Nevêtin
Nevêtin hewldaneke ketinê, bi aliyê kokeliya nebûn û birêketinê , netiviya bask û mandelkirina mirinê ye.
Şoreşeke hember darêjgeya kerbûyî , rojbûneke ji hêzeke bêzarkir e, têve dide , ta rabe, û pirsyaran têvedan dike , ta çareseriyekê bibîne, û bi rêya nevêtinê em bi tiştên ên ditirsin wêna biafirînin dilniya dibin, û bi dijwariya zorengê ve tevderbas dibin, û xweziyên nû ,li ser awazên bêdengî û derkandinê û ji her cihên aramiyê soz didin.
Ew zimaneke ji tîpên hêsan ve nayê çêkirin, û ji agirvêketinên xemgîniya kevinar ve nayê, lê ji alava zikmakiyê , di berdewambûna gotinê rastiyê dibişkive, gelek aloziyên me hevpeyvîn dike, ta ku bihinxweşa dilrûniştinê derxîne, li ser bêdengiya kevineperest û tenahiya mirî de ,mehnegirtî dike, û ji rehniya şiyarbûnê vejîn dike, bi dernecûnbûnên lawazbûnê re got û bêj dike.
Êgir geştir dike, di riwê tariyê de, û bi rêya wê de, tiştê ku mêjî dûnde dike, ta bigihe dûrtirîn germahî û afirandinê.
Ew zimanekî ji derveyî desthelatdariya henaseyê serjêrbûye, ji talbûna rewşê ve diyar e, di zimanên xweragiran de, ên nevêtibûn, rajorbûna daçivînê û xwespartinê.
Dilxwaz dike, ta veşargehên şengiyê û destbirînên ramanê bi serve bibe, wisa nevêtin zaroanîneke tekûz e, hember radestbûna kor , ta ku bêçareyî binpê bike, û li ser naveroka guherandinê aşkere bike, ku di henaseyên me de, cîgîrbûnên berzbûn û ramankirinê hurhutî bike.
Nevêtin ji qerpolbûnên heznekiriyê, helqûnên kinderan û dilborînên şarnişînan re.
Nevêtin hêzeke, me pêş de dibe, ta ku em rastiyan , bi dêmên wê bibînin, ji bo zaroanîna giyanên ji xwe bawer ve, û ji sloganên wê ya hişyar ve , ji bo berhelistina dûvdeholiyê.
Ew wateyeke kûr e, ji hemcisniyê, ligel cûretiyê, di hebûnê de, û derperîneke çak e, di çarçoveya zemînekê nevêtî li ser bênbalkên pejirandinê , û daçivênê de raweste.
Ew mebesteke ji jiyanek li ser rabêjkirinê de, piştpêbest dibe, û xwestina li ber gerîna xewinê de , di sêwirên xweperestinê.
Ew nîşana derketina peyvê ye , di cingilê qêrînê de, û xwesteka jiyanê ye, ta ku bi aramî û tebitiyê , li ser pirên omîdî û pirsyarîkirinê de, derbas bibe.
Rojbend fereh e , ji qêrînên henaseya awerebûyî bi mirovahiyê.
Roniya serpêç e , di kumekuma gavîna mirovî de.
Roniya şoreşger e , di jiyana dilşewitî , û cîgehên germ de.
Neqşeyekî, diyar dike, meraqa serbilindiyê, ta ji hingemeyê revê , rizgar bibe, xuyanîkirin dide, meraqa giyanê , bi firîna wê û serbestbûna wê, ji tirs û derbadbûna demê ve.
Ew hesta nemir e, ê dixwaze , em ponijî bibin, û lihevhatina raperînê , ligel ponijiyê, ji bona dîtina jiyanê, bi riwên wê ya din , û ew bersiva xwesteka jiyana rast e, di me de.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق