Viyana jinek e evîndar
Rêber Hebûn
yarê min e, ê  gencîneyên
ezmên ji hêsirên cerxên nemayî, ji baranê tiji kiribû, gewdeya
min e dilnizim ,bi tazîbûna wê bipejirîne, bi gehiya xwe pîroz
e, azadbûyî ye bi bilêvikirna xwe, bi gotinê xwe rewanbêj e, 
hemî zimanên cîhanê bilêv dike, wek xelatek î bedew bipejirîne
, dibe ku tu pê xweşecan bibî, û bi rêya evîna min ji te re
bangên azadiyê , li ser qeraxên te de hêvî dikim, sozên evîna
xwe didim hev, bi rêya sertiya  te, ez te vexwendî dikim ta tu bi
giyanê min kevî ji nû ve, ji ber ku kaniya rizgariyê berz e , di
deverên min de , yên ji agir û rakêşeriyê cîteng bûn e, bi
çeyê çavên te yên ma ne penageh, ji xwedawendê deryayê û
xwedawenda bêr  û bedê , min karîbû ku ji lawaziya xwe xelas
bibim, ji henasê te min pufbûna ejdiya deryayê, û lerzbûna
kokayîna a ji damarên min dimije, jê kirin, memikê min ên
tozgirtî bi ava dilên xwe bişo, xwe pabendî laneya afsûna
reşatiyê bike, milyonên êş ,di giyanê min de xwe bi cih kirine,
xwe bi axdariyê mest kirin, li ser gêncbûnek e di hestê min de
sist dibe, tenê min nas dîwar ji bilî te , zaroktiya min jî
mandele dikin nermbûna evîn û pakiya giyanê min, bila bêdengî
bibe navnîşana peyvên me di evînê de, bila hembêzkirin di nav
me de xewinek be, ji ber ku xwe hembêzkirina rastî û vêketî 
dimîne dijwar û bi hêz di katên bîrêkirinê de çalak dibe.
Yarê min , çendîn tu min
wek romanek evîn dinivîsî , rûtbûna felekê şermezar dikî,
xerpişî ,dînîtiya û tundiya wî , te da  peywendiyê , gelek
hêviyên berdewam, te ferehiya asîmanê  ji stêrkên xwedan
matirsî re rahijt, bi rêya rojeriya çirûsîna çavên te yên bi
tam, ji awaza evînê yê di çavên min de, ez bûm mîrek e rastî
, û li dûr min hevalên min yên êdî li ser evîn û cergbûna
min li pêş te  diaxivin,germbûna hestên min bi aliyê te, dema
destê te digrim, û wan bêçar e dikim ku xwe bitewînin , bi
tiliyên destê min bigrin.

 
Destê te saxbê heval Rêber ❤❤💗💗⚘⚘
ردحذف