Arezû
Jerkû henasên me bi xembariyê ve hatin girêdan,me hewlidabû ku li bayekî bihinxweş bigerin , sibehê ji mêyatiya par a serhişk re vegerîne , û têkiliyên me bi bîrêkirinê re destpêbûn, hevaltî bin sihwana bîranînê , di navbera para tewanbar e û niha ya bi êş re, çêbû, êşên me raperînê di eniyê çehirên me ên evîndar e, ragihandin, bilbil û qulingan ji penaberiyên bîrêkirinê re rabû, ta ku hewl bidin , par vegerînin , bi her êş û awazên xwe ve, destpêkiribûn bi hewldana vegerandina rehniyê ji zelaliya şevê re.
Perûşî ew bayê paqij e, ê me rasipartin dike, li dadgeha par e, niqom dibe , di kûrahiyên me yên germî de , ta ku dinokên hestên me , di talîzoka tunebûnê de, winda nebin, û nekevin poşmaniyê .
Şemalên hêviyê, bi xemê nameyên wê ya westiyayî ve dilîzin , xemên me yên kevinar , pê bandor nabin , xwastinên me ligel arezûyê , mezin dibin, û bi felekê re, di cîhaneke gerdûnî de dibezin ,bi qerebalixa xircir û gongeşe, bi dengên girî û taziyên pêş zincîrên hesina zengarî , roj û şevê bi hev re vedireşin.
Sêwira nevêtî ye ,ji bêzarkirê me pêş rastiyê, di şewatên me de, pîzotê dilivîne, xewnên me yên veşartî aşkere dike, bawerkirinên bilindbûnê berve jor ve, berba dike, ta ku siberoja dûr biçespîne.
Di vê tuxûba fereh de, em rêwind dibin, û ferehiyê pîroz dikin, bi belavbûnê mîna bihinxweşiya raziqiyê , di pêşxaneyên cihên me ên jê me koçkiribû, pelên me yên tevlîhevbûyî têdana me pesindan dikin, di hundirê me de nalîn û şopê tengezariyê ranawestin, her dû kûrahiyê de dimînin.
Adar sirûda bîrêkirina bedew e, ma wê çawa me neyne ziman, û ew di me de dijî, çavên me , bi kilê baranê ve , rengîn dike, û depên xwe di me de şêwe dike, bi bihna şengebiyê xemilî ye, dibe ku par li ser arezûya xwe ji me pirsî, bi rêya narînbenda dengên ên di xewn , zaroktî û hêviya resen de , bangewaziyê dikin.
Xewnên tenik hewil didin, ku kovanên bihinxweşiyê bi gulên xwe ên dirêj û qirik xwar ve dergehên ronahiyê vekin.
Êvara bêdeng, bîriya birînên me yên bêdeng dike, û roniya tariyê jî , reşiyê di hundirê me de, vedimrîne.
Tevî çiqas êş , ev qendîlên arezûyê,bi şopên zîndanek kevin dikevin, me bi derve girêdidin, dûrî cîgeh û felsefeya cih .
Destên xemgîn ji berîda qurmiçkan berz dibin, di gulxaneya gul de rehjen radibin, mîna xewnên me dipijqin,pey xezalên metirsiyê dikevin, hêsrên heyvê di asîmanên ezmanan de , dûr belav dibin.
Ev hêsr , di dawiya ziwabûnê de , gulgulî dibin, ji vedenga henaseberdanê ve dertên, di hembêza mişextiyê de ,mîna alek hildayî dimînin, rikberiyê bi tirşiya mirina hemîn re dike, di kunêrên hûvirtiya limêjgehên fola qert de çêdike, benderên li bendê vegera hezkiriyan dimîne, bişkujînê ji sozê balkêş re nepenî dik, û cîhanên bihinxweşiyê jî , pêş heznekiriya jehrkirî , derperîn dibe, kenê şîn , li ser maseyên hevdîtinên qurs de vedibin, tovên xembariya dirûst diçînin, û şitilên gulên terikî belav dikin, dikevin genciya bîra gengaz de , mîna çilpika xunava dev bi ken, temenê me û gûşiyê bi hev re destpêkirin, lê bîrêkirin ji wan dereng mabû, çendîn em li ber zivistanê dikevin, û di zivistanê de em bîriya havînê dikin, û di xeltika payizê de ,toz me jibîra dike, em pencereya odeyê vedikin, ta em ji nû ve xema heyvê pêşwaz bikin.
Gelek caran , em ji dayîn û ciwankirina jiyanê diwestin, dewsa em piran çêbikin, em xwe di paş piştê bêdengiyê ve vedişêrin, xembar dibin, em dihêlin ku ji xeynî me jî xemgîn bibe, tiştê min diêşînê birastî , ku ez di hemî şerên evînê serkeftî bûm, û rastî çi sikestinê nehatibûm, ez di hola evînê de , bi rola hişmendekî, dirabûm, lê ew yar, bi rola gelê, ê ronakbîrê xwe bi kevir têwerkiribû dilîst, lê vê carê ez li hişmendekê digerim , evîna xwe bide min , bi her rebenî, tîbûn û bedewî ,û ezê jê re bibim, gelê ê başiyên wê yara nemir nemirî dike.
Min pir bi evîndarên ên hevdû bi evîniyê dikuştin bihîstibû, lê min bi wê evîna ê diqede bi dewsandina li ser kebsekê nebihîstibû!
Ger ew evîn, hundirê me neguhêrand, û êrîşî me nedikir, sûda xwe li ser me çiye?!, ger di me de cîhanek aram ne afirand, wateya hebûna wê ji bo çi ye?
Ger reweştên me jênebir, ew çi evîna perîşan e, ê ku em bi serê zimanê xwe yê tevisî tînin ziman?
Ev bîrêkirin ji efsan, û jiyana zelal re ye, ji derveyî sextebûna ê em di her cihî de dibînin, avjeniyê dike.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق