Metirsiyên dilek î
Rêber Hebûn
Mirin!, tiştek min bi vereşînê û beraxaftinê dixîne, raman bi ser min ve tên, metirsî xwe di darbesta nîgaşdana min de, xwe bi cih dikin, leylana keçek hetle nêzik min tê, û leylana ciwanek î bêkêr li jor min ,xwe vedigre.
Jê tê nîgaşdan ji ber ku ew dîn e, dema wisa dipirsî , çû hewilbide raze, metirsî hatin e wî, rêza xewlêçûnê di piştçavê wî de, cîteng dibûn, jibîr dike, xwe radestî tiştekî wek mirinê an hênijînê dike, û carne mîna xewinê, dema westabûn di hundirê wî de derbas bû,di nav xwe de got :
- bibûrîne, ezê ji nivîsê rawestim, ey şev bi min re ,li ser xewê alîkar be, ji ber ku ez tenê hêjayî xewê me wek yên mîna min , ne pêdiviye ku şiyar bimînin, ji ber ti wate ji şiyarbûnekê nîne ku nikaribe kiryarekî bike di agehên me de, ji tiştê ku di hebûnê de diqewime, bi tenê ew mêrê noqbûyî di derdora dîqetbûnê û girêkên wê yên gênc, rûniştî ye, bi hevalê xwe re demê dadigre , dimînin bi tenê , her kes ji wan , di rêya xwe de diçe, bi awayekî cuda ji hevdu digrîn û wekî hevdu dikenin .
Bajarê yê ku têde dijîn tenahî di nav de dimîne, û yên di bajêr de bi tenê ne, li qeyseriyên qircirê de şiyar dimînin, eynî bîçim , bê guh in , bi dengekî bilind gengeş e dikin, bê ku li ser mijarekî bi xwe biaxivin, tenê gengeş e dikin, li ser aloziya rabûna nirxê mazotê û rabûna nirxên şînkayî yê ,û li ser bêkarî û bertîlî di saziyên dugelî de, û li ser kûndan li ser rêyan de, û pirbûna hijmara sîxoran, û nebaşiya rewşên deveran!
Ew mêrê bi tenê, xwarî axaftinên jinan dibe, û bîrêkirina xwe ji keçek e bi tenê re tê, ku meraqên xwe bi wê re parve bike, mîna çi jinek e zelal û bedew.
Bi tenê li ber çavên wî dimeşin, bi bejinê hêl dikin, memikên xwe derdixînin ji wan sihên yên gilêzên xwe berdidin, ji ber sedemekî pûç nakok dibin, ji bêdengiyê xwe bêzar dibin.
Bi tenê ye -Bêrîtan- ew keça a dilê yê beranberê xwe diwîne, çendîn bi ramanbûn û kêşeyên xwe yên gênc noqbûyî ye, evîna wî di wê de ma ,mîna cinawerekî şîn di şînbûna çavên wê de konê xwe vegirtibû, kesera xwe digrî , carne, bi hêrsek î û hinek razîbûn hest dibe.
Perwîn tê cem wê û kêliyên ne kurt li gel hev diqedînin, wisa bêdeng û bi tenê hevalkirasên xwe ji xwe dikin, ji şilatiya odeya wê ye beranberî qeraxê , ji dûrî ,mitrên hindik , dirazin piştî ku hevdu mist didin, berî wê kêliyekê diponijin , pişt re dirazin û xewin dikin bi siwarê xewinên xwe , ji bilî Bêrîtanê, siwarê wê berê hatiye kedîkirin ji evînek e wî biribû bi yek derbê.
Tenahî para kesên vê bajarê ye,di xwe de welatê bi tenê û gerdûna sêwî kurtas dike.
Yek ji wan bi miriyên sax û saxên mirî dirame, û di gurbûna vê zorenga berdewam, û li ferehiyên giyanên wan de , ew bavlîsok, li dor xwîna evîn û reşatiya şevê xwe hembêz dike, dirêj û kûr bi dirêjî vê dûmahiya sipî de deryevanî dike, û di zivistanekê kêm şans de , ku pêlavek xwe winda kiribû, dan û standina mirovî destpê kir, li ser lingên xwe rabû ,di kêliyekê de, ku Bêrîtanê ponijîna Ciwan qut kir bi awayek î tebitî, û bi dînbûna bahozê re diaxive û go :
- tiştek ne wek bêdengiya min e û ne wek qerebalixa min e ji bilî aramî û pistepistên te.
- ji ber ku hemû ji zîndanên xwe bazdayî ne, û hemî bi revê diramin, û ne yek jî bi azadiya xwe agehdar e dema ji nişkê ve bêdeng dibe.
- pêdiviya min bi çengên te hene ta ku ez mîna kulîlkekê di axa te de mezin bibim.
- pêwîstiya min bi te jî heye.
Wisa tilî bi geşî hejîn di hundirê hevdu de, destên wan ketin hev ,bi hev re dimeşiyan, gulareza sipî li wan dinêrî, xwe li nêzik wan zivîrand, bi şermiyekê wek fedîbûna birûskê ,dema destê xwe davêje bilidtirîn darek dirêj, gula sipî ji wan re bi hilmek tîr pistepist kir, bişkojên wê bi bîrêkirina wan hat dagritin, li wir li zeviyan de , hemî dar bîra xemgîniyê li cem wan de hene , destê xwe li ser qircir û xewinên bê dawî danîne, dema bihnên xwe dirêjî agirên yên venamrin dikin û dawiya tirsê radigihînin , bi tenê bêdengî hevseriyê bi bê re girêdide, di kêliya ramanbûna giran de, ji hêsiran tê xwarê mîna satila baranekî zivistanî.
Hemî gav çiryayî ne, di vê bajara ku dulvên bêhêviya pehn dikşîne ,taya xwe di nîvê kolanan de û li paş gemargehê de vedişêre, rêyên wê lingên yên fêrî bûne li ser bazdanê ,mandele dikin, awaz gotûbêjên xwe ji bayê avînê re dihêle, dema êş awaz dike sirûdek e xircirî, hespên kûrahiyên xwe ji bezek e dirêj re amade dike, wisa Ciwan bi katan dimîne, perbendên xwe yên tevlîhev ezber dike, rewşên xwe yên belavbûyî ji pergala odeya wî ye belavbûyî ye û hewaya wê ya tozgirtî, dilşikestinê bi sistbûn li xwe kir , bi gerandina xelekên dîlan û awazên xwe destpê kir, di gundên bîrêkirina xwe yê dûr, li paş baniyên mafxwariyê , kuntarên bêhêviyek e seqet , li vir , di vê bajarê bi tenê, firoşgeh , keserên xwe yên berejor dikşînin, li paş karkerên avahiyan yên bahilkêşanên wan gîhane bircên bilind, hemî kesên bajêr , tenahiya xwe dijîn û ji nav wê qircirê,komek zarokên biçûk derdikevin, balafirên xwe yên belgî derxistin û sêwirên ji avên geşiya sargerm dagirtin.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق