nûjen dikin, xwe xwar dike , li ber devê nehestbûnê de .
Em bangên ên ji leşgeriya neçarî bazdabûn, berbîrtînin, ji ber ku dûrîna sexerbûyî, di navbera bêdengî û qêrînê de , bi bendên tof de , tijî bûn e, di nav gizgiza bêjimar de , hest vedişêrin, di amedebûnê xwe de ,ji bo pêşwazîkirina lêdana nediyar.
Bêdengî ew lerizîna hilavêtê , jîndarîbûna tevdayê, û romanbûnên henaseya hişmend , ê bi koçbûna xwe dinase ye.
Bêdengî ronîdaneke , ji hêviya ê dilên ew kesên ên bi mêjiyên xwe pêvemanbûyî , hembêzkirî ye.
Ew kêliyên ên ji mixabîniyê vala ne, bi rêya wê de , em diçin ta cihekî din , ji tewşiya giyanî , em di çarçoveya giroveriya kûrahî û dan û standinê , bi tevnên sêwir ve binyad dibin, bi pozbilindiyekî ta ezmên de, bi tiştên ku di kûrahiyê de tevdigerin, em lê raman dibin.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق