الأحد، 19 أبريل 2020

GIRTINHEV.RÊBER ‎HEBÛN

Girtinhev
serwerê rûniştî  li ser textbendê paşî de,  ji vê felekê re , hemî têgehên mêranî û birûmetiyê têk dibe , dema ew tişt bi yarê wî ve girêdayî be, hemî nasnavên mezin di wî de têk bir , dema nêzik yara xwe ya bi çûnê lez kiribû hat, bi xembarî pê re peyîvî :
- çavên min şopa hêsirên te didin û dilê min lêvên te nîgar dikin, di her rehjenek bi keser berdide, û tu hîn zelalî , germî dema tu digrî.
- başiyên xwe bide min û biçe, dengê min êdî ne ji te re ye, û jiyan tenê carekê ji evîndaran re sevkekenî dibe, te ez lawaz kirim û bê te ez ê misoger bi hêztir bibim, û ji vir û pêve ez nema lawaz dimînim.
- wisa nebêj ez di bextê te de me , buhar wê were û bi şahî wê xemên me binixumîne, qerenfîl ji ser sîngê te bar kir û tu êdî findên vemirî hembêz dikî û dirazî , û ez jî stêrkan dijmêrim û bi şopa her leylanek dikare evîna te min jibîrkirin bide didim.
- birastî !! ?, ev şêwazek erêniye.. û niha titştekî din dixwazî?!, vê şêwazê dubare bike , û tu nêzik dem hebûna min jibîr bikî , oxir be!.

Û li vir mêrê perîşan pir êşiya, di riwê wê di qêriya û zendên wê bi herdû lepên xwe girt û qêrîn da û got:
- ez di bextê te de me, bi bîrêkirin û êşê hest dibim, biyaniya min dirêj bû û neynûkên awirên  te ropel û nigaşdanê min peritandin, dema tu ligel min dimînî , hest dibim ku cîhan  bi tev  ya min e, dema tu li ser milê min dirazî, û zîziya xwe didî min , hest dibim ku rewrewkên jiyanê û westandinên xwe têkdan dibin, lê belê bi lez ez çavên xwe vedikim, li ser rastiya tal de, li dor xwe dimeyzînim , dibînim tu nînî, û bi vî awayî ez dizanim ku ez xewin dibim.
Di wê kêlîkê de keça bedew ziravbiriya wî êdî sivik kir :
hêviya me di ezmên de veşartî ma , ezmana ku  ti kes ji me pêve baş nedîtibû , çima ?!, ji ber ku em dikarin bihaneyan bidin dîbûnê û ji bilî me ve  ,ti kes vê yekê nikarin, û weke ku qêrînên te bandora xwe li ser min heye, lê bawer bike lawaz e, û di dînbûna te de şoreşek ziravbir heye , min biryar dabû ku ez te bihêlim û dûr biçim , dûr ji çavê te û cihê guhdanê te, lê min nikarî bi te re biçim, ji ber bi dirêjiya evîna te , ez qet biserneketim ku gavekî bi pêş ve  herim, pirsên te rikberî min bûn ,bi  derbabûna çûn û hatinên min.

Ez bawer im ku paytûna penaberiyê hînê li bendê gavên me yên ne diyar û hizirdar e, berve qircira terman de em diçin û derbas dibin, ma êdî çi wê di jiyanê de biqewime, ez nema dizanim, ji bilî çîrçîra pênosê bi tiştekî nabihîsim, dibe ku te dibihîsim, dibe jî ez bi dirêjî jiyana xwe şaş bim, lê em ne heta dawiyê du firişteyên ezmanî ne , qet û qut nîne du evîndar ji hevdû bi qasî hev hezdikin, û di yek astî de ne ji dînbûnê, ti pîvanjê re nîne, û niha oxir be, min yekcar jibîr bike, ez ne yek jinek im an dawî jinek im, û jin diçin û tên wek hûn mêr ,vê yekê dubare dibêjin.


Ew evîndar çû , eniya bê û polatê hembêz dikir,  û ne xwest seqem û agir bi tenê wî bihêlin, dêma wî ya vala û sar şilkirin mîna şevên nezaniya rojhilata xemgîn, li rastî kevokek tilî birî hatibû, mîna zarokek kurdistanî li ser xeltika rêyên bumbekirî de çekirî , ew kevok di riwê wî de qêrîn kir, dêma wî ya mîna perakî hesinî zîv, ji kenara berbagê ve bar dikir, nixumî bû, bi reşatiyek ji nişkê ve  nîgar kir, û li rûxiserên xwe, bingehên avahiyên xemgîn û êşê  şêwe kir.
Peyvên dîwarê zîndankirî wî gêjkir, mîna deryaya kûr di dorhêla tarîbûyî bi êşa ku dilê bîr de mayî ,nivî kir.

Dîwar hemî cadeyên êşê hiland, li mirovan digere, yên di zîndan û girtîgehan de girtî ma ne, tomarên dînîtiya xwe dinivîsin û destkeftiyên xwe yên veşartî li ser rûxiserên xwe yên rizî de ezber dikin.

Dema seqema zivistanê bi me re diaxive, em wê dibînin erza me dide , mîna teresekî qelaş, zivistan bi mer re tund dibe, agirên kîna xwe bi ser ronahiyê dibarîne,bi dêmek sersam bi armancên çavbirçî û ezez xwe bidarve dike.

Zivistan bi destê çepê dinivîse, û nêzî nîgarên zarokan yên germ nabe, ji ber tiştê ku em nîgar dikin wî dixin di helwestên şermîn de, ezman kiribû pîrejinek , hêsiran dibarîne û tav berda ser mîna hevjînek ne rewa  , ketibû jiyana ezmên bi zorê.
Bi riwê xwe yê parçekirî biaxive , bi tiştên nepenî ne payîve, hewl nede ku tu ji pirsên min rizgar bibî, ew li pey te ne, heta tu li rastî mirina xwe werî, de hew bi bez.

Ey zivistan , ji lêvên te yên bêhiş  min peyvên xwe wergirtin, min li ser derdê firindeyên koçber a xemgîn nivîsand, li ser vegera welêt, piştî penaberiya zehmet, kûrahiya min pencereya axaftinê bi nehêniyan nepeniye, bi hêma sersafbûnê di  lêvan de saz dibe, wek mebesta periyê di çavan de çêdibe.

Ciwantirîn tiştê em li ser diaxivin ne zelal e, kêfa min ji vê tenahiyê re nayê, lê ez çi bikim, ev tariya dudil ne li gor min e, ya baş ku ez rûnim li ber çavên tîrêja sipî yên derbas dibin , di gewdeya xanima ya hatiye rakêşan bi elektirkîka sozîn.

Di şeva dînbûnê de , em bazarê dikin, û  kes tênagihe min û temar di hestê min de parsê dike, tarî xwe ji henasên min re ditewîne, ezman wan ji leylana bajarên min ve diqewitîne.

Ramanên ên ez li xwe dikim ciwantir in ji arandina cilên hundirî li ser jinek parseyê awirek ji hin kesan dike.
Ezman ji sêwirên me yên vala ,lêborînê naxwaze, va hêdî hêdî di nav valatiyê de dimeşe, valahiya dil şikestinê yê bi dermanê hêsirên germ de şil ne bûn e, ez siha te di nav kûrahiya xwe de dibînim, û ez ji tirsa hilkirinê xwe pê digrim, gavê te mîna baranekî li ser dergehên bîranînê de derbas dibe,kî cutbûnên me yên jibîrbûyî wê vegerîne, ewrên te yên sipî xwe ji qêrînên binefşê re ditewîne, de vegerîne diltaliyên hevdîtinên yên hîn li ser balgehên bîranînan  çarmêrgî rûniştî ne, ufkufî nebe ji bendemaniya dirêj ve, tenê zivistanê kal bi  dildariyê dizane, û baweriya ponijiyê jî, xwe bi şîretên binefşê dinixumîne, û xwe ji agehê sirûştê û xwesteka hejîr û zeytûnê re dixemilîne,.

ne bêje li ser xwe tu çûkî, kêmasî ew e dema em xwe bixwşînin piştî me temenê zaroktiyê derbas kir, û kêmasî ew e dema em nexwazin guhdar bikin û ji kesên ker di eynê çaxê de ,bixwazin ku me bi xurtî bibhîsin.

Lutkeya evînê  di bêdengiyê ye , li bilindî omîdiyê ye, dîlangirtina li ser kevîkê de, ne hevaltî bi pepûkan re.
Zivistanên yên di hizrê me dimînin , yarîgehan nîgar dikin û carne westabûnan  saz dikin.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة- ريبر هبون

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة *ريبر هبون تلك المؤسسات التي تكرر طقوس السلطة الحزبية ذاتها إنما تحاول أن تقول للكاتب المبدع أ...