الأربعاء، 6 مايو 2020

Valahî.Rêber ‎Hebûn

Valahî
jiyan nerewayî ye, wek tê xwyan, ji ber çi em bi kêşeya heyî diramin, û em nîv dîtin in, nikarin dadperwerî çêbikin an ne diyariyekî çareser bikin, emê çi hêvî bikin, ji bilî şewatên demê niha, sextiya siberojê , û êşên hestewer û nîgaşdanê.

Ji bilî reweştên qepal di xwarina êşa belaş de û gilêza wî ya sargerm.

Derewa heyînê bi ser piraniya mirovan pêk tê , ewan çavlirêtiya bedewiya bendewar dikin, û di dilên wan de bihna hêviyê ye, ewê biyan, ase ye ji têgihiştinê re, nikare bi çareyekî birame, ewa aloziya wênegirtinê, di vê hebûna metirsîdar de, zehmet e ku em di çarenûsên tiştan de derbas bibin, û bêçareyî ye ku em rastî neqşeyên serbilindiyê werin, di kiftikê kesên yên bêzariya destxistî jiyan kirin e , ji wan re bû dirûşm e û pîrozbahî ,heta rê jî li gel lingên me vebijîn dibin, berve roçûnê penage dibin.

Dimeşin ta ku biyanan bibînin, sêtavan hembêz bikin, ew dilerzin , û ev xwastina dojehê ye ku felekê bê rengên xalîrengî û yekbûyî rengîn bike, ev maça bendemanê ye li ser eniya penaberên yên hêsir û dilên xwe di wê penaberiya çavpan de winda kirin.

Ev qehfa alindeyê ye li ber rûçika heyvê de, di kêlîka roçûnê de xewndîtin dibe, omîdî êdî çênabe û rastî henekek e ji nepeniya hevjiyanê li gel sawîrê çêdibe, lê belê ne kîlite ji bo rizgariyek nû re, em li ku ve diçin?!

Tenê berve dawiyekê li gel valabûna a hîn ti kes bi ser ve nebûye, ev tarî me dibe berve nemanê, ti bawerî ji mirinê re tune ye, ew bê soz e, di jiyanê de hemî nirx li pey hev dibin, evîn û jibîrkirin narvîna mirov e berve felekan.

Li ser jiyanek hatiye afirandin dinivîsim, evînek ku tu carî berî niha min  jiyan ne kirî peyda dikim, ez ê çi deriyên ku ez dixwazim bigrim di riwê bê ,û axaftina wî ya hêrsdar de, ez berve şikestina xwe bê tirs diçim.

Ez û wê du nîşanên nepenî ne, em cengê bi narvîna şilîbûyî re bi maçekê an hembêzkirinekê dikin, li ser xemgîniyê bi serdikevin, bi girnijînek asayî , nûjînbûnê li ser demê de radigihînin.

Dibe em bi serkevin, ma wê dem were? An ne niha?!!

30-cehzeranê- 2010

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة- ريبر هبون

نحو مؤسسة ثقافية كوردستانية واعدة *ريبر هبون تلك المؤسسات التي تكرر طقوس السلطة الحزبية ذاتها إنما تحاول أن تقول للكاتب المبدع أ...