Hişbûn
*Rêber Hebûn
Bêdengî nemabûna zîrekiya xwe ji ber giriyê radigihîne, bû awazekî lal, perdanên xwe ji bêsûdiyê wergirt.
Vedeng bi metirsî , ji dengê ê di tariyê de windabûye diherike, an di yaseyên rastiya nihadî de , hilavêtî dibe.
Bi lerzî, henaseyên berve qêrîna tjiebûyî , bi mehnedanînê vedigerîne.
Ji axaftinê dikizim, di talîzokeke girtî de, dîlgirtî dikevim, bi şewatên tozgirtî de, pêçayî me.
Çûk dirêj min temaşe dike, ez pê nigaş dibim, wek ku ji min re dibêje : ( ez li ku me , ji henaseyê te yê westiyayî , hevalê min, tenê hevgarî , mirovan çêdike, an diyar e li ser destê xoşrabêriya veşartî, tu şagirtî bûye, ji ber vê yekê êdî te destpê kiribû bi hestbûna valahiyekî pêkuj, rabe hevalê min , bangdarî maye ew bangdarî, bi rastiyê ve girtiye, ê bin siha wê de mirov , ji têgehê mirinê dûrtir, xwe bilind dibîne, ma diyar e ey kor, te ji tariya xwe ya hertimî ,tu fêrbûyî şîrînbûna hestyariyê ê te wenda kiribû, ejî mîna te, di stranê xwe de ,şîrînbûna siberoja werê dikim, tunckirina goçeriya firînê di jiyana xwe de dikim, ji barîna baranê , ji devê ewrê ditirsim, bi tenê xwe ve ,di hêlînê de dimînim.)
Berî xwe didim sirûşt û henaseyê, bi rêkêşên nû pêşbînê dibim, dikevin dûxê seyrkirinê , dûxê xuyabûnê, di cîhanên rastiya aferandî de nîgar dikin, nameya min , ji dawiya gerînê re dişînin, li dawiyekê re, destpêkeke nû radigihînin.
Tenê hevgarî, sloganên hêsirên zelal derdixînin, ji hişbûnê , tiştên ku min di cihên qircirê de fêrnebûm ,ez fêrbûm.
Ez fêr kirim wateya şûrtbûnê, bihinkirina evînê, di kulîlkan de, û çêjkirina wan di avê de, û dîtina wan , bi rengên sirûştê de, li wir bedewbûna serguhayî , bi şahiyê xwe dipêçe.
Ey rêya dirêj , omîd dikim ji te , min hîn bike, çawa biçim, ji bo mîrekê ,di jiyana min de bû , rondikeke mezin, ji çavên payîzê weşî ,bû şaxekî zuha, derdê benzavêt û zer hilgerînê dikşîne, min hîn bike , çawa wê ji awirên te yên westandî biparêzim, ji gefdanê te ji min re bi rêwîtiyê.
Ji min re bû viyan û sîbera min e ê jiyanê bi giranî hêlecan dike, meya êgir bi tenê xwe vedixum.
Ez diramim, û dibe li palgiyekî bigerim, serê xwe li ser çekim, xwe radestî dîtina stêrkan dikim, dirêjkirî , li şeva xwe guhdar dikim, ji çîrok û axaftina wê bi min re, li nalînê wê , a di me de binyadbûye, lêbelê çi ji bo min ?
Ma ez nehêja me, ku êvar romanekî şûr mîna hêsiran ji devê min guhdar bike?!
Hindî ey şev ,min bi te re rûdinştibûm, bêhtir bi naverokê pendê te yî jibîrbûyî kûr pê diramiyam, bi ser pendê kalemêran e.
xwedan porê reş , dema tu wê dibînî, di reşiyê te de, bi derya de diçe, ma tu çavekî lênaxî hinekî, hayhoyên min diyarî wê dikî, ma tu jê re piniya giriyê min e misoger nabêjî?!
Ji şewatê min ve , êşa bîhokê û derdê çefteliyê ye, talbûna hemî gengazên xewinkar, bi awayê jiyana nû.
Tu ey şev ji çentakên rêwîtiya me dernakevî, ji ber sarbûna cilên te hîn bi germbûna jiyanê û qurisîna aramiyê ve dorêgirtiye.
Pelek dutabû, ta gelek pelik vebibin, ta ku cokên çemên min û mizgîniyên xweziyên min e tarî hilgirin, û ji çivîkan pir fêr dibûm ji avebayên xwe yên ên bi mebestan ve bihinxweş in.
me jê re nedigot çawa şahjina ewran, xwedan porê reş ,ji mîrê erdê re bûkbir bibe, jê min destpêkiribû bi hestbûna xwe , bi derbasbûnê jîndarên nû li cîhana me ya bêhêz.
Ezê êdî ji nû ve, destpê bikim, bi axaftinê , li ser şîniyên penaberiyê, di welatên ku ez têde jiyam, ji ber a rastir divê em bipirsin , li ser derdên kesên , ên biyaniyê li welêt, mal û di nav xwdiyên xwe de dîtibûb, bi taliyê xwe dijwartir e ji biyaniya koçkirin û hîştina cîgehê.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق