Ji bilî te
kaniyên te min dişon
peyvên te çermên birînên min didrûn
di cengê de, tenê dengê te agirbest e
darên kesk e
kokên xwe ji memikên te ne
ta dirêjî rêyên di navbera min û te de
şaxên xwe dirêj dikin
ji baranê
hêsirên te tên li ser min
dilê min şil dikin
tîrêjin çavên min ji ezmana ku tu di bin de sekinî
têne xwarê
çavên te kil dikin
sar e havîn bê hembêza te
cîhanên girs teng e bê tu hebî
ezmana fereh ne bi ferehiya sîng û berê te ye
ewra sipî laşê te ji jor ve diweşîne
nêrgizan ji canê rokê
li ser sirûştê dibarîn e
lehiyên girnijîna te
dengên avê
dişopîne
min bikuje bi lêvan
bihêre min bi maçan
evîna min pirtûkek e lê nayê xwendin
tê hembêz kirin
di nav zendên te tê danîn
bi hêsirên te bergê wê tê xemilandin
bi bihina sîngê te tê dagirtin
efrîniya awiran
barana îro hinek ji destanên hêsirên te ne
tariya ewr ji dîmenên keserên te ne
were min nehêle ji demê
dem mirin e
kat dojeh e
felek dûpişk e
tu tenê bi evînê bawerî
dijî xemgîniyan baş ragirî
tu agirî
ji vî dilî
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق