الاثنين، 16 مارس 2020

Evîn vîna bedewbûnê ye.Rêber Hebûn

Evîn vîna bedewbûnê ye
dema ew keça ji ser piştçavên yarê xwe ve şopên hêsran dadimale, wê çaxê ,ewa li ser xemgîniya her evîndarekî ,li her cihekî ,di vê cîhanê de, derbirîn dike.

Li ser gavîna wan çiyayên zîvînî, tiliyên bê aşkerebûn, li ser tiliyên bîrêkirinê zorê dike, bangên wan bi yek dike, rê diçûn rû yê deştê, newal bi  çiyan re, hêvî di nav ewr de , dinêre, ji sameya dîmenê ,hêviyek nû û timî distîne, dema keç ji çavê yarê xwe riswabûna xwe dadimale, bi vî awayî ewa viyana dildaran, di ezmên de radigihîne, û rêya şoreşê ji bo rizgariyê xêz dike, ji koletiya diravê û mîrkarî û hayîna sexte , gesdike neqşeya jiyanê wekî ku pêdivîbû bibe, me rizgar dike ,em wan reşa şevê, ji leylanên  me yên tirsdar û temara me ya ehrîmanî .

Pîroz be ji wê yara wêrek re , ê her derhozeke jiyanperest an dawîperest sernugûn kiribû.

Seqayan hêsan dike ,  dimeşe, bi tiliyên yarê xwe digre, ê sond bi mirinê xwaribû, ku wê biparêze, ji şemalê eger hewlda bêbextî bike, û ji avê , eger hewlda bilîze, û ji rokê eger hewlda ku çermê wê şewb bike.

Tiştên ku jiyana xwe jiyanê dizane, bêhtir e ji matmayîbûnê me pêş pendê evîndaran û dînbûna wanî bisaw, em hîn dibin, çawa jiyana xwe pêş de bidin,ta em xewnên xwe yên şareze bikin, rewşeke bedew,û herdemî , lê bi lez û bez , ronahî ji holê radibe, dema di me de mirî dibe, û vîna evînê di me de, ji hev dikeve, dema em wêraniyê dibînin , destê xwe dirêjî bedewbûnê dike , di her cih û her demê de.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...