Ezmana şadiyê
min lê dinêrî , çavên wî, dîwarên xemxwariya min derbas kirin, ji cara yekem bi min re axivî, di wê demê de , ez nediyar bûm ji têgihijtina xwe,bi bandora awira yekem bi mirov dike, mirovek e ku bi zelaliyek e bê sînor dan û standinê dike, hinekî diramiya , bi min diponijî , wek ku êdî bihna xwe bi rêya min berdide, ramanên min dixwîne, sebaret min nepenî bûn, çi dixwaze?!, ez bi fedî û zarokbûn ji xwe pirsîm, bi tenê gavên xwe dişopînim , nêzik cadeyê bû , kêlek min, bi girnijînekê silav li min kir, û bi rê ket, gavên xwe yên hêdîka dimeşîn, nîşanek bûn bi nexwastina wî ji çûnê, evîn hêdî hêdî , di min de diçû, destpêka seyrbûn û hezkirinê ji wî û ji min diyar dibûn, hîn tenahiya min li min goşegîrî tivî kir, li ser xwe de, deriyê odeya xwe bi aramî li xwe digrim, di çarçova xelekeke ji ramanbûnan, bi min dizîvirîn, girnijîna wî di nav lêvê min de derbas dibû, geşiya tiliyên wî , destê min bi nermî girt, di nav tiliyên min de dirazan, di kêkiyek e bîrêkirin û hevdîtinek e nerm .
Destê xwe danî li ser xewinên min in nepenî , di gavekê ji xewinek e di nav sîngê min de wek du dilopên xwêdanê bi çûk , di gewdeyê min de bidizî derbas dibûn.
- tu hîn ji evînê re bi çûkî keça min !
Yaw!, mirin, kesek tênagihe min , diya min naxwaze bizanibe, ku ez mezin bûm, laşê min bi rakêşerî û niviştê dagirtiye, û li ser şaxê sîngê min de ,du sêv çêbûn, ji min re li ser mêyatiya min e zaroktî diaxivîn, ez mezin bûm , êdî ez têdigihim dûrbûnên ku têne min ji hestên ,ku gurzên nermiyê di kuncikên henaseyên min de belav dibûn, xewin min ravêz dikin, ji min hestên xemxwariyê distînin, xweşikbûna rakêşeriyê ji min digrin, dûpişkên katê ji fedîbûnê , di hundirê min de bi hevdigerin, li ser awaza wî ez şiyar dibim, min ji kûrahiyên xemxwariyê û keseran derdixînin, ji bêdengiyê xweşiyeke nepenî dirêsîne, di min de hêdîka derbas dibe, ji gerdûnê re bi seyrbûnên wê zimaneke nediyar heye, ji odeya xwe derdikevim, piştî ez nivîna xwe didim hev, balgî , çerçev , dimeşin, gavê xwe li wê derbasgehê bedew de dişopînim, yê têde ez û te yekem car , em rastî hevdû hatin.
Hevdîtinek e nepenî û balkêş bû , giyanê min bi nermî çinî kir, xewin dikim bi germbûnek e li ser dilê min de dakeve, xwe ji çûneke re dibe ku dirêj bike amade dike, lê hîn ji min tê ku ez girnijîna xwe bi xemê dagrim , di asîmana xemên xwe de , melevanî dikim, mîna geştiyarekê ku bi ponijîna xwe ji deverên bedew balatir dibe, ji sîbera xwe dîroka mêrekî hîn nehatiye datînim, di xwebera mêrekî nû , jiyanê bi şêwazekî hîn em fêrî nebûne dijî, û hîn mêyatî ji dema zîndanîkirina xwe ya dirêj de nedîtibû.
Ez jê xweziyan dibînim, min di gulistana giyanê xwe de diçand, ta ku bi qasî azadiyek e nehatî bicihkirin çêbibe , di cîhana bendan de bîstînim.
Hevalên min hewil didan , bibin ragir ji min re, di derbarê pêkanîna tiştê ew dîtin ku qet û qut çênabe, bi sazkirina peywendiyek e qayim , li gel mêrek î, yek ji wan ji min re dibêje :
- tiştê tu li ser mêr di rewşê de dizanî cudaye ji binî ji tiştê ku tu di sêwirê xwe de dirêsînî, di baweriya te de , ku wê tu karibî nîgaşên xwe li ser mêrek î dûrî xwe deynî, tu xewinyarî , û dibe henasên te birîn bibin, eger te zarzarî kir bi girtina xwe ji ramana hezkirina mêrekî efsanî ku şareze be, meraqên harbûyî di me de , di evîn û aramiyê de av bide, ev yek ji gotinê yê min guhdar kirin e , ji gelek şîret û rûmendarî û hewildanên bergirtina min , û pêwîstiya ku ez hew hewil bidim , ji ber ku her hewildanek ku hêsan hewildan e , bê sûd e , wê zêde dike ji nîşanên binketinê ,dibe , her tiştê ku li ser mêr tê gotin rast bin, ewê herî desteserker e ji xweşevînê di kata ku gerentiya wê bike, hevala min Mizgîn pir destedirêj û giranfiroş e bi hestê xwe bi aliyê tundirewiya yarê xwe de ,yê bû dergistê wê , pişt re vepêçana dergistbûna xwe ji wê ragihand,ji ber ku ser bir ku ew bi wê û hemî jinana hatiye xapandin, serpêhatiyên wî yên cur bi cur bi jinê re ,vê yekê aşkere kiribûn, mirin! , çima wisa hestên me tê erzankirin, heta di qunaxên me yên hestiyar de, wek dergistbûnê , wax ji hovîtiyên mêran, Evîn ew jî zewicî, û dîsa min jê pirsî di serdana wê ya dawî de,ji min re , li ser sedema berdana wê ji mêrê xwe re , got :
- ku bimadeyiya wî jê re wek bimadeyîya Hitler e ,rewştên wî mîna ajalên çiyê ne, haj wî nîne, her jinek e û xwezayek xwe heye, û evîna wê ku lihevhatinê di nav xwe û mêr yê ku wê pê re hêlîna hevjiyanê parve bike pêkbîne, wax ji vê jiyana ku hemî xêlîbûn û heznekirî ye, hinek tişt me dihêle ku em li paş eynikan vekişin, dudil dibin li beranberê wê ku em nêzî kesên din bibin,carekê ew bi min re axivî û got :
- wax delala min Hêvî, min ji te re got û piştrast kir: ku dîtina mêrekî temam , bûye nikarbûnek , an heta alûziyek, û ez te dibînim tu niqom dibî bi hizirkirina xwe ji mêrekî nêzik te be an wek nivîsên te be û tu çîrokvanekî mîna ez te nas dikim,wê tu bernekevî hîma heneka ku em jiyan dikin, fişarên jiyanê , ji ber ku serhatî cuda ye ji tiştê ku em hezdikin bijîn, an gûncan e ku em wê jiyan bikin, ji ber vê yekê pêdiviye ku em fêrbibin, ji ber ku hêvjînê min ji destpêka rojê derdiket û venageriya ta dawiya şevê, û carne nehat , û min xwe dît bizorkirî li ser vê jiyanê , ti çare pêş min nîne ji bilî ku ez pê re biaxivim , bêzariya xwe jê re diyar bikim, bi sedema derengmayîna wî ya hertimî.
- Ez hew dikarim vê yekê ji binî hilgirim .
- ev ne kêşeya min e
- kêşeya kê ye êdî?
Di wê kêlîkê de bêdeng dimîne û piştê wê, şîvê dixwaze, ez lê dinêrim , bê sûd , bêzar , ji xwe hez nakim, wek ku ez di otêlekê de bixebitim û akinciyan wêzimkar bikim, bê nirx e ew hevjiyana pûç yê reweşt wê rewa kiriye û reftar wê sext e kiriye, li ser min xemxwariyê bi dirêjî heyîna min berewanî dike, ji ber vê min veqetandinê hilbijart, jiyana min berî wî bendewarî û didarî bû, min xwe ji dema binkeftiya xwe, di evînê de winda kir, binkeftin di bin siha tenahiyek e filîç de berdewam dike, ez rewşa xwe cuda ji kesê pûçbûyî nabînim, xwe pir bi xewinê newestîne hevala min!
- heta hundirê te wisa zelal bimîne,bi hebûna wê bi temamî birame , ji ber nîvê te bê guman wê were!
Dema Hêvî axaftina xwe bi dawî kir, bêdeng ma, min qehweya xwe beranberî wê vedixwar, bi girnijînek e dudil, nîşan dide, ji tiştekî ez bi dudilêbûn vedişêrim.
Nalîn ew keça ya rêhevala min bû di demek e buhirtî de, ji çaxê rojên dabîrîstanê , tê bîra min, di dema ku min bîçimên wê dixwend, dawî carekê çawa ku bi êş jiyan dikir, diya xwe jiyana xwe ji dest da , dema destpêkê çûna xwe li zangoyê , ez tenê jê nêzik bûm jê wek e heval û dayikek e dilnerm , berevajî çi takes ji malbata wê, heta ku bavê wê be jî, dema diya xwe mir piştî salekê , yarê wê xwe da pêş ji bo wê bixwaze, lê bav wî nepejirand, ji sedmên civakî , malbatî, û çînatî, û piştî wî bi hinek salan , ew neçar bû ku dev ji zanîngehê berde û bizewice û derkeve derve û wisa jiyana wê bi gîştî hat e guhertin, di penaberiyê de, welat , dayika xwe ya barkirî, û yarê xwe yê pepûk di sîngê xwe de binax kiribû, û piştî pênc salan ji veqetandina xwe ji mêrê , vegeriya ,li cem xwediyan, xwe fêrî dilşikestinê kir, û dudiliya xwe jiyan kir , li paş êşên zorbaziyê û kovanên demborînê .
Min geşiya xwe winda kir , dema ez kesera nediyarbûnê ji gewdeya xemgîniyê vedixum.
Garantiya evînê dijîm , guh nadim êşên xwedan serpêhatiyên tal, siha wî xortî hîn dirêjî min dibe , bi bîrêkirineke tê li ber min , ezê di guhê tenahiyê de pistepist bikim, ji pepûkiyê re cihekî bala di henasên me de heye, ji bîçimên min re tîbûna xemê ji dîdarî û baranên hêviyê ye, pencereya min bi çirûsînek e xumirtî hol dibe, li ser derbasbûyan vediyar dibe, dabeşên cih , parçeyên wê di bîçimên Nalîn û Hêvî de hembêz dikim, bi ponijîn hol dibim, bi aliyê tariyê nediyar dibim, ji xelekên pirsînê û jimartina xem û metirsiyan, westiyayî me ,, pêwîstiya min bi dilnermiya a din heye, tevî ku çi li ser hat e gotin.
Ez demê dikim e destê xwe, jiyanek e werê dîdar dikim, bi romanbûnê ez dinivîsim, her romanekê , her hevokekê an wek hevokekê, ji xwe bawer dijîm, ji westandina di min de çîrok in û bihinberdanê di cîtengiya bê de li cem min de, firînek e di cîhana gêjbûnê.
Kovana min, min vedigerîne, ramanekê li ser deverên beyar de, bi pergalê kurteçîrokekê dinivîs im , wê bihin dikim, ta ez bibim dîlê xewina wî ciwanê yê ku ji dilê wî hestiyarî û nivişt tê xwarê, bi dilşikestin ez pistepist dikim, mîna şaxek zeferan , li ser cokê dadikevim, bi germahiyê digrim, ez wê nabînim , ji bilî ku dudil e, vala ez li deverên xemê dilşad dimînim, bi gerdûnekî geş û xweş xewin dikim, bi wê giyan çendîn xweş dibe ,ta ku di cîhanek e, têde aramî û ramanbûn xweş bibe, henasa min bi siberojê ve girêdayî ye, hestbûna bi hêviyê wê dixapîne, û ji nişkê ve , dayika min tê ,lehiya hibirdanka pênosa min radiwestîne û deriya odeya min vedike û li min dinêre û dibêje :
- keça min ez bi nivîsê te kêfxweş im.
- rast e yadê?!
- belê , tîp êdî di nav destên te de mezin dibin , û bûn hunerek.
- yadê , min dirêj çîrokên bêhêvî û bêzariyê yê ku ji xwberek e ku tehtên bêzariyê wê sotandibû, guhdar dikir.
- keça min , çavekî bide kulîlkên siberojê, dema hêsirên hilmê wan şil dike, û berî xwe nede bêzariyê.
Dayika min ez hîştim , ku bibim evîndara binefşê û xemgîniya wê di çaxên roçûna yekem de , min bi ramanbûna çîroka bi êş ji dîmena barkirina rehniyê destpê kir, di dema ku meraqên min, di roniyê de tije gazind in, bi firînê dagirtî ne, di ferehiya vê asîmana lawaz de , di dema ku banga henasê bi ferehbûna xwe dijwartir e , ji sihwa asîmanê , ji ber ku rengê bi ken ji zelaliya gavên wî ciwanî , ku nêzî min dibû derdikeve û diaxive :
- ax , ava zelal , ji amana kaniyê dilive, çirûsîna a ku ji davekê derdikeve, ji nivişta dêmê te berz dibe, dêmê te yê ku hêvî û êşên cîhanê tê de civiyan.
-Bi te xewin dibim û di zimanê min de, rehjena şermbûnê û qêrîna wê ye, û di xuleka xemê min de , kedxwariya xunava xwarbûyî li jor siha xemxwariyê ye.
- ma ji jiyanê giringtir heye, ya em wê dixwazin û kûrahiyên me ji tîbûnê tevî çiqas buyer bi ser wê , nayê avdankirin.
- rev nîne ji xwestina mirovê rasteqîn e, yê ku kilîtên şahiyê bi dest wî de ye, di me de dilpijîna bendewariya siberojê vejîn dike, di hundirî min de hestên pepûk têne cem hev, ta ku lêborînên germahiyê tevî talîbûna rewşê, xelatî te bikin.
Bersiva wî didim :
- pir in yên wek min dixwazin xemxwariyê binax bikin, ta ku di dilan de, tovên lavên xwe di ezmanekî de, ku jê hêsirên şahiyê tên xwarê, biçînin, .
- belkî
- erê weye.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق