netirse
ey sih, xemxwar nebe, çavên min ji dîmenên te yê bi êş qerimî
dibûn ,ji bizdana te yê nûnertiya rewrewkê dike, dem hat ku tu
neynûkên sermayê bi keritînî bi kelgiriya xemgîniya xwe,
nameyên min ji sindoqê têlxaneyê zivistanê vedikî , tu mîna
tariyê li ser min dibarî, ez ji te ey ajal bêzar bûm, min bi
lêmistê gomaniyê çiz neke, hîn beristanek ji hatina xerpişî
re heye, dem hat ku tu ji sîberê min ve ,bawîşka avê ji sîngê
avpijînkê vexwî, cilên gulareza bikirî , di gomên dînbûnê de
noq bibî, hejar nebe dema tu ji şeva min bê guh derkevî, tu ê li
du qoçan digeriyayî!
Ey sîber
, rengê xwe jibîr bike, li ber xwe dikevim ji ber ku ez vegeriyam
carek din bi te şobe dibim, piştî ku min te bi deqekî berê da
axaftin , û va ye dîsa li dû te dikevim, ey sêtava dilreş, ji
dûndê xwe dûrbikeve, ji ber ku sexte ye , hêrsa wê li ser ra
firya, bi bêdengî serpereştiya te kir, te bi qutbûn û dûrketinê
kevirkir, de aram be , û pozbilind be mîna gavînê , tazîbûna
giyanê xwe bi serkêşî binixumîne, ji jiyanê re xûlîbûn bibe,
li paş xwe nenêre, bi kesên ên li pêş xwe re hevdîtinê
çêbike, ji ber ku ewan wekî çi kesên ên ji paş te ve
derbasbûn, dev ji sawîlkên arezûyê berde, pirên borî
vepeçinîne, ji kokê ve hilkişîne, li ser kavilên tirsa xwe ji
birînê ranaweste, rabe ta ku bermayê bersiyan , çav li gavê te
bikin, nebe ji bilî ku tu nebûyî ta ku bibî, wisa wê çavên ên
te li nav çaterên pirsên xwe ve avêtin , wê te pîroz bikin, wê
tu dostaniya seyrbûna hêsran wergirî û hurmetbûna roçûnê û
tewînkirina yar jî.
Ey saya
jiyanê , tu paş reşatiyan dereng derbas dibî, ji kuxika raketiyên
ên di zîndanên teng de ditirsî, zîndanên ên ji kesên şipya
tije bûne.
Xilopilo
nebe , ger aramiya pêl, te bê omîdî kiribû, jê nexwaze tiştê
jorî karbûna wî ,bibe sayek hişmend, nekêşe berve benên
ketxwariyê,
tu têçûna xwe bi ser xwe ve çûyî, bi aliyê kûrahiya bê
nîşan, ti karê te nîne ku tu hundirê wê qam bikî.
Bêgomana
be ji tiştê ku di bêdengiya nediyarbûyî dizivire, ji bêdengiyê
kesên din ve.
Têdigihim
mebesta wateya bêgomaniyê di bûdiliya hêviyê û bêbariya wateyê
de tu vedîtî dikî.
Ey
sîber..
çendîn
ez bi bîrêkirinê li ber aramiya te dikevim, ez bergerîna
serhişkbûna te me, tu li ser xwe dilovan bî, awir bide
neberçavbûna xwe, fêr bibe çawa tu bi seqemên bihndana xwe hest
bibî, ji filanekî nexwaze bi te bervenêr be, dibe ku di
têgihiştina te winda bibe, û dibe ku erd ji bendewariya xwe jê re
teng bibe, bê bawer be jê , dema rêjneya silavên xwe davêje te
, fêrî penda lêxistinê bibe, dema bi te derbas dibe, di deryayên
tariyê.
Ji
xwînçûna mirinê di nav lêvên xwe de bitirse, û berve dîwarek
, eniya wê qul radibe, cihê xwe di şanişîna matmayîbûnê de
ye.
Ma çi
ji derewên qerenfîlê dixwazim?!
Ji min
re kêrên bînxweşê wê giringe, dema derbas dibin sîngê min, û
helmijîna min hingaft dikin.
Ji
jiyanê re pîtoliya dijayetiyê , ji nediyarbûnê , em riwên kesê
pirjimar dibînin, û ji birînê em derbas dibin çanda rûmetê, û
ji derewa rûşuştîkir de , em birayê xwe yê kokhatî, rastiyê
dibînin.
Hêdî
hêdî rengên çirûsîn pêş me derdikevin, doza me eşkere ye pêş
xefê, em bazdana xwe berdewam dikin, bê xupêkirin ji sihên ên bi
koletiya paş qayil bûn , di demê de em bêgomanên ku siberoj ew
penage ye , û em dikevin bezê ..

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق