Mestbûna
xemgîniya sar e,
xwe di damarên me de dirêj dike, bi rêya rakêşana jiyanê , bi
me germahî hizir
dike, û çelengiya
axaftinê, bi awazên ahîna ku di hundirê xewnê dinêre,zengelorên
me bi stranê radibe, ji ber ku bi jiyanê bawer e, me pêş de
dibe, ta ku em komekên baweriyê di rojbenda tariyê û çivîkvedana
hêrsdar de awaz bikin.
Girî
di me de bi şewqa sirûdgotinê rikberiyê dike,di giyanên ên
pêş hêzên rabûyî ji derveyî vedenga
şikeftan berxwe didin, stranên çiyayî
di bîrêkirinê cîhanên me de gurvedan dibin, bi berdewambûneke
tekez, em bizdana kesên revî jiyan nakin , ên ji rastiyên xwe ve
behitî man, em bi sertbûna dilgirtinê dêşin , dojeha bêdengiyê
, radestbûna bêhêviyê dema digihe lutkeya pozbilindiyê.
Girî
berdana temen ji berelayî ya dûvelankatiya erzan, û kêfa rêwiyan
pêş rêyên xemgîn, paş darbesta
bîra şilîbûyî û zehmetiya bîranînên bi şewat.
Xemgînî
di me de tevnê dudiliyê dilivîne , bi rêya ketina wî di
qerebalixên keserê,
û meraqeke ji jiyankirina bi rengan re ,ên di çavên me de tên
xwarin, û dîmenên toza rengîn , hêsrên me yên bazdayî ji
çavên me ve , dema baran xwe radikşîne erdê ,nîşanên
lêpirsînê , bi wê re çavên me yên lezgîn diçin.
Çavên
şiyar ji temara behitîbûna hov ê rabûyî, tenê fîxana hêviyê
dimîne , biryar a wê ye, ta ku me bi evînê re bihêle ta demeke
ne diyar de, û dilopên barana
sist li ser riwên me yên zarok dimînin , xwe kirin şûrbeya
zivistana sar de, em ji qehra ku ketî gêjbûnekê de,
şiyar dibin, tenaziya xwe bi teht û kavilên êşê dikin, bi
pistepistên dildariya giran.
Dûmahiyê bi berkeneke
xewndar hembêz dikim ,bê tirs ji tariyê,
bi gulê evîndar ez bi hevdîtina tekesbûyî yeqîn im.
Em
weke awazekî sar derdikevin, ku xwe ji ruknên quncên westiyayî
ve veguhêzînin , bi kûrahiya tariyê derbas dibin , tenaziya xwe
bi pendê wî dikin.
Dilê
min bi ser wê dimîne , xwe radestî viyana qutbûyî dikim, pîsbûna
bendewariya xwe li ber deriyên baranê de dibînim, û li ser rêyên
ritman de , ji
sosinê kewekî distînim , û ji şaxekî kevokekê û ji sozekî
dilmayînekê û ji eniya xwe ve bavlîsokên xwatirxwestinê
tevradikim , bi rêya paldana xwe li ber melkesê karkirê dibistana
me ya seretayî.
Ez
qorekim ji çi sirûdê ê ku min di wê çaxê de ezber nekiribû,
xatirê xwe ji depreşê û tebaşîrê û tîba B û T di nîvê
peyvê dixwazim.
Na
ji sertbûna rawestandinê li ber dergehên zengarî re.
Na
ji tundya zimangerendinê re, ê gelek zora wateyê û zimên dibe.
Rêwî
diçim di cîgehên bilindiyê de ,pênosa xwe dihêlim, xwe ji
hibirdankê re ditewîne, û mîna sûlafeke ku ji cihê xwe dûr
rijî dibim, avrêja ku xwe tevlî zendê min kir mîna ew şikefta
ku rêyên xwe yên dirêj û teng berve bê dirêj kiribû, ez xwe
dikim di xulekên xendiqandina xwe de, ji wê roja çûyî matmayî
me.
Cihê
xwe yê germ di beybûnên jiyanê de bihin dikim, ji ramûsanên
qereçiya xwe û memikên wê yên wesiyayî aciz nabim, diçim
berve wê ta ku ez zirneyên zengelora windayî vegerînim, di
maçkirina devê bilûrê de, û şahiya paşveçûyî dizivîrînim
, di nîvrû de li
ber maseya xwe
rûdinim, neqşeya revê şêwe dikim .
Girî
; naskirineke giştî ye ji
rewşeke sert re ,bi giyan û pêdiviyên peywendiyê ,bi giyanên
windayî di henaseyên jiyanê de ,
di wê de enkêtkirina xweyetî di rahijtina pirsa zehmet de berz e
,ên xweziyên serkeftî û sozên bumbekirî kedî kiribû, ji
bîrekî ku baş bi ramanbûnê bawer e.
xwe
di hembêza hêviyê de dikemişîne , ew hêviya ketî di kokê dar
û gulan de, giyanên me beranberî bizdanê de xwe dicivîlînin, di
deştê fereh de xwe vedikşînin , û hêzên roniya dijwar
hildigirin , radibin , tozê ji qerqodeya bêdengiyê berba dikin.
Em
xwatirê ji bêhêviyê dixwazin û bi giriyê , sertbûna dijwar hur
dikin, û em zorê li hovîtiyê dikin, ku têkeve di celb û cenaqên
bêhêviyê û em tife riwê nedirûstbûnê dikin , û tekes dikin
bi hêza karîbûna xweyetiyê a armancê derbas dike, û li ser
ezmûna jiyana zehmet biserdikeve.

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق