Jibîrkirin
Hemî êşên xwe jibîr kir, lê pêş revî, li pêş û bi lez, ta ku metirsiya vegerê li paş li wê ne de, tu jê çi dixwazî ey laylana sar ?!, xwe ji germiya wî bide alî û dûr bikeve, lê pir menêr e ta ku hestkerên te xera nebe.
Di bîçimên tancîka hêsirê de , ez bînvedana qîra êşayî li ber dojeha heriyê vediguhêzînim, li ber amana celbê vehese, li ser zeriya rokê û sipîbûna heyvê binivîse, mîna gulareza ,ez lawên striha gîhayê li ser vexandinek dilçûyî vexwendî dikim, ji ber ez ji dilpijîna xwe, toza avê afrêner û şoreşger , ez pife lepê xwe dikim, û dibun nepirûşekên şîn, serbilindiyek xar didim ezmên , wek sindîganek bi birînê kûr , hilweşînên berfan li ser lutkeyan de kom dikim, ta ku evîna yekem ji hevsengiyê re vegerînim û meraqa wî ku tevlî rêxistina bêhêviya yekbûyî bibe, û mîna moriyekî sor bi şoreşan dirame, yekîneyên geşiyê li ser heriyên germ dabeş dikim, û hemî jîndarên bêkêr wan vexwendî dîlanê dikim, di sibehekê wê bê dewsa sibehek din.
Ey mêya ku nayê , tenê bi hatina ne diyarbûnê , bide min qupika şewatên xwe ,di gurvedan û nûbûna wan, agirê evînê xelatî xêzanîna min bike, agirê nayê vemirandin, wek ku tu çawa bi yekîneyên bê re şer dikî, tu hatî bi bazdan ta min hembêz û maç bikî, camên bêdengiyê dişkînî û ji bêdengiyê zimanên pirjimar çêdikî, te demekî şerê peyvên min kirbû, ne ji bo xwastina rikeberiyê lê belê bi qêrînê, ta ku ji got û bêjiya zorengê , pênosekî nû bi avê kelîbûn û kînê li ser wê cîhana hişk dîroknas bikî.
Çima herku ez diketim odeya xwe, hest dibûm ku balgih dimeşin, nivîn xwe dixirxirînin, kaşî difirin, û ban mîna serxweşekî direqise, ma ev dawiya cîhanê ye, ez têgihiştim te , êdî tu hez dikî ez bişewitim bi awayekî cuda , çima ne wek ez fêr bûm e bi kêmanî?!!
Min, sotandinê li ser çiyayên bilind hezdikir, tu gewahîbînî li ser vê xwastina ya ku nesojî hîn di hundirê min e , ezê bisojim û wê carek din aferandina min dûbare bibe , yên wek min û te ji carekê nayên sotandin.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق