السبت، 18 أبريل 2020

XERPIŞÎN ‎RÊBER ‎HEBÛN. ‏

Xerpişîn
Tenahî dikare meraq  , saxkirina giyanê  û şiyarkirina wê ji temara wê kerkirin bide , ta ku di dawiyê de pêpelîk bibe, berve serxebûn û cihêbûnê di hezkirina cîhanê bê hevçûyî.

Cihêbûn di evînê de, ne tundirewî ye, lê ewa reftarek sozîn e taybet e, ramangirê evîndar bi tiştên li derdora xwe de pêrabûn dike, wek zorengek bingehîn ji bona heyîn û serçûnê ye , berve zelaliya kûr e, wek hestbûna pêxember bi yekbûnê bi xwedê re, wek reftarek giyanî, ango tevgera lîstikvanê xweser li ser sehneya şanoyê û cihêbûna wî bi axavtina  bi xwe re û ev dikare kêmbûnê ji holê rake bi rêya hestbûna wî bi misogeriya evîn û zayîna tekûz ya vala  ji metirsiya rakutan û pûçbûnê.

Meraqa ku di navbera coteyên merovî de, şîrovekirineke berdarkirî ye ji jinxwaziya wijdanî ya bala , bareke ji cotbûnê ye di navbera têrhatina dilçûn û kelana kulbûyî.

Bareke ji têrbûn û hestbûnê bi bêpariyê re carek din.
Cêwîtiya tîbûn û pêpariyê, ewa arandinek nûbûna sozdar e, di jiyanê de, ta destkeftina dûrtirîn pilên bijandin û heyînê.

Civaka borî ,meşiq kir giyanên mûmyakiran, kotekvanên binkeftî , pîrê ayînê û tund û tûjiya oldaran ji wan hemî pîvanên çepandin û hestbûnê bi xizaniya hundirî wergirtibû.

Li dû xwe koleyên ganê û beloq û hemî kesên yên reseniyê bi xwe ve kirin hîşt.

Hemî çeteyê gendeliyê , li ser vê vaca pelixî , ji wê reftara qirbûyî ve xwedî bûne.
vaca yeksan têkda mafê cidabûnê, çi kesê ku ji vê reweşta rûcesneyî  ve vediqete, li gor wan ,dibe ji dûmahiya civaka jêrîn , kî li ser rêzên gehiyê diçe , pêdiviye ku penage bibe di gerîna  rindiyên ramanbûnê bi tiştan ve, û dubarekirina dîtinê ji hemî hinavbûyan , yên li ber çavên me de diyar dibin, ji slogan, pîrozbûyan, reftar û reweştan, em fêr bûn nêrandinên kizî, û yaseyên sistbûyî yên boş.

Cîhana sivîlbûyî şer li ser wan ragihand, û ewan jî bermayî ne, di kûrahiyên me yên gengaz de bi cih bûn e, mêrtî ji toza pêşîna sextebaz de dimînin.

Em di gava xerpişîna amûritî de, ji ber dîrok bîner e li ser bûdiliyên mirovan di cidabûna nerînên dîroknivîsan û liyangiriyê wan, ji ber ku gurbûna zorengê di navbera şaristaniyan, gelan , ol û rayan destpêka dawiyê ye berve qirbûna tekûz e, ligel wê dîrok radiweste , tenaziya xwe bi derewên xwedan pesinvaniyan û bergerînên vexwenderên maf an pesinvaniyê dike.

Wisa bêzar e niha pêş guhertinana radiweste û wê kî vê bêzariyê binivîse, bêzariya zaroanîna derewên pihêtbûyî .

Gerek dîrok were êş nasandin di kardîtgeya sonarê ta ku malzaroka wê bê nasîn û ev sonar wê aşkere bike naverokê , ango rastiya rewşenî , û ew cihê ye ji sonara yê ku bi rêya wî malzaroka jinê tê nasandin!

Digotin ku qehwe nahêle mirov raze, û wiha jin jî, û Ehrîman bêzar  bû ku mê daqurtîne bi dirêjî pevçûna xwe ya sermedî ligel wê, digotin jî ku Enkîdo bi bêzariya xwe mir, dema hest kir ku jiyan bi ser zarokariya wî ket , û ew şelfa ya bi wê re heft şev gankirin û nazdarî derbas kir, wî westand, û ew hiştibû hevsengiya xwe winda bike.

Helbet Eştar li pêş bû bi garyayîkirina Gelgamiş ji bo cotbûnê ,lê belê ew lîstokê bi zîrekbûna xwe yê ragihandî aşkere kir, û wê nevêtibû ,ji ber ve jî,  li pey wî mîna nifirekê bû heta roja dawî, mabû jêra piniya ku nemiriya mirov mandele dike, lê berz dike dawîya mirov û mirina wî.

Gewdeya mêyatî ciwantirîn nûşecaniye, diçe bi felekê re, û guhertina wê, ta bibe mûmya.

Ji ber ti kes tênagihe şêwaza dan û standina dînan bi zîrekan re, û pir caran bi ser wan pêşdikevin.

Bi gîştî dema bapîr çîroka xwe li ber guhê gêncan dibêje , ew wisa dixwaze berve anîn bike li ser girêka kêmbûnê ê di wî de mayî, û li ser gûncana ku ew ê jê nêxwyakirin , girêkên nû biafirîne, bi rêya wan wê girêkên borînê bi rûdanên nihayê re têgerîn bibin û xelekên pêşerojê û nifşên wê pê re dibin yek, ger ew jin bin wê hişên wanên çalak bi lez pîr bibin,lê huş û sewdayên wan binyad bibin û ziwa nabin, xurista bandorbûyî wê malasbûyî bimîne, û xwaşiya nepenî wê berçav û afirandî bimîne li gor newaza hestbûnê bi tunebûnê û elfebaya bêdengiyê!.

Mêrê ku jinê hez dike, nizane êşê veşêre, bi lez derbas dibe, bi girêkên zoriyê û ezeziyê , zarzarî dike, li ser pêkanîna heleyan eynî wan û bi rêyek dubarekirî ji ber ku ti pîvan ku kevinî bi nûbûnê re girêdan bide nîne.

Evîn , cinav û erk hemî nirxên bi kirêtî di dema niha de hatin bikaranîn, wek ku derdê sancê ji kevinî dûr ve dikşîne, û her wiha bedewbûna veşartî di hişên ronak de, ev kilîta rastiyê ye, û ew dihêle ku kêmanî bên aşkerekirin di pêrabûnên mirov bi xwe re û bi kesên din re, ta ku bi cîkirin bike nîşana baş bi dêrandinê .

Min di beşê evînê de kar kiribû ji dema ku ez fêrî nivîsê bûm li ser ropela ezmên de, dema bi reşiyê kil dibe, û ez hîn çîrokên rengên tarî bûm bi taybet, û min pirsên xwe wek rexnegirekî pêşkêş dikirin, ji dema ku ez zarok bûm , ji ber têkil e di navbera min û nivîsê de, kevin e kevinê zaroktiya min û têkiliya min  bi jinê  û tiştên ku min pê  ve girêdide, û cîhana tariyê herdem êrîşê min bi awayekî ne diyar dikir.
Ez bîrdoziya xwe ya dilnizim pêsandan dike, tevî ku ew kêm jîrbûn e ji bîrdoziyên  yên din û bangreşîkirinên wanên zîrek.

Karbînîbûn di zehmetiya bidestxistina alavan nayê hatin ji dudiliyê, lê belê xwe dixe  di  qada nakokiyan de ,raman dihêle pevhatî , tevî hinek girtinhev bi guhirînekan re.

Pêrabûna  kes li ser çarlepiyê diyar kiribû kanîna wî li ser gankirinê jî û bi taybeyî dema bilyaniyê derbas dikir û nasîna wî ku çawa li ser sîngê mê de hilav bibe, bi wê re evîna  perwer jiyan bike, bi banga gênciyê û serserîtiya ciwanan.

Peyv diherikin mîna çemê di vê cîhana çolî ya sipî de, ev cîhana ku ez têde gelek keçên bêber dibînim, min nîv yek ji wana li ser zemîna rewşê de nedît.

Cîhana nivîsa bê sînor, cîhana rêzkirina tîpan e ligel hev û danerkirina wan bi rêya rêk û pêkbûna wan de , elfebeya min e germ li ser van rêyên tî de yên ji bilî şopên matmayî û xembariya pevbend ve nas nakin, ev rê xarbûnên xwe,a ne wek hemî rêyên ku em li ser de dimeşin , newazên evînê bi min re tên , û di min de jiyan dikin wek her carê, hest dibim ku dilê min bi bihna sîngê te ya veşartî di hembêza bişkojên rengîn de, bihinxweş dibin, her çar demsal hembêz dikin, min dihêlin ku ez bi gerdûnê re bi yek bibim tevî ku zayîn û mirin , du nakok in monebûyî ne , lê min di hundirê te de wan anî ber hev.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة- ريبر هبون

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة *ريبر هبون تلك المؤسسات التي تكرر طقوس السلطة الحزبية ذاتها إنما تحاول أن تقول للكاتب المبدع أ...