الأحد، 22 مارس 2020

Bêr .Rêber Hebûn

Bêr
Bêr ew bangawaziya miroviye,  ê mayî û berdewam ,  bin siha  xumya dilxwastin û çavkurbûnê , meraqeke hemdemiye, ji destpêkirinê , ji bo xwetêxisitna di qada peydayan de, û libitandina nubûnê ye ,berve dîtinek vekişayî ye , neçolbûyî .

Bêr bireser dibe , wek zimanek fereh ,ji bo dermankirina giranîbûna helkelke , paş diravê, an fereşandinê, di wênegirtina giyanê , wek zengilek neberçav.

Bêr berz e, di henaseyan de, bêhtir ku di hewşên hebûnê de  hebe, an li peyhev , di çarçoveya helwestên ên pêş me de  derdikevin,  di dabeşkirina maf de ,an balabûna , li ser ve, dema em nagihin bêrê , ji kûrahiya me, lê ji zuhabûna me,em naveroka bêra rasteqîn vedimirînin, çarenûsên me , bi xêrê ve girêdayî ye, em hizrê wê dikin, ji bedewbûna heyî de , di şewqdanê de , em pabendibin , ji dilên xwe re, cihêbûyînên  dilnermiyê di gencînê de , girtehev dibin, em ji dadmendiyê hez dikin, ji ber em bi rastiya bêrê ê dimîne, bawer in.

pêlên meraqan lihevdikevin, di qeyseriyên penaberiyê de , li rex dilbijîna ê li  dermafê xwedawendiya bêrê ,gunehkariyê dike, pêlên xeman lihevdikevin, mirina me , di nemiriya xwe de radigihînin, kole pir dibin, û bi lez bizdanê belav dikin, ji ber ku ewan , koleyên dilpijînê ne, û kujerê bêrê ne, û dadavanê êgirên pepûkiyê ne, bêr xwe naxwe destên wan , ger li ser laşê wî be.

Bêr desgîna azadiya , ê gurvedan dibe, bi hemî birçîbûna xwe, berve maseyên yeksanî û biratiyê diçe, û jêdereke têde hinirên têzayî û xêvzana diteqin, dikarin bi zelalî xwe bigrin, di tengezarîtir bûyerên xwe de, gemarî nabin.

Dilxwastinên xweperestan , xwedî rewiştên tund, pê nalîzin , ji ber bêr , di mehrecanên çûk û bilbilan , ahengên zeviyan  , buxçeyên gulan de, berz dibe, bi ola sirûştê bawer e.

Ji jîndaran re, çokdanê dike, di çavê hebûna fereh de, belav dibe, di firtikên nên ê ji zîndinyan re tê avêtin , di gedûkên tariyê de, û di herêmên bedewbûna lêder ,û hinirê xwe yê zindî de , ji av , bê ,xak û êgir ve distîne, em li ser qase û xewnên wê pirs dikin, û pirsyar berz e , li ser ramanê me çîzkirî ye,   ji kaniyên xêrê têr vedixwe.

Wê kengî vêtina xêrê li ser xweperestiya semyana takesî  biserbikeve?!
Wê kengî sinca pilangeriya çavkurbûyî, di asîmanên temenê me yê xumyabûyî , bin sîberên zorbaz de ,wêran bibe?!
Wê kengî kevirên reş , li ber erzêlên me yên bi dîmen û bîranînan tije bûne, vebijî bibe?!


Rê êdî li bendemanê de , pêlavên xwe ,li ber nûşeçaniya xenqoyî de tadîne, ta ku em cureyên tunebûnê , di bêra nenas de, pêşwaz bikin, çavên xizan û westiyayan, li me dinêrin, ta ku em ji wan re , desmalên xêrê bigerin, ta hêsrên wan li xwe bikin, em vedigerînin tiştê ku bêr, ji tengezariyê biribû, ewa bermayên para eremûk e.

Bêr rakêşeke ji raperîna demsalan e, dema tiştê nû ,pêşkêş dike, û  meraqeke xurt e, bi çarme girtinê bedwbûnê berî nemanê ye, û pabendbûnekî gewre ye, ji karwanên , ên xwardinê ,ji ên xwînçûyîna zehmet re hildigrin.

Bêr zaroanîneke rast e , ji narvînekî seredayî re, û sozekî ji jiyanê re, û gefdanekî ji nemanê re, pabendbûnekî ji xwestekê mirina nexwende re , ê nizane ji bilî nivîsandinê li gorê de, û xwendina tiştê ê nikarî kesnasiya jiyanê bixwenda.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...