الاثنين، 4 مايو 2020

Derbasbûn.Rêber ‎Hebûn

Derbasbûn  
Rêber Hebûn
carekê min arezûya xwe di çavên wê de dîtin, di dilopên baranê yên bi ser min de hatin, bi talîbûnek e lerizî, peyvan kaş dike, ta li ser xêzan de bi tenê bimrin, tiliyên min piştî ne diyarbûnekê vegerîn, vegeriyan ta ku xemên nû û rodanên rûtirş gijgije bikin, hez dike ku di narvîna min de serê xwe dirêj bike.

Ev baran tiştê ku ez dinivîsim dişopîne , min di dilê xwe de nivîsî, û bû êşa zarokek biçûk, dilşikestina min bi kûrahiyek tirsdar deqdeqî dike, ew keça ,hîn xwezî hogirên wê ne, di her xulekekê  de, û dibe jî di her kêliyekê de be .

Diqêrim yara min!, ez wê dibînim girnijîn dibe, lê belê di nav lêvê min de, ji ber ku rewrewka wê , zehmet e jê were jinav birin, ew bû neqşeyek,wê li her der û dem de dikolînim, ew dildariya a ku ez radikim, hemî navbeynkar û bazirganan dûr dixe, ji hola cîhana bala , ew cîhana min e ê ku her dem ferehrir dibe,  ji demekê ve ,ez hewl didim ku bibim ew evîndarê kûr û têgihîştî, di her tiştî de, û ez ti rêyî nabînim ku cegersojiya xwe pêşwaz bikim, ji bilî ku ez bi evîn û zayînê bang bikim, bi qasî ez dikarim û bi rêya peyvên xwe , li ser gelek rêyan de dimeşim, û evînê zep dikim , di riwê min de bi her jîrbûnê  dikene.

Xewinên me li paş ewran nepenî dibin, xwe ji kulewariya pêlê re ditewînin, pêxwas dimeşin, ta bigihin dirêjbûna avê, avên zîvîn li nêzik eniya evînê de, dîlankarî dikin, û ev çirûsîna geş di devê roçûnê de geş dibe.

Ta ku bermayên xembar û xemgîniyên me yên ronak tê de pehnahî bibin, çendîn hêvî dikin ku tariyê daqurtînin ,ewê yê ku ji dûr ve berz dibe, mîna quleke di ezmên de , û ewa heyv e.

rehniya xwe bi ser avên evîndar  berdide, a winda bû ji dema ku çêbûn, û hîn li navnîşanên windabûnê xwe di nav peyvên min de digerin, û ew kevir , bi tenahî û pepûkiyê hest dike, ji ber ku ti kes an derbasbûyekê caran bi wî de ne ponijî, ew ordek jî nizane li ku derê xwe veşêre, li dûr wî tev av e, ma wê avên bêhtir zelal ji xwe re peyda bike?!!, xwe bi ser ve deyne, û jê re bibe cêraxek şîn û nû, û ji bo ew rêyên xwedan şêweyek tekane , bizanin bi wê re dan û standinê bikin, ji ber ku av , naveroka wateyên xwe bi derbasbûna demê winda dike,ew nizane wê kengî xemgîn bibe, ma divê awaya mirovan di xemgîniyê de pêşeng bibîne, an awaya ezmên di barînê de, heyv xwe nêzik dike, bi bilindiyê tê girêdan, raman nabe ku dakeve li ser çemê, çi ji bo min û ji bo wê mêya a ponijînê di nav bêhndanê de dipelîne, dema ez çûm li cem wê cîgeha ya ku me yek ji caran hevdû tê de dîtibû, tiştek ku wê bînê di bîra min de min nedît,ez piştrast bûm ku leylana wê tevî ku xwe goşegîrî kir, min bi tanahiyê mijol dikir.

Di wê çaxê de ez ramiyam, wê çawa hembêza min qupika serekiya xwe bê wê vegerîne, an çawa wê bibe ku ez bi vegera buharê ji nû ve  ,li jiyana me de mikûr bibe, min di eynê cihê de hinek leylanên ku min wan naskiribûn dîtin, zorpirsî zêde dikirin li min  û wê, û bi bişkujînên xwe yên demdirî têrahî dibin, dema hevdîtinê bi dêmê min e rûsav re dikin.

Wisa ew bûn , min rûsariya xwe di her kêliyekê de ragihand û li paş vedigeriyam, ta ez wê dûrketî biserî bibînim, min xwe di çarçoveya firehnivîsa sêwira sozînî de xwespartîbû, westiyayî ye ji biçîmên dêmên yên pê diponijîn.

Hevkarên yên bi min re dem derbas dikirin, eynî metirsî  wê bi min re parvekiribû pê wan xebitî kiribûn,ji min dipirsin, li ser afirandina romanekî nîv rastînî, jiyana evînî nihêrî dike li gel jinek e di min de dijî, ew tirsên xwe mehnedan dikirin, ku yek ji wan bibe mînaka serpêhatiyek nû di nivîsê min de , ew car ne bi girnijekê têr dibûn, hinek razîbûn diyar dike, û hinek dilmanî , ji ber ku bibe di romanekê de mijarek , wê ne tenê rewşek be, lê wê cîhana romanivîs û ramanên wê yên rexnegirî û sêwirandinên wî vaja bike.

Ewan nimûneyek balatir e , tê de cîhanên nexwastin û cergbûnê metirsiyek in,   cihê biyanî û hestbûna bi tundî û matirşiyê digrin.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة- ريبر هبون

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة *ريبر هبون تلك المؤسسات التي تكرر طقوس السلطة الحزبية ذاتها إنما تحاول أن تقول للكاتب المبدع أ...