Hembêzkirin
Ew meraqa giyan e , bi destxisitna xulekek yekbûn, temena wê ya rastî , bi temenê erd û hebûna mirov e. hevrazbûna hemûkî ji giyan , mêjî û kanîna wê ku bi hestekî tûj bi a din pêjin bibe.
Avebayekî nihadiye, nêdar û germ e, bi xemgînî , destvîlk û ronîdanê, linavhevketî ye.
Meraqeke ji hemxûbûna gewde û giyanî ye, gavîna kanîna wê ,ku ji zexel û rizîn û bedenketiyê derkeve, berhindê giyan e, di cîhaneke qircirê de xwe vediguhêzîne, tevî hingemê.
Hezkirin di her helwestê de , bi cî dibe, ramanbûn di feleka tozgirtî de daxwaz dike,û çîrokên wê ya tarî , henaseberdanan rûşan dike, ê ku di serdema derdê de xwejikarxistinê radigihîne, lêbelê di dema em dûrketinê xwe didin aliyekî , û çûk mizgîniya hevdîtinên kurt , bûkbir dikin, an dûrketinê ji mirovên xweş sersaxî dikin.
Hembêzkirin dimîna rawestgeha mirina tebitî ye, di bêhêviyê de hildiweşe, û bi dilsojî re rikberiyê dike, bê ku bigihêje rûkenîbûneke esehî.
Awaza jiyanê destpêdike, dema rûdanên wê, me berve damankê dibin, giyanên me têkheyîn dibin, ta zincîra baskekê din pêkbînin, bi rêya wê , em bi xemê şad dibin,û qulqurçên kûrahiya me, di nav de, pevhatî dibin, em bi hogirî û herdemiyê xewin dibin, dema em bi hembêzkirinê leylan dibin, nemiriya gaveke dûbare nabe, û bi rêya vegerê li dost û yaran, em dikarin hembêzkirinê binasin.
Ev hunera zîrek û laşgiran e, hizrên me bi rêya wê, fêrî awaza xerîbiyê bûn e, mîna qarya qelereşan e, li dûr hembêzkirina me dicivin.
Em sipîbûnê li xwe dikin, ta ku em gengaziya rengan têbigihin, hemî ji bilî reş, ji tovên gewrbûnê ne, dema kevokên sipî , di firandina xwe de , bi me re rikeberiyê dikin, wisa di jiyana me de , kêliyek dilhabûn, û miresek bilindbûyîn zêde dikin.
Ew rawestgehek rûkenî ye, bi sozdayînên dawî, şaxkirî ye, û pabendbûnekî ye , ji bîranînê re , tevî kêmaniyên wê û rêzbûna wê, tevî dûrketin ji dema par .
Hembêzkirin dûriyek kûrahiye, ji dûrçûyîna du dilan ve , derbas nabe, ji ber ku bi wateya yekbûn, binyadbûn û kokdanê, berketî dibe,di naveroka hezkirina bê sînor , û nirxê lehiya ji xweziyan dagirtî ye saz dibe.
Em navên ku kitkitên bi êş , tiştê hindik jê ve, berev dikin, û ji henaseyên xwe re,derfetekê dihêlin ta jibîr bikin, û lêborîna xwe bi dawiyê bixwazin.
Hembêzkirin dibe mîvanê me , di dawiyê rawestgeha xwatirxwestinê de, di nîvê vejînbûna roçûnê , li bîranîneke veşartî digere, deng jê dernakeve.
Hembêzkirin rawestgeheke ji heza a bi bîr re yekdan dibê, û naxwaze ku xwe li paş quncikên jibîrkirinê xwe têxistin dike.
Em bi bîranînan navnîşanên bigoman , di jiyana xwe yê berdewam de, jê dibin.
Ew xwestina derhoza hayînê ye.
Hembêzkirin ; destanek oxirbûn e, jibîrkirin wê dibêje.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق