Kêmbûn
Li gel sirûdên şevbûriyê, stêrk bi çavên me yên mest şeyda dibin, em radibin û me giraniya xemrevîniyê li ser piştên xwe rahijtibû, û milên me yên ciwan gurzek rehnî dibin ji bo pilîteyek lewendî, geşiyê çinî dikin, li ser tariya rewşên me yên derûnî de îmze dikin, pirên biratiyê li gel her kesê ku têkiliya xwe bi mirovê naveroka rastîn heye saz dikin, ez mîna lêkolînvan û şopînerekî ji rastiyê bi tevahiya wê re demekî dirêj pê re derbas dikim û ji ber kêmbûn li ser rastiyê ,misoger dike ku jê bê veşartin, û ji leylana moranî bê dûrxistin, her timî bi wî re diçe û xêza wî xuyanîkirin dike ku di hayînê de berz bibe, di sebaret jiyana min de ji min re dima mîna metirsiyekî wek nemiriyê û hewildanê berve temamiya tiştan, bi rêya berdewamiya peywendiyê li gel jina nimûne û barkirina jina penage , ango laş, ewê ku dihêle nasîna naveroka pak tiştekî qet çênebe pirê caran.
Leylanên mirovan mîna nimûneyan berz dibin, nêzî jinê diçin ji ber ku ewa di talîzoka gerdûnî de, yê ku em di nav de dizivîrin dijî, û axaftin li ser kêliyên matmayînê buhatir in ji çi axaftinên yên ez wana li ser sehneya xêzan de vediguhêzînim.
Û ji ber ku jin dikeve pêşî lutkeya seyrbûnê , ewa metirsiya min e hertimiye yê hişt ku nivîsên min herin berve buxçeya bîranînê û çîroka evîniyê, axaftin li ser evînê di civakên me yên rojhilatî de, wek ku tu di xelek e vala de bizivîrî, çi tiştê bi evînê girêdayî bi guman e li cem çavdêriya sixûrî yê serdemên zordarî û gendeliya yekem binyad kir.
Yase ew kundetiye û serweriya sert e di evînê de pêşveçûnek e û di bêdengiyê de bê bineret e , û bêrêtî ewa binavkirina amedebûyî û çêkiriye wek dergehên dojehê yên ji xelkên xwe re dibêje hîn kes din mane, û eger nivîs şanoyek munûdramîk be di dîmenê xwe de di zikmakiya resen ji mirovan re nîşan dide, tê wateyê wê henasê biaxive wek temamkirinek ji reftarên zayinê û metirsiyek ji metirsiyên tirsa min ji tunebûn û sistbûna hundirî , ji ber ku mîna her cîhanek ê ye ku dinav de ,viyan û xwestin tê de dimînin, û mehnedanên rolekê dilîzin di dan û standinê diravî bi rewşê re ji bo rakirina giyanê li tiştê ku pêdivî be, her tiştê ku ez li ser wê diaxivim , metirsiyên gênciyê û hêrsa wê ya digere ji têkiliyê kurtas dikin, tiştê li min zor dike li ser axaftinê , min dihêle ku ez dîlê xêzan bim yê ti xem an keser jê re tune ne, ji bilî ku peyvên min çinî bikin bê ku bi şînbûna wan têbigihin an ne başiya wan bidin xuyakirin ,ewan timî dilên xwe yên fereh vedikin bi dilçûyin, û tîpên min in belavbûyî hembêz dikin ,bi germbûna jinek e ku mêyatiya xwe jiyan ne kirî bi dirêjî demên xwe yên dembuhirtî.
Ji min re ew xêzan diyarbûn mîna cîhanek e vala ji nîşanên derbasbûnê û rêxistinên meşê, hemî tiştê xwe dabû nivîskaran û bedewtirîn cil helbijart ku ji xwe bike ta ku peyvên wê yên hatî ji cihên ne diyar de di hundirê nivîskar de pêşwaz bike.
Zayîna rastîn ji evînê re ji derveyî talîzokên nivîsê û sanca yê çêdibem, di her roman an xwendinek e ji zincîrek dirêj û bi êş ve, dilê mirovê li ser axivî bi dirêjî xwesitna xwe ku bimîne bi derbasbûna serdeman, gavên kesên hatî û çûyî di dan û standinekê de berdewam in li gel asoyên tarî û ronîkirî bi cîtengî û ronahiyê, stêrk bi xemilandina qîzên xwe mijol in û ba bi çîrokên heyvê tevderbasbûye û xort bi lîskê bi dîmenên evîna xwe , ahengê saz dikin, û ewan destpêkirin bi ramandinê ji vejîndana hestan û berdana wan wek tariya maçên nepenî.
Kêşeya wê ew jina tirsok û li qurzîkê rûniştî ,ti carî li ber eynika xwe ranawestî ta li xwe di hundir de bibîne, lê bi dirêjî temenê xwe pêş eynikê radiwestiya ta li sexteya xwe binêre û derewên xemilî li xwe bike, wê çawa têbighe tiştê ku li ser wê û mêr pêdiviye, ta ji bo xwe bike, dibe ku gewezî bike pêş hinek mêr û bêje ji wan re li ser hijmara evîndarên yên li ser çûngên wê girîn, û nikarîbûn nêzî nermiya dilê wê bibin, û xwe dike pêş çavan wek jinek e ji xwe hez dike, ligel mêrê an dostê xwe , derewî xwe bike kêfxweş di çaxa razênê , û eger te ji jinekê pirsî li ser nerîna wê bi Can Cak Roso û helwesta wî li ser jinê ku ewa bermaliyek e, xwezayê wê danî di xizmeta mêr de, wê bigota : ku Roso xwest di vê gotinê te nirxekî cuda bide jinê û li ber mêr wê zêdetir ciwan bike, wek ku bi vî nerînê xwe nêzî rebeniya hêzê bike li cem mêr, ta ku kêmbûna xwe ya gewdehî veşêre.
Eger min karîba ku ez awirên yara xwe û tîrêjin wê yên dilrevîn mîna wêneyekê bigirta dema çirûsîna çavên min dibin, di wê kêliyê de , pêwîst e ku ez di kardigeya îko ya fîzîkî de kar bikim, an wê min di karditgeya yek ji niviştkaran de şagirtî bikra, dibe min bikrana bextbêj an di dawiyê de wê min bikrana mîrekî wek mînak .
Ji keserberdana sîngê hezar bînxweşî hene dibe ew hilma, ji gelek gulên cîhanê û şînkayiyên wê yên bi jehr hatibin çêkirin ,û axaftin li ser jina ku ez jê hez dikim an ya li ser dinivîsim û bi navê wê diterpilim, an çi dibe bila bibe, ewa cihê xweşiyê ye li cem min û hewldanek e ku ez barê mêyatiyê li ser xwe bi qasî ez dikarim rakim, ta ku ez êşa henasê an werimandina movikên dil nekşînim an kêmbûna xweparastina evînê nejîm.
Ez dizanim ku evîn tê jiyan kirin û nayê nivîsandin û dizanim ku pirtirîn wêjevanên dewletketî û bêkêr, yên diman qurbanî pirtûk û ferheng û odeyên sar û bi qerebalix, lê belê ez û ji bona dilsoziya evînî û ta ku ez piştrast bim ji rehjenên dilê xwe û saxlemiya wê, ez petgerînek pijişkî hertimî bi rêya nivîsê ji xwe re çêdikim ,ta ez ji tendirustiya xwe piştrast bibim, û asta gênciya xwe di evînê de bizanibim, û ji bo ez ji feleka ya min tewanbar dike bi dirêjî temenê tiştekî bidest xwe xînim, û bi vî awayî ez wê tam kedî dikim, û serserî , ezezî û xwîntaliya wê cilev dikim.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق