
Hebûn.Rêber Hebûn
Hebûn
Xwezî min ji hebûnê koç bikra, ma ev birastî ew hebûna aşkere ye pêş me de?!, ewa di me de , dilpijîna mirinê û xweşiya cankêşiyê dipejirîne!
Ma ez im ewê xemxwariya tevderbasbûyî bi wê ve girêdayî ye, an ez ew tevinê nalî, di nav tiliyên tevinkaran de, pîzotên xwe hildigrim, dûr wan çedikim, ji bîrêkirina a hîn bi girsî hêlecan dibe re dinivîsim, dilpijîna qêrînê bi tijebûna dojeha xwe berxwe didim, pêş vê gavîna westiyayî ve dimeşim, henaseberdanên xwe yên bêjimar rûşan dikim.
Çêdikim keskesorê, erdê seransû dikim, belkî ku rastî gerdena rizgariyê ,di perestgehên jibîrkirinê bibim, ji bizdanê belav dibim, pêş dojeha hingemeyî de şiyar dibim, xwe tevlî min kiribû, navêtibû xwe ji min ve cuda bike,çi tiştên ez derdê wê dikşînim, min zêde mirîkirin û xendiqandin dike, ez ew rizgariya aşkere me di feleka dawîbûnê de, elfebaya xemgîniya xwe vedikim, bi tijebûna dudiliyê keser berdidim, eza xwe nîgar dikim, mîna gilêza zuha li ser tilankê sêwir de , ez hîn tevî dojeh û metirsiyên xwe ve, bi vegerandina selûya gêjbûnê diramim, bi vexwarina dilopên hêviyê ,ziktêrî dibim, belkî ez aram bimînim, belkî hogiriya min xewinên xwe ,ligel hewayan vegerîne.
Belkî firindeya ezmên li pey avraza bêdengiya min bikeve, basikdarê wî ya belavbûyî wek xweliyekî di ezmanê paxirê û eniya polatê de gurbibe.
Eger sozên payîzê bi vegerandina wê ji xewinên asê û sozên rûken ve pêkwerin, eger ez ji feleka ta û germahiyê dûrbikevim, dudiliya xwe ji vê felekê re binivîsim, û meraqa min bi destxistina reweştê bilind ji bêhişbûnê re, û zirmitînê di rojbendeke vala de, ji derveyî rêxistinên jiyanê de, ji vê bayê re çira dikim ,rehniya a timî ji şûrbeya pêlên virmor vedixwe berçav dikim.
Eger ez ji bilindiyê re welatek bûma, welatek ji devên wî de, qêrînên şoreşgeran diteqin,yên raperînên kotelan dipejirînin, kêlek zorxaneyên xwînçûyînê , ji birçîbûnê têr bûn e, ev welatê belavbûyî di hewayên bergeya westiyayî de, tabût têde kevok in , serok têde xwedawend in, şehîd têde neyar in , neyar têde şehîd in.
eger min bikarîba li paş şahiyê , gulwazên rimên repkirî li ser maseyên westabûn û bîrêkirina dawî de , berpêş bikra, wê ez bextewer bibama bi ramkirina demê li kêlek xwe de, mermerên sersafbûnê di eniyê demê de diniqişînim, difirim xwe tevlê eniyên bê dikim, bi ser ve mirinê dibim, raziqiya a li ser gorên yawirên yên bi reftarên tutmeyî bûne, datînim, bi ser ve bendemaniya bê hêz dibim.
Bi evîna yekemîn û bi dawiyê têrayî dibim, bi rêjneyekê ji lehiya derengmayî , di nîvê cîteng û vê fişafişê de ez difirim, ta ku bi şadbûn û geşî belav bibim.
Ezê hemî reşatiyên gêleşokî ji şanişîna xwe ve biqewitînim, ezê bişkujîna xwe ya zirbûyî ji riwê te ya zirkar de biqewitînim, di rastîhatinek sexte de , di hebûnek sextekar de, tenahiya wêrek dixwazim, tenahiya newêrek hurhurî dikim.
Kuliyên kesk in, ewên li pey mezinên newêrek û dilzar dikevin, xwediyên hûrên kirêt û tijebûyî ,di riwê birçiyan de nûşecanî dibin.
Zelaliya berdera bê qircir dixwazim, di nav hebûna neçandî de ,ez ew bendewariya bê hêvî, sozê gunehkar û gefê piştdest im, ez westabûna xewinkar im di bihinvedaneke paşîn de me, ew westabûna dorpêçkirî bi desteyên hêviya nandoz .
Ez ew henaseyên mişextbûyî me , di nav xweliyê şewatan de, eger min ji hebûn ,soz, ponijî û sarbûnê koç bikrama wê min karîba şahiyê bida bi barkirina xwe ji vê hebûnê ve, ji hemî yên bihnên xwêdanên xwe , di bêhindariya gul û kulîkan de bihin dikin, xwe ji kêliyek sistbûn dirêj dem re amede dikin, ji wan re dibêjimm , dem hat ku em xwe berdin li ser çavbirçîbûna meraqên xwe de, berî rîşalên xwe çêbibin û belav bibin ta li ser tiştên mayî de, ji gomên rambûnên me yên dûr de tune bibin.
Eger em ey jinavçûyîno, li ser piştê lepên qereçî de neqşe bin, eger ez ezmûnek tehlatî pêş wê bim, ta ku hûn wê pêkanîba , bê pêşbazî an pêşhevanî, wê min bikarîba bi we bifiryama, bi rêya qelşandinên perestgehên jihevketî de, û dîwarên kavilên wêranbûyî, wê min li ser şalê qerenfîla sor de , hinek xweziyên bedew binivîsanda, eger min ji cîhanê bar bikra, wê min karîba bin axê de, şahiya xwe ya dilpijok pêkanîba, eger ez ew soza dudil û welatê westiyayî ji bangên xwe bama, wê min dînbûna tîp û nifira wê pêkanîba, wê min gerdûnê bi palgîbûn bikra mîna mezintirîn seyrbûn , û xweliyekî winda , wê min li ser eniya şahiyê de, xemgîniya xwe ya dirêj binivîsanda, wê min bihîşta şahî li ser destê min biba şagirt,ta ku min li dawiya xemgîniyê de, di kêliyên xweşiya cenegirtî de xelatî wê bikra.
Eger min ji hebûnê bar bikra , wê min karîba nifirê xwe li alên erdê û dirûyitiya wê bikra, wê min li ser maseyên barkirinê de, hinek bîranînên rizî binivîsanda, ji bona ez hertimî vegerînim, û di hundirê min de , felekek mişext e, ji giraniyê min ve radibe, û bi hêz serê xwe pêş min radike.
Eger ez ew mirina şîn bama, wê min ezmana şîn birevanda, wê min bi derbekê wê dawetê şîva navberên kor bikra, belkî were li ser rêya rast.
Eger ez ew evîna sermedî bama , wê min karîba deziya xwe bidim henaseya xwe, eger ez ew mija dudil bama , wê min zimanê zelaliyê bihin bikra, bi hemî çirûsîn û pozbilidiya xwe, wê min zordariya şevan , ji dilên evîndar re, şermezar bikra, wê min li ser wê feleka kor ê şopa gavên feleka hestyar dide berve şadî û nemiriyê ragihandiba.
Eger ez ew temenê mayî, di cîhanê de ba, wê min karîba ji bêçariyê re, kulemergiya xwe binivîsanda.
eger ez ew evîna mayî di vê çerxê de bama, wê min karîba ku di paş bedewbûnê de bimeşiyam, wek evîndarekî , bêhêviyê qet nasnake.
Eger ez ew çirûsîna lihevhatî bama, wê min dengê xwe li ser eniya şikestinê de nîgar bikra.
Eger ez!
Eger ez?!!
xwezî ez ji hebûnê bar bikim..
10- 6- 2010
