الأربعاء، 10 يونيو 2020

Tiştek ‎î ‎wek ‎e ‎xewin.Rêber ‎Hebûn

Tiştekî wek e xewin
ez nizanim wê çi bi min re çêbibe, dema ez deriyê nalînê li xwe vedikim, deriyekî kevin min digihîne ku ez te bi bîr bînim,bi nameya te yê bi tenê ya te nivîsandibû biponijim , berî ku şer û pevçûn li sûrî gur bibe, welatê yê bû goristanek xewin , şevpestan wan xwaribû, zivistan di heman rewşê de pir dirêj e , wek tê xwestin, axaftinê min li ser te wê ne nû an kurt be, Delîl , tu demên dirêj di qehwexaneya Intirnêtê derbas dikî, li gel wê kirêta ya te bi nav kiribû, Melek Şahîn, yê ziman dirêj û hiş xerpişî, te pêre sixêf parve kiribû û carne  te pişta xwe li ber rûtbûna wê bi rêya kamêraya Laptopa tozgirtî anî, te baş dizanibû ku bi min û te re di eynî demê ,sextebûnê dabeş kiribû, ev çaxa peyvên giran in, di vê cîtengiya ya xwe mîna reşmaran di rêya me ya zerbûyî de dirêj kiribû, bi peyvên xuşînî mîna rihê Daişiyan diramin, pordirêjên yên derbasî çi  gundî ji bajarên me dibûn û ez nizanim bi dawiya vê nalîna ku tim li min vedigere, wek vedenga qels û ez berî wê  min ropel dû ropel diçirand, heta ku ez rastî ewlehiyek e demkî werim, ta te wînim bîra xwe, ey lawazê zirav mîna çîrokek e rojavayî , artşên zordariyê wê bipê kiribû, hemî sipîbûn di nêrgiza welatê min de jêbiribû, te ji min re got dawî carekê , ku tu tevlî hêzek e leşgerî bûye, hember zordariyê radiweste, lê min pê hest kir ku ew gotinek pûç e di kasêtek e zengarî de, piçûkirinên biran tu nema dikarî derbas bikî, hemî li pey qurşîn , mirin ,talankirin û diziyê dikevin, û tu hîn li ser xewinek e sêdarkirî nanê xwe dixwî, bi rêya qêrînên – xweda mezintir e – û destên har yên stuyan jêdikin wek ku dîroka dirinde dûbare bibe, di dema ku tu hemî ropel û şermezariyên xwe dicivînî ji penaberiyek ta penaberiyekê .

Heta penaberiyên me di nav leşgerbendên dizên qîmkirî, û dizên yên cilê artêşa fermî li xwe kirin e, dabeş dibûn .

Li qehwexaneya intirnêtê , hevdîtina me li wir bû , di destpêka berî mirina giştî di welatê min de, êdî me tiştek nas kir navê wê – Fêsbok – te ez fêr kirim ku çawa wê bikarbînim, û çawa êmêlekê li ser Hotmêlê çêbikim, ewan xweştirîn kêlî bûn, axaftina li ser wê xweş in ji ber ku sawîlke û gengaz in , berî ku mar zêde girs û dirêj bibe, li deverên me yên pepûk de, mîna nanê belengaz û sêwiyên xwe.

Bîranîn gelek dirêj e, û ev asîman têrî çi qêrînên te nake, tu li benda mizgîniyekê dimînî, li bendê vejînbûna xwînên nû û hişên nû dimînî, li benda xewinek e ku me ji bona wê dirêj em diman, derveyî komê, lê bajarê min kobanî yê bi şûkulata evînê xemiliye, û bi awirên biyan û biçûk matmayî dibû , kolan û qeyseriyên taxan çavdêr dikirin , li gavên lingan û livên xelkê, dinêrîn.

Çendîn barana kobanî bedewtir e, kolana 48 , girê Meşte nûrê, navenda çand û hunerê, darên hikûmetê, bîçimên te dema tu helbestekê dinivîsî  û li ser malperan de belav dikî,wisa xewinên me li gor meş û gavên me bûn, dema ez serdana xewinek e biçûk an kêliyeke bi ken dikim, û berve qehwexaneya te têm, nalînê mîna taştê dixum, bi pênosa xwe digrim û dest bi nivîsê dikim, bi bîçimên germ tu bi min re diaxivî, mîna peyala çayê ba tu bi girnijînekê amade dikî, û niha jî ez mîna çi zarokî bi xwe mijol dinivîsim, çenta xwe ya dibistanî , pênos, pêsirînk û tênosa xwe û dicivîne û diçe, ta ku raze ji ber ku sibeh wê zû ji xewê rabe û biçe dibistanê.

Nivîsandin hezkirin e, dînbûn û sadiye, dema ez li her quncikî de dimeşim, ta ez rastî wateyekê werim, hembêzkirina hest ji erdê re, di gavê baranê, me xewin dû xewin , leylan dû leylan derbas dikir , bi rêya meşa xwe ya dirêj heta em gîhiştin e malê, hestên nivîsê têkdiçin dema hewil didin li ber kêliyên bedew de rabin, bi çavdêriyek e sert li ser hemî tiştên derbasbûyî û çûyî, herdu kurên te yên ketine rê , di dema ku ez li kêlek laptopê rûdiniştim, xulek , bîstekan distînim, dema dikevim intirnêtê, û ropela Fêsbokê  li tiştê ku em bi rêya wê derdixînin, û derbasgehan di nav xwe û kesên din de saz dikin dibîne.

Qewxa û newêrekan, naveroka çandê, ji navenda rewşenbîrî dizîn, li kêlek wê ewlehiya siyasî bû û li ser çepê wê de ,navenda partiya kevinar  bû , û me ji çepikvan û derewkar û daholciyan cîgehek ji pozbilindiya xwe ya pîroz nedîtibû.

Ji ber vê me di asîmana intirnêtê de bihnek herî azad ji awaza azad û bitek dîtibû, li ser kevîkên nexwastin û pêta xewina ya wê helbet pêkwere , niha û piştî derbasbûna  çend salan ,ji  cenga navxweyî , tu ji min , li ser dizên nû dipirsî, cilên ol li xwe kirin, û bihnên xwînê ji wan dihat, û qurşînên xwe berdan,  çendîn em jê revîn û li ser komên çete û şoreşgerên kujer dipirsî, yê her yek ji wan xwe kirin e nûnerek fermî li ser gelên yên fêrî koçberiyê bûn e, ta cihekî ji xewinên xwe re bibînin, û hîn axaftin maye.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...