الخميس، 19 مارس 2020

"Xemgînî" Deq: Rêber Hebûn

Xemgînî 
xemgînî ; ew bermayên bîranînên, ê vêgavê , me pê êşandibû, yadgerekî ji nenasîbûnek tarî û reş e.

Laçika filimeke, em bi rêya wê re, xewnên xwe yên zêr û zeber dikşînin, paydoza bihinxweşek derewîn e, em têde gazindan parve dikin.

Raza rûdanên kevinar û tozgirtî ye, temaşegehên ronîbûyî ye, bi geşbûna mîvanhewînî ve milpêçayî ye.

Çirûskên ên gencînên giyanê , ji jor ve ji me re zêde dikin, têkelek rengîn e, ji demborînekî me jiyankiriye, û gavê niha, ê me  bi valahiya tiredîniyê, û hevgariyan bîrawendkirî ye

Bi wateyê ve, qilpil dibe, di navbera xweberiya me û zengarê de, hêsrên me,  ji çavên me revîn ,û rûxiserên serjêriya me, ji meldana felekê re,  di dema leylanên hezkiriyên me , derbas dibin.

Çendîn em li ser koçkirina wan , li paş sînorên desthilatdariya  dûrbûn û neberçavbûnê  ditirsiyan, tevî wê jî, çerxên xemgîniyê li cihên dîtinê, hêsran diniqişandin, bi paydoza giring, a dehban dibe, di bîbelankên me de , di navbera dilniyabûn û sewdabûnê .

Xemgînî , rengên kamûraniyê li xwe dikir, şabûnên vemirî ji qurzikên vekirî ve derdiketin, ji kulikê ramanên me yên reştarî de, dibişkivîn, ji dabeşên jiyana dirêj de derdiketin.

Û dema em dikenin, kenên me xemgîniyê hildigrin, û dema em çepikan, bi sawîlkî lêdidin, wê çaxê em tewşiyên xemgîniyê dûbare dikin, dema em xwe , di kêlîkên xemsariyê de, dorêgirtî dikin, û gava em xwe dixemilînin, û bang li şahiyê dikin, li ser maseya nivîsandinê û ramanbûnê de ,danên xemgîniyê têkoşan dike, ta ku me li ser dîrekên xwe yên veşartî û mijûlbûyî de ,çarmîx bikin.

Em diçin girikên bêdengiyê, gerdenikên ên bi ronîdanê avisbûne , li xwe dikin, helbestên zamrûtê dirûst dibin, birqokên xwe , di rondikên me de birdên dibin, em jêdibin, jê re dikenin.

Tiştê ku xemgînî destpêkiribû , me gîhande serî , em dikevin koçkên temenê xwe û benderên êşên me yên asêkirî û xemgîn , ê bê behr mabûn , ji tîrêja  şahiya bê ol ve , xemgînî dinav bajarên qirecirê de, diçe, bi xwe re pirtûka perwerîkirî hildigre, mîna koçeke ketiye di rewşa xirênê de, li ser heldêra çepandinê , xemgînî şêniya esmerok ,bi xwe re mildipêçê, rûdinê li ber sekoya dilên me de,û bin xaniyên bêdengiyê , û gedûkên biyaniya me de, mîna romanivîsekî hûgiliyên kûrahiyan  û darbestên ahînên me dibêje.

Awazgehên kenê me yê ketî mîna hestiyên berxikan , piştî girjandinê wan,teqereqê dikin.

Xemgînî; rêyên jiyanê , û kelemên wê ,dirûst dike,û desthilatiya jiyanê mêjûkirî dike, çanda pirbêj û helbestvanan dewlemend dike,ganekên kûndeyên xizan , ên pêy limêja mirinê ketine ,pirî dike.

Dîroka  dema ji berî afirandina nivîs û tomarkirinê, dinivîse, ji min re xêzên keçbêjnak şivnekirî dike,ta ku bi peyvên min ên evîndar re têkel bibe.

Ew hêlûn e , ji rêya me re, ta ku fereh bibe.
Ew bavê giyanî ye ji xewnê re.
Endezyarê temenê me ye , ê dûndiyê me pir dike, renekberê hevaltiya mirov bi hebûn, evîn û zanînê ye, bi derbasbûnê hemdeman e.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...